Fahri KARAKOYUNLU/ Ji tirkan re heq e, ji kurdan re qebhet e!

20 Ocak 2012 / Ji aliyê   ve
Di nav de, Fahri KARAKOYUNLU, Lêkolîn & Analiz

Di 11 Çilya 2012 de Parlementoya Bûlgarîstanê, li ser pêşnîyarîya Serokê Partîya Demoqratên Ji bo Bulgarîstanek Bi Hêz (DSP) İvan Kostav, ji bo şermezarkirina pêvajoya asîmîlasyona li dijî tirkên Bulgarîstanê hatîye kirin de, biryarek dîrokî girt. Di vê qirarê de, asîmîlasyona ku li dijî tirkên Bulgarîstanê hatîye meşandin tête mahkûm kirin û di derheqê ev kesên ku 20 sale ji bo wan lêpirsîn û doz hatine vekirin de jî, pêvajoyek nû û xurt dê bête destpêkirin.

Gelo, sedeme girtina vê biryarê kîjan pêvajo bû?

Wek tê zanîn, bi taybetî di mabeyna 1984 û 1989an de, di bin serokatya Todor Jîvkov bi destê rejîma Bulgarîstanê ya “komînîst”  li dijî tirkên Bulgaristanê polîtîkayek asîmîlasyonîst hate meşandin û di vê pêvajoyê de gor jêderên fermî 520 kes hatine kuştin, 360 hezar kes ji cîhê xwe koçber bûne û dora 500 kes ji di girtîgeha Belene de hatîye girtin

Bi rasti biryarek wiha, bi navê çi û li kîderê bête girtin, divê yên ku para xwe ji mirovahiyê girtibe, û pê re gava ku hinek wîjdan û ehlaq hebe, dê ji vê biryarê bextewar bin.

Bi rastî polîtîkayên li dijî mirovahîyê yên paqijkirina etnîkî, olî, çandî ya bi navê asîmîlasyonê tête binavkirin, di peymanên navnetewî de û di ehlaq û mêjûyê mirovahîyê de wek tawanekî li dijî mirovahîyê tête qebûlkirin.

Gava ku em li ser vê biryarê, ger nirxandina dîplomasîya tirk û ger şîroveyên di  çapemenî û ragîhandinê de dişopînin- hinek rojname û qunciknivîskar ne tê de-  mirov ji vê durûtîyê bi navê mirovahîyê bi rastî şerm dike.

Gelo, ev dupîvanîya û durûtîya çima?

Qey hûn xwe bi aqil, dinê jî bê aqil dibînin?

Mertaqa di çavê xwe de nabînin, qirşê di çavê xelkên de dibînin…

Wek tê zanînin Bulgarîstan û deverê din yê Balqana di dema Muradê Yekemîn (Hudawendîgar) de dikeve bin îdara İmparatorîya Osmanî. Di desthilatdarîya dor 400 salî de, li ser gelên wê deverê bi çand, ol û zimanê xwe jî bandorek kirine. Ji ber wî ger bi eslê xwe ev kesana dixwaze Silav bin an tirk bin,  rastîya heyî ev e ku, hinek kes xwe Misliman û tirk dibînin. Di mabeyna 1984an û 1989an de, mafên ku berê ji bo mislimanên Bulgarîstanê hatibû nasîn, hate astengkirin. Desthilatdarîya wê demê,  mafên wanê perwerdehîya etnîkî û olî, cî bi cî astengkirin,  navê cîh û warê wan hate guherandin, Ji wan daxwaza guhertina navê wan kirin. Yên ku li dijî vê polîkayê derketin riya koçberîyê dane ber wan. Bi rastî ev ne helwestek mirovî û ehlaqî bû. Helwestek asîmîlasyonîst bû.

Ji damezirandina komara Dewleta Tirkîyê û ta nuha yê li ser kurda tête kirin gelo çî ye…!

