Axaftina Ragehandina Komara Kurdistan Li Meydana Çiwarçira
21 Şubat 2012 par Kovarabir
Dans Lêkolîn & Analiz
Roja 22/01/1946an li qada Çiwarçira di şahiya ragehandina Komara Demokratîk a Kurdistanê de li bajarê Mahabadê Pêşewa Qazî Mihemed li hemberî zêdetir ji 20 hezar kurdan û hinek lîder û giregirên kurd bi şehamet û tewaziyek tejî evîn sekinî û wiha axivî:
“Kurdistan xwedî cihekî stratejîk û erdnîgarî ya taybet e ku gelê Kurd hertim û bi bê wê hindê ku netewe û milletekî din di navbera wan de mesafê çêbike û wan ji hev biqetîne, tev bi hevre têde dijîn û tê de xwedî malîkiyeta xwe ya millî ne. Serbihûrî(biserhat) û dîroka wan ya derbasbûyî yek e û bi giştî têde hevpar in. (Kurd) xwedî adab û adet û nerîtîyên netewî yên wisan e ku bi ti rengan sedemên cur bi cur û ti bûyerekê nekarîye sistiyekê di nava bingeh û binaxê millîyeta wan de peyda bike.
Kurd ji kevin de xwediyê hezaran paşa û desthilatdar û rêkxistên xwe yên millî bûne. Hema di Kurdistana azad ya niha de, malbata emîrên Mûkirî ku destpêkerê wan Emîr Seyfeddîn bûye, heya 1020ê Hetavî(Şemsî) (1641ê zayînî) bi awayekî serbixwe yek li pey yê din: Emîr Seyfeddîn, Sarim Beg, şêx Heyder, Emîr Beg, Emîr Paşa heya digehe Qûbadxan bi desthilat û hêza xwe ve (bi awayekî serbixwe) hukimdarî kirine. Milletê reşîd û xwedî xîret e. Kurd di hemû dewir û çaxekê de herkesê ku xeyala desthilatdariya nîştimana wan kiribe, dijayetî û berengarî wan bûne û li hemberî wan dijayetî(berberakanî) kirine û ji kirina ti fîdakariyekê jî kêmasî nekirine. Piştî ji destçûyîna seltenet û desthilatdariyê jî, ji bo bi destxistina serxwebûn û azadiyê bi milyonan qûrbanî fîda kirine, ji bo ku hertim di halê xebat û berxwedanê da bûn, ti cure zehmetî û azarek nemaye ku di jiyanê de nekişînin û nebînin. Bi viya re jî hêmû bextreşî, kurewerî, kuştin û talan ji aliyê neyaran ve tehemûl kirine û qet ji bo bi destxistina armanc û xweziyên xwe newestiyane û di riya bi destxistina azadîyê da nesekinîne(bêhina xwe nedane), bi dilekî hind bi hêz û îradeyek wisa mezin xebat û têkuşan kirine ku heya niha hêzek wiha peyda nebûye ku bikarîbe bi hevre(têkda) wan bixeniqîne. Mîrê Kor kuştine, Babanîyan serî hildane, Babanî bêdeng kirine Erdelanî hestane, ew li erdê dane, Bitlîsî rabûne û hezarên din yên mîna wan.
Heta di van dawiyan de piştî şerê cîhanê yê berê ku dîktatoriya Îran û Tirkiyê hatine ser kar, ziman û adet û mezheb û taybetmendiyên Kurdan yên netewî bi carekê lawaz û hejar û bêqîmet kirin, ji kirina ti wehşiyet û hovtiyekê nesekinîn, xwendin û nivîsîna zimanê Kurdî jî yasax û li berkirina cil û kincan (kincên Kurdî) jî qedexe bû.
Nedihiştin em xwediyên qencî û di ti mafên mirovanetiyê de pişkidar û xwedî par bin. Riya hînbûna zanist û teknolojiyê ji me qût kiribûn, her rojê bi hecet(hêncet – behane) û herdemê bi teşqeleyekê kom bi kom û desete-deste kurdên hejar û bextreş heps û surgûn dikirin û ew dikuştin û ji beyin dibirin. Destkeft û hatina vî milletê pêrîşan û bêçare ji xwe re dibirin û ew jî birçî û tî(têhnî) û tazî dihiştin.
Heya ku di şehrîwera sala 1320an(Augusta 1941an) de firîşta azadîyê desthilatdariya dîktatorî û faşîstî ya Rizaxan herifand(têkşikand). Serê Kurdan ji hemû zext û nerihetîyan, hinekî azad bû û di cih de hiss kir ku çawa divê ji derfetê mifayê bistîne û riya rastî û bi destxistina azadiya vî milletî çiye û yê çi bike?
Zilam û mirovên bi bîr û xwedî hiş û bi şeref ku pir ji mêjda bû xwîna dilê xwe vedixwarin û ji bo zelîliya vî milletî dûkel û bêhna şewatê ji hundurî wan derdiket, gelek zû dan xuyakirin ku dema kar û xebatê ye û divê ji vê derfetê feyde bê standin û ev dem bi temamî ew roj e, ku yên beriya me jî pir çav li riya wê bûn. Bi yekcarî û zû, bêwestan û rawestan, dest bi kar û xebatê kirin û (Hîzba Dîmokrat a Kurdistanê) pêkanîn û bi destekî peyt (mukim) mijûlî kar û barê xwe yê millî bûn û bi çavekî hûr û bi dîqet pêwîstî û pêdvîyên Kurdan dan xuyakirin û cî bi cî kirin.
Beriya hemû tiştekî dubendî û nakokîyên êlî û eşayêrî ku bi dek û hîle û fitneyên kedxwar û dîktatoran ji bo mêtin(kedxwarî) û xwarina maf û çemandin(tewandin)a vî milletî wek ew bixwe dibêjin: “Tefreqê biyendaz w hukumet kûn/ Dubendiyê bavêje û ji xwe re desthilatdariyê bike”, xistibûn nava me û heya radeyekê ev agir belav û berfireh bibû ku birayên ji dayik û bavekê ji hev qetandin ku yekitî û hevgirtina wan jî, ji navê rakirin…..
Me heya niha çend xwendingehên keçan û kuran(xurtan) vekirine, me xwendingeha şevane damezrand û pirtûk bi zimanê Kurdî wergêrandin… Xurt û keç û zilamên mezin di xwendingehên şevane û rojane da bi zimanê Kurdî dixwînin û li cihê wê hindê ku şeş-heft salan mijûlî xwendin û hînbûna zimanê Farsî bibin, di mehek-du mehan de dibine xwende(xwîndewar) û hemû tiştekî dixwînin û dinivîsin.
Ji bo nasandina liyaqeta millî û derxistina jiyana çandî, kulturî û edebî ya kurdan û ji bo gehandina hewara xwe bi guhê cihana mirovanetî û edaletê, pêwîstiya me bi tiştên weşan û belavkirinê hebû. Weşanxaneyek gelek baş hat çêkirin û di bajarê me(Mihabadê) bixwe de bi zimanê me û bi weşanxana me bixwe kovar û rojname derdikevin û bîr û ra û daxwazên me di cîhanê de belav diken.
Destkeft û berhemên me ku pareke zêde û bi qîmet bû bi hîle(dek) ji destê me derdixistin û destê kedxwariyê barajek li pêşberî me û bazara cîhanê dirust kirbû. Me riya çareseriyê peydakir û ticaret û aboriya Kurdistanê pir baş hat temîn kirin.
Di çaxê dîktatoriyê de ku hemû cure maliyat ji me distandin, bi kêmî û zêdeyî ne aletên saxlemî û dermankirinê, ne doxtor, derman û ne jî nexweşxane ji me re sazkirin. Em bixwe nexweşxanek pir baş di pêşerojek nêzîk de vedikin û saxlemiya hevwelatiyên me temîn dibe.
Me hêzek millî pêkanîye ku bi cesaretek temam amedeye ji nîştimana me re parêzvaniyê bike. Xuyaye ku serkeftina me seraser di hemen riya demokrasiyê de û di netîceya çalakiyên Hîzba Dîmokrat a Kurdistanê û bi piştgîriya cîhana demokratîk e, ji bona wê jî em dibêjîn: Bijî pêkhênerên Dîmokratê.
Gelê kurd bi hezaran sede(baraj) û astengîyên dijwar di rê de hebûn, kom û îdareyên dîktatoriyê bêrawestan li hemberî kar û xebata me hertim karşikênî dikirin û ji kirina ti namerdiyekê nedisekinîn. Duberekîyên di navbera êl û eşîretan de di hundur de jî ji me re pirsgirêkên mezin bûn. Lê hîç yek ji vana nekarîn beriya me bigirin û me bi dilekî bihêz li berxwe da û me çalakî û xebatên xwe berdewam kirin heya ku serxwebûn û azadiya netewa kurd me bi dest xist.
Xuyaye ku hinek bermayîyên van xeter û tehlukan çi di hundur de û çi li derve hêjî mane, gelê kurd bi me re li dijî wan yê xebata xwe berdewam bike û bi piştigîriya Xwedê, dê serfiraz û pîroz bibe. Îro ji nunerên hemû herêm û navçeyên Kurdistanê bi bê li ber çavgirtina cûdahîyên çînî(sinifî) çi ji axa û reiyet, mezin û biçûk tev bi hev re civiyane û yekdil û yekziman hawara demokrasîyê dikin û di rêya Demokratê(PDK) de dimeşin û hêza Demokratê didin xuyakirin”.
“Ez bi Xwedê, bi kelama ezim(mezin)a Xwedê, bi niştiman, bi şerafeta netewa kurd, bi ala muqedes a Kurdistanê sond dixûm ku heya nefesa canê xwe ya dawiyê û rijandina dilopa xwîna xwe ya herî dawiyê, bi can û mal di riya ragirtina serxwebûn û bilindkirina ala Kurdistanê bixebitim û nisbet bi komara Kurdistan û yekitiya gelê kurd û Azerbaycanê, muti’i û wefadar biminim.” .*
* Kakşar OREMAR, Rojnama Kurdistan, hejmar: 10 (15/11/1324)
Serokkomarê Kurdistanê Li Ber Dadgeha Îranê
13 Şubat 2012 par Kovarabir
Dans Lêkolîn & Analiz, WAR Hejmar 10-11
Serokkomarê Kurdistanê QAZÎ MIHEMED
Û SEDIR Û SEYFÎ QAZÎ Li Ber Dadgeha ÎRANÊ*

Derbarê dadgehîkirina pêşewa Qazî Mihemed û Sedir û Seyfî Qazî gelek hatîye gotin û nivîsîn, dîyare ku ev nivîsînan dû beş in:
Beşê yekê: Ew nivîsînên ku xwestine wê dîrokê aloz û mijdar bikin; li pey berjewendîya dijminên kurdan gotin û tiştên dûrê ji rastîyê nivîsîne û hewil dane wê dîrokê aloz û mijdar bikin. Her çend dîyare “berê rojê bi bêjingê nayê girtin” û girov (belge) ji bo vê çendê dilsozî û viyana gelê kurd ji bo Qazîyan û rêbaza wan a pîroz dîyar dike.
Beşê duwê: Ew nivîsarên berêz in, ên ji dilsozîya xwe gelek xwe kerr (bêdeng) kirî heya ku hemû alîyên winda û veşartî yên wê karesatê anku ji nêvçûna Komara Kurdistanê û sêdaredana pêşewayê wê eşkere bikin. Lê ya niha li ber destê me, deqê wê nivîsînê ye, ya bi qelema Serwan Kiyomers Salih nûçegihanê kovara Arteşa Şahin Şahê Îranê hatîye nivîsîn, ku xuyaye ew bi xwe di dema dadgehîkirinê de amade bû, deqê vê dadgehîkirinê wek namilkeka (broşûreka) taybet çap kir û pirr bi nihênî bi ser efserên (zabîtên) mezin û yên ciyê bawerîya Şahî û payebilindên hukmetê de hate parvekirin.
Ev hejmara taybet ku bi navê Tac Kiyanî hatiye nivîsîn, li bingehê navenda fermandarîya leşkerî(stada) hatîye erşîfkirin, me jî wergirtîye û wergêraye ser zimanê kurdî.
Girîngîya vê belgenamê di wê çendê da ye ku Serwan Kiyomers Salih bi xwe mîna peyamnêrek (nûçegihanek) çeleng û zîrek di dadgehîkirina pêşewa Qazî û Sedir û Seyfî de amade bûye, ji ber ku xwarzayê serleşker Fireydun Cem bû, ku ew jî mêrê xûşka (Şemsa) Şahê Îranê bû, lewra ciyê bawerîya derbarî Şahê Îranê bû, hemû belgename û nameyên nihênî yên Şahê Îranê li jêr destê Serwan Kiyomers Salih bûn, heya ku carna hinek ji wan di namilkeyên taybetî de bo berpirsên leşkerî bêne çapkirin, yan paş rêxistina wan bo namexana nihênî ya leşkerê Îranê bêne şandin.
Wesa dîyare ku ev çapkirin jî, ji bo bawerîçêkirin û dilgermiya efserên(leşkerên) artêşa Îranê bûye, her weha hetanî niha jî li dawîya salê ew name têne komkirin û ji alîyê erşîfxana serkirdayetîya leşkerî ve têne çapkirin û parastin.
Ya li ber destên we, wek li serî hate dîyarkirin, deqê wê nivîsînê ye; ya ji deqê dadgehîkirina Qazîyan hatîye wergirtin û di wê namilkeyê de hatîye çapkirin.*
***
Serwan Kiyomers Salih di nivîsandina xwe de dibêje: “Paş bi dawî hatina dadgehîkirina Qazîyan û sêdaredana wan, min ew rûdan (bûyer) hemû bê kêm û zêde di Mahname de çapkir û nûçeyên girîng jî di namîlka Tac Kiyanî de çapkirin, lê berîya ku bikeve ber dest û belav bibe, ez bo dadgeha leşkerî hatim bangkirin, li wir ji min re gotin, tu bi tawana aşkerekirina nihênîyên dadgehîkirina Qazîyan tawanbarî, paye(rûtbe)ya serwanî ji min stand û salekê jî ez hatim zîndankirin. Ji ber vê yekê ji alîyekî ve çapkirina Mahnameyê hate ragirtin û ji alîyek din ve ew nûçe jî nehatin belavkirin.”
Kiyomers ev pêzanînê, paş azadbûna xwe ya ji zîndanê di hejmare 57. a Mahnamê ya sala1947an de belav kirîye. Herweha di hejmara 66. a sala 1946an ya Mahnamê de nivîsîye; “paş bidawî hatina Şerrê Cîhanî yê Duyem û vegeryana leşkerên Rosî û Îngilîzî bo welatên xwe, leşkerê Îranê dest bi livînan kir.” Her weha Kiyomers di hejmarên 44. heya 46. ên Mahnamê de rûdanên salên 1943 heya 1946an yên Kurdistan û Azerbaycanê vedigêre û paş hingê jî bi dûr û dirêjî dengûbas û tiştên hûr û girîng li ser Kurdistan û Azerbaycanê belav kirine ku hinek ji wan hatîne erşîvkirin û hinekên din jî hatîne çapkirin.
Di pirranîya hejmarên Mahname de nameyên wefadarî û dilsozî(serok hozê Dîbokrî; Elî Yar Es’ed û serokê eşîreta Mameş Qerenî Axayê Eşayer û Reşîd Begê Herkî û Hesen Têlo û Quqyas Mamedî û Nûrî Begê Begzade û Mihemed Emîn Çepê Herkî û Hemzeyê Qadirî Mameş û yên din) yên ku ji bo Şahê Îranê şandine, yan belav kirîne yan jî di namexana leşkerî de hatine erşîvkirin. Ya ji hemûyan seyrtir peywendîya Umer Xanê Şikakî bi Derbarî (Sarayê) re ku hingê Umer Xan amirhêzê leşkerê Komara Kurdistanê bû. Li Seqiz û dewr û berên wê, nizîkî 17 name ji bo peydakirina bawerîyê ji Saraya Şah re şandîne û têde dilsozîya xwe bo Şahê Îranê dide xuyakirin û xwe bi serbazê Derbarî Şahê Îranê dide naskirin û weha nîşan dide ku ê berheve (amadeye) hemû erk û fermanên Derbarî Şah bicî bîne, niha ew name di namexana leşkerê Îranê de hatîne parastin.
Divê bête nîşan pêkirinê ku serokê hoza Dîbokrî Elî yar di yek ji wan naman de çawanîya çûna xwe di gel pêşewa Qazî Mihemed bo Bako û Azerbaycana Rosî û encamên kombûnên wan bê kêmasî û bi dûr û dirêjî bo Derbarî Şahê Îranê nivîsîye û pê agehdar kirye.
Ne mumkun e di vê gotara kurt de bahsê naveroka wan hemû naman bikim, lê ji alîyê tesîra naveroka nameyan ve, ev nameyên Elî Yarî mezintirîn darbe bû ku li Komarê hatî dan û ji alîyê pirranîya nameyan ve Umer Xanê Şikak pêtirîn jimara nameyan bo Derbarî nivîsîne. Paş derketina leşkerê Rosî ji Kurdistanê, Umer Xanî bi lez ji Şah re nivîsîye û têde daxwazê ji Şah dike, hindî zûtir leşkerê Îranê bigehe Kurdistanê û nivîsîye: va ez bi xwe û hemû eşîreta Şikak ve wek serbazekê Şahê Îranê amademe ku fermanên we bicî bînim. Her ji bo hindê, da ku Şah ji dilsozîya xwe bide bawerkirin, herdû kurrên xwe Qadir û Lezgîn şandîne Tehranê li cem Şahî. Ji bo di dema hatina artêşa Îranê ber bi Kurdistanê û nemaze Mahabadê ve, ji wan re bibin rênîşander û çavsax.
Ji bilî Umer Xanî, pirranîya serok hoz û eşîretên Kurdan ji bo piştrastîya Şahê Îranê û rênîşandana leşkerê Îranê kurr û bira û kes û karên xwe yên dilsoz şandibûn Tehranê.
***
Kiyomers Salih dinivîse: Li roja 17ê meha Sermawezê çend yekîneyên leşkerê Îranê ku ji topxane û tîrbar û çend tankan (kevnetankên ji kar ketî) pêk hatibûn. Ji Tehranê ber bi Tewrêzê birê ketin û paş sê rojan anku li 20ê mehê gihîştin dewr û berên bajarê Tewrêzê. Her bi bihîstina vî nûçeyê hemû serkirdeyên hukmeta Azerbaycanê welat bicî hişt û ber bi Rosya revîyan, lê leşkerê Îranê ji bo piştrastbûnê ji gelek tiştan heya roja paştir anku 21ê mehê xwe ji çûna nêv bajarê Tewrêzê parast.
Dema dest bi ser bajarê Tewrêrzê de hatî girtin ez ji bo amadekirina jimareka nû ya kovarê vegeryam Tehranê.
Di rojên paş de biryara çûna ber bi Kurdistanê bo leşkerê Îranê derket, her ji bo vê meramê ew çend yekîneyên leşkerî yên li ser dema komara Kurdistanê ku li Sinê û Kamyaran û Dîwandere heya nizîkî Seqiz hatibûn danîn – û carna şerr digel leşkerê Komara Kurdistanê dikir- biryara çûna ber bi Mahabadê ji bo wan derketibû.
Leşkerê Tehranê bi hinek yekîneyên leşkerê Îranê re ji Tewrêzê bi merema gehîştinê bo hêzên navborî, di rêya Qezwîn re ber bi Kurdistanê şandin. Ev hêz roja 20ê Sermawezê gehişte Seqiz û li wir bi rênîşandana serok eşîretên Kurdan di rêya Bokan de ber bi navenda komara Mahabad birê ketin.
Ev hêz roja 29ê Sermawezê gehişte Mahabad û zabît zor bi lez li dûv Qazî Mihemed û Seyfî û Sedir geryan, leşkerê Îranê baregayê (qerargah) xwe dana Mahabadê, her wê şevê bi rêya bêtêlê peywendî bi Tehranê re pêkanîn û daxwaza çawanîya yeklakirina çarenivîsa Qazîyan kir, Qazî jî di serbazxanê de hatibûn bendkirin.
Pirr zû ferman ji Tehranê gehişt ku lijna (komîta) dadgeha meydanî hatîye pêkanîn û ji bo dadgehîkirina wan ber bi Mahabadê bi rê ketîye. Li roja 6ê Rêbendanê lijna dadgehê bi serokatîya Xulam Husên Ezîmî û dadistan Serheng Hesen Kufanyan û dadyarê Sergurd Cafer Saniî û li jêr çavdêrîya Serheng Emîr Hoşeng Xilîteberî gehişte Mahabad û dest bi kombûna dadgehîkirina Qazîyan kir.
