Fahri KARAKOYUNLU/ ZAROK Û TAWAN…!
30 Temmuz 2010 / Ji aliyê
Kovarabir ve
Di nav de, Fahri KARAKOYUNLU
Wek hûn jî dizanin guhertina “Qanûna li Dijî Terorê” û “Qanûna Civîn û Meşên Xwepêşandana” dora salekê bû li ber guhertinê bû. Ji bûyerên 28, 29 û 30yê Adara 2006an de yên li Amedê qewimî şûnde, di nav qanûnên cezayan de, bi taybetî di “Qanûna li Dijî Terorê” de, di aleyhên zarokan de guhertinin ne hiqûqî çêbûn. Dadgeha Bilind ya bi navê “Yargitayê” jî di “biryara civîna giştî” de, biryar dabû ku, ji bo kesên di nav xwepêşandanên neyasayî de bête dîtin, tenê ne gor xalên Qanûna Civîn û Meşên Xwpêşandanê, li gor Qanûna li Dijî Terorê xala 2yemîn, dê wek “kesên endamê tevgera terorê” bête qebûlkirin û bi van cezayan wê bête cezakirin. Ev biryara Dadgeha Bilind ya civîna giştî nehiqûqî bû û rê li ber cezayên giran vekir.
Ya herî xetere û balkêş jî, zarokên ku di nav van çalekîyên neyasayî de, dihatin girtin jî, li gor vê biryara Dadgeha Bilind ya civîna giştî hatin darizandin û cezakirin. Ji vê pêvajoyê şûn de, zarok bi cezayên giran re rûbirû man. Mixabin dadgehên herêmî jî, êdî li gor vê biryarê, biryarên nehiqûqî dan û ji bo parastina zarokan argumanên hiqûqê ji destên parêzeran hate girtin û darizandin bû darizandinek formel.
Ya balkêş, ev guhertinên li dijî zarokan çêbibû; li ser gotina Serokwezîr Erdogan ya ku ji bo bûyerên Dîyarbekirê gotibû, “Ger çi zarok bin, ger çi jin bin, hêzên ewlekarîyê çi pêwîst be, dê wî bikin” şûn de çêbibûn. Ev guhertinan, bi ya wan, dê li ber çalakîyên kolanan bigirta. Lê mixabin, bûyer ji vê pêvjoyê şûn de hîn zêde bûn û gellek tişt berovajî bûn.
Di pêvajoya guhertinan de bûyerên balkêş…!
Ev bê edaletî û biryarên dadgahan yên ne hiqûqî di wîjdanê gel de û di reyagiştî de nerazîbûnek mezin çêkir. Ji ber vî, kolanên bajaran û herêm bû qada nerazîbûna vê bêdadîyê û serhildanan. Belê, ceza giran bibû, lê pêşîya xwpêşandana nahatibû girtin. Ji ber wî, bi taybetî ji bo zarokên ku di nav xwepêşandanên neyasayî de cîgirtibûn, salekê zêdetir bû ku hinek guhertin di rojevê de bûn. Gava ev guhertinan dihate rojeva Meclîsê, her çi tesaduf bû ku; “bi navê PKKê !” hinek êrîşên mezin li dijî leşkeran dahate kirin û gelek leşker dihate kuştin. Ev jî, dibû bahaneya ji rojevê derxistina van guhertinan. Gava ku ev guhertin dê 22yê Tîrmeha 2010an de li Meclîsê dihatin gengeşîkirin, êrişek bi destê PKKê hate kirin û di vê êrîşê de heft leşker hat kuştin, li ser vê bûyerê, dîsa ji bo taloqkirina vê guhertinê, muhalefetê hewl da, lê îcar biserneket û ji bo azadbûna zarokan guhertin çêbûn û di 24ê Tîrmeha 2010an de ji alîyê serokkomar ve hate îmzekirin û di rojnameya Fermî de hate weşandin.
Çîroka lîstokê
Li ser pêvajoya guhertina vê qanûnê, ez dixwazim di pratîka jîyanê de bahsa çîrokekê bikim, wek “çîroka kera wendabûyî”. Wek hûn dizanin, em mezin, yekcarina lîstok an tiştên kû zarokên me jê herî zêde ji wan hez dikin, em vedişêrin û wek ku zarok ev tiştê xwe wendakirî ye, em wan rexne û yekcarina xwe eciz dikin. Zarok jî, li ser vê tewrên me, xwe gunehbar dibînin û mahçûp dibin. Yekcarina hinek dê û bav wana ceza jî dikin. Demekê şûn de em lîstoka wan an jî ew tiştê wan yê ku me veşarti bû, wek ku me bi tesadufî dîtibe, mizgîniyê didin wan û em li wan şîretan dikin. Zarok jî, bi bextewarî û kêfxweşîyekê bi coş me himbêz dikin û mezinatya me li ser wan tête pejirandin.
