Ji bo nasîn û têgehiştina mezîyet, helwest, felsefe û ramanên Pêşewa Qazî Mihemed, ne ku kurteaxaftinek, belkû bi dehan cild pirtûk jî têr nakin. Lewma, di vê derê de, tenê em dikarin bi awayeke giştî behsa hinek mezyetên wî yên berbiçav bikin. Dema ku merov bi balkêşî hişê xwe bide ser helwest û mezîyet û xweragirtina wî ya di mehkemeyên dewleta îranê de, bi taybetî jî wesîyetnameya wî ya ji bo neteweya kurd, nîşan dide ku Pêşewa Qazî Mihemed merovekî çiqas xwedî feraset e û xwedî basîret e.

Qazî Mihemed, kurê Qazî Elî ye û Qazî Elî jî kurê Qazî Qasim e. Qazî Elîyê bavê Qazî Mihemed, zanyar û rewşenbîrekî navdar ê herêma Mukrîyan bû û her weha zanista wî ya li ser stêrknasî jî hebû. Qazî Mihemed, di 11yê Gulana 1900î de li herêma Mukriyan ji dayik bûye. Navê dayika wî Gewhertac Xanim e û qîza Axa Şêr Begê kurê serokê êla Feyzulahbegîyan e. Feyzulahbegî, yek ji malbatên mîrekên navdar ên herêma Mukriyan bûn.

Malbata Qazîyan di nav civata kurd de bi dadwerî, piştevanî, aştîxwazî û rewşenbîriya xwe têne nasîn. Di nav gelê kurd de gelek bi rêz û hurmet behsa wan tête kirin.

Qazî Mihemed piştî ku digîje temenê salên perwerdeyiyê li nik bavê xwe dest bi xwendinê dike û pişt re jî li bal zanayên navdar ên wê demê perwerdeyiya xwe temam dike.

Qazî Mihemed merivekî teraqîperwer û muasir bû, cenabê wî bi şeş zimanan dizanîû gelek hez dikir ji xwendina pirtûkan. Çi wext ku fersend bidîta bi xwendina pirtûkan ve mijûl dibû. Pirtûkên bi zimanên biyanî jî dixwend, lewre ji rewşa dinyayê ya wê demê bi rêkûpêk agadar bû. Ew, heman demî roşinbîrekî navdar ê herêma Kurdistanê bû. Ku rojnamevan, biyanî, mîsyoner û kadirên sîyasî yên ecnebî bihatana herêmê, bêguman diçûn hevdîtina Qazî Mihemed.

Dema Şerê Cîhanî yê Yekem dest pê dike, Qazî Mihemed çardeh salî ye. Wekî gelek caran vê care jî Kurdistan dibe cihê şerê navneteweyî. Bi taybetî jî herêma Mukriyan a Rojhelata Kurdistanê. Li gor gotina Seîd Humayun, di navbera “salên 1921an heta 1941an li Mehabad û Kurdistana Mukrî çi rûdanên ku pêk tên, cara pêşî kesên ku li ser van bûyeran qise dikirin Qazî Mihemed û birayê wî Sedrî Qazî bû. Hemû karên perwerdeyî, civakî, rêvebirî û pirsgirêkên bajêr bi agahdarî û rêberiya wan çareser dibûn.”

Îran di meha Tebaxa 1941î de ji aliyê dewleta Brîtanya û Yekîtiya Sovyetê ve hate dagirkirin. Brîtanya ji başûr ve û YSê ji bakûr ve Îran dagir kirin. Di sala 1942an de Amerîka jî daxilî vê pêvajoyê bû.

Di 16yê Gelawêja 1941ê de bi hevkariya çend rewşenbîrên kurdperwer bingeha Komela Jîyanewey Kurdistan(JK/Je-Kaf) li Mehabadê hate damezirandin û dest bi weşandina kovara Niştiman kirin ku organa çapemenîya JKê bû. Di destpêka damezirandina JKê de Qazî Mihemed cî negirtibû. Di nav rêzên JKê de tunebûna Qazî Mihemed, hem ji bo komelê û hem ji bo damezrênerên komelê kêmasî û valayiyeke girîng bû. Di vê navberê de têkiliyên Qazî Mihemed û rêberên JKê berdewam dikir. Di dawiyê de ji salekê şûn de Qazî Mihemed hate îqnakirin ku tevî rêza komela JKê bibe. Başdarbûna roşinbîr û kurdperwerê wekî Qazî Mihemed bo Komela Jiyanewey Kurdistan, xebat û têkoşîna rizgarî û azadiya neteweyî bihêztir û berfirehtir kir.

Piştre navê JKê bi navê Partîya Demokrat a Kurdistanê guhartin û beyannameya Partiyê di meha Çiriya Pêşîn a sala 1945an de hate belavkirin. Piştî damezirandina Partiyê û belavkirina bernameya wê, nexşeya sîyasî ya kurd dîyar bibû; amedekariyên îlankirina komarê dest pê kiribûn.

Di 22yê Kanuna (January) 1946an de damezirandina Komara Kurdistan li bajarê Mahabadê hate îlankirin. Li Meydana Çarçira, piştî axaftina dîrokî ya Qazî Mihemed, alaya Kurdistanê bi xwendina sirûda Ey Reqîb hate bilindkirin. Qazî Mihemed wekî Serokkomar û Hecî Baba Şêx jî wekî Serokwezîr hatin hilbijartin.