Ez li hemû rûniştinên kombûnên dadgehîkirina Qazîyan amade bûm. Rûniştinên dadgehîkirinê çend seetan dirêj dibûn, pirsyar û tawan ji alîyê dadistan Hesen Kufanyan ve dihatin berçav xistin. Dikarim bêjim pirsyar hinde rohinî nebûn û pirranîya tawanan ji alîyê tawanbaran (Qazîyan) ve dihatin retkirin û Qazîyan pirr wêrekane (bi cesaret) daxwaza anîna girovan (belgeyan) dikir. Lê ji ber ku pêşwext her li Tehranê tawan hatibûn destnîşankirin û her li wir biryara dawîyê hatibû wergirtin. Birryar ew nebû ku tu belgeyek bo wan tawanan bête pêşkêşkirin. Lewra rûniştinên dadgehîkirinê paş çend seetan bi dawî hatin û paş nîv seetê biryara sêdaredana Qazîyan hat teqdîrkirin. Bi rastî ew birryar li Tehranê hatibû dan û her wê şevê Qazî bi wê birryarê hatin agahdarkirin.
Qazî Mihemed Bi Van Tawanên Xwarê Hat Tawanbarkirin û Biryara li Sêdaredana Wî Derket:
* Bazirganî kirina petrolê bi dewleta Rosî re bi rêya 51 % bo dewleta Rosî û 49% bo Komara Kurdistanê, bê agehdarî û razîbûna dewleta navîn.
* Guherîn û destkarîkirina nexşeyê welatê Îranê û cihêkirina 5 parêzgehan; Ormîye, Kirmanşa, Sinê, Tewrêz û Îlam.
* Danîn û dirustkirina Ala bo Komara Kurdistanê, bi armê çakûç û dasê, mîna ya Rosî ye.
* Lêdana sikkeyê pere bo hukmeta Kurdistanê bi navê Kurdistan, mîna Rupîyê Rosî û wêneyê Qazî Mihemed li ser heye.
* Çêkirina nexşeyê Kurdistana Mezin a her çar parçeyên Kurdistanê (Îran, Îraq, Turkiye, Sûrîye).
* Anîna biyanîyan bo Îranê û beşek ji xaka Îranê xistîye jêr destê wan. Wek mînak, Mela Mistefa Barzanî.
* Gef û êrîşkirina li ser Şahin Şahê Îranê û dewleta Îranê û ragehandina (îlankirina) şerrî û halandana xelkê Kurdistanê li dijî Şahinşah (Arya Mêhir).
* Soz û peymanên bi hukmeta Rosya re li dijî hukmeta Îranê û alîkarîya bi hêzên dagîrkerê Rosya re kirî di tevaya xaka Îranê de.
* Ragehandin (îlankirin)a serxwebûna hukmeta Kurdistanê û dagirkirina beşekê mezin ji xaka Îranê bi navê xaka Kurdistan.
* Şandin û hatin û çûn bo derveyê welatî û seredana Rosya û rûniştin û kombûn digel Baqirofê serokê Komara Azerbaycana Rosya.
* Girêdana peymannaman û girêbendên bazirganî digel biyanîyan û dujminên Îranê, bê pirspêkirin yan wergirtina raya Tehranê.
* Girtin û kuştina karmendên mîrî û ruxandina xanîyên wan û şewitandina malên wan, nemaze karmendên ne Kurd.
Kiyomers Salih dibêje; Qazî Mihemedî pirr bi tundî ev hemû tawanan redkirin, ji xeynî sê bendan, ku ew jî ev in:
* Çûna wî ber bi Bakoya Azerbaycanê û çavpêketina digel Cafer Baqirof.
* Hebûna Alayê lê ne wekî ku ew dibêjin çakûç û das li ser hene, mîna yê Rosya.
* Hatina Mela Mistefayê Barzanî bo Mahabadê, ku ew jî ne kesekî wî anîye, ew bi xwe hatîye, ji ber ku ew kurd e û Kurdistan mala hemû kurdan e û her kurdê ku hez bike di her bihusteka xaka xwe de bijî, mafê wî heye bête, jiber ku mafê xwedîyê malê ye.
Tawanên Seyfî Qazî (yan Mihemed Husên Xanî Qazî)
Wezîrê Şerr û Cîgirê Serokkomar Qazî Mihemed
* Çûna wî ya derveyê welat bo Bako, paytextê Azerbaycana Rosî.
* Peywendî pêkanîn bi serokkomarê (Pîşwerî) Azerbaycana Îranê re ku li Tewrêzê kombûye û bestina peymanekê digel herduyan; serokkomarê Azerbaycana Rosî û Azerbaycana Îranê anku Pîşewerî û Baqirof.
* Wergirtina Wezareta Şer ya Komara Kurdistanê li dijî hukûmeta Îranê.
Tawanên Sedrî Qazî (yan Ebû El Qasim Sedrî Qazî)
Bo Nûnerê Xula l4ê ya (Meclisa Şûraya Millî ya Îranê) ji Alîyê Kurdên Mahabadê
û Dewr û Berên Wê ve Hatî Helbijardin
* Nivîsîna helbesteka pirr coş û gerim bo Mela Mistefa Barzanî ku bi vê helbestê bixêrhatina wî dike û wek remzekê (sêmbolekê) pîroz ê gelê Kurd dide naskirin.
* Alîkarîkirina Qazî Mihemed û wezîrên Komara Kurdistanê û hûkmeta wan û danana awayê hûkumdarîyê û kar û barên hûkmetê li Mahabadê.
* Nivîsîna nameyekê bo Qazî Mihemed ku têde nivîsandîye “xwe ragirin hetanî ji hin deran alikarîyên leşkerî digihîje we”.
* Halandana xelkê li dijî hukmeta Îranê û piştrastkirina berpirsên Komara Kurdistanê li Mahabadê, ku êdî dewleta Îranê nikare şerrî bi Komara Kurdistanê re bike.
Li ser tiştên hûr ên birêveçûna dadgehîkirinê, Kiyomers Salih dinivîse:
Rûniştina dadgehîkirinê biqasî 4 seetan vekêşa û desteka dadgehîkirinê paş nîv seetê birryara sêdaredana wan da û bi rêya bêtêlê peywendî bi Fermandariya Leşkerî re pêkanî ku hingê, Sipehbed Erşedî Humayunî serokê Fermandariya Leşkerî bû û li wir biryara vegerandina tawanbaran wergirt û her wê şevê vegeryan Tehranê.
Ew helbesta ku Sedrî Qazî pê hatibû sûcbarkirin, hemû bi kurdî di jimara 66an a Mahnamê de hat belavkirin, her çend hinek şaşîyên çapê jî têde hebûn. Çunke Kiyomers Salihî bi xwe kurdî nezanîye û ew kesê çaprêziya helbestê kirîye wî jî kurdî nezanîbûye, lewra nikarîne helbestê bi ciwanî çap bikin, ev deqê wê helbestê ye, ku bûye bendê yekê yê sûcbarkirin û sêdaredana Sedrî Qazî:
“Ya xwa bi xêr bê Heloy berze firî Barzanê min
Remzê pîrozê gel û niştîmanê min
Barzanî dujmin şikênî, şêrî jiyana min
Pê yê te li ser çav û qezat, li mal û giyanê min
Bê te gel û niştîmê min bê xêw û dîl e
Jêr çepokî dujmin zerd û mat û zelîl e
Dilê dujmin li tirsî heybeta te dête lerze
Jiber çi dujmin dijberê li vî kûrey erd e
Bi te hate naskirin gel û nîştimanî Kurdewarî
Tu yî berz û bariz, le her layê dîyarî
Bê te ku dujmin bi ser nîştiman da zal e (serkeftî ye)
Bê te gel wek teyrê nexweş û bêperr û bal e
Tu merdî meydan û şerr û roley
Warîsê pîrozê Îrsî Barzan û toley
Bi mêjû xawên nîştiman û gel û xêw î
Bi berzît Baz î Barzan û lûtkeyê ko yî
Lay dujmin barîz û bi navbangî bi navan
Bibîstin dujmin çirkemîze digrê li tawan
Bi Barzan im dinazim, mûqedesê rûyê zemîn e
Bêşiga şêr û awa wê maye yê jîn e
Li te fêrbûn bi derdê bêbeşan aşnayî
Bi te bû şevên bextreşan roşenayî
Bê te ye em nîştîman dekin beş beş û dabeş
Bi vê beş û pirş û perêşanî bû bêbeş
Her tu bo nîştiman xemxwar û pirr mişûr î
Dirêxî (Texsîr) nekird li katî xurbet û dûrî
Tu bo gel û nîştiman mujde û hem firîştey
Te mizgînî anî em herdû şar û deştey
Gelê min bê te sêvî û perîşan û werrez bû
Melî (teyrê) bê perr û bal û giriftarî qefes bû
Bi te geş dibe ruxsarî pirr çirç û çirûkim
Bi te rizgar û jiyawe, gelê mehtûk û sûkim
Kurd im û li vê xakê bûme û bi vê avê jiyame
Bo azadî gel û rizgarî nîştimanê me nemame
Min bi rût û qutî û pêxwas û bêkirasî
Li malê xwe me dujmin bi ser barê me denasî
Hatina te ya bixêr lay bird, xemî zorim li ser şan
Bi te sarêj bû, tenê pirr zarim û halê perîşan
Êşa derdê kurdan min pirr jan û li mêj e
Dermanê derdê muzmin dûr û dirêj e
Serwer Mistefa ye bo Mihemed piştevan û bira ye
Ya reb geş bike ew dû çira ye
Miwefeq ke Mihemed, hem Mistefa ra bixatirê Qur’an
Fexrî gel Mistefa û Barzan, maye şanazî
Gorî te giyan û ser û malê Sedrî Qazî
Ew ê Barzan weha nenasê bê hiş û bê ziman e
Kerr û gêj û wêj û heywan û nezan e
Ew ê nahezî Barzan e, caş û xofiroş e
Yanî: Gewadbab e û zolekurd e û daykî zanî”
(Balkêşî: Ev helbest, xwerû bi Soranî hatiye nivîsîn, ji alîyê me ve hinek hate sivikkirin ji bo kurmancî.)
Paş derbazbûna sê mehan bi ser dadgehîkirina Qazîyan de destekek (heyetek) din ji Fermandariya Leşkerî ya Îranê hate pêkanîn ji bo dûbare dadgehîkirina Qazîyan, ku ji sê kesan pêk hatibû:
1-Serheng Reza Nîkuzade (dadistan).
2-Serheng Receb Eta (serokê dûbare pêdaçûna dadgehîkirinê).
3-Serwan Nebewî (mîna Parêzer bo Qazîyan hatibû destnîşankirin).
Kiyomers dinivîse: Her çend tawanbaran (Qazîyan) bi hûrî di rûniştina yekem de bergirî ji xwe kirin û redkirina wan tawanên dayne pal wan, di 114 rûpelan de dabû dadgeha pêdaçûnê û têde daxwaza qebûlkrinê jê kirbû jî, lê daxwaza wan pêşiya sê mehan li dadgeha meydanî ya Fermandariya Leşkerî hatibû danîn û tu kesek amade nebû ku tenê veke yan jî bixwîne.
Herweha di dema hatina desteka dadgehîkirinê de ji Tehranê bo Mahabadê, ev daxwaza wan a bergirî ji xwe kirinê, digel xwe ne anîbûn, heya ku tunebe di dema dûbare dadgehîkirina wan de jê re bêjin ev daxwazên we nahên qebûlkirin, lewra wisa xuyaye biryara sûcbarkirina wan her ji Tehranê derketibû.
Di berdewamiya nivîsa xwe deKiyomers dibêje: Desteka pêdaçûn û dadgehîkirina Qazîyan ji alîyê fermandeya leşkerî ve hat destnîşankirin û bi şahê Îranê jî hatin nasandin û Şahin Şahî hindek şîret lê kirin û ji wan xwest ku berdewamî bi rêya bêtêlê peywendîyê bi Fermandeya Leşkerî re bikin.
Desteka diyarkirî ya dadgehê û ez Kiyomers, pêre roja 25.03.1947ê ji Tehranê berve Tewrêzê û li wir bo Miyandiwaw û Mahabadê birê ketin, roja 28.03.1947ê gehiştîn ciyê meremê û me şevekê li Mahabadê bêhna xwe veda. Spêdê dadgehîkirinê dest pê kir. Li despêkê Qazî Mihemed anîn û dest bi pirsyar jê kirinê hat kirin, ku tawanên wî heman 12 tawanên pêşî niha bûn û Qazî Mihemedî jî ji bil sê tawananên din hemû bi tundî red kirin û qebûlkirina tawanên dadgehê dûbare bû, daxwaza belge û girovan (îspat-qanit) kir, di dema xwandina tawanan û bergirî ji xwe kirinê de Qazî Mihemed, zor li ser xwe bû û pirr bi rêz û hêminî bersiva pirsyaran dida.
Bi egera rijdbûna Qazî Mihemed li ser redkirina tawanên dadgehê, dadistanî li Qazî kir qêrî û zor bi tundî û hêrsbûn ve digel peyivî. Qazî jî hêrs bû û bi Farisî ji wî re got: “Şima hem xurde dîgiran ra neşxwar mîkunîd”, herweha ji wî re got, “Şima eger dîn nedarîd, xuda ra hem nemîşinasîd, îman be hisab û kitabê axiret nadarîd; la eqel zirreyê ciwanmerd başîd!” Yanî, “Ne dînê we heye û ne jî hun xwedê dinasin û baweriya we ya bi hîsab û kitaba axîretê jî nîne, bi kêmanî bila hinek însanetiya we hebe. Ev hemû derew û buxtan çire we ji min re dirust kirîne, eger hun rast dibêjin belgekî berçav bikin.”
Ji ber ku di nêv farisan de şermizarîyek mezin di van gotinan de heye, lewra bi gotinên Qazî, dadistan pirr turre (hêrs) bû û serê xwe da ber tepikan û ji Qazî re got “Kurdan seg sîfet! (Kurd di sîfeta seg de ne)”. Lê turrebûna dadistanî li ser Qazî kar nekir û zor bi hêminî ji dadistanî re got: “Se û bêşeref û bênamûs û bêşerim hûn in, ku tu sînoran bo xwe û bo xelkê û bo yasayê nadanin. Axir bênamûs tu tenê dikarî wê biryara ew bênamûsê pêşîya te daye bicî bînî û ji vê pêtir ji dest te nayê. Min ji zû ve ye xwe bo vê çendê amade kirîye ku ez bê tawanim û di rêya azadîya milletê xwe de têm kuştin û vê bi rehmeta Xwedayî bo xwe dizanim û şanazîyê bi vê mirina pirr serferazî dikim.” Paşî ku gotina xwe bi dawî anî Qazî Mihemedî, biryar da êdî tu gotinan neke û bersiva tu pirsyarên dadgehê nede. Qazî sûnd xwar bersivê nedit û got, “ev namerd her çi şaşîyeka dike bila bike.”
Dadistan jî bi merema wê çendê ku Qazî bête ser xwe, ji biryara xwe poşman bibe û bersiva pirsyaran bide, biryara bînvedana dadgehîkirinê da. Paş bihênvedanê zor hewil da ku Qazî bersiva pirsyarên dadistan Serheng Nîkuzadî bidit, lê Qazî Mihemdî got: “Niha biryar ew e, ez ê bihêm sêdaredan, ev jî ji bo xatira wan soz û peymana ye, yên min ji milletê xwe re dane, ku digel gelê xwe bijîm û bo wan bimirim, niha ez wê çawa amade bim soza xwe û ew sûnda min xwarî bişkênim, ji ber wê hemû bênamûsî ya Serhengî ye ku xwe kirîye Dadistan. Ez bersiva wî kesî nadim, eger kesekê din hebe pirsyarê ji min bikit dibe.
Dema rohinî bû (dîyar bû) ku Qazî Mihemed amade nîne bipeyvît, desteka dadgehê neçar bû û biryar da ku li şûna Serheng Nîkuzad, Serheng Receb Eta ku serokê dadgehê bû, bibe dadistanê dadgehê.
Hemû pirsyar hatin dûbarekirin û ji pirsyara yekê hat destpêkirin. Qazî Mihemed ew pirsyarên ku berîya vê rûniştinê redkiribûn, hemû dûbare redkirin, di bersiva pirsyara “çira bê wergirtina raya hûkumeta navendî (merkezî) we girêbendeka bazirganîya petrolê bi Rosya ra bestîye?”.
Qazî Mihemed pê kenî û got: Kîjan petrol, kîjan bîr û kompanîyên petrolê li ber destê me hebûne, heya bazirganîyê pê bikin, seyre eger we bivê bi fêlbazî (zexelî) tawanan bidin pal me, tawan û buxtanên weha dirust bikin ku hinek rastî têde hebe, dîyare ku hûn ava wî rûbarî yê di nêv bajarê Mahabadê re derbaz dibe bi petrol dizanin, bi rastî we zor nezanane tawan dane pal me ku tu bingeh(binaxe) ji wan re nîne.
Herweha di bersiva wê pirsyarê da, ku goye Qazî Mihemedî rê daye yan daxwaz ji biyanan kirîye bihêtin nêv xaka Îranê, wek Mela Mistefa Barzanî? Qazî Mihemed her wekî sê mehan beriya niha bersiva vê pirsê da û got: “Mela Mistefa li Kurdistanê biyanî nebûye û nîne, Kurdistan mala her kurdekî ye, tu kesan ew ne anîye, kawdanan (şertan) weha kirîye bête bo beşekê din ji mala xwe anku ji beşekê mala xwe hatîye beşekê din ê mala xwe.”
Serheng (Albay) Eta, yek bi yek pirsyar dûbare kirin û Qazî Mihemed jî wek ya berîya wî hemû tawanan dûbare red kirin. Li vir Serheng Nîkuzad parçek qumaş ji çanta xwe deranî ku rengê wî sor û sipî û zer bû, wêneyê çakûç û dasê li ser hatibûn çêkirin, ji Qazî Mihemed re got: Erê hemû hûkumet û ala û teşkîlatên te ev nîne?! Serhengî tif kire alay û xiste jêr lingê xwe?! Hemberê vê kiryara Serheng, Qazî Mihemedî got: “Bo cara yekem, qet ev ala ya Kurdistanê nebûye, ji ber ku ala me çakûç û das li ser nîne, duwem, ev helwesta te nîşana kêm aqlilî û bêşiurî ya te ye, pirr bawer be destê we nagihîje alayê Kurdistanê ku hûn bêrûmet bikin û dê rojek bête li ser vî xanîyê ez têde tême dadgehîkirin, wê bête hilkişandin û bilind kirin.
Min ala Kurdistanê daye destê Mela Mistefa Barzanî û li ser milên wî ye, ji vî çiyayî bo yê din û ji vî bajarî bo yê din, ji vî welatî bo yê din dibe, heya rojek wê li ser tevayan çîya û bilindahîyên Kurdistanê bête hildan û biheje, pirr bawer bin ew roj wê bête.”
Serhengî daxwaz ji Qazî Mihemed kir, her çend ev babet dûrê kar û barên dadgehê be jî, eger di şiyan de hebe bo wî bahsê hinek sexletên (taybetên) Mela Mistefayê Barzanî bike.
Qazî Mihemed got: Ji mela Mistefayê Barzanî bigere, te bi xwe got, Mela Mistefa kesek biyanî ye û ev dûre ji kar û barên dadgehê.
Lê carek din Serhengî daxwaz jê kir.
Qazî got: Eger bi temamî basê Mela Mistefa Barzanî ji te re bikim, dûr nîne tu wisa hizir bikî ku layengirî û demargirjîya kurdane bi min girtîye.
Serheng Eta bo wî sûnd xwar ku min bawerî bi rastgotina te heye, di vê dadgehê de bo min rohinî bûye ku her tiştekê te gotî û dibêjî, ji kûratîya dilê te derdikeve û bi bawerî ve dibêjî.
Qazî Mihemedî got: Ez nikarim hemû sexlet û taybetmendîyên Mela Mistefa Barzanî ji we re bas bikim, hûn jî qet nikarin bi temamî Barzanî nas bikin. Eger ez bêjim qet hûn pesend nakin ku dujminê xwe bi van hemû kiryar û reftar û sexletên baş û ciwan nas bikin, ji ber ku di rêza dujminatîya we de ye.
Dadistanî daxwaz ji wî kir li pey pêzanînên xwe Mela Mistefa bi wan re bide naskirin, ka di derbarê wî de çi dizane, bêje.
Qazî Mihemed carek din got: Ne ez û ne kesê din nikare Barzanî wek xwe bi we bide nasîn, ez hez dikim hûn ji vê çendê bigerin.
Lê dîsan wan daxwaz jê kir basê Barzanî ji bo wan bike.
