Dr. Marif XEZNEDAR/ Bikurtî Mêjûyî Bîrî Neteweyî
17 Ocak 2012 / Ji aliyê
Kovarabir ve
Di nav de, Lêkolîn & Analiz, WAR Hejmar 14
I :
Neteweyê Kurdê nûha wek hemû neteweyên Rojhelata Naverast li dawîya belavbûna dînê îslam bi vî navê tazeyî peyda bû. Bab û bapîran û komelanê xelkê pêş îslam navê taybetî yê wan bi xwe hebû wek netewe, herweha navê cografîyaya wan jî hebû wek herêm û navçe.
Ev rojgara şunwarê kevin çûye nav mêjûyî ew qonaxa şunewarî(arkolojî) pê dibên, ya mêjûyî pêş dînê mesîhî û îslamî. Li dawîyê ev mêjûyê navê şunwarê kevin ê komelên xelk ko ji binemalê, aşîret, hoz, tîre, mîllet, netewe pêk hatibûn li navçûn. Herweka navê şunwarê kevin ê cografîya li navçe û herêm û dewletê şar û malbendên mîllet ewan jî navê wan bû.
Li dawîya belabûna dînê îslamê navê “Kurd” wek neteweyêk peyda bû, li paşan zaraveyê cografîya “Kurdistan” wek navê welatê Kurdan kevte nav nexşeya cografîya ve. Liber ewe yê pirraniya herî zêde yê neteweyî çûye nav dînê îslamî ve, çarenûs kevte dest ew dewletên bi navê îslamê ve fermanrewayîyê dikir, belam navê resmî yan bi binemal û aşîret û tîre û hoz û navê serok binemaleyêk werdigirt. Emewî û Abasî dû binemalek eşîretî qureyşî yê Areb bûn. Fermanrewayê gotî jibo hemû misulmananên ser rûyî zewî bûn. Li dawîyê deshelat kevte dest binemalê Turkê Moxolan wek Selçûqîyan.
Dewleta Osmanî bi navê Osman navêkî Turk wergirt; Sefewî, Qacawî navê xwe li dû binemalek Îranî wergirtin ko herdûyan bi nejad Fars nebûn. Ta êsta jî dewleta Suudî bi navê li Suud navêkî Arebî yê cizîra Areb wergirtîye serokê binemalêk bûn.
II
Kurd li xakêkî şaxa wî da dejî û rûbarî zor li rûyî cografya ve xaka wan dabeş kirîye biser herêmî cografî, wate her navçeyêk li deşt û pahnayîyek dirust bûwe, çîyayekî şax dewrî daye ya rûbar sinûrî navçeyekî dîyar kirîye, bi vî cûre ev navçe cografîyane taybetmendîya wan bi xwe bûwe bineta binkeyêk bo dirustkirina deshelat bi navê mîrnişînî liser binçîneyê derebegî, ji kevnê kevin ve ev navçeyan bi hoyî mîrê kurd ve birêve diçûn û bi vê şêwe û desturêkî taybetî pêwendîya wan bi dewleta merkezî ya Îran û Turkê Osmanî ve hebûn.
III
Mêjûyî hezar salên dawî yê sîyasî bi sê qonax têperîwe:
1- Ji seretayî heta paş belavbûna dînê îslam ta cengî Çaldêran(1514).
Beşê piranîya vê qonaxê fermanrewayî Areb bi navê îslamê Kurdistan degirtîye, wate dewleta Emewî û Abasî. Li vê navberê da mîrnişinî Kurd bi nav ve bûwe, hendê car fermanberanî Kurd mîrnişînîyan birêve birîye, bibê ewe piranîya xelkê mîrnişînek Kurd bûbin, her çawa bê li hemû haletêk da biresmî ev mîrnişînan ser bi dewletî merkezî bûn.