Tu caran nayê hişên zarokan kû ev lîstoka wan dê û bavên wan veneşartî be?
Belê, ji ser vê çîrokê re, em werin ser mafên zarokên kurd.
Lê êdî îro, zarokên kurd, vê çîrokê bi guman dinirxînin û tiştên ku winda kirine(!) şîrove dikin û dipirsin:
Mafê kê heye ku, min ji vî mafên rewa yê ku min ji dê û bavê xwe standîye, bê par bihêle?
Çima em zarok di nav dinyayek azad, aram û aştî de najîn?
Çima mezin(!) timî li ser me hinek armancên xwe bicîtînin?
Ji bo armancên xwe, zarokan bikaranîn çiqas ehlaqî ye?
Çima em wek zarokên kurd, bi tawanên wiha giran û nehiqûqi ve rûbirû dimînin?
Zarok, tim di hedefa şeran de ne û prensîpên hiqûqê yên ji bo wan têne binpêkirin.
Îro ji vî şerê qirêj yê ku li diji kurda tête meşandin, zêdetirîn zerara mezin zarok dikşînin. Ayendeya zarokên kurd, di nav pêvajoyek di bin tundî û tûjîyek de, di bin xetereyek mezin de ye. Xewn û xeyalên zarokên kurd hatiye şêlokirin, tunekirin.
Ji her neteweyê zarok, li gor hiqûqa navnetewî, bi hinek prensîpên cûdahîyên pozîtif têne parastin. Ji ber ku, zarok dahatûya her neteweyî, dahatûya mirovahîyê bi xwe ye. Ev cudahîya pozîtif di warê perwerdehiyê de, di warê aborî de, di warê ewlekarîyê de, di warê ragihandinê û hwd. de hatîye tespîtkirin. Dewletên ku van prensîpên navnetewî yên hevdem dipejirînin, ji bo cîbicîkirina van prensîpan berpirsîyarin jî.
Lê mixabin, Komara Dewleta Tirkiyê, gelek peymanên navnetewî yên ji bo zarokan her çiqas pesend kirîye jî, ji alîkî de ev peymanan bi rengekî wek ku berpirsîyarîya xwe nayîne cîh, ji bo mafê perwerdehîya bi zimanê dayikê, û ji bo mafên çandî û etnîkî, îhtîraz danîye ser hinek xalên van peymanan.
Gellek qanûnên Komara Dewleta Tirkiyê, li dijî ev presîban û li dijî ev paymana ne.
Berî ku em, Qanûna li Dijî Terorê û Qanûna Civîn û Meşên Xwpêşandanan de tiştên hatine guhertin şîrove bikin, sazûmanîya berê yên van qanûnan, ji bo zarokan, ji sê alîyan de presîpên hiqûqa cezayî binpêdikir.
Wek tête zanîn, ji bo zarokan, presîbên(rêgez) cezakirinê, darizandinê(mahkemekirin) û prensîbên cezakişanê (înfazê), ji yên kesên mezin cûda ye. Lê mixabin qanûnên kû ji bo zarokan dihate tatbîqkirin, li dijî
- Prensîbên hiqûqî ya wekhevî û dadayî,
- Prensîba pêşîlêgirtina tawanan,
- Prensîba di pergala dadê ya cezayê de îslahkirin,
- Prensîba rêjederîtîyê(oran- pîvan) ya di tawan û cezayan de, bû.
Ji ber vî, zarok di dadgehên bi navê “Dadgehên Taybet bi Rayedar” de, wek mezinan dihatin darizandin. Lê li gor guhertinên nû, wê êdî zarok, li Dadgehên Zarokan de bêne darizandin.
Zarok, wê edî li gor Qanûna li Dijî Terorê, wek endamê tevgera terorê neyête nirxandin û xala 2. û 5. ya Qanûna li Dijî Terorê, ji bo zarokan neyête bikaranîn. Ya kifş ewe ku, êdî zarok di nav xwepêşandanên ne yasayî de werin girtinê, dê ji endametîya tevgera terorê neyête darizandin û ji bo wan êdî tawanekî wisa dê tunebe. Lê di vê guhertinê de tiştekî ne dîyar heye. Gava ku kesekî zarok (ji 18 salî piçûktir) bi peywirek hîyerarşîk, di nav xebata tevgerê de were gunebarkirin dê ji kîjan tawanan bête darizandin, bi rastî ev rewş ne kifşe.