Qazî got: Baş e, lê tenê di çend ristekan (hevokan) de dikarim bêjim Mela Mistefa Barzanî, di dîrokê de, ji mêrxasî û merdinî û şeref û mirovayetî û azayetî û nerevîn û keramet û netirsî çiqas kesên mezin hebûne, Mela Mistefa jî yek ji wan e. Çiqas musilmanên sedrê islamê ji bawerîyê û rastîyê û pakîyê û dilsozîyê bo Xweda û olî û xelkê hejar û belengazên milletî hebûne, ew hemû taybet li cem Barzanî jî hene. Mîna Sadî dibêje: Her ançe xoban hemedarend, ew bi tenha dared. Hûn hez dikin bawer bikin yan bawer nekin û hun pê xweş bin yan pê nexweş bin.
Hemû ew ên di dadgehê de amade bûne, ji gotinên Qazî Mihemed mendehoş man. Xuya bû ku Qazî Mihemed wan gotinan ji dilê xwe dertêne û bi pirr bawerî ve dibêje û çi guman têde nebû, ku ew sexletên dayne pal Mela Mistefa Barzanî ne ji bo xatira Mela Mistefa bûn û ne ji ber heyeta dadgehê bûn.
Eta ji Qazî Mihemed re got: Çima tu hinde ji Serheng Nîkuzad hêrs bûyî, her çende me bihîstîye di vî welatî de tu kes bi qasî te hêmin û li ser xwe nîne?
Qazî Mihemedî got: Ez wî mafî nadim tu kesan ku gelê min bê rûmet bike û niha ji bo xatira wî milletê ez bi sêdaredanê hatîme hukimkirin, ca ji bo çi niha bêrûmet-kirinê, xwarî (nizmayî) û nemerdî qebûl bikim. Min tenê bersiva wî daye nek pêtir. Ev karê xwedayî ye ku divê xwêrî û neciwanmêrek bête û bê rûmetîyê bi milletê Kurd bike? Ev ji jêhatin û şarazayî û zanîna we nîne, çima ezê bê hurmetîya we qebûl bikim. Mîna Sadî dibêje: Her an kes dest ez can bişûyed, her ançe der dil dared bigûyed. Ango: her kesê ku dev ji canê xwe berde, divê her tiştê di dilê wî de ye, bibêje. Ya min ji xwedayî daxwaz kirî, xwedayî ji min re da, ango, mirin û şehîdbûn ji bona ol û gelê min, hêvîdarim bi rûyek geş ve biçim bo baregayê xwedayê mezin û dilovan.
Li dawîya wê dadgehîkirinê tawanek din jî xistin stuyê/milê Qazî Mihemed ku helbestek bo komek zabît (subay) û kadirên komarê xwendîye û wan jî bo xwe kirîye dirûşim. Lê di bersivê de Qazî dibêje bo cara yekeme ez vê helbestê dibihîzim.
Serwan Kiyomers Salih dinivîse: Min beşdarî di pirranîya dadgehîkirin yên meydanî û leşkerî de kirîye, lê tu kesên mîna Qazî Mihemedî bi cerg û cesaret û wêrek min nedîtîne. Qet di dema dadgehîkirinê de neditirsa û pirr bi bêtirs dipeyivî û bersiva pirsyaran dida, mîna kesekî yê di cejin û şahîyê de rûniştî bû, ne ku di dadgehê de.
Dema Serheng Nîkuzad bêrûmetî bi Qazî Mihemed û gelê kurd kir û Qazî Mihemed pirr bi tundî bersiva wî da. Qazî Mihemed got: “Yên pêşîya me, pirr ji me baştir hûn naskirine. Xweda ji wî helbestvanî razî be yê gotî: “………..” Kiyomers dibêje (helbesteka Farisî ya zor bi raman û berz xwend ku rih û rîşalên Ecem û Şî’a derdixist.), min hez dikir wê helbestê binivîsim û bizanim helbesta kê ye, lê dem dema dadgehê bû û min nikarî wê helbesê pê dûbare bikim. Û paş xwandina helbestê Qazî got: “Wusan hûn bi me dane naskirin.”
Dîsan Serheng Eta ji Qazî Mihemed pirsî: Piştî ku Mela Mistefa Barzani ji vir çû, çi peywendîyek wî digel te çêbûye? Eger çêbûye di kîjan rojê de û çawa?
Qazî Mihemedî got: Heya Barzanî gihîjaye dewr û berên Şino û Nexede me peywendî bi hev re hebû, lê paş dûrketî peywendîya me nema û min tu agehî ji wî nîne.
Dîsan ji wî pirsîn: Erê dikarî bêjî dema te peywendî digel Mela Mistefa hebû, çi nexşeyek (pîlanek) jibo rizgarkirina te li cem Mela Mistefa hebû?
Qazî Mihemedî di bersivê de got: Mela Mistefa Barzanî zor hewil da ez pê re biçim, hêşt ez neketîbûm zîndanê ji min re got nabe ez dilê xwe bi wê çendê xweşkim ku ez bêtawan im. Mela Mistefa yê Barzanî wêneyê rast û dirust ê we eceman bo min kêşa û ez têgehandim ku hûn çine û kîne.
Serheng Eta jê pirsî : Hun dikarin ji me re bêjin ka ew wêne çi bû û çawa bû?
Qazî Mihemedî got:
Bi rastî, Barzanî hûn ji her kesek din baştir naskirine! Mela Mistefa ji min re got, “Tu gel û millet wek eceman nîne, eceman dema desthelat be ji wî bêrehim û bêwijdan û zalimtir nabînî, dema jêrdest dibe, tu kes nikarin û nizanin mîna wan xwe mezlum bikin û hêvîya ji xwedî desthelatê bixwaze. Di dema pirrhêzîya xwe de, çi ji destê wan tê dikin û di dema bê desthelatîyê de, bi her tiştekê xwe derbaz bike dike. Lewra pêwîste tu bi hêvîya wê çendê nebî ku te tu tawan nekirine û ecem wê li te xweş bibin.”
Dîsan Serheng Eta jê pirsî: Tu poşman nebûyî ku bi wî re neçûyî?
Qazî Mihemed got:
Eger xwedayê mezin bi vî awayî mirina min wek xwe helakkirin (tunebûnê) qebÛl neke, ez poşman nînim. Ji ber ku min soz ji milletê Kurd re dabû, bi wan re bijîm û bi wan re bimirim. Dizanim eger ez çûbûma û neketibam destên we, we yê jibo tolhildana ji min, pirr kesan ji xelkê Mahabadê û milletê Kurd bikuştana. Lewra xweşhalim ku, yekem; bê tawan ez wê bihêm kuştin, a duwem; min soza xwe bicî anî. Hêvîdarim rûgeşê dinyayê û qiyametê bim, li cem Xweda û milletê kurd jî.
Pirsyar: Dema tu hatî zîndankirin, li derûdorên Mahabadê ji bo rizgarkirina te, nexşeyek Barzanî hebû?
Qazî Mihemed: Belê, Barzanî xeberek ji min re şand ku di her şevekê de dikare hejmareka pîrr a pêşmergeyên xwe bişîne û bi çi awayekî be min ji zîndanê rizgar bike. Merama Mela Mistefa ew bû, di zîndanê de nemînim û neyêm kuştin.
Pirsyar: Çira ew kar nekir?
Bersiv: Min bixwe nedixwest.
Pirsyar: Çira? Çira te nedixwest rizgar bibî?
Bersiv: Ji ber hin sedeman.
Serheng Eta jê pirsî: Ew sedem çi bûn?
Qazî Mihemed: A yekem, ji ber wan soz û peymanan bû ên min dane gelê xwe û ya duwem jî, ji bo hindê bûye, bêtir xûn neyê rêtin nemaze ji bona mayina min di jiyanê de û ez kovandarê kuştin û kuştaran bûm.
Serheng Eta: Bi rastî tu kovanadarê xwe bûyî, yan ê Barzanîyan, yan jî kovandarê serbazên me bûyî?
Qazî Mihemed: Na bi xwedê, ne kovandarê xwe bûm û ne kovandarê serbazên we bûm. Lê ez kovandarê kurdan û xortên Barzanîyan bûm. Eger ew nebûya, min ji xwe ra danî bû û min dizanî her wê bême kuştin û ev hêvîya min e.
Serheng Eta: Dikarî ji me re bêjî ji bo çi ev qas kovandarê Barzanîyan î?
Qazî Mihemed:
Ji ber ku Mela Mistefa û Barzanî hêvîya paşeroja milletê Kurd in û min jî alayê Kurdistanê daye destên wan, ew dê vî alayê biparêzin û heya roja wî bête, ala Kurdistanê wê li cem wan be. Ne ku ew e, ya Serheng Nîkuzad tif lê kir û bin pîyên xwe kir. Hêvîya min ji xwedayî ew e, ew ala bi destê pirhêzê Barzanî li ser vî xanîyê ez têde tême dadgehîkirin û hemû cihên bilind ên Kurdistanê bilind bibe û biheje.
Serheng Eta: Pirsa dawîyê; bi rastî, tu bi xwe neçûyî yan Mela Mistefa te bi xwe re nebir û hez nedikir tu bi wî re bî?
Qazî Mihemed: Wisa dîyare yên heya niha min gotin, te bawerî pê nîne?
Serheng Eta: Ez dîxwazim tu vê rastîyê ji min re bêjî.
Qazî Mihemed:
Serheng! Hişyar bî, tu jî min bê rûmet neke! Çira tu rastîyê ji min dixwazî? Ev nerastî ye, ne!? Ezê ber bi ku ve herim, ev xaka Kurdistanê ye! Bav û bapîrên min li vir jiyane. Ez jinsexlet nînim heya welat û milletê xwe li cih bihêlim û bazdim!
Serheng Eta ji tirsa wê çendê ku Qazî Mihemed dûbare turre nebe û mîna Nîkuzadî wî jî bêrûmet neke, bi lez daxwaza lêbûrînê kir û sond xwar ku merama wî bêrûmetkirina Qazî nebûye, tenê gotinek weha derketîye. Û bi rastî ji te dixwazim bersiva vê pirsê jî bide; ku tu ew qas hez li millet û welatê xwe dikî, çira rê didî biyanîyan bêne nav welat û bibin serbazên gelê te ?
Qazî Mihemed: Hûn vê peyvê zor dûbare dikin, dîyare merema we hêzên Rosî û Îngilîzî ne?
Serheng Eta: Na, merema min Mela Mistefayê Barzanî ye.
Qazî Mihemed (bi pêkenîn ve) got:
Ev demeke min bersiva vê pirsa we daye û dûbarekirin ne pêwîst e, min ji we re got, Mela Mistefa kurd e û Kurdistan mala hemû kurda ye û Mela Mistefa wek mirovek ji beşekê mala xwe hatîye beşeka din, hemû kesekî ew maf heye li her cih û alîyekê mal û milkê xwe rûne û ev mafê wî ye. Û baş bizanin min bi xwe hez nekir biçim, eger ne çendîn tirombêl li ber dest min hebûn û her dem û gaveka min hez kiriba ez dikarîm biçim û ji xaka Îranê derkevim.
Min pirr baş encamên karê xwe jî dizanî û min hûn jî pirr baş nasdikirin. Her wek Barzanî gotî, kes nikare mîna we eceman di dema şikestin û bê desthelatîyê de hêvîyan bixwaze û mezlumeyetîya xwe nîşan bide, lê di dema desthelatdarîyê de tu kes ji eceman zalimtir û bêrehimtir û dilreştir û serreqtir nîne.
Bi vî awayî dadgehîkirina Qazî Mihemedî bi dawî hat.
Ji nûh dora Mihemed Husên Xanî Seyfî Qazî hat û zor bi heybet û li ser xwe û bi cesaret (wêrekane) hate hundirê dadgehê û her hizir nedikir ku ev dadgeh e .
Serheng Nîkuzad hate ser cihê xwe û li Seyfî Qazî nêrî û dest bi pirskirinê kir.
Pirsyar: Çima tu bûyî wezîrê şer û çira te ev berpirsyarîyê wergirt û merama te ji vî karî çi bû?
Seyfî Qazî: Min bi şanazî ve ew erk wergirt û merama min tenê ew bû xizmeta gelê xwe bikim.
Pirsyar: Merema te xizmet bû yan ew bû bi rêya vê berpirsyarîyê pere û diravî kom bikî û pê bijî?
Seyfi Qazî (bi pêkenîn ve): Serheng, eger tu min nas nakî, bizane bo komkirina pere min ew kar nekirîye, belku min 2 milyon tûmen bo milletî û Komara Kurdistanê xerc kirîne ku pereyê min bi xwe bûye. Serheng, xuyaye ji bil wê çendê ku tu min nas nakî, tu, ti tiştekî ji kar û edalet (dad) û nerîtên dadgehê jî nizanî.
Li vir, jiber ku serheng hêşta ji gotinên Qazî Mihemedî turre bû û dilê wî pirr bû, hest bi şikestinê dikir, dixwest bi behaneyekê xwe ji Seyfi Qazî turre bike. Lê Seyfi Qazî ew agehdar kir û jêre got:
Êdî me dest ji jiyan û malê xwe şûştîye û eger hindî serê derzîyê cesaretê bidî xwe û bê rûmetîyekî bikî, ez mîna Qazî Mihemed nîn im, tenê bi gotin bersiva te bidim, (destê xwe guvaşt wek mistekê nîşa serhengî da û got): Ezê bi vê mistê ser û dindanên te bişkênim, axir ji mirinê pêtir hêvîya me ji ti tiştên din tune ye. Heya nûha we milyonek derew û bêbextî û gotinên neşîrîn û tiştên din ên bêraman ji me re dirust kirine, ji nûh ve hun divên şaşî û tiştên ne di rê de pêtir lê bikin. Ew hemû derew û bêbextîyên ku we ji me re dirust kirin, ti binya û bingehek jê re nîne, lê ez li vir radigehînim ku wan hemû derew û bêbextîyan bi şanazî ve li ser xwe qebûl dikim. Êdî ez amade nînim bersiva tu pirsyarên we bidim.
Bi vî awayî dadgehîkirina Seyfi Qazî jî bi dawî hat.
Ji nûh gerr (dor) gihîja Ebû El Qasim Sedrî Qazî û wî anîn dadgehê. Yekem pirsyara ku ji wî hate kirin ev bû:
Erê merama te ji nivîsîna wê nameyê çi bû, ya te ji Qazî Mihemed re şandî û tê de daxwaz jê kirî ku xwe ragirin heta ku alîkarîyên leşkerî digihîjin we?
Sedrî Qazî got: Tu tiştên weha rûnedane û eger dibêjin rûdane fermo bixine berçav.
Dadistanî got: Ew çi helbest e ya te jibo Barzanî nivîsî?
Sedrî Qazî got: Belê ew min nivîsîye, min Barzanî vîyaye û helbest ji wî re nivîsandîye.
Dadistan dûbare pirsî: Ew alîkarîya te di nama xwe da nîşan pêkirî pêşîya nûha jî hebûye yan jî cara yekeme ku ji alîyê bîyanîyan ve alîkarî ji we re tête şandin?
Sedrî Qazî got: Ez dibêjim tu tiştên weha rûnedane.
Dadistanî carek din got: Çima li Tewrêzê te kombûn bi Pîşewerî re kirye û gotûbêj bi Nemaz Elîyof fermandarê Rosî li Miyandwaw û Elîksander li Meraxe û konsolê Rosî li Ormîye re kirîne û bi wan re rûniştîn û civîn çêkirine.
Sedrî Qazî got: Ev pêwîstîyên wê rojê bûn.
Dadistan got: Ew karek casusî bûye bo Rosan?
Sedrî Qazî (ev boçûna wî redkir û) got: Casusî bo kê? Çira, çi di welatê me de hebû ku Rosan nedîtibît. Tiştek, ciyek heye Ros bi xwe neçûbinê?
Carek din dadistanî navên hinek nameyên din jî bilêv kir ku awa û awaha nivîsîne .
Sedrî Qazî got: Her tiştekê min bo her ciyekî nivîsandibît, min danek (nisxeyek) li cem xwe hiştîye, dosêya min bişînine Tehranê name û belgenameyên min hemû li wir in, wê baştir rohnî be, ka min çi bo çi ciyekî nivîsandîye.
Bi vî awayî dûbare dadgehîkirina her sê Qazîyan bi dawî hat. Desteka (heyeta) dadgehîkirinê dûbare dest bi hevpeyvînan kir, lê vê carê ne mîna cara pêşîn ku kêmtir ji nîv seetê hevpeyvîna xwe bi dawî anî û biryara xwe wergirt. Desteka dûbare dadgehîkirinê biryara xwe di mabeyna pêtir ji 10 seetan de, di vî mabeynê de peywendî kirina bêtêlê di nêvbera Tehran û Mahabadê de berdewam bû, heya seet 12ê şevê desteka dadgehîkirinê biryara sêdaredana her sê Qazîyan wergirt û pirr bi lez vê biryarê ragehandin Tehranê.
Her çend ne Qazî Mihemed, Sedrî û Seyfî Qazî û ne em tu tiştekî ji biryara Tehranê negihîjayan. Lê dema ku me dît reng û rûyê fermandarê nîzamî zor hat guherîn û destên wî dilerizin û bi lez bi rêya bêtêlê hewil dide peywendîyê bike, me hest kir ku ev tundtirîn biryare hatî wergiritin.
Her çend biryar wesa bû ku wê şevê tenê nîv seetê peywendîya bêtêlê bi Tehranê re hebe, lê xuya bû ku wê şevê Fermandariya Leşkerî û Saraya Şah heya sibê çaverêya encamên dawî yên dadgehîkirinê bûn.
A rast dadgeha dûbare pêdaçûn û dadgehîkirinê jî, her wekî tawanên dadgeha meydanî ya pêşî nûha dûbarekirin û bo tu tawanan belgeyê pêwîst berçav nekirin, tu pûte jî bi redkirina van tawanbaran (Qazîyan) neda û biryara sêdaredana hersêyan pesend kir. Êdî li pey ciyekî li nav bajarî geryan bibînin da ku darê sêdarê li wir danin. Xuya bû fermandarîya nîzamî rojekî berîya biryara dadgehê ku bête wergirtin, ew xanîyê li Çiwarçira heye destnîşan kiribû, anku her li despêkê ciyê sêdaredana wan hatibû destnîşankirin.
Fermandarî got: Me ciyê pêwîst amade kirîye.
Di despêkê de xwestin bicîanîna li sêdaredana wan bo fermandarîya Mahabadê bicî bihêlin. Me digel desteka dadgehê xwe amade kir vegerin Tewrêzê û li wir ber bi Tehranê biçin. Lê ji nişkekê ve biryar hat dayin ku heya bicîanîna sêdaredana wan, pêwîste desteka dadgehê li wir amade be. Em neçar bûn bimînin, heya li sêdaredana Qazîyan bi rêve diçe.
Paş dadgehîkirinê, her sê Qazî di ode (jûr)ekê de hatibûn danîn û dewr û berên wan serbaz hatibûn danîn, ne ku niyaza wan ew be, ku xwe rizgar bikin.
Biryar hat dan yek bi yek li tirombêlan bêne siwarkirin û her tirombêlekê 10 serbaz di gel siwar bin. Ji wan re gotin; emê we bişînîne Tehranê. Fermandarîya Mahabadê destûr da efserekî, biçe yek bi yek wan bîne meydana Çiwar Çira.
Kiyomers Salih dinivîse: Ez jî ji bo temamkirina rapora xwe, bo kovara xwe çûme di nêv zîndanê de, dema ez bi efserekî re çûme di nêv zîndanê de me Qazî Mihemed dît, nivêj dikir. Efserî ji Qazîyan re got: Xwe amade bikin emê we bişînine Tehranê. Sedrî û Seyfî Qazî nemaze Ebû El Qasim pirr pê xweş bû. Paşî ku Qazî Mihemedî silava nivêjê veda, me dît hatina me û gotina me tu kar têde nekirîye, bi lez cil û berg û tiştên xwe komkirin û amade bûn û got: Destûrîyê bidin em malîyên xwe bi çûna xwe ya bo Tehranê agahdar bikin, heya pere ji bo xercîya rêya me ji me re bînin.
Wî efserî got: Ne, pêwîst nake, ji ber ku berpirsên payeberz pere ji bo xercîya rêya we dane efserê berpirsê vî karî, lewra pêwîst nake hûn pere digel xwe bînin.