Li gor gotina Mîne Xanim, Qazî Mihemed ji bo wê roja dîrokî û wergirtina wezîfeya serokkomarîyê li meydana Çarçirayê weha deng dide:

“Armanca min ev e ku ez yekbûna vî milletî bibînim ku îro çar parçe bûye. Serokkomarbûn tu demekê nehatibû bîra min. Lêbelê miletê kurd min layiqî vê wezîfeyê dîtin. Ez jî dixebitim da ku layiqî vî miletî bibim.” 

Damezrandina Komara Kurdistanê, berhemê bîr û îradeya neterweyî ya gelê kurd bû û di dîroka hevdem a neteweyê kurd de dewleta yekemîn bû, mixabin temenkurt bû û nêzîkê 11 meh desthilatdarîya xwe ya li ser xaka Kurdistanê domand. Her çiqas Komara Kurdistanê temenkurt be jî, di dîroka me ya hevdem de, nîşana dîyarkirina îradeya miletê kurd ji bo dewletbûnê ye.

Bêguman sedemên navxweyî û derveyî yên têkçûna Komara Kurdistanê hene. Bawer dikim li ser vê mijarê dêaxaftvanên me yên hêja agadarîyên berfireh bidine me.

Piştî bidawîhatina Şerê Cîhanê yê Duyem, Yekîtiya Sovyetê jî piştgirîya xwe ya ji bo Komara Kurdistan û Azerbaycanê qut kir û piştevanîya hikumeta nû ya îranê kir. Ji ber vê rewş û senga sîyasî ya nûh, Qazî Mihemed digel endamên qabîne û giregirên eşîran berhev bû, rewşa nûh hate şirovekirin û di dawiya gengeşiyên dûr û dirêj de biryara pevneçûnê hate girtin.

Li pey vê biryarê, di şeva 17.12.1946an de ji erkanê herb ê Komara Kurdistanê General Mistefa Barzanî bi tevî hinek takekes û rêberên Barzaniyan hatin Mehabadê ji bo hevdîtina Qazî Mihemed. Qazî Mihemed biryara qabîneyê ji Mistefa Barzanî re got. Piştî hevdîtin û guftugoyan, General Barzanî pêşniyaz kir ku Pêşewa Qazî Mihemed digel wî ji Îranê derkeve û weha got:

“Ez niha jî cenabê we serokê Komara Kurdistanê dizanim û hez dikim we deynim ser serê xwe û li her derê di xizmeta we de bim. Mayîna we li Mahabadê hîç sûd ji we re û ji gelê kurd re nayîne. Hûn ji vî gelî re gelek lazim in û mirov bi vê dewleta ha (ji Îranê) hîç ewle nabe.”

Qazî Mihemed ji bo dilovanî û qedirzaniya General Barzanî spas kir û got:

“Cenabê Mele Mistefa! Ez dizanim dewleta Îranê dê tevayiya rik û kîna xwe ji min veke û dê min bi mirinê tawanbar bike û bikuje. Hingê dê bêhna serok û rayedarên dewletê fireh bibe, êdin dibe ku gelê me ji xişm û xezeba wan selamet bimînin. Loma min bi gel re peyman bestiye ku di her mercî de wan bi tenê nehêlim.”

Li pey vê hevdîtin û gotinên dîrokî de, Qazî Mihemed alaya Kurdistanê ku li ser maseya wî bû, pêça, ramûsa û dirêjî destê Barzanî kir û got:

“Alaya Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûn nehêlin ev alaya hanê bikeve ser axê.”

Li pey ev hevdîtina dawîn a Barzanî û Qazî Mihemed, roja dî Barzaniyan ji aliyê Nexede û Şinoyê de ber bi tixûbê Iraqê ve hereket kirin. Êdî rêkevtina dîrokî ya Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê dest pê kir. Ew rêwîtî, li ser sînorên sê dewletan û bi şer û pevçûnên dijwar dom kir, Ta ku Mistefa Barzanî digel 500 hevalên xwe gehişte sînora Yekîtiya Sovyetê.

Ji çûyina Barzaniyan şûn de, di 21ê meha diwanzde (December) de hêzên dewletê bê astengî ketin bajarê Mehabadê. Di wê şevê de Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û hejmarekî zêde ji rêvebir û karbidestên hukûmeta Komara Kurdistanê hatin berdestkirin.

Dadgehîkirina Qaziyan, yek ji bûyerên sîyasî yên herî mezin ê dîroka Kurdistanê ye. Qazî Mihemed di hemû rûniştinê mehkemekirinê de li hemberî dagirkerên Îranê zeafiyetek nîşan nedaye û serê xwe netewandiya, bêtirs û bi serbilindî parastina miletê kurd kiriye.

Kiyomers Salih ê nûçegihanê kovara Artêşa Şahê Îranê di derbarê helwest û mahkemekirina Qazî Mihemed û rêberên kurd de weha dibêje:

“Qet min bawer nedikir ku berpirs û rêberên kurdan hindî bi cerg û xîret û mêrçak in. Heya niha jî dengê Qazî Mihemed tête gohê min, dema digot: “Xwedê sizayê mezluman ji zaliman bistîne.” Lê nirrîna Seyfî Qazî ku ew meydana dewr û ber pirr kiribû, mist û pên li efser û serbazan didan, hemû li ber çavê min in û di guhê min de ne.”