TIŞTEK HEYE…

TIŞTÊ TIŞTANOK…

MAMIKÊ MINO ÇI MAMIK E…

  • Tiştek heye: Sê ling, sê dar

çar ling pê da

duling hat û himik lê da.

Ew çiye?(1)

  • Tiştek heye: Hilindir milindir,

law ji bavê bilindtir.

Ew çiye?(2)

  • Tiştek heye: Fetlek gîya,

li pişta çîya.

Ew çiye?(3)

  • Tiştek heye: Şeş ben û benik,

du nan û kûtlik.

Ew çiye?(4)

  • Tiştek heye: Reş e, reş e wek qîr

sipî ye wek şîr,

çê dike kûtlikê jina mîr.

Ew çiye?(5)

  • Tiştek heye: çûm û çûm du rêz mirarî,

çûm û çûm du qulê tarî,

çûm ûçûm du çirayên geş,

çûm û çûm meydanek xweş

çûm û çûm du marrê reş,

çûm û çûm çiyakî reş.

Ew çiye?(6)

  • Tiştek heye: Kofiya jinxalê,

gêr bû newalê.

Ew çiye?(7)

  • Tiştek heye: Hespê qer,

berx li ber.

Ew çiye?(8)

  • Tiştek heye: Şikeftek tarî,

têde tijî mirarî.

Ew çiye?(9)

  • Tiştek heye: Şîva ter e,

li giwar e.

Ew çiye?(10)

  • Tiştek heye: Apikê sincik,

bazda quncik.

Ew çiye?(11)

  • Tiştek heye: Darek e,

liser darê hinarek e,

liser hinarê gopalek e,

liser gopalê rist e,

liser ristê bihûst e.

Ew çiye?(12)

  • Tiştek heye: Kalokî tê ji deştê,

barê strîyan li piştê.

Ew çiye?(13)

  • Tiştek heye: Bexçekî dehlê me heye,

hebekî xwar têda tune ye.

Ew çiye?(14)

  • Tiştek heye: Him dikim, gim dikim

pirê Dîyarbekirê qul dikim.

Ew çiye?(15)

  • Tiştek heye: Li wî alî dîwar e,

li vî alî dîwar e,

navbera wan da gurekî har e.

Ew çiye?(16)

  • Tiştek heye: Hespê şê,

bazda hewşê.

Ew çiye?(17)

  • Tiştek heye: Daran movik anî,

marran hingiv anî,

mîyan şîr anî,

kewan xwe rê danî,

fesad tazî mayî,

mîran xwe da alî

gayan şer hilanî.

Ew çiye?(18)

  • Tiştek heye: Tiştê tiştanok,

bi du kevirên xiştanok

ne gurr dixwe, ne diz dibe.

Ew çiye?(19)

  • Tiştek heye: Li vê alî text,

li vî alî text,

di navbera wan de mêrekî bêbext.

Ew çiye?(20)

  • Tiştek heye: Li vê alî perçîn,

li vî alî perçîn,

di navên de mîna gogerçîn

Ew çiye?(21)

  • Tiştek heye: Dara nav avê,

avê da navê,

çuçika liser,

nikil zer.

Ew çiye?(22)

  • Tiştek heye: Hor hore,

bor bore,

heba purtê lê tune.

Ew çiye?(23)

  • Tiştek heye: Çeqmeq e,

laq û peq e,

herçî dest bidîyê ehmeq e.

Ew çiye?(24)

  • Tiştek heye: Sêniya savarê,

ser gohê darê.

Ew çiye?(25)

  • Tiştek heye: Çûm serê zinarek,

dikutim bizmarek,

deng diçe hezarek.

Ew çiye?(26)

  • Tiştek heye: Qazî bi qîzê va,

mele bi jinê va,

çûne bi rê va.

dara sêvê bi rê da,

çar sêv pêva,

her yekî yek çînî,

yek ma pêva.

gelo di vî tiştanokê de çend kes hene?

(Sê kes hene:27)

  • Tiştek heye: Difire bask tune ye,

vedine ling tune ye,

şîr heye guhan tune ye.

Ew çiyê?(28)

  • Tiştek heye: Qul di erdê de,

berî di xwedê de.

Ew çiye?(29)

  • Tiştek heye: Hin ji min,

hin ji bizin,

hin ji gayê mezin,

tev bi mira dibezin.

Ew çiye?(30)

  • Tiştek heye: Goma bavê min tije pez e,

şefeqê radibim hebek tune ye.