Li pey biryarê, her yek ji Qazîyan bi tevî 10 serbazan re siwarî komyonekê kirin, lê her li êvarîya wê rojê fermandarîyê rewşa ne asayî li nêv bajarî ragehandibû, hemû cûreyên ji mal derketinê hatibûn qedexekirin. Efser û serbazên çekdar li tevayê nêv bajarî û dewr û berên bajarî hatibûn belavkirin. Di dema nîv seetê da her Qazîyek bi tevî 10 serbazan re li komyonekê hatin siwarkirin. Qazî Mihemed li komyona yekem û Mihemed Husên Seyfî Qazî li kamyona duwem û Ebû El Qasim Sedrî Qazî li kamyona sêyem siwar kirin û çaverê bûn birê bikevin. Lê li Tehranê destûr hatibû dan jibo tirsandina xelkê kurd û pend wergirtinê, li meydana Çiwar Çira li nêv bajarê Mahabadê bi darê sêdarê ve bêne helawîstin. Dema ku desteka dadgehê berve Mahabad hatin, fermandarîya Mahabadê ew xanîyê li meydana Çiwar Çira ji xelkê çolkiribû, bi behana wê çendê ku efserê çavdêrîkirina bajarî wê li wir be. Ew xanî sê dergehên wî hebûn; yek ji dergehan bo meydanê dihat vekirin û yê din bo derveyê meydanê û yê din bo hewşa biçûka xanî dihat vekirin. Destûr hat dan ku kamyona Qazî Mihemed berve meydanê here, dema kamyon gihîşte ber dergehê xanîyê meydana Çiwar Çira, Qazî Mihemed pirsî; çira pêwîste 1i vir peya bim? Efserî jêre got: Çûna te ji vir ber bi Tehranê wê li vir bête rêxistinkirin û çend pirsyarek mane wê li vir ji we bêne pirskirin. Qazî Mihemed peya bû, dema hate nêv xanî dît dadistan serheng Nîkuzad û Melayekî kurd û çend serbazên çekdar li wir in, herweha maseyeka mezin li wir hatîye danîn û Quranek li ser e, her weha serokê saxlemîyê ku ji Tehran ber bi Mahabadê hatîye li wir in. Li vir yekser têgihîja ku çûna berve Tehranê derew e û bi vê behanê wan anîne Çiwar Çira. Dadistan serheng Nikuzad dest bi xwandina hukmê dadgehê kir û ji wî re got: Pêwîste niha ev hukm bête bicîanîn.
Ji Qazî Mihemed re got: Eger te wesyetek heye bike yan jî binivîse. Qazî Mihemed pirr bi lez çû pişt masê û dest bi nivîsîna wesyetnama xwe kir, heya çend rûpelek nivîsîn û wesa xuya bû westyayî bû, lewra ji melayê Mahabadê re got: Were ya ez dibêjim binivîse. Qazî Mihemedî pirr bi rohnî digot û pê dida nivîsîn. Got binivîse filan erd û filan cih bo mizgeftê û xwandingehê û nexweşxanê bin, heya ku nevîyên gelê kurd ên paşerojê fayde jê werbigirin. Şîret li gelê Kurd kirin ku yekgirtin û bihevra jiyan û ji hev hezkirin hebe. Dema wesyetnama wî bi dawî hatî dest da nivêjkirinê, vê çendê nizîkî 2.5an seetan vekêşa. Dadistan di ser birina vî demê dûr û dirêj de zor dilgiran bû, yê bi lez bû ku vegere Tehranê. Piştî ku Qazî Mihemedî wesyetnama xwe nivîsî û nivêj kirî û hêvîyên xwe ji xwedayê xwastin, daxwaz kir destûrê bidinê çend wesyet û şîretan bo gelê kurd binivîse, dadistanî destûr dayê. Daxwaza qelem û kaxezan kir, ji wî re anîn, her ji bo hindê ku dadistan Serheng Nîkuzad û hemû berhevbûyî bibihîzin û têbigihîjin, ji mela re got were binivîse. Got, mela her tiştekê ez ji te re dibêjim tu binivîse, melayê ji wî re got: Qurban çi binivîsim, ez nizanim ya cenabê te, divê dadistan wê destûrîyê ji te re bide ez binivîsim. Qazî Mihemed turre(hêrs) bû û got: Dadistan kî ye? heya ji min re destûr bide yan nede? Min divê bêjim:
(Li vir Kiyomers Salih dibêje: Qazî Mihemedî ew tiştên bi farisî ji mela re digotin, ji wî dixwest ku ew bi kurdî binivîse.)
Melayê got: Qurban ez nizanim bi kurdî binivîsim.
Qazî Mihemed hêrs(turre) bû û got: Ev jî bextreşîyeka din a gelê kurd e.
Carek din Qazî Mihemed bi xwe dest bi nivîsîna wesyetnama xwe kir, bi xetên pirr ciwan bi vî awayî nivisî:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan;
Miletê kurd û birayên min ên hêja! Birayên min ên beşê wan hatî xwarin! Miletê min ê zulim lê hatî kirin! Vaye ez dixwazim di gavên dawî yên jiyana xwe de çend şîretan li we bikim; ji bo xatira xwedayî êdî dijminatîya hev nekin, hev bigirin, pişta hev bigirin, li hemberî dujminê zordar û zolmê rawestin, xwe bi dijmin re nefiroşin, dijmin her dem heya karê xwe bi we bi cî tîne we divên û qet rehmê bi we nabe û qet li we nabûre.
Dijminên gelê kurd zor in, zalim in, zordar in, bê rehm in. Remzê serketina her gel û netewekî yekgirtin û yekbûn e, piştevanîya temama milletî ye, her milletekê yekêtî û tevayî nebe herdem wê li jêr destê dujminan be. Gelê kurd, ji gelên li ser rûyê vî erdî kêmtir nîne, belku di mêrxasî û xîret û jêhatinê de zor ji wan gelên rizgarbûyî li pêştir in. Ew milletên ji dest dijminên xwe yên zordar rizgarbûne mîna we ne, lê ew ên xwe rizgarkirî yekêtî di nêv wan de hebûye, bila hûn jî mîna hemû gelên li ser rûyê erdê êdî jêrdest nemînin. Her bi hevgirtinî û bê hesûdî, bi hev nebirinê û xwe nefirotina dijminan miletê me dikare rizgar bibe.
Birayên min! dijminê kurd ji çi reng û qewmekî be her dujmin e; bê rehm e, bê wijdan e, rehmê bi we nake, wê we bi destên we bi xwe bide kuştin, wê we temah bike û bi fêlbazîyên xwe û bi derewan we li hev bixe. Di nêv hemû dijminên gelê kurd de dijminê Ecem ji hemûyan zalimtir û meluntir û xwedênenastir û bêrehimtir e, destê xwe ji tu tawanên hemberî gelê Kurd naparêze, bi dirêjîya dîrokê de kerb û kîn wî li dijî gelê kurd hebûye û heye. Binêrin tevaya mezinên gelê we ji Simaîl Axayê Şikak heya Cewher Axayê birayê wî û Hemze Axayê Mengurr û çendîn mirovên din her hemû xapandin, aram kirîne û xelk ji piştevanî kirina wan dûrxistîye û ji nûh zor nemerdane kuştîne, ji wan re sûnd bi Quranê xwarîye ku eceman niyaza xêrê bi wan re heye û wê başiyê bi wan re bikin. Lê heçî kurd e, zû bawarî ji sûnd û sozên Eceman dike û pê tête xapandin, lê bi dirêjîya dîrokê heya nûha tu kesan nedîtîye tu caran ecem soz û peymanên xwe bicîh bîne û tu sozên xwe bi kurdan re bicî neanîne, her hemû direw û fêlbazî kirine. Ez, wek birayekê biçûkê we, di rêya xwedayê de û bo xatirê xwedê ji we re dibêjim hevbigirin û qet pişta hev bernedin. Pirr bawer bin eger ecem hingivînî bide we, dîyare jehr kirîye di nêv de, bi sûnd û soz û derewên eceman nehên xapandin, eger hezar caran dest li Qurana pîroz jî bidin û sozê bidin we, jê bawer nekin û pirr bawer bin tenê merama wan xapandina we ye.
Vaye ez di gavên dawî yên jiyana xwe de bo xatirê Xwedayê mezin şîretan li we dikim û ji we re dibêjim ku Xweda dizane ya ji dest min hatî bi ser û can û têkoşîn, bi şîret û nîşandana rêya rast min xebat kirîye, niha jî di vê gav û rewşê de bi we radigehînim ku êdî bi eceman nehên xapandin û bawer ji sûnd û dest li Quran dan û soz û peymanên wan nekin. Ji ber ku ecem ne xweda nas dikin û ne bawerî bi xweda û pêxemberê wî heye û ne bawerî bi roja qiyametê û hisab û kîtabê heye. Ji alîyê wan ve tenê ku hûn kurd in bila misulman jî bin tawanbarin, bo wan dujmin in, ser û mal û canê we bo wan helal e û bi xezayê dizanin, her çende soza min bi we re ew nebû ku ez biçim û we di dest dujminê dilreş de bicî bihêlim, lê zor caran jî dema min hizir di bihûrî û mêrçakên me yên mezin de dikir ku eceman bi sûnd û derew û fêlbazîyan girtîne û kuştîne. Ji ber ku di qada mêrxasîyê de dujmin nedikarî li hemberî wan raweste, lewra neçar dibûn bi derewan bixapînin û bikujin.
Ew hemû herdem li hizra min bûn û qet min bawer ji eceman nekirîye. Pêşî ku ecem vegerine vir, çendîn caran bi şandina naman û kesên navdarên kurd û faris û bi dana soz û peymanên zor mezin ku dewleta ecem û Şahî bi xwe niyaza xêrê heye, amadene û naxwazin yek dilopa xûnê di Kurdistanê de bête riştin. Nûha hûn ecaman û soz û peymanên wan bi çavê xwe dibînin, eger serokhoz û eşîretên me kurdan xiyanet nekiriba û xwe nefiroştiba Hukmeta Eceman, ev, bi serê me û we û Komara me ne dihat.
Wesyet û şîreta min ew e, ku zarokên we bixwînin, ji ber ku em milletê kurd bi tu awakî ji milletên din kêmtir nîn in, tenê xwandin nabe, bixwînin heya hûn ji karwanê gelan paş nekevin, xwendin çekekê kujeke bo dijmin. Pirr bawer bin eger tebayî û hevgirtin û xwendewarî di nêv we de baş be, hûn dê baş bi ser dijmin de serkevin. Nabe ku bi kuştina min û bira û pismamên min hûn bitirsin. Pêwîste zor kesên din ên wek me divê rê de bikin qurban heya digihîjin hêvî û merema xwe, ez bawer dikim ku zor kesên din jî wê bihên xapandin û ji nêv birin.
Ez bawerim zor ji wan ên paş me jî, ji alîyê eceman ve têne xapandin ê ji me zanatir û jêhatîtir bin, lê hêvî xwazim kuştina me bo we bibe pend û îbret. Ji bo dilsozên gelê kurd, min wesyeteka din bo we heye ku ji xwedayê mezin daxwazê bikin ku hûn çi ji bo serferazîya kurd dikin alîkarîyê bi we re bike, ez pirr bawerim xwedayê mezin wê alîkarîya we bike û we serbixe. Dîyare ku ji min bipirsin “çima tu sernekevtî?” Di bersivê de dibêjim, bi wî xwedayî ez serkeftî me, çi serkevtin ji vê mezintir heye ku niha ez di rêya gel û milletê xwe de ser û mal û canê xwe dikim qurban, bawer bikin min bi xwe pirr ji dil hezdikir eger mirin di rêya xweda û pêxemberê xwedayî û gel û milletê kurd de be û bi rûyek geş bimirim, ji bo min ev mirin serkevtin e.
Ezîzên min! Kurdistan mala hemû kurda ye, her wekî di malê de endamên wê malê herkes çi cûre kar û kiryar dizane dihête rasipardin ku wî karî bike, Kurdistan jî her ew mal e. Eger we zanî kesek ji endamên wê malê karek ji destê wî tê, li wî bigerin bila wî karî bike. Êdî nabe em astengan bixine ser rêya wî û nabe bi wê çendê dilgiran bin ku yek ji we berpirsyarîyek mezin di dest de ye, eger karek mezin kete ser milên kesekî û birêve dibe, xuyaye wî karî dizane û berpirsyarîyek mezintir li hemberî wî erkî heye. Pirr bawer be birayê te yê Kurd pirr ji dujminê dilkerb û kîndar çêtire. Eger berpirsyarîyek mezin li ser milên min nebaye niha ez li jêr darê sêdarê ranediwestam, lewre nabe digel hev hesûdî bikin. Ewên fermanên me bicî nedianîn, ne tenê ferman bicî ne dianîn, belku dijminatîya me dikir, ji ber ku me xwe bi xizmetkarê xelkê xwe dizanî. Niha ew li nêv mal û zarokên xwe di xewek şîrîn de ne, lê em bi navê xizmetkirina ji milletî re va ye li jêr darê sêdarê ne û niha ezê gavên dawî yên jiyana xwe bi nivîsîna vê wesyetnamê temam dikim. Eger berpirsyarîyek mezin li ser milên min jî nebaye, niha dê ez jî mîna we di nav mal û xêzana xwe de, di xewek şîrîn de bibûma. Ev şîretên ku ez ji bo ew yên paş xwe dikim, yek ji wê berpirsyarîya li ser milên min in, ez bawerim eger kesekê din ji we berpirsyarîya min bi stûyê xwe ve girtiba, niha wê ew li şûna min li jêr darê sêdarê bûwaye. Va ye min bi merama razîbûna xwedê û li pey wê berpirsyarîya li ser milên min, wek kurdekê xizmetkarê gel û di rêya karê çak de, ev çend şîret kirin ku hêvî xwazim hûn ji îro paşve îbretê jê wergirin û bi temamî guhdarîya şîretên min bikin. Bi hêvîya xwedayê mezin dê bi ser dujminan de serkevin.
* Bawerîya we bi xwedê û her tiştekê ji cem xwedê hatî û peristina xwedê û pêxemberî (s.i) û bicî anîna erkê olî ya mukum bît.
* Yekîtî û tebayî yê di nêv xwe de biparêzin, karên neçak nekin, li hemberî hevdû hesûd nebin, nemaze di berpirsrarî û xizmetkirinê de.
* Xwandin û zanist û hêla-dereca zanyarîya xwe pêşde bibin heya ku kêmtir bikevin davên dijminan.
* Bawerî ji dijminan nekin, nemaze dijminê ecem. Ji ber ku bi çend rêyan ecem dujminên we ne; dijminên gel û nîştîman û olê we ne. Dîrokê xuya kirye ku herdem bi behaneyan li kurdan dixin û bi kêmtirîn tawan dê we bikuje û di tu sûcekê hemberî kurdan de destê xwe nagrin.
* Ji bo çend rojên jiyana xwe ya bê qîmet ya vê dinyayê, xwe nefiroşin dijminî, çunke dijmin dijimin e û ciyê tu bawerî pêkirinekê pêre nîne.
* Xiyanta hevdû nekin; ne xiyaneta sîyasî, ne giyanî, ne ma1î, ne namûsî. Çunke xiyanetkar li cem xwedê û mirovî, sivik û tawanbar e, xiyanet wê bi rûyê xiyanetkarî de vegere.
* Eger yek ji we karî karekî we bê xiyanetkirin bike, alîkarîya wî bikin, nek ji bona hesûdî û pexîlîyê dijî wî rawestin, xwedê neke li ser wî bibin casusên (sîxûrên) biyanî.
* Ev cihên ku min di wesyetnama xwe de nivîsîn bo mizgeft û nexweşxane û xwendihgehê, hûn hemû li pey şiyanên xwe daxwaz bikin heya ku fayde jê bête wergirtin.
* Hûn ji xebat û têkoşînê ranewestin, ta ku wek hemû gelên din li jêr destê dijminan rizgar dibin. Malê dinyayê tu ne ye, eger welatê we hebe, serbestî hebe, mal û xak û nîştimanê xwe hebe, wî demî dê hemû tiştek we; mal û saman û dewlet û namûs û nîştiman jî hebe.
* Ji min re xuyaye ku ji bil mafê xwedê tu mafên din li ser min nîn in, lê eger kesek wesan hizir bike mafek wî (kêm yan zêde) li ser min heye, min samanek zor li paş xwe hiştîye, dikare ji mîratgirên min daxwaz bike û wergire.
Heya hûn hev negirin sernakevin. Zulm û zorîyê li hev nekin, çunke xwedê zor zû zaliman ji nêv dibe, ev soza xwdê ye, zalim wê bişikê, xwedê wê tola zulmê jê veke.
Hêvîxwazim guhdarîya van şîretan bikin û xwedê we bi ser dijminên we de serbixe. Mîna Sadî dibêje:
Muradî ma nesîhet bûd û goftim
Hewalit ba xuda kerdîm ve reftîm
(Merama me nesîhat bû û me got
Me we sipart bi xwedê û em çûn)
Xizmetkarê Gel û Nîştiman
Qazî Mihemed
Paşî ku Qazî Mihemed nivîsîna wesyetnama xwe bi dawî anî, ji dadistanî re got hez dike guhdarîyê bike ezê ji te re bixwînim?
Dadistanî got: Pêwîst naket.
Qazî Mihemedî got: Baş e, lê ji ber ku di şerîetê Îslamê de sêdaredan nahê pesendkirin, dema hûn min dikujin min tîrbaran bikin.
Dadistanî ev daxwaza wî qebûl nekir, ji ber ku biryara dadgehê xeniqandina bi şirîtê bû.
Carek din Qazî Mihemed got: Ezê nivêjê bikim û kar û barên pêşîya mirinê bicîh bînim.
Destûr pê hat dan, pêşî biçite jêr şirîta sêdarê, li semta qîblê nêrî û herdû destên xwe bilind kirin û bi dengekê bilind hêvî ji xwedayê xwestin û got:
Xwedê tu bi xwe şahidî ku min di xizmeta vî milletî de tu xemsarî û kêmasî nekiriye, Xwedê tu şahidî her tiştekê ku ji destê min hatibe di rêya te de û ji bo razîkirina te min kirîye, Xwedê tola mezluman li vê dinayê û li qiyametê ji zaliman bistîne ku ez dizanim her wesa ye, Xwedayê agahdar li hemû tiştekî, hemû milletên jêrdest û milletê kurd ji jêrdestê wan zaliman rizgar bike.
Kiyomers dibêje: “Vî rê û resmê hêvî xwastin ji Xwedayê, nizîkî 20 deqîqan vekêşan, her wesa ew tiştên Qazî Mihemed bi kurdî digotin min pirsa ramana wan anku bi farisî ji wî melayê kurd dikir, ew ê ku li wir amade bû.
Paş wan rê û resman Qazî Mihemed birin jêr şirîta sêdarê û li sêdarê dan, tenê di mawê dû deqîqan de Qazî Mihemed canê xwe ji dest da, seet 4ê nîva şevê bû.
Ji nûh îşaret bi wê Kamyona (tirombêl) Wezîrê Şerr ê Komara Kurdistanê Mihemed Husên Seyfî Qazî hate dan ku ber bi meydanê bête. Seyfî anîn di xanî de, dema çavê wî bi dadistanî û mela û serokê saxlemîyê ketî, yekser zanî mesele çiye, lê hîç têkneçû û aloz nebû. Dadistanî hukmê dadgehê ji wî re xwand û jêre got tu dikarî wesyetnama xwe binivîsî. Ew jî çû pişt masê û wesyetnama xwe di deh (10) rûpelan de nivîsî, heta nivîsîna wesyetnama xwe bi dawî anî dem ber bi sibê ve diçû. Dema ku wî ber bi meydanê birin û çavê wî ji dûr ve bi Qazî Mihemedî ket ku bi şirîta sêdarê ve dalaqandiye û leşê wî li hewa ye, yekser bi zimanê kurdî dest bi gotina diruşmên (şîarên) şoreşgêrî kir û bi mist û pêna, ser û çavên efser û serbazan dixits û her serbazekê dikete ber lêdana wî dixiste erdê. Ji ber ku Seyfî Qazî mîna şêran dinirrî, tevayê xelkê dewr û berên meydana Çiwar Çira ji xew hişyar kir, digel lêdana her kesekê destê wî digihîjayê mîna şêran dinirrî û digot: Bijî Qazî Mihemed! Bijî Kurd! Bijî serxwebûna milletê kurd! Emê bimirin, lê kurd tu caran namire!
Ji ber ku dengê Mihemed Husên Xan Seyfî Qazî bi xwe mezin bû û ew bi xwe jî zor bi heybet û netirs bû, lewra heya gihandîye jêr sêdarê çend kesek bi mist û pêna xistine erdê. Zor kes ji ber dengê wî ji xewê hişyar bûn, lê ji ber ku rewşa ne asayî û qedexekirina hatin û çûnê her ji êvarê de hatibû ragehandin, kesî cesaret nekir ji mal derkeve.
