Îbrahîm GUÇLU/ Li Suriye û Rojavayê Kurdistanê Rewşa Nexweş
18 Ocak 2012 / Ji aliyê
Kovarabir ve
Di nav de, Îbrahîm GÛÇLÛ, Lêkolîn & Analiz
Şerê Sar, di sala 1989an de bihilweşandina Duwarê Berlînê ber bi dawî çû. Encama dawîhatina Şerê Sar li dinyayê guhertinên gelek mezin hatin rojevê. Bi taybetî jî dinyaya otorîter, totalîter, teokratîk, faşîzan hejiya. Yekîtiya Sovyetan mecbûr bû ku sîstema xwe biguhere û demokrasiyê bipejirîne. Encama guhertina li Sovyetê gelek miletan dewletên xwe ava kirin.
Girêdayî Sovyetê, li dewletên sosyalîst yên li Ewrupaya Rojhilatê jî guhertinên mezin çêbûn. Beriya her tiştekî, ew dewletan ji Yekîtiya Sovyetan qetiyan û serbixwe bûn; demokrasî pejiranbdin, dest bi avakirina jiyanek nû kirin.
Iraq û Suriye jî beşek ji sîstema sosyalîst bûn; Yekîtiya Sovyetan ji van dewletqan re alîkarî dikir. Li Iraq û Suriyeyê jî rejîmên nedemokrat hebûn. Li van welatan gelên Ereb û Kurd, kêmneteweyên din di bin zilmek mezin de jiyana xwe didomandin.
Sîstema sosyalîst û Yekîtiya Sovyetan her çiqas hatin guhertin û heta hatin hilweşandin jî, Iraq û Suriyeyê li ser piyan man.
Rejîma Baasê û Seddam, rejîma yek partiyek û yek şexsekî, di Şerê Kendavê de her çiqas zerar dîtibe jî, di sala 2003-an de, encama mûdaxeleya Dewletên Yekgirtî ya Amerîkayê û tîfaqkarên wê hat rûxandin.
Kurdan, di 12 Adar a 2004an de li Suriyeyê li hemberî rejîma Baasê serîhilda jî, li herêman ereban ji kurdan re piştgirî nehat kirin. Rejîm li hemberî serîhildana kurdan bi komkujiye bi serket.
Her çiqas serîhildana kurdan hat şikandin jî, rejîma Baasê tirsiya ku saltanata wan di sedsala 21-an de di pêvajoya pêşketin-serketina demokrasiyê de nikare jiyana xwe bidomîne.
Rejîma Baasê ya yekşexsî û kêm mezhebî li Suriyeyê jiyana xwe heta Adar a 2011an bi zor û zilmê domand. Gelê ereb ji mafên demokratîk û kurd jî ji hemû mafên xwe yên milî û neteweyî bêpar jiyana xwe meşandin.
Lê di Adar a 2011an de, piştî “Bihara Ereban” li Suriyeyê jî gelê ereb serîhilda. Li Suriyeyê di destpêkê de li Deraayê û li tixuba Suriyeyê û Urdinê li bajerekî biçûk serîhildanê dest pêkir. Rejîma Baasê ji bona ku ew serîhildana li bajarên din belav nebe û li bajarên din piştgirî nebe bi komkujiyê xwest pêşiya vê serîhildanê bigre.
Lê di hewildana xwe de bi serneket.
Bi serîhildana Deraayê, li Suriyeyê pêvajoya serîhildanê dest pê kir, daxwaza guhertina rejîma yek partî û yekşexsekî ji aliyê gelên Suriyeyê ve, bû daxwazek stratejîk. Ev daxwaza, bi serîhildanên gelek bajarên ereban êdî bû daxwazek diyar û rojane.
Rejîma baasê ji bona ku kurd serîhilnedin û ji serîhildana gelê ereb re nebin piştgir, siyasetek derengmayî meşand, biryar da ku kurdên nehevwelatiyên Suriyeyê ne, bibin hevwelatî. Wê de me jî min ji televîzyonên tirkan diyar kiribû ku ew siyaseta navendî ya Suriyeyê di derbarê kurdan de nikare pêşiya daxwaza guhertina rejîmê ji aliyê kurdan bigre.
Wûsa jî bû. Kurdan her çiqas ji ceribandina 2004-an ders derxistibûn ku bi lezûbez beşdarî serîhildanê nebin jî, bi awayekî aşkere û sivîl diyar kirin ku ew jî guhertina rejîma yekpartiyê û yek şexsekî dixwazin.
Kurdan diyar kir ku baas wek partî dest ji desthilatdarî berde, heta destberdana desthilatdariya baasê têrê nake, divê baas wek partiyek sucdar û faşîzan ji holê rabe. Li Suriyeyê rejîma demokrasiyê bê pejirandin, ev rejîma bi makezagonek nû ya demokratîk bê tescîl kirin; sîstema parlamenterî û pirparticitî bê ava kirin; hilbijartinên azad û demokratîk pêk bên; maf û azadiyên siyasî, civakî, aborî, ji aliyê makezagonê de bên pejirandin; kurd li herêma xwe desthilatdar bin, zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyî, hemû mafên neteweyî yên kurdan bi cî û cî bibin.