2- Ji cengê Çaldêranê ve ta cengî yekem ê giştî:
Li dawîya cengê Çaldêran û serkevtina sultanê Osmanî bi ser şahî Îranê da bo yekemîn car xaka Kurd li rûyê sîyasî ve bû bi dû beş, layenî rojhelatê kevte nêv xaka Îranê ve û layenî rojavayî kevte nêv xaka Turkî Osmanî ve. Li herdû parçeyê Kurdistan da mîrnişînîyan peyda dibûn. Birêvebirin liser bincî û binavanî şêweyê aşîretî bû, liber ewe berjewendîya herdû layan pêwendîya nêv wan dîyar dikir. Bi vî cûre beg jî yektirî diçûn û xaka yektirîyan dagir dikir, hendê car beg jî deshelatê merkezî da diçûn bi taybetî ew mîrnişînî yên ku kevtbûne ser sinorê dewleta Îran û Osmanî. Deshelata ev dû layenan hemû jî nerehetî daneyeve li nêv wan mîrnişînên Kurdan, çunke eger mîrnişînekî Kurdê Îran yekêkî Kurdê Osmanî dagir bikirana, mana wî eve bû feyde bo deshelata Îran dibû.
3- Paş cengî yekem ê giştî û dabeşkirina xaka Kurdistan bo cara duwem:
Herçend nexşeyê Kurdistana Îran weka xo mawe be, belam xaka Kurdistana Osmanî biser sê dewletên taze yê paş ceng dirust bû dabeş kira; Turkiye, Iraq, Surye. Bi vî cûre meseleyê Kurd wek kêşeyekî (pirsgirêkekî) neteweyî yê girîng li rojhelata naverast da dirust bû û ta nûha jî bi encam negeyîştîye.
IV
Bîra neteweyî wek zaraveyêk û praktîk kirina ceribandineke li Ewrupa peyda bû. Beşêke taze yê li encama Şorişa Ferensa(1878)yî serî heldaye, eger li dawîya sede û nîvêk ev bîr û rayane li rêgeyî Estemol û Mîsirê ve geyîştbûbine navçeyî me, mebesta min rojhelata naverast e, li dawîya nizîkê dû sede geyîştîye komela kurdewarî, wate li dawîya salên sedeyê nozdemê.
Ta pêş derçûnî rojnameyê Kurdistan (Qahîre-1898), gîyanî netewayetî (kurdayetî) bi vî mana taze li navê ve nebû, pêwendî binemale û aşîretî bû, eger bi navê “Kurd” ya “Kurmanc”î jî bibûwaye her naverok aşîretan digeyand xo. Eger awirêk li Ehmedî Xanî (1897-1810) bideyneve ew tîorî bo kurdan dana bîra paş serdemî wan bi xo bû, li dawîyê da ew tîorî bû bi meşxelen, bîra hemû kurdê ronak dikireve. Her çawa bê ewe yê Xanî zîyatir bi îlmetîyetî têda bû, çunke ew deme rojhelat li tarîkistan da bû, herçî Hacî bû wî jî feyde ji komela Estemol wergirt bû, çûnke wê demê bîrûbawerîya nasîyonalîya Ewrupa geyîştbûwe welatî Osmanî bi taybetî Estemol û beşa awrupayê.
V
Her çawa bê bîra neteweyî(nasyo- nalî) bi mana taze yê li dawîya salên sedeyê nozdehem geyîştîye komela kurdewarî, dîyare li maweyî sedeyek da goranî gelê girîngî bi ser da hatîye. Belam sirûşta welatê kurd û rewîşt û şêweyê aşîretî û derebegî karêkî wa yê kiribû layenî praktîkî bikevête dest çînekanî sereve yê komela kurdî. Ewe rastî gîyanî netewayetî li naw mêşk û dilê xwêndewar û roşinbîrê kurd ve helqulave û belavbûyeve, belam nekarîne bi xo fermande û rêberîya ew rêkxistinê bikin ko ênanedî ew tîorîyê xistbûwe estoyî xo. Belgeyêkî yekcar girîng bo ev meseleyê dênimeve ev belge tenya praktîk kirinî bernameyê hizbî “Hîwa”nî ye, belku biser hemû tîorî û rêkxistinên kurdî disipênrê ko bîra neteweyî kirîye bi destur bo bicîhênandina amanca mîlletê Kurd. Belgeyê partîya “Hîwa” ewe ye, mêrmindal û lawê taze pêgeyîştî yê qutabxaneyên navendî û amadeyî yê wan rêkxistinên binavê “Darker” dana, li dawîyê da xwestin bikin bi hîzib. Li xo ve ranedidît bi helbijardin yekêk ji nav komeleyê bikin serok, ew bi hesêbî xo ve mindal bûn. Bîra wan ve xist, navê çend kurdan dîyar kirin bo ku bikin bi serokê xo, li dawîyê da mesele liser Refîq Hîlmî nîşteve, çûne cem wî û wî kirin serokê “Hîwa”.