Piştî bi şirîta sêdarê vekirî bi du deqîqan şirîta sêdarê piçya qutbû û kete erdê, carek din bilind kirin, hêjta henase dikêşa û birin bin şirîta siyê ya ji bo Sedrî Qazî hatibû amade kirin û carek din hate helawîstin, seet bû pêncê sipêdê û dinya bi timamî rohnî bû.
Ger (dor) gihîja Ebû El-Qasim Sedrî Qazî, lê ji ber ku çend seetan bû di kamyonê de çaverê dikir gêj û hêr bibû, herwesa pirr ji cihê sêdaredanê jî dûr nebû û dûr nîne nirrîna seyfî Qazî jî bihîstibît. Lewra heta radekî têgehiştibû ka karesat çiye.
Dema ji kamyonê peya kirin û anîne jor, dadistan û mela û em dîtîn dest bi hêvî xwastinê kir û got: Min tu guneh (tawan) nekirine, hêvî dikim min bişînin Tehranê heya karê min baştir rohnî bibe.
Melayê Mahabadê jê re got: Şerm û fihêtî ye, hêvîyê ji wan neke, mîna yên din mêrçak be, hêvî xwastin derdê te derman nake, ev hukmê dadgehê ye û pêwîste bête bicîh anîn, çima mêrane namirî, te mêrane jîn kirye mêrane jî bimire, çira tu dilê dijmin bi xwe şad dikî, ew dijmin in û dê we li sêdarê bidin. Ev gotinên mela pirr kar lê kir, lewra rûnişt û dest bi nivîsîna wesyetnama xwe kir.”
Tiştê balkêş ew e ku Kiyomers Salih bahsê naveroka wesyetnama Sedir û Seyfî Qazî nekirîye, eger delîvek weha bo dilsoz û hevalên dîroka gelê Kurd peyda bibe di nêv erşîfxana leşkerê Îranê de deqê wan wesyetnaman vebînin û belav bikin.
Kiyomers Salih dinivîse:
“Dema wesyetnama xwe bi dawî anî ber bi meydana sêdaredanê birin, dema çavê wî bi leşên Qazî Mihemedî û Seyfî Qazî ket, rewşa wî aloz bû û dilgirtî bû, nikarî xwe li ser lingan bigre, neçar bûn her bi wê rewşê li himbêza serbazan şirîtê bikin stuyê wî, ew jî li sêdarê dan û karesata li sêdaredana her sê serdarên kurd bi dawî hat.
Paş sêdaredana wan ew tirombêla ku me ji Tehranê anîbûn amade bû, hinekê ji meydana Çiwar Çira dûrtir rawestiya bû, pêştir tiştên me li tirombêlê hatibûn barkirin, desteka dûbare pêdaçûna dadgehê û ez û çend serbazên din bi lez siwarê tirombêlê bûn û ber bi Miyandiwaw û Tebrêzê birê ketin. Em seet 10ê sipêdê gehiştîne Miyandiwaw.
Qet min bawer nedikir ku berpirs û rêberên Kurdan hinde bi cerg û xîret û mêrçak in. Heya niha jî dengê Qazî Mihemed tête gohê min, dema digot: Xwedê sizayê mezluman ji zaliman bistîne. Lê nirrîna Seyfî Qazî ku ew meydana dewr û ber pirr kiribû, mist û pên li efser û serbazan didan, hemû li ber çavên min in û di gohê min de ne.
Min karî her ji dûr ve çend wêneyên wan bigirim û ez newêram xwe nizîk bikim, paş sêdaredanê jî, ji dûr ve min wênekê wan dema helawîstî bûn girt. Min bawer dikir, duayên Qazî Mihemedî wê qebûl bibin, lê nizanim kengî û çawa.”
***
Hemû ev nivîsîna li serî ya li ber destên we, di hejmara 61 a Mahname ya leşkerî ya sala 1946 de bi vî awayî hatîye nivîsîn û çapkirin. Pêwîste nîşanê bi wê çendê bikim ku zor peregiraf û riste ji wesyetnamê hatîne reşkirin ku ez bawerim destkarî têde hatîye kirin, nemaze di wî beşê ku Qazî Mihemed şîretan li milletê Kurd dike de. Lê di wê namîlkê de ya bi navê Wêjename ya taybet ku bi awayek nihênî bo efserên leşkerî û cihên taybet hatiye çapkirin. Hinek cîyên hatîne reşkirin, lê kêmtir dadgehîkirina her sê Qazîyan bi timamî tê de hatîye nivîsîn.
Di hejmareka paştir a di wê kovarê de serwan Kiyomers Salih dibêje: Bi behana dijî emnîyetbûna min Wêjename ya min jî destûrîya belavkirinê wernegirt. Herwesa di dawîya nivîsîna xwe de dibêje, Qazî Mihemedî ji mela re got: Sibe vê Wesyetname û şîretên min bide xelkê bajarê Mahabadê. Qazî Mihemedî nivîsîna xwe da destê Mela, lê paş sêdaredana Qazîyan dadistanî nivîsîna Qazî Mihemedî ji melayê kurd stand û da dest min û got, ev di paşerojê de wê bibe fitne (ajawe), va ye min jî di Wêjename de çapkir, lê li dawîyê pêşgirî li belavkirina wê hat kirin.
Pêwîste nîşan bi wê çendê bikim ku wesyetnama xanewadeyî(malbatî) û wesyetname û şîretên Qazî Mihemedî yên destnivîs, ji bo gelê kurd herdû di namexana leşkerê Îranê de hatîne parastin, anku di Bayeganî (arşîvxane) Nigarxaneya Millî Stadî Arteş de digel hemû hejmarên wê Mahnameyê û Wêjename û Tac Kiyanî de ji bil van tevaya belgenameyên dadgehîkirina efser û serkirdên serhildanê û şoreşên seranserî Îranê, bo nimûne tevaya naveroka dadgehîkirina efserên Xorasanê û Azerbaycanê û Qezwîn û Şîraz û Tehran û Esfehan û dadgehîkirina efserên Tudayî û serhildana leşkerê Şahinşahî û Norî Hewayî Cebhey Millî û layengirên Dr. Museddeqî û Sureyaya jina Şahî digel Erdeşêrê Zahidê kevne zavayê Şahê Îranê di wê namexanê de wek xwe hatîne parastin.*


Jêder
(Çavkanî):
Namîlka Tac Kiyanî, Namîlka Stuada leşkerî.
Kovara Mahname ya leşkerê Îranê, jimarên 44 heya 75.
Têbînî:
Deqê dadgehîkirinê bi dest M. M. Bokan ketîye, ku ji ber hindek kawdanên taybet di şiyan de nebû navê wî yê dirust bête belavkirin. Kak M.M Bokan paşê jibo Kurdîkirinê ji Kak Heyder Rewanduzî re şandîye. Paşan rojnamevan Bedreddîn Salih dûbare pêdaçûye û pêşekî jêre nivîsîye û di kovara Xebatî Qutabyan di jimara 37 de belav kirîye ya li 14-8-2000 hatî weşandin.
Ji ber giringîya vî babet û belgeyê dîrokî, me jî bi ferz zanî ku deqê wê di Kovara War de belav bikin. Ev nivîsar ji alîyê V. Segvan Cemîl ve (endamê desteka nivîseran li Kovara Dicle) ji tîpên Arebî jibo tîpên latînî hatîye wergerandin.
* Ev belgename di hejmara 10-11 ya Kovara WARê(2001) de bi kurmancî û di hejmara 12 ya WARê(2002) de jî tirkiya wê hatiye weşandin.
* Pêşgotina Bedredîn Salih, 10ê Tebaxa 2000î
* Ev nivîs li sala 2001î, di Hejmar(10-11) ya kovara WARê de hatiye weşandin. Her weha min heman nivîs wergerand ser zimanê tirkî û di hejmara (12) ya WARê de jî tirkîya wê hate weşandin. Bo çapkirina ev pirtûka di ber destê we de, min ji nû ve çav lêgerand û hinek cîyan serrast kirin.
pirtûk-Dadgehîkirina Qazî Mihemed
13 Şubat 2012 par Kovarabir
Dans Pirtûkxane
Seîd VEROJ/ Pêşewa Qazî Mihemed
3 Ekim 2011 par Kovarabir
Dans Portre, Seîd VEROJ
Ji bo nasîn û têgehiştina mezîyet, helwest, felsefe û ramanên Pêşewa Qazî Mihemed, ne ku kurteaxaftinek, belkû bi dehan cild pirtûk jî têr nakin. Lewma, di vê derê de, tenê em dikarin bi awayeke giştî behsa hinek mezyetên wî yên berbiçav bikin. Dema ku merov bi balkêşî hişê xwe bide ser helwest û mezîyet û xweragirtina wî ya di mehkemeyên dewleta îranê de, bi taybetî jî wesîyetnameya wî ya ji bo neteweya kurd, nîşan dide ku Pêşewa Qazî Mihemed merovekî çiqas xwedî feraset e û xwedî basîret e.
Qazî Mihemed, kurê Qazî Elî ye û Qazî Elî jî kurê Qazî Qasim e. Qazî Elîyê bavê Qazî Mihemed, zanyar û rewşenbîrekî navdar ê herêma Mukrîyan bû û her weha zanista wî ya li ser stêrknasî jî hebû. Qazî Mihemed, di 11yê Gulana 1900î de li herêma Mukriyan ji dayik bûye. Navê dayika wî Gewhertac Xanim e û qîza Axa Şêr Begê kurê serokê êla Feyzulahbegîyan e. Feyzulahbegî, yek ji malbatên mîrekên navdar ên herêma Mukriyan bûn.
Malbata Qazîyan di nav civata kurd de bi dadwerî, piştevanî, aştîxwazî û rewşenbîriya xwe têne nasîn. Di nav gelê kurd de gelek bi rêz û hurmet behsa wan tête kirin.
Qazî Mihemed piştî ku digîje temenê salên perwerdeyiyê li nik bavê xwe dest bi xwendinê dike û pişt re jî li bal zanayên navdar ên wê demê perwerdeyiya xwe temam dike.
Qazî Mihemed merivekî teraqîperwer û muasir bû, cenabê wî bi şeş zimanan dizanîû gelek hez dikir ji xwendina pirtûkan. Çi wext ku fersend bidîta bi xwendina pirtûkan ve mijûl dibû. Pirtûkên bi zimanên biyanî jî dixwend, lewre ji rewşa dinyayê ya wê demê bi rêkûpêk agadar bû. Ew, heman demî roşinbîrekî navdar ê herêma Kurdistanê bû. Ku rojnamevan, biyanî, mîsyoner û kadirên sîyasî yên ecnebî bihatana herêmê, bêguman diçûn hevdîtina Qazî Mihemed.
Dema Şerê Cîhanî yê Yekem dest pê dike, Qazî Mihemed çardeh salî ye. Wekî gelek caran vê care jî Kurdistan dibe cihê şerê navneteweyî. Bi taybetî jî herêma Mukriyan a Rojhelata Kurdistanê. Li gor gotina Seîd Humayun, di navbera “salên 1921an heta 1941an li Mehabad û Kurdistana Mukrî çi rûdanên ku pêk tên, cara pêşî kesên ku li ser van bûyeran qise dikirin Qazî Mihemed û birayê wî Sedrî Qazî bû. Hemû karên perwerdeyî, civakî, rêvebirî û pirsgirêkên bajêr bi agahdarî û rêberiya wan çareser dibûn.”
Îran di meha Tebaxa 1941î de ji aliyê dewleta Brîtanya û Yekîtiya Sovyetê ve hate dagirkirin. Brîtanya ji başûr ve û YSê ji bakûr ve Îran dagir kirin. Di sala 1942an de Amerîka jî daxilî vê pêvajoyê bû.
Di 16yê Gelawêja 1941ê de bi hevkariya çend rewşenbîrên kurdperwer bingeha Komela Jîyanewey Kurdistan(JK/Je-Kaf) li Mehabadê hate damezirandin û dest bi weşandina kovara Niştiman kirin ku organa çapemenîya JKê bû. Di destpêka damezirandina JKê de Qazî Mihemed cî negirtibû. Di nav rêzên JKê de tunebûna Qazî Mihemed, hem ji bo komelê û hem ji bo damezrênerên komelê kêmasî û valayiyeke girîng bû. Di vê navberê de têkiliyên Qazî Mihemed û rêberên JKê berdewam dikir. Di dawiyê de ji salekê şûn de Qazî Mihemed hate îqnakirin ku tevî rêza komela JKê bibe. Başdarbûna roşinbîr û kurdperwerê wekî Qazî Mihemed bo Komela Jiyanewey Kurdistan, xebat û têkoşîna rizgarî û azadiya neteweyî bihêztir û berfirehtir kir.
Piştre navê JKê bi navê Partîya Demokrat a Kurdistanê guhartin û beyannameya Partiyê di meha Çiriya Pêşîn a sala 1945an de hate belavkirin. Piştî damezirandina Partiyê û belavkirina bernameya wê, nexşeya sîyasî ya kurd dîyar bibû; amedekariyên îlankirina komarê dest pê kiribûn.
Di 22yê Kanuna (January) 1946an de damezirandina Komara Kurdistan a Mahabadê hate îlankirin. Li Meydana Çarçira, piştî axaftina dîrokî ya Qazî Mihemed, alaya Kurdistanê bi xwendina sirûda Ey Reqîb hate bilindkirin. Qazî Mihemed wekî Serokkomar û Hecî Baba Şêx jî wekî Serokwezîr hatin hilbijartin.
Li gor gotina Mîne Xanim, Qazî Mihemed ji bo wê roja dîrokî û wergirtina wezîfeya serokkomarîyê li meydana Çarçirayê weha deng dide:
“Armanca min ev e ku ez yekbûna vî milletî bibînim ku îro çar parçe bûye. Serokkomarbûn tu demekê nehatibû bîra min. Lêbelê miletê kurd min layiqî vê wezîfeyê dîtin. Ez jî dixebitim da ku layiqî vî miletî bibim.”
Damezirandina Komara Kurdistan a Mehabadê, berhemê bîr û îradeya neterweyî ya gelê kurd bû û di dîroka hevdem a neteweyê kurd de dewleta yekemîn bû, mixabin temenkurt bû û nêzîkê 11 meh desthilatdarîya xwe ya li ser xaka Kurdistanê domand. Her çiqas Komara Mahabadê temenkurt be jî, di dîroka me ya hevdem de, nîşana dîyarkirina îradeya miletê kurd ji bo dewletbûnê ye.
Bêguman sedemên navxweyî û derveyî yên têkçûna Komara Kurdistanê hene. Bawer dikim li ser vê mijarê dêaxaftvanên me yên hêja agadarîyên berfireh bidine me.
Piştî bidawîhatina Şerê Cîhanê yê Duyem, Yekîtiya Sovyetê jî piştgirîya xwe ya ji bo Komara Kurdistan û Azerbaycanê qut kir û piştevanîya hikumeta nû ya îranê kir. Ji ber vê rewş û senga sîyasî ya nûh, Qazî Mihemed digel endamên qabîne û giregirên eşîran berhev bû, rewşa nûh hate şirovekirin û di dawiya gengeşiyên dûr û dirêj de biryara pevneçûnê hate girtin.
Li pey vê biryarê, di şeva 17.12.1946an de Serokerkanê Leşkerî yê Komara Kurdistan a Mehabadê General Mistefa Barzanî bi tevî hinek takekes û rêberên Barzaniyan hatin Mehabadê ji bo hevdîtina Qazî Mihemed. Qazî Mihemed biryara qabîneyê ji Mistefa Barzanî re got. Piştî hevdîtin û guftugoyan, General Barzanî pêşniyaz kir ku Pêşewa Qazî Mihemed digel wî ji Îranê derkeve û weha got:
“Ez niha jî cenabê we serokê Komara Kurdistanê dizanim û hez dikim we deynim ser serê xwe û li her derê di xizmeta we de bim. Mayîna we li Mahabadê hîç sûd ji we re û ji gelê kurd re nayîne. Hûn ji vî gelî re gelek lazim in û mirov bi vê dewleta ha (ji Îranê) hîç ewle nabe.”
Qazî Mihemed ji bo dilovanî û qedirzaniya General Barzanî spas kir û got:
“Cenabê Mele Mistefa! Ez dizanim dewleta Îranê dê tevayiya rik û kîna xwe ji min veke û dê min bi mirinê tawanbar bike û bikuje. Hingê dê bêhna serok û rayedarên dewletê fireh bibe, êdin dibe ku gelê me ji xişm û xezeba wan selamet bimînin. Loma min bi gel re peyman bestiye ku di her mercî de wan bi tenê nehêlim.”
Li pey vê hevdîtin û gotinên dîrokî de, Qazî Mihemed alaya Kurdistanê ku li ser maseya wî bû, pêça, ramûsa û dirêjî destê Barzanî kir û got:
“Alaya Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûn nehêlin ev alaya hanê bikeve ser axê.”
Li pey ev hevdîtina dawîn a Barzanî û Qazî Mihemed, roja dî Barzaniyan ji aliyê Nexede û Şinoyê de ber bi tixûbê Iraqê ve hereket kirin. Êdî rêkevtina dîrokî ya Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê dest pê kir. Ew rêwîtî, li ser sînorên sê dewletan û bi şer û pevçûnên dijwar dom kir, Ta ku Mistefa Barzanî digel 500 hevalên xwe gehişte sînora Yekîtiya Sovyetê.
Ji çûyina Barzaniyan şûn de, di 21ê meha diwanzde (December) de hêzên dewletê bê astengî ketin bajarê Mehabadê. Di wê şevê de Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û hejmarekî zêde ji rêvebir û karbidestên hukûmeta Komara Kurdistanê hatin berdestkirin.
Dadgehîkirina Qaziyan, yek ji bûyerên sîyasî yên herî mezin ê dîroka Kurdistanê ye. Qazî Mihemed di hemû rûniştinê mehkemekirinê de li hemberî dagirkerên Îranê zeafiyetek nîşan nedaye û serê xwe netewandiya, bêtirs û bi serbilindî parastina miletê kurd kiriye.
Kiyomers Salih ê nûçegihanê kovara Artêşa Şahê Îranê di derbarê helwest û mahkemekirina Qazî Mihemed û rêberên kurd de weha dibêje:
“Qet min bawer nedikir ku berpirs û rêberên kurdan hindî bi cerg û xîret û mêrçak in. Heya niha jî dengê Qazî Mihemed tête gohê min, dema digot: “Xwedê sizayê mezluman ji zaliman bistîne.” Lê nirrîna Seyfî Qazî ku ew meydana dewr û ber pirr kiribû, mist û pên li efser û serbazan didan, hemû li ber çavê min in û di guhê min de ne.”
01/10/2001
Amed
Seîd VEROJ/ Qazî Mihemed û Komara Kurdistanê Li Mehabadê
Danasîn û şirovekirina helwesta Pêşewa Qazî Mihemed a li hemberî dadgeha dewleta Îranê, bêguman di pêşgotineke wisa kurt de dê gelek zehmet û kêm be. Ji bo nivîsandina xusûsiyet, mezîyet, helwest, felsefe û ramanên Qazî Mihemed belkû bi dehan cild pirtûk jî têr nakin. Lewma, di vê pêşgotinê de, bi awayeke giştî me behsa hinek xusûsiyetên wî yên berbiçav kirîye. Meriv bi balkêşî hişê xwe bide ser helwest û hevok û risteyên wî yên di vê parastinê de, bi taybetî jî wesîyetnameya wî ya bo neteweya kurd, nîşan dide ku Qazî Mihemed merivekî çiqas xwedî feraset e û xwedî basîret e.
Qazî Mihemed, kurê Qazî Elî ye û Qazî Elî jî kurê Qazî Qasim e. Qazî Elîyê bavê Qazî Mihemed, zanyar û rewşenbîrekî navdar ê herêma Mukrîyan bû û her weha, zanista wî ya li ser stêrknasî jî hebû. Qazî Mihemed, di 11yê Gulana 1900î de li herêma Mukriyan ji dayik bûye. Navê dayika wî Gewhertac Xanim e û qîza Axa Şêr Begê kurê serokê êla Feyzulahbegîyan e. Feyzulahbegiyan, yek ji malbatên mîrekên navdar ên herêma Mukriyan bûn.
Malbata Qazîyan di nav civata kurd de bi dadwerî, piştevanî, aştîxwazî û rewşenbîriya xwe têne nasîn. Di nav gelê kurd de gelek bi rêz û hurmet behsa wan tête kirin.
Qazî Mihemed piştî ku digîje temenê salên perwerdeyiyê li nik bavê xwe dest bi xwendinê dike û pişt re jî li bal zanyarên navdar ên wê demê perwerdeyiya xwe temam dike.