Ew çiye?(31)

  • Tiştek heye: Min go: were serê te bişum

go: por tune ye.

Min go: were rûne,

go: qun tune ye.

Ew çiye?(32)

  • Tiştek heye: Zaf hindik e,

temamê xwarinê xweş dike.

Ew çiye?(33)

  • Tiştek heye: Li vir dişînim,

li Bexdayê hiltînim.

Ew çiye?(34)

  • Tiştek heye: Marrê mirî,

erd kûr kirî.

Ew çiye?(35)

  • Tiştek heye: Hebek dendik e,

bavê min tov dike,

mala xwe pê nû dike.

Ew çiye?(36)

  • Tiştek heye: Kulav û depik e,

çilo dixwe ne karik e.

Ew çiye?(37)

  • Tiştek heye: Çûm serê bankî,

dinêrim bostankî,

hemu bûkên salkî.

Ew çiye?(38)

  • Tiştek heye: Şil dikim,

rep dikim,

têda dikim.

Ew çiye?(39)

  • Tiştek heye: Keçika Qazî,

serê banan dibezî,

dike hawar û gazî.

Ew çiye?(40)

  • Tiştek heye: Vî milî dep,

vê milî dep,

di nava wê da zil û zep.

Ew çiye?(41)

  • Tiştek heye: Hilu ye, bê mu ye,

elo baba ev çîye?

Ew çiye?(42)

  • Tiştek heye: Kaniya kavzê,

av jê dizê.

Ew çiye?(43)

  • Tiştek heye: Min xwehek heye,

xwelî li ser xwe da dike.

Ew çiye?(44)

  • Tiştek heye: Serî di te da,

orte di kerê da,

kok di erdê da.

Ew çiye?(45)

  • Tiştek heye: Devê wî sînga dêya te,

guyê wî, rî û simêlê bavê te.

Ew çiye?(46)

  • Tiştek heye: Lêxist li dîyarkî,

deng çû hezarkî.

Ew çiye?(47)

  • Tiştek heye: Alîkî rast e, yek xwar e,

kero bêje gopal e.

Ew çiye?(48)

  • Tiştek heye: Ez diçim serê bankî,

dinêrim bostankî,

heft zincîr devê marrkî.

Ew çîye?(49)

  • Tiştek heye: Xir here, xir were,

heçî mamika min nizanibî ew ker e.

Ew çiye?(50)

  • Tiştek heye: Ser gelgel e,

bin gelgel e,

çav zîqê simêl bel e.

Ew çiye?(51)

  • Tiştek heye: Dest û pê çermanî,

xwe hiltanî çaçanî.

Ew çiye?(52)

  • Tiştek heye: Şikeftekî reş,

tije mehînên beş.

Ew çiye?(53)

  • Tiştek heye: Gayê kejo,

li hewa dajo.

Ew çiye?(54)

  • Tiştek heye: Ez çûm nizarkî,

bû nale nala birîndarkî.

Ew çiye?(55)

  • Tiştek heye: Diçim ser banê,

pêyê xwe dixim hebanê.

Ew çiye?(56)

  • Tiştek heye: Serî çermîn e,

navî zêrîn e,

binî axîn e.

Ew çiye?(57)

  • Tiştek heye: Pênc bira tên ji deştê,

her yek ferşek li piştê.

Ew çiye?(58)

  • Tiştek heye: Ka zer û kadîn sipî ye.

Ew çiye?(59)

  • Tiştek heye: Asmanê tarî,

berf dibarî.

Ew çiye?(60)

  • Tiştek heye: Ne darî, ne cobarî,

hesinê hesavdarî.

Ew çiye?(61)

  • Tiştek heye: Ga dadikim,

duv jêdikim.

Ew çiye?(62)

  • Tiştek heye: Şev bûk e,

roj pepuk e.

Ew çiye?(63)

  • Tiştek heye: Merrê mirî,

erd kûr kirî.

Ew çiye?(64)

  • Tiştek heye: Av e, ne av e,

nanê mirî di nav e,

teyrê zêrîn hindav e.

Ew çiye?(65)

  • Tiştek heye: Du bira hene,

her li hev dinêrin.

Ew çiye?(66)

  • Tiştek heye: Ez di devkî ve diçim,

di sisiyan ve derdikevim.

Ew çiye?(67)

  • Tiştek heye: Jinek heye bi du mêran e.