Wek tê zanîn, proja Komara Dewleta Tirkîyê, projek dewletek netewî bû. Gor damezrênerê komarê, li Tirkîyê tenê netewek he bû û ew jî navê xwe “Tirk, zimanê xwe Tirkî, ola xwe İslam û mezheba xwe jî Sunî ” bû. Lê ev ne rastîya Anatoliyayê bû. Rastîya Anatoliyayê di her demê de pirzimanî, pirolî û pirçandîtî bû ye, û bi her polîtîkaya asîmîlasyonîst ev taybetmendîya çiqas hatibe lawazkirin jî, rastî ev e.  

Lê mixabin ev proja, wek tê zanîn ji bo gelek ziman, çand û hindikahîyên ne ji ola Îslamê bûne, wek Rûm, Ermen, Cihû, Suryanî û Êzidî bi ser ketî ye. Ev hevwelatîyana ji ber êrîş û gefên nîjatperestî, heta salên 1960î bi awayekî ji mal û milkên xwe bûn, û welat terk kirin. Yên îro mane jî, bi hijmarek kêm û bi dilşikestî, di nav şik û tirs de dijîn.

 Mislimanên ji Balkan û Qafkasa jî hatin Anatolîyayê, xwe bi çand û zimanê Tirkî ve girêdan û di astek qedirbilind de bûn xwedîyê dewleta nû.

Ji 36 zimanê ku di serê sedsala 20an de bi xurtayî li Anatolîyayê di nav gel de dahate exaftin, îro çend ji van zimanan di warê ragihandin, çapemenî û perwerdehîyê de xwedî derfet in? Ev encama, bi serê xwe, asta polîtîka asîmîlasyonîst ya Komara Tirkîyê bi her awayî tine ber çavan.

Asîmîlasyon helwestek bê ehlaqî ye, bê wîjdanî ye û cînayet e…

Wek peyvekê wateya asimilasyonê; pêvajoyek pişaftina taybetmendîyên (etnîkî, olî, çandî…) civakên hindikayî yên di nav civakin pir û desthilatdar de dijîn.  Ev pêvajoya, wek ku hinek dibên qet ne masûm û bê gune ye. Ev pêvajoya, bi rastî her dem wek tercîhek sîyasî dikeve rojevê.  Armanc; nirxên aîdî we civakê ne, bi sîstematîk ji holê rakirin e û taybetmendîya wê civakê di nav xwe de pişaftin e. Şikandina hêvî û ayenda wê civakê ye. Bi gelemperî ji holê rakirina nirxên wê civakê ye. Qutkirina bingeha nirxan e, û hîştina bê nasname û kesayetîyek şikestî ye. Ji bo wî, asîmîlasyon bê wîjdanî, bê ehlaqî û cînayetek li dijî mirovahîyê ye.

Gelo ji damezirandina Komara Tirkîyê û heta nûha, polîtîkaya li ser gelê kurd hatîye meşandin, ji sedan çendê wî li ser tirkên Bulgarîstanê ve hatî ye meşandin? İro ji sedan çend mafê ku di destê tirkên Bûlgarîstanê de ye, di destê kurdan de ye?

Asîmîlasyona li ser kurdan neqedîya ye û her berdewam e.

Her çiqas, li Tirkîyê hinek tişt hatibe guhertin jî, wek sîstematîk, asîmîlasyon hîn jî berdewam e.  Serokwezîr Erdoğan, îddîa dike ku, di dema wan de polîtîka” înkar û asîmîlasyonê” qedîya ye. Ev derewk mezin e. Serokwezîr nizane ku, yê asîmîlasyonê diqedîne, pergala hiqûqî ye. Qey ev xalên Qanûnabingehîn, ji bo domkirina asîmîlasyonê ne bes e?

 Xal 3: Dewleta Tirkiyê, bi welat û netewa xwe tevahiyek e û nê dabeşkirin.

Xal 66:  Kesên ku bi pêwendiya hemwelatîbûyînê, bi Dewleta Tirk ve girêdayîne Tirkin.

Xal 42/9: Ji xeynî zimanê Tirkî, tu ziman ji bo hemwelatiyên Tirk di saziyên perwerdehiyê û hînkariyê de, bi navê zimanê dayikê nête xwend kirin û hînkirin.