Qazî Mihemed merivekî teraqîperwer û muasir bû, cenabê wî bi şeş zimanan dizanîû gelek hez dikir ji xwendina pirtûkan. Çi wext ku fersend bidîta bi xwendina pirtûkan ve mijûl dibû. Pirtûkên bi zimanên biyanî jî dixwend, lewre ji rewşa dinyayê ya wê demê bi rêkûpêk agadar bû. Ew, heman demî roşinbîrekî navdar ê herêma Kurdistanê bû. Ku rojnamevan, biyanî, mîsyoner û kadirên sîyasî yên ecnebî bihatana herêmê, bêguman diçûn hevdîtina Qazî Mihemed. Her weha têkiliya wî bi werzişê re jî hebû; ji ber ku melevanekî baş bû, cîyê ku têde diket avê bi nave “gola Qazî” dihat navkirin.
Dema Şerê Cîhanî yê Yekem dest pê dike, Qazî Mihemed çardeh salî ye. Wekî gelek caran vê care jî Kurdistan dibe cihê şerê navneteweyî. Nemaze herêma Mukriyan a Rojhelata Kurdistanê dibe meydana şer û peyderpey xizanî, kuştin, talankirin û karesatên hwd. dest pê dikin. Encamên şer di nav civaka kurd de xwe nîşan didin. Gelê herêmê bi gelek ziyanên mal û canî re rûbirû dibin, koçberî dest pê dike.
Di navbera “salên 1921an heta 1941an li Mehabad û Kurdistana Mukrî çi rûdan ku diqewimîn, cara pêşî kesên ku qise dikirin Qazî Mihemed û birayê wî Sedrî Qazî bû. Hemû karên perwerdeyî, civakî, rêvebirî û pirsgirêkên bajêr bi agahdarî û rêberiya wan çareser dibûn.”[1]
Şoreşa Oktobirê û Şerê Cîhanî yê Duyem, cografya Îranê ji aliyê jeostratejîk û jeopolîtîk ve xistibû nav rewşeke girîng. Ji alîyekî ve, Brîtanya û DYAyê dixwestin pêşî li berfirehbûna Şoreşa Oktobirê bigrin û wî di sînorên heyî de dorpêç bikin. Ji aliyê din ve jî, li dijî berfirehbûna Faşîzma Alman di navbera Brîtanya, DYA û Yekîtiya Sovyetê de peymanek hatibû îmzekirin. Di çarçoveya vê peymanê de ji bo têkoşîna li dijî artêşa Alman, cografyaya Îranê herêmeke stratejîk bû. Ji ber vê yekê, Îran di meha Tebaxa 1941î de ji aliyê dewleta Brîtanya û Yekîtiya Sovyetê ve hate dagirkirin. Brîtanya ji başûr ve û YSê ji bakûr ve Îran dagir kirin. Di sala 1942an de Amerîka jî daxilî vê pêvajoyê bû.
Cografyaya Îran û Kurdistana Rojhelat bi taybetî bo polîtîkayên YSê herêmeke stratejîk bû. Lewre li hember leşkerên Almanyaya Hîtler, piştgirîya DYA û lojîstîka bo Artêşa Sor jî di ser vê herêmê re çêdibû.
Piştî dagirkirina Îranê, bandor û zordestiya dewleta Îranê li ser herêmên wekî Kurdistan û Azerbaycanê de kêm û sist bû û her wiha gelê Kurdistan û Azerbaycanê xebata têkoşîna azadîya netewî û demokrasiyê geş kirin. Digel vê, rewşenbîr û têkoşer- ên gelê kurd jî bo destnîşankirina çarenûsa xwe û azadkirina gelê kurd dest bi xebata nihênî (sirrî/îllegal) kiribûn. Ji bo vê armancê di 16yê Gelawêja 1941ê de bi hevkariya çend rewşenbîrên kurdperwer bingeha Komela Jîyanewey Kurdistan
(JK/Je-Kaf) li Mehabadê hate damezirandin û dest bi weşandina kovara Niştiman kirin ku organa çapemenîya JKê bû. Di destpêka damezirandina JKê de Qazî Mihemed cî negirtibû. Di nav rêzên JKê de tunebûna Qazî Mihemed, hem ji bo komelê û hem ji bo damezrênerên komelê kêmasî û valayiyeke girîng bû. Di vê navberê de têkiliyên Qazî Mihemed û rêberên JKê berdewam dikir. Di dawiyê de ji salekê şûn de Qazî Mihemed hate îqnakirin ku tevî rêza komela JKê bibe. Başdarbûna roşinbîr û kurdperwerê wekî Qazî Mihemed bo Komela Jiyanewey Kurdistan, xebat û têkoşîna rizgarî û azadiya neteweyî bihêztir û berfirehtir kir. Ji alîyekî ve li ser bingeha têkiliyên civakî yên kurd, di navbera hoz û eşîr û rewşenbîrên kurd de xebata rêxistinî û hişyarkirina gelê kurd dihate kirin; ji aliyê din ve jî bi hêzên navnetewî re, taybetî jî bi rêberiya Yekitiya Sovyetê re pevgirêdanî pêk hatibû û ji wan daxwaza alîkarî dihat kirin.
Di encama Şerê Cîhanî yê Duyemîn de ji aliyê hêzên navnetewî ve dagirkirina cografyaya Îran û Kurdistanê, bandor û îradeya hikumeta navendî ya Îranê li ser herêmên dewrûber kêm kiribû. Şertên xebat û têkoşîna azadî li gora beriya wê baştir bûn. Bo pêşxistina xebata azadiya netewî, kurdan dest bi pêkanîna têkiliyên navnetewî kiribûn. Ji ber ku Kurdistan li aliyê bakurê Îranê bû û ew herêm jî ji aliyê YSê ve hatibû dagirkirin, bivê nevê têkilîyên navbera mesûlên YS û kurdan geş dibûn. Di destpêkê de têkiliya kurd û YSê di çarçoveya têkiliyên kulturî de bû. Piştî ku hinek kompanyayên (şîrket) Brîtanya û DYAyê ji bo derxistina petrola Îranê bi hukûmeta Riza Şah re peyman çêkirin û îmtiyaza derxistina petrolê bi dest xistin, YSê li hemberî vê peymanê bêdeng nema. Miqabilî vê yekê, bandora li ser Îranê girantir kir û jê daxwaza îmtiyaza derxistina petrolê kir.
Ji bo vê yekê YSê, li hemberî Brîtanya, DYA û Îranê pêwendiyên bi kurd û azerîyan re wek tehdîdekê bi pêş xistin; têkiliyên kulturî ber bi têkiliyên siyasî ve birin.
Di destpêkê de rêberiya Yekitiya Sovyetê xwest ku Kurdistan di nav sînorên Azerbaycanê de herêmeke otonom be. Ev pêşniyara wan ji aliyê Qazî Mihemed û hevalên wî ve nehate qebûlkirin. Rêberiya YSê ji bo vê gelek xebitîn ku kurdan îqna bikin, lê bi ser neketin. Qazî Mihemed ji bo hevdîtina bi rêberiya YSê re careke dî vexwendin Bakûyê. Di dawiya van danûstandinan de, rêberiya YSê qenaet pê anîn ku kurd statuyeke di nav sînorên sîyasî yên Azerbaycanê de qebûl nakin, êdî mecbur man daxwazên kurdan qebûl bikin û ji Qazî Mihemed daxwaza danîna partiyeke nûh kirin.
Şanda bi serokatiya Qazî Mihemed piştî ku vegeriya Kurdistanê, ne bi dilê hemû endaman be jî bi dengên piraniyê, navê JKê bi navê Partîya Demokrat a Kurdistanê guhartin û beyannameya Partiyê di meha Çiriya Pêşîn a sala 1945an de hate belavkirin. Piştî damezirandina Partiyê û belavkirina bernameya wê, nexşeya sîyasî ya kurd dîyar bibû; amedekariyên îlankirina komarê dest pê kiribûn.
Di 22yê Kanuna (January) 1946an de damezirandina Komara Kurdistan a Mehabadê hate îlankirin. Li Meydana Çarçira, piştî axaftina dîrokî ya Qazî Mihemed, alaya Kurdistanê bi xwendina sirûda Ey Reqîb hate bilindkirin û bi coşek mezin ji bo axaftina Qazî numayîş hate kirin. Damezirandina Komara Mehabadê, berhemê pêşkevtina fikra neteweyî ya gelê kurd û têkoşîna wan an dîrokî bû. Qazî Mihemed wekî Serokkomar û Hecî Baba Şêx jî wekî Serokwezîr hatin hilbijartin. Piştî çend rojan encumena hikûmeta Komarê hate eşkerakirin:
“1- Serokwezîr: Hacî Baba Şêx
2- Wezîrê Berevaniyê: Huseyn Xan Seyfî Qazî
3- Wezîrê Karên Hundir: Muhemed Emîn Muinî
4- Wezîrê Aborî: Ehmed Îlahî
5- Wezîrê Ragehandinê: Kerîm Ehmedî
6- Wezîrê Perwerdeyiyê: Menaf Kerîmî
7- Wezîrê Reklam û Danasînê: Sidîq Heyderî
8- Wezîrê Bazirganiyê: Hecî Mistefa Dawûdî
9- Wezîrê Kar: Xelîl Xusrewî
10-Wezîrê Çandinî: Mehmûd Welîzade
11-Wezîrê Avedanî: Îsmaîl Îlxanîzade
12-Wezîrê Tendurustî: Seyîd Muhamed Eyubiyan
13-Wezîrê Şêwirmendî: Ebdurrehman Îlxanîzade
14-Wezîrê Dadwerî: Mele Huseyn Mecdî.”[2]
Roja ku li Meydana Çarçira damezirandina Komara Mehabadê hate îlankirin, wê rojê li meydanê ne tenê kurd her wiha ecem, ermen, azerî û cihu jî berhev bibûn. Digel xelkê berhevbûyî, ji parçeyên dî yên Kurdistanê jî serok û kadirên sîyasî beşdarî merasimê bibûn. Serokê serhildana Agirî Îhsan Nûrî Paşa bi xwe jî vexwendiyê vê merasimê bû, lê ji ber şertên neyênî nikarîbû beşdar bibe.
Qazî Mihemed ji bo wê roja dîrokî û wergirtina wezîfeya serokkomarîyê weha dibêje: “Armanca min ev e ku ez yekbûna vî milletî bibînim ku îro çar parçe bûye. Serokkomarbûn tu demekê nehatibû bîra min. Lêbelê miletê kurd min layiqî vê wezîfeyê dîtin. Ez jî dixebitim da ku layiqî vî miletî bibim.”[3]
Piştî îlankirina Komarê, di nav demeke kurt de saziyên girîng hatin rêxistinkirin û ji aliyê weşan û çapemeniyê ve gavên girîng hatin avêtin; di meha Çiriya Paşîn(November) a sala 1945an de çapxaneya Kurdistan li Mehabadê dest bi kar kir û rojnameya Kurdistan, kovarên wekî Niştiman, Helale, Awatî, Hawarî Niştiman, Hawarî Kurd û Gir û Galî Mindalan hatin çapkirin û belavkirin. Digel vana belgenameyên Partîyê, Komara Kurdistan û pirtûkên dersdanê jî bi zimanê kurdî hatin çapkirin.
“Qazî Mihemed pir qîmet dida xwendin û perwerdeyiyê. Piştî îlankirina komarê di demekî kurt de bo perwerdeyiya bi zimanê kurdî bi serkêşiya Qazî Mihemed kampanya (helmet) hatin destpêkirin, pirtûk û kovarên kurdî hatin çapkirin, sînemayek hate damezirandin ku bi qezenca wê zarokên feqîr didan xwendinê.”[4]
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan; hînkirina xwendin û nivîsandinê û wd. Rêxistina jinan hate damezirandin di çarçoveya benda 21. a destûrtnameya PDKê de ku dibêje; “Jin jî wek mêran di hemû warên sîyasî, civakî û şaristanî de xwedî maf in.”[5] “Wê demê ez seroka Yekitiya Jinên Kurd bûm.” “Qazî Mihemed dixwest hemû jin beşdarî faaliyetên civakî û siyasî bibin. Jinên kurd jî bi serfkirina ked û berhemên keda xwe û bi bexşkirina zêrên xwe piştgirîyê didan komarê.”[6]
Xaleke girîng jî ve bû, ku tevayî cografyaya Kurdistana Rojhe- latê, ne di nav sînorên Komara Mehabadê de bû. Rayedarên Sovyetê nedixwestin cografyaya Komarê fireh bibe û bigîje sînorên xwe yên dîrokî. Digotin ji bo bidestxistina bajarên dî yên Kurdistanê: “hêrîşa we dê bibe sedem ku Amerîka û Îngiliz wan cihan hemû dagir bikin û nefta Kirmanşanê biêxin destê xwe.”[7]
Damezirandina Komara Demokratîk a Mehabadê, berhemê bîr û îradeya neterweyî ya gelê kurd bû û di dîroka hevdem a neteweyê kurd de dewleta yekemîn bû, mixabin temen kurt bû û nizîkê 11 meh li ser piyan ma.
Bêguman sedemên navxweyî û derveyî yên têkçûna Komara Kurdistanê hene: Di civaka kurd de li şûna têkiliyên civakî-siyasî, serdestbûna têkiliyên eşîrî; di tevayê bajar û cografyaya Kurdistana Rojhelat de nerêxistinbûna PDKê û hikûmetê; têkiliyên hinek serokeşîran bi dewleta merkezî ya Îranê re ku hêza artêşa neteweyî ya komarê ji wan pêkhatibû, sedemên herî girîng ê navxweyî ne. Paşvekişyana Yekîtiya Sovyetê û piştgirînedana bo Komara Azerbaycan û Kurdistanê, îtîraza Brîtanya û DYA bo damezirandina Komara Demokratîk a Azerbaycan û Komara Demokratîk a Kurdistanê û bi awayekî aktîf piştgirîdana hikûmeta merkezî ya Îranê, berxwenedana Komara Azerbaycanê jî, sedemên girîng ên derveyî ne.
Li vê derê wek welatek sosyalîst bi taybetî divê polîtîka YSê bête dîyarkirin. Em dikarin bêjin ku ji ber pêdivîya polîtîkaya dervayî nebe, ji destpêka salên 1920an şûn de piştgirî bo tekoşîna rizgariya netewî û şoreşgerî nehatiye dayin. Bi rastî di meseleya neteweyî ya kurd de, polîtîkaya YSê, li gor berjewendiyên wan ên li Rojhelata Navîn û têkiliyên wan ên bi Brîtanya, DYA û dewletên herêmê ve girêdayî bû.
Rêberiya Yekîtiya Sovyetê, bi taybetî nedixwest meseleya netewî ya Azarbaycan û Kurdistanê û bi giştî jî meseleya netewî ya di nav Îranê de, di çarçoveya mafê dîyarkirina çarenûsiya xwe de bîne rojevê û jê re çareseriyekê pêşkêş bike. Dewleta Sovyetê ji ber berjewendiyên xwe yên neteweyî û navneteweyî, ji aliyê sîyasî, rêbaz û teoriyê ve paş ve kişiya. Piştgirî nedida tevgera rizgarî ya neteweyî, berovajîya wî gelek caran jî tengasî û astengiyên bihêz derxistin pêşberî xebata tevgera rizgariya neteweyî. Stalîn di nameya xwe ya bo Pîşewerî de li ser qrîza (buhran) navxweyî ya Îranê, sîyaseta wê demê ya Yekîtiya Sovyetê derbarê Îranê de weha dîyar dike:
“Li Îranê qeyrana (qirîza) giştî ya şoreşgêrane û helûmercên we- ha nîne, ku hûn bikin taktîkên salên 1905 û 1917an yê Lenîn. Îran ligel dujminên derve di haletê şer da nîne ku sernekevtina wê bibête hoyê lawazbûna kevneperestî û qulbûna qrîzê”….
Taktîka me di vê navberê da divê çi be? Ez weha bîr pê dikime ku divê em li têkhelçûnê da kar wergirin bo ew ê ku Qewam paşegize (fêlbazî) nekit, divê piştevanî li Qewam bête kirin ta ku layengirên (alîgirên) Îngiliz belav bikin û bi vê terzê hindek pêge bo demokratîzekirina Îranê pêk bîne.”[8]
“Piştî bidawîhatina Şerê Cîhanî yê Duyem û vegerandina leşkerên Rusî û Îngilîzî bo welatên xwe, leşkerê Îranê dest bi livînan kir.” (Mahname, hejmara: 66 ) Bo ji nû ve dagirkirina Kurdistan û Azerbaycanê. Rêvebir û hêzên leşkerî yên Komara Azerbaycanê li ber xwe nedan û di demeke kurt de hêzên leşkerî yên Îranê ketin Azerbaycanê. Piştî hilweşîna Komara Azerbaycanê, Qazî Mihemed digel endamên qabîne û giregirên eşîran berhev bûn, rewşa nuh hate helsengandin û di dawiya gengeşiyên dûr û dirêj de biryara pevneçûnê hate girtin.
Li pey vê biryarê, di şeva 17.12.1946an de General Mistefa Barzanî bi tevî hinek takekes û rêberên Barzaniyan hatin Mehabadê bo hevdîtina Qazî Mihemed. Qazî Mihemed biryara qabîneyê ji Mistefa Barzanî re got. Piştî hevdîtin û guftugoyan, General Barzanî pêşniyaz kir ku Pêşewa Qazî Mihemed digel wî ji Îranê derkeve û weha got:
“Ez niha jî cenabê we serokê Komara Kurdistanê dizanim û hez dikim we deynim ser serê xwe û li her derê di xizmeta we de bim. Mayîna we li Mehabadê hîç sûd ji we re û ji gelê kurd re nayîne. Hûn ji vî gelî re gelek lazim in û mirov bi vê dewleta ha (ji Îranê) hîç ewle nabe.”
Qazî Mihemed ji bo dilovanî û qedirzaniya General Barzanî spas kir û got:
“Cenabê Mele Mistefa! Ez dizanim dewleta Îranê dê tevayiya rik û kîna xwe ji min veke û dê min bi mirinê tawanbar bike û bikuje. Hingê dê bêhna serok û rayedarên dewletê fireh bibe, êdin dibe ku gelê me ji xişm û xezeba wan selamet bimînin. Loma min bi gel re peyman bestiye ku di her mercî de wan bi tenê nehêlim.”[9]
Li pey vê hevdîtin û gotinên dîrokî, Qazî Mihemed alaya Kurdistanê ku li ser maseya wî bû, pêça, ramûsa û dirêjî destê Barzanî kir û got:
“Alaya Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûn nehêlin ev alaya hanê bikeve ser axê.”[10]
Li pey hevdîtina dawîn a Barzanî û Qazî Mihemed, roja dî Barzaniyan ji aliyê Nexede û Şinoyê de ber bi tixûbê İraqê ve here- ket kirin. Ji wê gavê şûn de Barzanî wê pêvajoyê weha tîne ziman:
“Em hatin neçarkirin ku bên ser sînorê Yekîtiya Sovyetê û xwe ji ablûqeya leşkerên Îranê rizgar bikin. Em pêşî çûn nav erdê Tirkiyê û ji wê jî hatin ser sînorê Sovyetê. Di mudetê 20 rojên meşa xwe ya heta ser robarê Aras de, di hemî van 20 rojan de daxwaza kevneperestên Îranê ew bû ku me ji holê rakin; lê piştî şerekî giran û xwînî em gihîştin ser sinorê Yekîtiya Sovyetê.”[11]
Ji çûyina Barzaniyan şûn de, di 21ê meha diwanzde (December) de hêzên dewletê bê astengî ketin bajarê Mehabadê. Di wê şevê de Qazî Mihemed û Seyfî Qazî hatin girtin. Piştî girtina Qazî Mihemed û hejmarekî zêde ji rêvebir û karbidestên hukûmeta Komara Kurdistanê, li nav bajarê Mehabadê atmosfera tirs û hovîtî û xwînrijîya dagirkerên Îranê dest pê kir.
Dadgehîkirina Qaziyan, yek ji bûyerên sîyasî yên herî mezin ê dîroka Kurdistanê ye. Qazî Mihemed di hemû rûniştinê mehkemekirinê de li hemberî dagirkerên Îranê zeafiyetek nîşan nedaye û serê xwe netewandiya, bêtirs û bi serbilindî parastina gelê kurd kiriye.
Kiyomers di derbarê helwest û mahkemekirina Qazî Mihemed û rêberên kurd de weha dibêje: “Qet min bawer nedikir ku berpirs û rêberên kurdan hindî bi cerg û xîret û mêrçak in. Heya niha jî dengê Qazî Mihemed tête gohê min, dema digot: “Xwedê sizayê mezluman ji zaliman bistîne.” Lê nirrîna Seyfî Qazî ku ew meydana dewr û ber pirr kiribû, mist û pên li efser û serbazan didan, hemû li ber çavê min in û di guhê min de ne.”