VI
Li komela me da ew roşinbîrên bîrûbawerîya qewmî hênaye nav komela me ve, dikarî ewe yê nebûwe xo bixête praktîkê ve, wata xwedîtî tîorîyekê xo yê pêgirtî ya ceribandî nekirîye, liber ew projeyan ji vê babetê ve ta nûha negehîştine encam. Ew xalêkî yekcar girînge li kêşeyek da, belam li rojgaranê paş belavbûna dînê îslam û ta nûha jî birêkî mesele digirêteve bo nebûnî îdîolojîyetêkî dînî ko li rojhelata naverast da gelêk girîng e.
Li paş belavbûnî dînê îslam bo demêk dirêj neteweyê Areb bi navê îslamê ve diletîyan dirust kir. Li piştî Abasîyan fermanrewayî kevte dest Turkî Osmanî û Faris. Evana jî dikarîn dîn bikin bi dardest bo bicîhênana amanca neteweyê xo, jibo ew hêvêyan bête cî em dibînîn li piştî ruxîna dewleta Arebî îslamî, dewleta Turkê Osmanî yê îslamî peyda bû. Her weha dewleta Farisî ya îslamî peyda bû. Li pênavî berdewamî û peresendinî ew dewletan binemaleyî Sefewî sunnî wan bi xo kire şîe, çunke dewletekê beramberî Osmanîyên sunnî bûn. Bi hoyî ev şîe vegerîye bi navî îslamî ve, Faris karî bigeyîşte ew pileya ko nûha geyîştine.
Li wê navê di wê demê da dînê kevin ê Kurdan perçe bû, bi taybetî dînê Zerdoştî, Îslamî jî biherdû dîn zayeve li dest Turk û Acem bû, bi vî cûre Kurd bi vî navî ve nedikarî xebatêk dirust bika bo ew bi xo bigate ewe yê ko deshelatî bidest wî bi xo bê.
VII
Gelek kes basê ceribandinên Selahedîn dikin û navê wî bi dewleta Eyûbî dibin. Ew rastî fermanrewa Selahedîn û endamên binemale yê wî bi xo bû, evana Kurd bûn belam dewleta wan dewletêk îslamî bû, weke dewletên pêşiya wan; Emewî û Abasî û paş wan; Osmanî û Sefewî. Ca eger Osmanî û Sefewî edgarî Turkan û Farisan wergirt bê, bêguman Eyûbî edgarî Arebî bû.
Hoyek yekcar girîngtir jî bê ew e, Dewleta Eyûbî nebû bi binyadêkî resen bo dewletêk kurdî, ewe bû nêvendî girîng ê dewleta Eyûbî li Misir û welatê Şam bû û dewletekê li nav xak û nîştîmanî Kurd(Kurdistan) nebû.
Li vê la û li wê la, eger deshelatîya Eyûbîyan li cêgeyêkî wek “Hewlêr” hebûbê edgarî kurdayetî nedayete dewleteke, ya bi watayekî dîke nebûwe bi hoyî bibête nimune bo dewletêk qewmê Kurdî.
* Ev têbinîyane wek bernameyêk in bo basêkî tîorîyî akedemî yê firewan li dû mesele divê; yekemîn mêjûyê bîra neteweyê(kurdayetî), duwemîn bo çi ta nûha Kurd dewlet nebûwe?!
Derbarê 









WAR Hejmar 14 : Kovarabir on Sal, 17th Oca 2012 11:42
[...] Dr. Marif XEZNEDAR [...]