* * *
Ew serîhildan û daxwaza guhertina rejîma baasê ya gelên Suriyeyê ji aliyê dinyaya demokrat de mazharî piştgiriyê bû. Welatên rojavayê di destpêkê de ji Beşar Esadî daxwaz kirin ku reformên demokrartîk pêk bîne. Ew reforman rê ji hilbijartinek demokratîk re veke, her kesek bikare partiya xwe ava bike û bi awayekî demokratîk beşdarî hilbijartinê bibe. Rejîm dest ji kuştinê berde.
Pişt re jî dîtin ku baas û Beşar Esadî nikare reforman bike, daxwaz kirin ku dest ji desthilatdarî berde. Loma jî ambargo danîn ser Suriyeyê.
Tirkiyeyê jî, di destpêkê de ji Suriyeyê daxwaz kir ku reforman pêk bîne. Lê dema dît ku rejîma baaasê û esadî reforman nikare pêk bîne, Tirkiyeyê jî biryar da ku baas û Beşar Esadî dest ji desthilatdarî berde. Li Suriyeyê guhertinek radîqal pêk bê.
Encama vê siyasetê bi mûxalefeta Suriyeyê ya ereb re pêwendiyên xwe aşkere xurt kir. Li Tirkiyeyê mûxalîfên ereb civînên xwe pêk anîn û nûha jî mûxalefet li Tirkiyeyê karên xwe didomîne.
Piştî ku di navbeyna Tirkiyeyê û Suriyeyê de pêwendî qut bûn, Suriye jî li hemberî ev siyaseta Dewleta Tirk, bi PKKê re pêwendiyên xwe xurt kir. PKKê jî, gelek aşkere îlan kir ku piştgirê rejîma Suriyeyê ne û dema li Suriyeyê mûdaxeleke navneteweyî û NATOyê pêk bê, amade ne ku li hemberî vê mûdaxaleyê şer bikin.
Aşkere bû ku bi ew helwesta PKKê, Suriye li Rojavayê Kurdistanê kurd parçe kirin. PKKê jî bi rêya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) siyaseta xwe realîze kir. Suriyeyê derfetên nû û zêde dan PKKé/PYDê. PKKê/PYDê nûha wek şerîkê desthilatdar ya baasê tevdigere.
* * *
Di vê merheleyê de li Suriyeyê rewşek xerab û gelek xeter heye.
Rejîma baasê li hemberî serîhildana gelê ereb komkujiyê dom dike. Her roj 20-30 kes tê kuştin. Rejîm dixwaze ku desthilatdariya xwe bi zor û zilmê dom bike. Di sedsala 21an de dîktaroriya xwe bi awayî berê bidomîne; Kurd û ereb ji maf û azadiyan xwe bêpar bin.
Li hemberı rejîmê ji aliyekî de serîhildanên sivîl dom dikin, ji aliyê din de gel li hemberî rejîmê çekdar dibe û li hemberî zilm û zordarî çek bi kar tîne. Tirs ew e ku li Suriyeyê şerekî hûndir biqewime, ew şera jî bibe şerê suniyan û şiayan.
Îran û Rusya, di pirsa Suriyeyê de rolekî gelek xeter dilîzin. Rusyayê ji bona alîkariya rejîma baasê, keştiyên xwe anîne Behra Spî. Li Rojhilata Navîn tirs heye ku şerekî 3-emîn yê cîhanê biqewime. Qibrisê, di van rojên dawî dest danî ser keştiyek Rusyayê ku çek dibir ji Suriyeyê re.
Her çiqas li Iraqê rejîma baasê hatiye rûxandin; rejîmek federal a demokratîk ava bûye jî, Iraq bi awayekî piştgiriya Suriyeyê dike.
Ew tîfaqa Îran, Iraq, Suriye, dê di pêşeroj de ji bona Başûrê Kurdistanê xeteriyek mezin e. Divê Desthilatdariya Dewleta Federe ya Kurdistanê di vê pirsê de gelek şiyar be. Ji bona ku ev tîfaqa li hemberî van bi kar nayê, siyasetek federalî bê meşandin. Pêşiya Malîkî bê girtin.
Li Suriyeyê hîn muxalefeta ereban û mûxalefeta milî ya kurdan tîfaqek vekirî pêk neanîne. Herdu teref gor xwe rêyekê dimeşîne.
Mûxalefeta ereb di mafê kurdan ya çarenivisî û desthilatdarî de ne zelal e.
Kurd jî hîn xwediyê armancek hevbeş nînin.
PKKê/PYDê, li ser kurdan tade û zorbatiya xwe aşkere kiriye. PKKê li Başûrê-Rojavayê Kurdistanê di van rojên dawî de, 4 kurd kuştin. Divê ku PKKê/PYDê ev karên xwe pêşda nebin, zerarê nedin kurdan.
Amed, 15. 01. 2012
Derbarê 









Şîrove bike
Hun dikarin şîroveya xwa binivsînin...
Heke hun dixwezin wêneyê we xuya bibe, herin agravatar!