Ew çiye?(68)

  • Tiştek heye: Ser bi jêr dibe, tijî dibe,

Ser bi jor dibe, vala dibe.

Ew çiye?(69)

  • Tiştek heye: Serî di te da ,

kok di dê da.

Ew çiye?(70)

  • Tiştek heye: Şev têt, şemal têt,

gah têt gopal têt,

ji nik padîşah û siltanan têt.

Ew çiye?(71)

  • Tiştek heye: Ha li nav daran, li nav daran,

Sor û zer dike, li nav daran.

Ew çiye?(72)

  • Tiştek heye: Vî alî kaş, vê alî kaş,

di nav de topek qumaş.

Ew çiye? (73)

  • Tiştek heye: Dîzika dahniya,

ser xaniyan.

Ew çiye?(74)

  • Tiştek heye: Quncikê tarî,

berf lê barî.

Ew çiye? (75)

  • Tiştek heye: Xişt mişt,

çû li pişt derî rûnişt.

Ew çiye?(76)

  • Tiştek heye: Hiltînim digirî,

datînim nagirî.

Ew çiye?(77)

  • Tiştek heye: Arqulik darqulik

deh û du qulik.

Ew çiye?(78)

  • Tiştek heye: Girêbest e,

li qîzikan dest e.

Ew çiye?(79)

  • Tiştek heye: Ga yê vilo,

heft cilo.

Ew çiye?(80)

  • Tiştek heye: Heft gira derî,

li xwe vegerî.

Ew çiye?(81)

  • Tiştek heye: Dest li quna wî didim,

devê wî dilibite.

Ew çiye?(82)

  • Tiştek heye: Ser derzî, stun mazî,

ber çeman dike hawar û gazî.

Ew çiye?(83)

  • Tiştek heye: Nerm û germ e,

doxînê veke,

li ber xwe danîke.

Ew çiye?(84)

  • Tiştek heye: Ne li erd e,

ne li ezman e,

hêlîna betrewan e,

şiva destê însan e.

Ew çiye?(85)

  • Tiştek heye: Qesra maliştî,

du feqe têda rûniştî.

Ew çiye?(86)

  • Tiştek heye: Kaniya kevgê,

xwîna pezê,

pez  tê dizê.

Ew çiye?(87)

  • Tiştek heye: Ne pê heye ne pahnî,

her roj, her roj diçe kanî.

Ew çiye?(88)

  • Tiştek heye: Canê wî goşt e,

kincê wî derzî ne.

Ew çiye?(89)

  • Tiştek heye: Tenur axîn,

dukêşk darîn,

bobhêrk çermîn.

Ew çiye?(90)

  • Tiştek heye: Helhele ba bû,

reşhêle siwar bû,

piçûk û mezinên malê

tev pê ra şa bûn.

Ew çiye?(91)

  • Tiştek heye: Spî ye, ne keşk e,

gohbel e, ne mişk e,

biharan ter e,

payîzan hişk e.

Ew çiye?(92)

  • Tiştek heye: Çûme bostanekî,

hemu bûkên salekî.

Ew çiye?(93)

BERSIVÊN TIŞTANOKAN

1- Meşk û çatme

2-Agir û du

3- Por

4-  Mêzîn

5- Kêzik

6- Serê mirov

7- Pişkul

8-Petêx

9- Dev

10- Marr

11-Mişk

12-Teşî

13-Jîjo

14-Şe

15-Çem

16-Şûr

17-Kkêç

18-Newroz: Hatina biharê

19- Aş

20-Şûr

21-Çav

22-Birinc-riz

23-Trên

24-Dûvpişk

25-Hinar

26-Dengdana ewr

27-Sê kez hene: Qazî, qîza qazî, mele (qîza qazî jina mele ye).

28- Kereng

29-Bîr

30-Çarox

31-Stêrk

32-Hêk

33-Xwê

34-Name

35-Dilop

36-Tovê pembu

37-Kûsî

38-Pîvok-çîgdem

39-Derzî û ta

40-Banger-loq

41-Behîv

42-Kûrm

43-Poz

44-Bêjing

45-Genim

46-Meşk

47-Def

48-Gopal

49-Mêw

50-Kilît

51-Kevroşk

52-Beq

53-Diran

54-Teyare

55-Bivir

56-Çizme

57-Kûpa rûn, Dan, Xilik

58-Neynûk

59-Hêk

60-Moxil