01/05/2007/
Amed
[1] Seîd Humayun, Jiyan û Tekoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, r. 33, weş. DOZ, 2006, Stenbol.
[2] Seîd Humayun, Jîyan û Tekoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, r. 65, weş. Doz, 2006 Stenbol
[3] Mîne Xanim, hevpeyvîna bi Kurdistan Press re, 1987
[4] Mîne Xanim, hevpeyvîna bi Kurdistan Press re, 1987
[5] Mîrza Menaf Kerîm, Bîranînên Min, weşanên Jîna Nû
[6] Mîne Xanim, hevpeyvîna bi Kurdistan Press re, 1987
[7] Seîd Humayun, Jîyan û Tekoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, r. 86. weş. Doz, 2006 Stenbol
[8] Kovara WAR, hej. 15(ji Nivîsara Amîr Hasanpor), r. 72, Nameya Stalîn bo Pîşewerî, 8ê Gulana 1946
[9] Seîd Humayun, Jîyan û Tekoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, r. 103 weş. Doz, 2006 Stenbol
[10] Seîd Humayun, Jîyan û Tekoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, r. 104 weş. Doz, 2006 Stenbol
[11] M. Barzanî, Ji bo Generalê Yekktiya Sovyetê Heval Stalîn J. V. 18ê Hezîrana 1947
Dr. Emîr Hesenpûr/Stalîn, Qeyrana Şoreşê û Rûxîna Komara Azerbaycan û Kurdistanê
1 Aralık 2010 par Kovarabir
Dans WAR Hejmar 15
Belge:4) Nameya Stalîn bo Pîşewerî
(Arşîva Wezareta Derve ya Yekîtîya Sovyetê: U 7, d 544, p34,la. 9 û 8, rêkewtî 8-î Mayî 1946)
Bo Hevrê Pîşewerî,
Bi min weha ye, ku ew rûdanên navxo yê Îran û herweha rûdanên navneteweyî jî rast nehatiye helsengadin.
Yekem: Hûn nûha dişên ew hemû daxwazên şoreşgerên Azerbaycanê bidest bihênin. Belam(lêbelê) helumercê(rewşa) îro bi warê gehîştina bicîhênana ew programan nade. Lenîn daxwaza serekî ya şoreşgêranî demek hênaye kayewe ku kirîye da bedî bi rikên -destnîşan dikimeve di kirinê da bed bikirênwê jî demêk ku qirîzêkî bihêz ê şoreşgerane di nava welat da û herweha sernekevtina sûpayê ligel dijminê derve da hebêt, di sala 1905 da dema ku şer ligel Japon serî negirt, herweha jî bû di wextê şerê sernekevtî yê ligel Alman di sala 1917 da. Hûn gereke ji vê barî ve bahsê Lenîn bikine eva pir baş e û cîyê rêz lêgirtinê ye jî. Belam rûdanên îro yê Îranê biberevajî wê demê ye, nûha li Îran qeyranî(qirîza) giştî ya şoreşgêrane nîye, cotkarên Îranê heta nûha çalekîyek weha nîşan nedaye. Îran vêga ligel dijminê derve bi şer mijûl nîye, ku bikarîbe darudesteyê kevneperestên Îran eger bête û li şer da sernekevêt, lawaz biket. Dawîyê ev e li Îranê helumercêkî weha nîye ku hûn bikin taktîkê Lenînî ya di sala 1905 û 1917 da hate bikarhênan.
Duwem: Bêguman hûn dikarin bo serkevtina xebata xwe û daxwazên şoreşgerane yê Azerbaycan hêvîdar bibûna (bo dahatu) eger sûpayê(leşkerê) Sovyet li Îran mabaye. Belam me nedişêya ewan zêdetir li Îran bihêlane. Bi giştî ji ber ewe, mayîna sûpayên me li Îran, bineretê sîyasetê me yê rizgarîxwazane li Asya û Awrupa da xewşdar dikir. Amrîka û Îngilizan ji me ra got ku eger sûpayê sovyetê dişên li Îran bênêtewe bo çi divê sûpayê Îngiliz nedikarêt li Misir û Sûrye û Endonezya û Yonan, sûpayê Amrîka jî li Çîn û Îsland û Daxark da bimênine. Liber vê me biryar da, sûpayên xwe ji Îran û Çîn bikêşin, bo ewê ku ev bînûye li destê Amrîka û Îngiliz da nehêlin û bizotneweyê rizgarîxwazî yê li kolonîyan ferehtir bikin bi vê terzê sîyaseta rizgarîxwazane meşru û karîgertir bikin. Hûn wek şoreşgêrêk li me têdigehin ku me ne dikarî bi şêweyekî dî tevgeryana.
Sêyem: Bi liber çavgirtina gotina we dikirê bi vê encamê xware ve sebaret bi helumercê Îran bigehîne. Li Îran qeyranî bihêz ê şoreşgêrane nîye, Îran ligel dujminên derve di haletê şer da nîye ku sernekevtina wê bibête hoyê lawazbûna kevneperestî û qûlbûna qeyran(qirîzê). Ta ku sûpayê Sovyet li Îran hebû, derfetên dirêjedan bo xebata we li Azerbaycan hebû û hûn dikarin bizotneweyekî demokratîk bidaxwaziyekî dûrûdirêj û firawan, rêkbixin. Belam sûpayê me dibûwa ji Îran bikişêteve ku kişyaye. Êsta(nûha) jî em li Îran berev rûbirûyê çi ne? Em têkhelçûna dewleta “Qewam” divên ligel layengîrên(alîgirên) Îngiliz ku kevneperestirîn darudeste nin li Îran. Rabirdûya kevneperestîya Qewam herçonêk bûwe, nûha ew, neçar e bo bergirîkirin li berjewendîyên xwe û herweha parastina dewleta xwe, hindêk reformên demokratane biket û bi dawîyê piştevanî li nav hêza demokratên Îran da bigerêt.
Taktîka me di vê navberê da divê çi bê? Ez bi weha bîr pêdikime ku divê em li têkhelçûnê da kar wergirin bo ew ê ku Qewam paşegize(fêlbazî) nekit, divê piştevanî li wî bête kirin ta ku layengirên(alîgirên) Îngiliz belav bikin û bi vê terzê hindêk pêge bo demokratîzekirina Îran pêk bên. Hemû amojgarîyên (şîretên) me bo wê serçavîyê, ji vê esasê ra digirê. Belam dikarê taktîkekî dî bigrine pêş: waz li hemû tiştêk bihênrêt, pêwendî ligel Qewam bipiçrêt û bi vê terzê serkevtina layengîrên kevneperest ên Îngiliz mîsoger bêt, belam eve taktîk nîye belkû hemqet e, ev di rastî da xiyanet bi gelê Azerbaycan û demokrasîya Îran e.
Çarem: Hûn li vana bibên ku ji sereta ve we me gehande asman, belam dawîyê me serbest kirin û me rîswa kirin. Eger wate(mana) cîyê sersembûn e. Belam di rastî da çi rûdaye? Me li vira da şêweyê dîyarkirî yê şoreşgêrane bikarhênaye ku ji layê hemû şoreşgêrêk ve ronî û aşkira ye. Bo ewê em bi xwe bişên ligel ew helumercê wek Îran biguncênin û kemtirîn daxwazên bizotnewe cîbicî bikirêt, pêwîste bi daxwazên kem (mînîmom/asgarî) dest pê bikirêt û pêşrewê bikirêt û bo dewlet metirsî dirust bibêt û paşegizekirdinî dewlet bête kayewe. Belam ranehêlin bo pêşeweyî, hûn nedikarin li barodoxê êsta yê Îran bi vê daxwaziyan ku dewleta Qewam êsta neçare wan cîbicî biket, wan misogerî bikin. Eva yasaya bizotneweyê şoreşgeran e. Belam qise liser riswakirina we her nahê bête kayewe. Cîyê sersembûnê ye eger yên weha bîr bikineve ku me wekê dî we riswa kirîye. Biberevajî eger hûn jîrane bicûlêneve, bi piştewanîya manewî em dikine ew daxwazîyên ku min nasand, pirranîya wan li helumercê Azerbaycan da heye. Hem Azerbaycan û hem Îran wek pêşrewanê bizotneweyê pêşkevtîxwaz-demokratîk di rojhelata naverast da, dawîyê xêrhatin bo we dikin.
Î. Stalîn, 8-î Mayî 1946
Têbinî: Hejmara belgenameyan ji layê “Gizing” ve hatîye danîn.
a) Sereta(Destpêk)
Nameyê 8-ê milî 1946/ (18. 02. 1325) Stalîn bo Mîr Caferê Pêşewerî, Serekwezîrê Hikumetê Millî yê Azerbaycan(Komara Azerbayacan a 1946), ku bo cara pêşî di vê hejimara Gizing da belav dibe, belgeyêkî herî girîng ê sebaret bi sîyaseta dewleta Sovyet li ser Komara Azerbaycan û Kurdistan, bi taybetî derbarê sîyasî yê Îran û cîhanî yê wê serdemê bigiştî. Dewrê Yekîtîya Sovyet ji damezirandin û rûxîna du komaran ta êsta li zemînên cûrbicûr da lênêrînên dijî kominîstan (dewleta Îran, nasyonalîstên îranîyan, piraniya karbidestan û lêkolînên rojnameyan) dibên Dewleta Sovyet dewletêk dagîrker û destdirêjker û dîktator bû ku dixwest, bi xerakirina Îran, welateke dagîr bike û neft û samanên wî birûtênête û bigîje “ava germ a kendava Fars”. Yekîtiya Sovyet temahî bi nefta Îran kiribû û dawa li dewleta Îran kir ku êmtiyazî derhênan û kar wergirtin ji neftê bakurê Îranî bide wê. Ji ber vê Îranê nedixwest wê êmtiyazê bide Yekitiya Sovyet, dawîya temambûna şerê cîhanî yê duwem, sûpayên xwe li Îran ragirt û xelkê Azerbaycan û Kurdistanê handa(teşwîq kir) ku ji Îran cihê bibine. Belam serekwezîrê “jêhatîyê Îran” Ehmedê Qewamulseltene, firya çû bo Yekîtîya Sovyetê û belênî da wan ku êmtiyazê neftê didatê û Moskov razî kir ku hêzên xwe ji Îranê bibite derê. Çend mang şunda ku arteşa Şahînşahî hêriş kir ser Azarbaycan û Kurdistan, xelkê wan bi xwe xelas kir û “pûşalî”ya her du hikumetan sernixun kir. “Lêhûrbûnên” weha, ji ronîkirina tevgera rûdanan pirtir ronakî dixate ser awat û xeyal û îdyolojiya ewan ên ku dijî rizgarîya gelê Kurd û Azerî û damezirandina dewletêkî demokrat û serbixo bûn li Îranê.
Pirraniya layengirên bizotneweyê sala 1946 bi çavekî rexnegirane dinêrin li helperistî û piştberdan û bitaybetî xiyaneta Yekîtîya Sovyetê. Di vê boçûnê da jî, wergirtina êmtiyaza neftê bakur wek binçînekî sîyasetê Sovyet bahs dikirê. Wek mînak, Noşîrewan Mistefa Emîn dinûse: “Bo Yekitîya Sovyet di vê demê da ew girîng bû rêkewtinekî Pîşewerî-fîruz ser bigirê û hikumetê Qewam ji ser kar bixêne bo ewê wekî belênî dabû: êmtiyaza neftê şîmal bi Rusya bidate.”[1]
Dewletî Emrîka pêş tewawbûnî şerî cîhanî, hewlî xoy bo pitewkirdinî deshelatî le Îran dest pêkird. Yekêk lew bernamaney Emrîka dananî binkey abûrî û eskerî bû. Dû kompanî newtî Emrîkayî 1e 1944 da dawayan le Îran kirde îmtiyazî newtîyan le bakurî Îran -wate leser sinorî Sovêt- bidrêtê. Dewletî Sovyet bo ewey Emrîka binkey casus le ser sinurekanî danemezrênê, be dewletî Tehran rageyand ku eger Îran pêwîstî be dahatî newt heye, dewletî Sovêt amadeye beşert û mercêkî zor baştir le Emrîkayekan newtî bakur rehemel bênê.
Dewletî Îngiliz û Emrîka be pêy lêkolînewe nihênekanî xoyan boyan rûn bibowe ke Yekîtî Sovêt niyazî be newt nîye. Raportêkî fermandekanî stadî hawbeş(Emrîka) be dewletî Emrîkayî rageyand ku “amancî serekî[Sovêt] parastinî nawçe heyatîyekanî ploêstî(Ploesti), Xarkof û Bako” ye. Dewletî Sovêt bi dirustî pêy wabû ke dirustkirdinî bingey hêzî hewayî Emrîka le şehranî Erebistan metirsîyekî serekî ye bo Yekîtî Sovêtê.
Fred Lawson, “The Iranian crisis of 1945-1946 and spiral model of international conflict”, International Journal of Middle Est Studies, Vol. 21, No. 3, 1989, pp. 317,320.
Fîrqeya Dîmokrat a Azerbaycan û Hizba Demokrat a Kurdistan ta êste lêkolînekî têr û teselî li ser du komaran nekirîye û ewên bahsê wan kiribê zêde li duwayî lêhûrbûna sîyasetê Sovyet nekevtin. Li gor Dr. Qasimlo weha bû ku:
“Sîyasetê wê demê yê Yekîtiya Sovyetê naveroka sîyasetê serdema Stalîn bigiştî û li radeyî cîhanî da rastê hindêk tahlûke û lêhûrbûnên çewt bû…. Nakokî û netevayîya sîyasetê Yekîtîya Sovyetê li beramber bi Îran berçav dikit…. Her çewan ku bê paşkişeya Yekîtîya Sovyetê li Îran çi bi mebestî wergirtina êmtiyaza neft bû bê çi li akama(encama) şikesta sîyasetê mezin mezinxwazî Baqirof (serokwezîrê Komara Sosyalîst a Sovyeta Azarbaycan), berhemê lêhûrbûnekî çewt a helûmercê wê demê yê Îranê bû.”[2]
Nîşanêkî qeyrana(qirîza) şoreşê ew e ku çîna deshelatdar
ku dewlet di dest wê de ye, nedişiya bi şêweyê kevin yan
bi şêweyê adetî hikumet bike.
Ev “lêhûrbûna(lênêrîna) çewt jî”, bi raya Dr. Qasemlo du sebebê wê hebû: 1- Qewam birêvebirên sovyetê “qanih kirin ku gîrûgiriftê Azerbaycan wek meseleyêk nêv xwe yê Îranê danên û daxilyetî(mudaxele) têda nekin.” 2- Yekîtiya Sovyetê ji şerêkî wêranker rizgar bibû, bîst mîlyon kûştî dabû, sedan bajar û navenda sinhetê gewreyî xera kirabûn”, bi berevajî, bihêz bû û piştî bi bombayê atomî jî hêztir bû û di vê şert û mercan da Sovyet amadeyê têkhelçûna ekserî ligel Amrîka nebû.[3]
Pirraniya lêkolînvanan bayexêkî (qîmetekî) temam didin bi dewrê Qewam li “firîwdanî” Yekêtîya Sovyet. Dibên Qewam “sîyasetdarêkî jîr” û “lêhatû” bû û karî “destê Stalîn” bibirrê.[4] Ew boçûne hîç ronakayî naxîne ser kêşeya sîyasetê Sovyet. Qewam li Îran, wek kevneperestêkî ser bi Îngilîz baş hatibû nasîn û Dewleta Sovyetê jî baş agahî li rabirdû û kirinên wî hebû(Stalîn di nameyek da îşare bi rabirduya Qewam dike). Herweha dewleta Sovyet jî ew hende sawe û bê tecrube û nefam nebû ku Qewam bikarêt biçewtî wê bixeletênê. Eve jî dîyar e, Yeketîya Sovyet zêdetir li hemû welatêk li şerê cîhanî yê dûwem da wêran bibû û pitir ji bîst milyon kes hatibû kûştin.[5] Dîyar e Amrîka jî hêrişe û dijwarî dikir û dixwest şoreşgêran û gelanê rizgarîxwaz bi bomba atomî çavtirsîn bike û li Awrupa û Asya û Afrîqa da desthelata xwe damezrênêt.
Ne rewşa(barê) sîyasî û aborî û sext dijwarî ya Yeketiya Sovyet û ne rewşa navneteweyî dumahîya şerê cîhanî hîç yekî ji wan nedikarîn bincîne û hoyê(şertê) “analîzên çewt ên halûmercê Îranê” ronî bikine. Rêberayetîya Sovyet di wê demê da ji layê sîyasî ve paşve hilkêşya û aşbetalî bi gelê kurd û bi gelê Azerî kir ku şoreşa karkerî û tevgera rizgarîxwaz a neteweyî li Awrupa, Asya û Afrîqya da li vê perrî da berve geşbûnîyê da bû. Her wekî tevgera kominîstên cîhanî bi hoyê destkevtîyên bi xebata dijî faşîstî da -Ji Stalîngiradê bigre heta Yonan, Yogoslawyê, Almanî, Îtalya, Feranse, Çîn û welatên din- qedr, hurmet û serberziyekî bêmînak bidestkevtibû. Li vê barodoxê da, hêzên dagîrkerên kevn(wek Îngiliz û Franse) û ji hêza tazepêdakevtî (nûgehiştî) ya Amrîka hîç yekî ji wan wejê ewan nebû bilêsey xebata rizgarîxwaz daxirêneneve. Ji vî helumercê li vê derbare da, rêberayetîya Sovyet -bi sîyaset û bername û rêbaz û têorî û kirinê- alayî serdanewandin û aşbetalî hel kir û bû bi astengêkî bihêz li beramber bereyê xebat û rizgarîxwazî da. Lênihêrîna rêberayetîya Hîzba Kominîst a Sovyet tenya li derbarî sîyaseta Îran da”çewt” nebû. Lênihêrîna weha bo gelek welatên din amade kira û gelek bizotneweyên din her wekî xebata rizgarîxwazî ya gelê Kurd û Azerî bûn. Analîzên çewt jî ji çavkanîya xelet û nezanînê nebû. Dewleta Sovyet baş agayî li çewanêtî û çendêtî ya xebata li piranîya welatên dinyayê hebû. Çavkaniya(serçaveya) ev lênihêrînê di rêbaza sîyasî û îdeolojî û têorî ya wê demê ya Hîzba Kominîst a Sovyetî da bû- rêbazêkî bi reşkawî di nameyê Stalîn da wek amojgarî(şîret) bo Pîşewerî amade kiraye.
1- Naveroka Nameyê Stalîn
Ji nameyê Stalîn weha derdikevê ku Pîşewerî rexne li wî girtîye ji ber vederketina Sûpayê Sor li Azerbaycan û bakurê Îran. Her weha gotûbêja ku Îran, wek Rusya ya salên 1905 û 1917, rastê qeyranêkî (bohran, azme, crisis(ing)) şoreşî bûye û şertûmerc amadeye bo bicîhênana bernameyê maksîmom (herî zor) ê şoreş, wateya wê sernixunkirina dewleta Îran û damezirandina dewletêkî demokrat a gel e.
Stalîn ji Pîşewerî ra dibê ku analîza we ya derbarê sîyasî ya Îran û nêvneteweyî da çewt derketiye/bûwe. Qiseya Stalîn, Dewleta Sovyet nedikare êdî sûpayî xwe yê li Îranê rabigrê, çunke eger sûpayê wê ji Îran ve derneketiba, Îngiliz sûpayê xwe li Misir û Sûrya û Endonêzya û Yonan, Amrîka jî sûpayê xwe ji Çîn û Îslanda û Daxark radigirt û eve jî zîyanî dibû bo bizotneweyê rizgarîxwazî li Asya û Ewrupa.
Herweha Stalîn dibêje ku li Îranê qeyranêkî bihêz ê şoreşî nîye, çunke dewleta Îran (bibervajî dewleta Rusya ku di 1905 da ligel Japon bişer hat û li 1916-17 ligel Alman xerîkê/pêgirtî şer bû) ligel dewletêkî derve tûşî(rastê) şer nebûye heta bi vê şerê kiz bûbê. Herweha cotkarên Îran xebatêk berîn û berçav nekirîye. Ku weha bû nûha dijmin (dewleta Îran) bihêz e û xebata çîna bindestan negeyîştîye şoreş kirin bo guherîna nîzama sîyasî û komelayetî ya çewt. Lebatê sernixunkirina dewlet, Firqeyê Demokrat dibê piştevanî li taqimêkî di nav vê dewletê da bike(deste û deyareyî Qewam) bo wê bi yarmetî ew taqim û handana bo demokratkirina welat, bereyê domokrasî- xwaz bihêz bikirê. Bikurtî gotina Stalîn ev e: Qeyrana(qirîza) bihêz ê şoreş li meydanê da nîye, xelk lipey azadî û demokrasî nekevtîne, beşek ji çîna deshelatdaran dêmokrasî divê, faydeyê şoreş nîye, bi piştevaniya beşêk ji çîna deshelatdar, dêmokrasî pêş bixin û çaverê bin li dahatû da qeyran pêk bê.