Gor van xalana, her kurdê ku hemwelatîyê Dewleta Tirkîyê ye, tirkin û ji bilî zimanê tirkî wek zimanê dayikê nikarin daxwaza perwerdekirina zimanê kurdî li dibistanên fermî bikin.

Ne pêwiste ku em bahsa qanûnên din yê taybet yên navgînê asîmîlasyonê û peymanên navdewletî yê ku dewleta Tirkîyê ji bo xatirê asîmîlasyona kurda îhtîraz dane ser wan, bikin.

Dibe ku kurd, îro ne “tirkên çîyayîne” lê di hiqûqa Tirkîyê de dîsa nînin.

Hûnê kîngî ji hestîyê di erdê hilnayên û bedenên zaroka yên ku nayin naskirin lêborînê bixwazin..!  

Gelo ji bo lêborînê, divê hîn çi biserê kurda de were?

Êdî, erd û asîman, çîya û banî, deşt û zozan kendal û newal, çem û rûbar jî,  ji vî sira di nav sînga xwe de veşarti de bêzar bû ne û êdî qebûl nake.

Bes, bûyerên ku ev çend rojên dawî qewimîne û xeberên ku di çapemenîyê de cî girtîye, bi serê xwe felaketa ku hatîye serê gelê kurd tîne ziman.

Di sinirê Ezîrgan û Dêrsimê de, di herema Valaya Zînî de, di hêlana erdê de hestîyê gellek mirovan avetîye der. Gor jêderên heremî, ev hestîyana aîdî yên kesên ku di Qatlîyama Dêrsimê hatine kuştin e.

Li Amedê jî, di nav Kela Sarayê de, di xebatên restorasyonê de, ta nûha hestî û serê 11 kesên ku bi destê JÎTEMê hatîye qetilkirin derketîye holê.

Û êşa giran ya Zorokên gundê Roboskîyê ya bedenên wan di bin bombeyên firrokên şerî de perçe perçe bûyî.

Roj tuneye ku li newalekê, di binê qûntarekî çîyan de, di bestekê de di kolandinekê de hestîyên jin, mêr, zarok û ciwanên kurd dernekeve.

Belê, tawanên Komara Tirkîyê êdî nayê veşartin, xwîna gelê kurd êdî dibijike rûyê erdê, erd jî êdî wan nahewîne.

Keremkin ger hûnê lêborînê ji gelê kurd bixwazin, ka hûn çi dipên?

 Qey ev sed sale ku tiştê bi serê gelê kurd ve hatîye ji bo lêborîne ne bes e.

Ger Dewleta Tirkîyê di lêborîna  “Qatliyama Dêrsimê”de samîmî ye, çima kêmasî wek Parlementoya Bûlgarîstanê lêborînê nakin.

Qey kurd ne hêjayî lêborînek wiha ye?

Ger ku Serokwezîr Erdoğan, dîroka Komara Tirkîyê ya ku çûyî, ji dil rexne dike û dibêje asîmilasyon di deme me de nema ye, dê wê demê wek serokwezîrekî demokrat tevbigere û ev qedexe û astengên ku ji bo hebûna gelê kurd hatîye danan, dê bi lez ji holê rake û samîmîyeta xwe îspat bike. Qey kesî bi destê wî girtî ye!

Gava ku hûn, kesên ku mafên kurda yên xwezayî û meşrû, di riya demokratîk û hiqûqê de diparêzin jî, terorîze bikin,  gelo rizgirtina hiqûqê tê çi wateyê?

Bi ya min, tirsa rêvebirên Komarê ew ku, gava tawanên dewletê bê rojevê, gere wê demê, Meclîsa Tirkîyê demek dirêj tu karekî yasayî neke û bes lêborînê ji  gelê kurd bixwaze…  

 

15/01/2012/AMED

 

Share

Şîrove bike

Hun dikarin şîroveya xwa binivsînin...
Heke hun dixwezin wêneyê we xuya bibe, herin agravatar!