Zarokên ku di nav xwpêşandanên ne yasayî de bête girtin, wê êdî tenê ji tawanên yê di Qanûna Civîn û Meşên Xwepêşandanan de hatine dîyarkirin de, û ji tawana propagandayê dê bêne darizandin.
Li gor guhertina Qanûna Civîn û Meşên Xwepêşandanan, ceza civîn û xepêşandanê neyasayî ji 1,5 ta 3 salan bû, ji 6 heyva ta 3 salan hate guhertin. Ev kiryarên ev tawanan dê li Dadgehên Aslîye (ji bo mezinan), û zarok jî, li Dadgehên Zarokan bêne darizandin.
Dîsa li gor guhertinê; yên ku bi çek (çekên agirdar, teqînok û sûtemenî) beşdarî van xwepêşandanê neyasayî bibin, ceza wan ji 1 sal ta 3 salan hatîye rastkirin. Yên bi alavên wek kevir, dar, flema, pankart û wêne, lixwekirinek taybet, beşdarî xwepêşandana bibin dê ji 6 heyva ta 3 sala bête çezakirin. Ger alavên destê wan an kiryar û çalekîyên wan tawan be, dê ji vî kiryarî jî ceza bigrin.
Ber guhertina vî maddeyî, yên ku bi çek û hinek alavên ku me li jorê dîyar kiribûn beşdarî xwpêşandanê neyasayî dibûn, û li dijî hêzên ewlekarîyê disekinîn, ji 5 sala ta 8 salan ceza digirtin.
Bi guhertina van qanûnan; nêzîkê 2oo zarokên di girtîgehan de bûn, roj bi roj têne berdanê. Li dor 3ooo zarokên ku di bin gefa van cezayan de dihatin darizandin jî, dê êdî ji van gefan dûrkevin. Ji ber ku xewn û xîyalên zaroka û yên malbatên wan tevlîhev bibû. Belê, bi rastî ev guhertin ne bes e, lê rewşek erênî ye.
Gelo ev guhertinana dê zarokên kurd ji kîjan arîşeyan bi dûrbixin?
Arîşeyên li pêş civata kurd; ne tenê cezaya zarokên di nav çalekîyan de kevir avêtin e. Dahatûya bi milyonan zarokên kurd ya bi aramî, aşitî û azadî jîyan dê çawa çareser bibe?
Çawa arîşeyên wan yên ewlekariyê -her roj zarokek bi wasîteya guleyek leşkeran, bi teqemenîyekê têne kuştin. Di bihara jîyana xwe de têne qetilkirin- bêne çareserkirin?
Kesayetîya wan ya ji alîyê civatê, cî bi cî ji alîyên malbatê û ji alîyê pergala rêveberîya desthiladar de tê perçiqandinê dê çawa bête astengkirin?
Ger em çareserkirina arîşeyên zarokên kurd, tenê wek peywira pergala desthiladarîyê binirxînin, û em bihêlin asta çareserkirina kêşaya kurd ya sîyasî, wê demê, gelek zarokên me û dahatûya me jî, dê ji dest me biçe. Ji ber vê, dem di aleyhê zarokan me de diherike û diçe. Ji bo wî peywirên mezin dikevin ser milê civata kurd, malbata kurd û sazîyên heremî û sazîyên sivil.
Belê, zarokên kurd gava ku wek zarokên cîhanê û bi kêmasî wek zarokên tirk xwedî mafên xwe yên neteweyî bin, dê gelek arîşe bête çareserkirin. Lê mixabin arîşeyên zarokan dê berdewam bibe.
Ji bona vî, gere em wek civata kurd, wek sazî û wek malbat li zarokên xwe xwedî derkevin, û em wan û ayendeya wan li ser her mulahazayê bigrin.
Gere em zanibin ku tu armanc jê girîngtir nîne, ji bo ku zarok, zarokîtîya xwe nejîn û em wan bikin hedefên gurên çavsor.
Ayendeyek azad, aram û aşitî ji bo zarokan.
27.07.2010 – Amed
Derbarê 









Şîrove bike
Hun dikarin şîroveya xwa binivsînin...
Heke hun dixwezin wêneyê we xuya bibe, herin agravatar!