2- Qeyrana(bohran, qirîz) Şoreşî
Pêdaçûnek bi rûdanên salên 1941-1946 vê aşkira dike ku analîza (lênihêrîna) Pîşewerî li derbarî sîyasî Îran û cîhan da dirûst bû û boçûnê Stalîn “çewt” bû. Belam li pêş da dabizanîn derbarê şoreşê(revolutionary situation) qeyrana şoreş a ku Stalîn û Pîşewerî herdûyan behsa wan kirîye çî ye. Lenîn di sala 1915 da, salêk berîya destpêkirina şerê cîhanî yê yekem, nivîsî:
“Bo Marksîstan hîç cîyê munaqeşe nîye ku şoreş bi bê barî şoreş îmkanî nîye; zêdetir ji wê, her rewşekî şoreşî jî(ji xwe ve) nabête şoreş, bikurtî nîşanên derbarê (rewşa) şoreşê çi ne? Em bê şik rastê çewtî nabin eger dest rabikêşin bo ew sê nîşanên serekîyane: 1) Dema çîna desthelatdaran îmkanê wan nebêt hikumetê xo dirêje pêbidinbibê gorîna şêweyê hikumet kirina wan; hinek li nêv “çîna serîyekan” qeyran cext, bi her formêk bê, qeyranêk li sîyasetê çîna hakim e, ku bigate qelşînêkî weha ku nerezayî û tûreyî ya çîna zulim lêkirî biteqêteve. Bo ewê şoreş bibê ew hende bes nîye ku <çîne jêrdest jî nedikarî> bi şêweyî kevn bijîn; bêcige ji vê jî pêwîste ku <çîna desthelat jî netiwane> bi şêweyê kevn jîyana xwe bibine serî; 2) Dema derd û niyazê çîna zulm lê têkirin ji radeyê adetî pirr tundtir bûbe; 3) Demêk, li akamî ew şertên min behskira, çalakîya cemaweran ta radeyêkî pir pitir bib, ew cemawerê ku bi bê sklakirin dihêlin di <zemanê aştî> da bîyan rûtênineve, belam di <zemanê serhildan> da, bi destê temamê helûmercê qeyran û bi destê xwedî <çîna serdest> dikêşrêne nav karê mêjûyî serbixwe.
Bi bê ev goranîyên objektîvane, ku serbixwe yê ji îradeyê grup û hîzban û bitaybetî çînên komelayetîyan, şoreş, wek qaîdeyekî giştî îmkanî nîye, temamê ev gorînên objektîvane bi tevde ji wî ra dibên qeyrana şoreş.”[6]
Ji van qiseyên Lenîn weha derdikevê ku, bibervajî bawerîya Stalîn, bo pêkhatina qeyrana şoreşî pêwîst nîye ku dewlet ligel welatêkî dî bişer hatibê û rastê şikest bûbê û pê kiz bûbê. Bo wêne, dewleta Heme Reza Şah li 1978-79 bê ku ew ê rastê şerê derve bûbê, girîftarê qeyranêk giştî bû ku temamê ew nîşanên ku Lenîn basa wan kirîye têda tête dîtin. Ca da bizanbin di sala 1946 da li Îran qeyrana(qirîza/rewşa) şoreşî hebû yan na?
b) Qeyrana Şoreşî Li Îran di Sala 1946-an da
1) Şêweyê Hikumeta Çîna Desthelatdaran:
Ligel wê jî da şerê derve bo pêkhatina qeyran pêwîst nîye, dewleta Îranê bi bervajî lênêrîna Stalîn, li sala 1941-ê da rastê şerê ligel du welatê derve -Yekîtiya Sovyet û Îngiliz- bû. Sûpayê ew du dewletan li meha Abî 1941-ê Îran dagîr kir. Eger dewleta Rûsyayê têzarî ew hende bihêz bû ku di 1905 da ligel Japon û di sala 1914-17 da ligel Alman bi şer bê, arteşa dewleta Riza Şah, hejar ketibû, “bi belavkirina du rûperr agahî” ji teyareyên Sovyet pirş û belav bûye.[7] Xakê(erdê) Îran bo maweyê pênc salan li nevbera Sovyet û Îngilizan da hatibû dabeşkirin û di sala 1942 da hêza xeyrî şerkerê arteşa Amrîka jî hate Îran.
Nîşanekî qeyrana şoreşî ew e, çîna desthelatdar ku dewlet bidest wê da ye nekarî bi şêweyê kevn yan bi şêweyê adetî hikumet bike. Dewleta Îran bo maweyê duwanzde sal, ji 1941 heta 1953(helhatina Heme Reza Şah li Îran û vegerîna Amrîkayê) netiwanî bi şêweyê kevn hikumet bika. Her ewên dî, hêzên Sovyet û Îngiliz Îranê dagîr kir, Riza Şah ji textê seltenetê hênaye xwarê û ji Îran ve deranî û kurrê wî Heme Reza bi bê deshelatî li text dana.
Di şêweyê kevn ê hikumeta Pehlewî da, dewlet xwedî Şah bû, Şah jî bi arteş û cendirme û polîs pişt hestûr bû. Parlaman(meclîs şûrayî mayî) dezgayê dadperwerî û îdarî jî giştî kutekê destê Şah bûn. Li derveyê welat da “li komelên medenî” da, hîç bingehêzêkî sîyasî wek hîzib, sendîka û rêkxistinên serbixwe li meydanê da nemabûn. Herçî hêzên xeyrî dewletê ye- ji mizgeftan bigre heta rojname û kovarên serbixwe- serkut û bêdeng kiribûn. Dewlet -hernebê bi roala xwe- Şah û parlaman û kabîne û bûrokrasîya ekserî û îdarî li ser rêbaza sîyasî û îdeolojî yê hikumetê paşayî-eskerî dewrbûn.
Ku Heme Riza Şah bû bi Şahê Îran, nekarî bi şêweyê caran -şêweyê bavê xwe û paşayên pêşî yê Qaçar- hikumet bike. Arteşa 127 hezar kesî ya Reza Şah weha li ber yek teraza ku tenya 65 hezar kes jê maye û ew jî bi bê îcazeyê Dewleta Sovyet û Îngiliz nediwêra pel bibizêwê.
Parlaman jî(meclîs xulî 1944 li heta 1946) wek caran bi temamî li jêr deshelata Şah da nemabû. Ligel wê da jî piranîya nûnerên wê meclîsê kevneperest û ser bi derbarê Şah bûn, ji hewt fraksiyonên serekî pêkhatibû ku ji wan yek fraksiyona hîzba Tudeh bû ku wêrayî çend nûnerêk lîbiral û serbixwe berengarî sîyaset û kirdeweyê derbar û kabîne dibûn. Di pênc salan da -li rakirina Riza Şah heta têkçûna du komar- duwazde car serekwezîr û kabîne goran. Kabîne weha bû ku çend hefte zêdetir dewam nedihêna.[8]
Hemû qirîzên sîyasî di qirîza eskerî da rengê xwe baş dabûwe. Dewleta Amrîka û Îngiliz her du jî ditirsyan ku arteşa Şahînşah di maweyê şerê cîhanî û dawîya şerî da netiwanî(neşê) şoreşa gelên Îran serkut bika. Bo wê dewleta Amrîka ji 1942 bi vir ve dest bi yarmetîdana hêzên serkutkerên dewleta Îran dike. Amrîka ji sala 1942 heta 1946 nizîkê bîst hezar cendirmeyê wan bi talîm da, wan çekdar kirin û birêkxistin. Di Kanuna (Desembera) sala 1944 da, ataşeyê eskerî yê sefareta Amrîka li Tehran bi dewleta xwe ragihand ku arteş û cendirme yên hatine rêkxistinkirinê dikarin “hemû serhildanên eşîrî û hestên wan serkut bikin” û arteş sengerê serekî yê hikumeta navendî û bitaybetî yê Şahî” Îran e.[9] Belam serbaqî ew hemû yarmetîyên Amrîka, ew arteş dîsan li axirî(dawîya) 1945-ê nekarî pêşîya raperîna Azerbaycan û Kurdistanê bigire.
Qeyrana(qirîza) eskerî tenya li ber şeprêwî arteş nebû. Şer û çewtî li ser birêvebirayetîya sîyasî û hêza eskerî jî tund û tîj bû. Heme Riza Şah, wek bavê xwe, xwe bi fermanderê herî bilind ê arteş dadena, belam li meclisê 14 da hinde nûneran bi aşkera digot ku heqê wî nîye Şah fermanderê hêzên çekdar bî. Bitaybetî Qewam wextê di 1943 da xwe kir wezîrê şer û bi meclîs ragihand ku li dahatû da Reîs Stad li jêr fermanê wezîrê şer da dibê û bi vê terzê bo ewel car di 1941-î da, beş xeyrî eskerê dewlet hereşê dikir ku dezgayê arteş kontrol dika.[10] Suheyayê serekwezîr di Awrêla 1943 da, serbaqî berbestê (astengê) Şah, dixwest ji ber qirîza aborî, arteş ji 65 hezar kes biketa 30 hezar kes, belam Şah dixwest arteş pirr hêztir bike û bigate 108 hezar kes, dawiyê bi nêvçîtîya Amrîkayê bi 86 hezar kes razî kira.[11]
Dewleta Îngiliz, ji tirsa helemetî karkerên neft ê Xozîstan,
di mangî Cewlayê da bingehê deryayî yê xwe
li besra pitir kir û dû keştîyan berve Abadan birêkir
û amade bûn bo birêkirina sipayan bo Xozîstan.
Qewamî jî, Hesenî Arfeh(Reîsê Stadê Arteş) ku nokerê Şah bû girt û zîndan kir û “Rezm Ara”yî ku nehezê Şah bû li cîyê wî dana.[12] Di Kanuna 1943-ê da nakokîya di navbera Qewam û Şah weha teqiya ku gehîşte nêv xeyabanên(caddeyên) Tehran û tahlûkeyêke gewre sazbû. Çeqokêşan hêrişiyan bire ser meclîs û mala Qewam û dûkan û bazaran talan kir û taybetê jî bi hatina ceyşî Îngiliz serhildan temam bû.[13] Di meha Gulan a 1946-ê da, Qewam hereşeyê Şah kir ku xwe ji sîyaset wernede.[14] Di Oktibira 1946-ê da, qorêkî ji arteş û qorêkî muhafizekar li Tehran bi sefaretê Îngilizan ragehand ku tevgeradijî Qewam bidawî bînin.[15] Eger çîna desthelatdaran rastê qirîzekê bihêz nebûban, ew nakokîya wan îmkanê teqêneyî nedibû.
Hemû qirîzên sîyasî herweha di nakokîyên nêv arteş da bidîde kira. Li van salan da bereyê şoreşgêrî û azadîxaziyê hende bihêz bû ku bitaybetî efserên arteş û cendirme û polîsan jî hatibûne nêv rêza xebatê û dijî dewlet qîyamîyan dikir. Bo mînak, di havîna 1945 da, beşek ji efserên azadîxwazên arteşê raperîn dan destpêkirin belam Sûpayên Sor pêşî bi wan girtin û nehêşt perebestênê. Piştî damezirandina Komara Azerbaycan, ew efseran çûne Azarbaycan û çend kes ji wan bo yarmetî bi Komara Kurdistan di rojên dawî yên jîyana komar da çûne berve şerê Saqiz.[16] Herweha çend efserên aza û azadîxwazê hêza hewayî çend teyareyên artêşa wan revand û ligel hêza fîdayî yê Azarbaycan kevtin.[17] Li barodoxî ew qirîza sîyasî û eskerî da Partîya Demokrat a Azarbaycan û Partîya Demokrat a Kurdistan karîn hêza çekdar a dewleta Îran çek bikin. Aşkira ye ku hebûna Sûpayên Sor ê Sovyet li welat, bo ew raperîn gelek şertûmerc pêkhênabû.
2) Renc û Nîyazên Çîna Zulim Bi Wê Hatî Kirin:
Şertûmercêkî dî yê pêkhatina derbarî şoreş ew e ku derd û renc û nîyaza xelk bitaybetî çîna zulm bi wê hatî kirin ewqas pirr bûbû ku zulim helnegirin û bêne nêv meydana xebat bo gorîna barê jîyana wan, amade bûn bo ewê bigij hikumetê çîna deshelatdaran da biçin. Xelkê Îran di salên şerê cîhanî da, bitaybetî piştî dagîrkirina welat ji layê Îngilizan û Sovyetê ve, ji barê aborîyê ve rastê sextî û çermeseriyêkî zor bûn. Dagîrkirin tesîrêk temamî li hemû beşên aborî kir. Li beşê kiştûkal ( ku birîtî ji %75 hêza karê Îran û %50 hasilatê nexalîs ê xomalî GDP), berhemhênanê dexl û dan û ajel da şikan. Bo wêne, hasilatê genim û ceh %25, birinc %10, titûn %7, mêwe %20-%30, reşe welax %9 kêm bûye. Pêdivîstê têrkirina hêza havpeymanan (Îngiliz, Sovyet û Amrîka) û birêkirina yarmetî bo Sûpayê Sor li hember şerê dijî faşîstî ew hende yê dî xwastina tiştê xwarin û sotinê û cilûbergê pitir kir. Bêcige li Azarbaycan û nevçeyê deryaya Xezar, gelek malbendê din di Îran da qatî hebû û xelk li Tehran û li bajarên din hêrîş dihêna bo nan û xwarinê.[18]
Di helsengandina derbarî aborî da, banka mîllî ya Îran rageyand ku îndeksê xercê berêçûn(cost-of-living index) ji 100 ra li sala 1939 geyîşte 269 di sala 1942 da, 65 li 1943 û 757 li 1944. Li navçeyêkî dî yê Îran xercê birêçûn ji wê jî zêdetir bû.[19] Birçîtî(birsîtî) û qatî ew hende zor bû ku dewleta Sovyet 20 hezar ton gexî, wek yarmetî, da bi Îran.[20]
3) Kirdarî Mêjûyî Serbixo:
Gelek dîyar dibû eger di barudoxê pirr meynetî salên 1941-46 da karkeran û cotkaran û xelkê zahmetkêş ê dî amade nebibûwan û bo dahênanî mêjûyî bi xwe dest bi kirinên serbixo nedikira. Rojnameyê wê serdemê wêneyê nerezayî û xebata xelkê zahmetkêş tomar kiriye. Sefaret û konsolê Îngiliz û Amrîka li raporta bo dewleta xwe da dinûsê basê nerezayîya çîna jêrdestan li bajar û layê dî dikir. Ji yekêk di vê raporta nehênî da nûsîye ku nerezayî jiber tunebûna xûrekê û bê cilûbergî û nebûna derman û medrese û xwendin wê biteqête û bibête “şoreşekê bigujm-tund(violent revolution) li dijî çîna deshelatdar a nûha” û “eger hêza havpeyman(Allied) zû ji Îran biçine der wan rêga bikete bo serhildana giştî wek şoreş ku nerezayî bi her awê xelk li hikumet û nîzama komelayetî ya nûha derbibirê.”[21]
Lêkolînekê mêjûyî bizûtireve komeleyên Îran dibê ku bihar û havîna 1946 bi taybetî bo “bizotnewyê komelayetîya pêşkevtinxwazan yekcar libar bû.”[22] Rêkxistina “Şûrayî Yekgirtû yê Navendî yê sendîkayên karkeran û zahmetkêşan”ê Îran ku ser bi Hîzbê Tudeh bû piranîya karkerên Îranê birêkxistibû û 186 yekêtîyên karkeran endam bû(ji karkerên neft bigre heta pîtçinên(tîprêzên) çapxaneyan, mêkanîkan, tevngeran, necaran, mehdençî- yan û hwd.). Hejmara karkerên endamê wê Şûrayê digeyîşte 330 hezar kes ku dikir %70 hêza karkerên senhetî. Di piraniya 346 karxaneyên modern ê Îran da, rêxistina karkeran hatibû damezirandin, ku ji destpêka sala 1946 heta mangî nehemîn a wê salê, zêdetir ji 160 mangirtinê serkevtî yê li seranserê Îran da birêve bir.[23] Di nava mangî Gulan û Culayê da(ew dema ku Stalîn nameyêk nûsîye) “karkerên neft yekêk ji mangritinê senhetî yê herî girîng ê mêjûyê rojhelata naverasta ew wextan verêxist û ser ketin…. Di roja destpêka mangî Gulan(roja cîhanî ya karkeran) 1946 da, heştê hezar karker li Abdan, cîyê palavtina neft xwepêşandanan kir…. Di 10-ê mangî Gulan, ji deh hezaran zêdetir karker, bo pitir kirina mûçe li kangayê(çavîya) neftê Axacarî[Xozîstan] barîqat danîn. Şîrket[ê neftê Îran û Îngiliz] ava wê nawçeyê birî, belam dawîya sê heftan ku şûra(komîta) hereşe yê mangirtin ê giştî li Abadan kir, şîrketê li hember karkeran serî danî… Di nava meha Juên da, Hîzba Tudeh bi şêweyêk karî, bi ser piraniya ustayên [ê Xozistan] da hikum dikir, nirxî xûrakê dadena, amrazî rageyandin û hatûçûn bidesteve girtbû, xeyabanekanê li ber dest da û çavdêrî dezga û amrazên neftê dikir..” Li pêda helçûnêkî berîn di mangî Culayî da, nizîkê sed hezar karker berengarî şîrketî neft ê Îngiliz-Îran bûn û paşvekişyan dest pêkir.[24] Dewleta Îngiliz, ji tirs helametî karkerên neftê Xozîstan, li mangî Culayî da binkeyê deryayî yê xwe li Besre pitir kir û du keştîyên xwe berve Abadan şand(nard) û amade bûn ji şandina sûpayan ra bo Xozistan.[25] Ba birwanîne helbijardeyêk di raportê nehênî yê nûnerên Îngiliz sebaret bi derbarî xebata sîyasî li Îranê da:
* Destpêka 1944(sefîrê Îngiliz): “Li Îranê em bi aşkira li seretayê serdemêkî nû da ne û serhildana bizotneweyêkî komelayetî yê nû (new social movment) dibînin.”[26]
* 10-ê Juên 1946(ataşeyê ekserî yê Îngiliz li Îran): “Hîzba Tudeh kontrolê temamê karkerên li palavtinga[ê neft] bi destve ye û li meydana neftê jî mijûlê pelhawîstin e… ji nû de dibite nûnerê defakto yê hêza(de facto) karkeran li Îran da.”[27]
* 3-yê Juên 1946(konsolê Îngiliz li Ehwaz): “Hikumetê karê ustayan [ê Xozîstan] kevte dest Hîzba Tudeh.”[28]
* Axirî Culayî(ataşeyê ekserî yê Îngiliz): “Tudeh ne tenya bajarê Îsfehan bidest da bû, belku piraniya Gîlan û Maznederan û Xozîstan di bin deshelata wê da bû.”[29]
* Gotî 1946(konsolê Îngiliz li Îsfehan): “Xwedîyê karxaneyan [li Îsfehan] ew hende ji hîzba Tûdeh tirsyan ku newêrin serî li karxaneyan bidin. Îdareyê piraniya navçe û temamê karxaneyê qumaşçinînî bidest Hîzba Tdeh ve ye.”[30]
Her li wê nameyê da konsolê Îsfehan nûsî ku Hîzba Tudeh “li Îsfehan amadeye deshelata[sîyasî] temamî bidestbixe, her wekî ku demokratan li Tewrêzê kiribû.” Stalîn di nameyekê xwe da dibêje hêşta cotkarên Îranê amade nîn in. Ew qise jî dirust nîye çûnke, ligel wê jî da rêkxirawên sîyayî yê çepgirî kemtir tixûnî gundan dibûn û fêodal xwedî deshelatek tamamî bûn. Bi goreyê raportê konsolê Îngiliz di 1946 da, cotkar li gundên Meşhed, Hemedan, Yezd, Erdekan, Bem, Kirman û Mazinderan raperîbûn û bac û sûrusatiyan nedida bi derebegan. Cotkarên dorûberê dêhatî Tehran wek: Weramîn, Germesar, Şehrîyar jî her vaya kir û Qewam bo serkutkirina hikumetê eskerî li van navçeyan dana. Belam dawîyê neçar bû waadê îslahî (reforma) zevî bide. Li handana ew xebatan da rolekê serekî yê Hîzba Tudeh hebû.[31]
Ligel vê da jî propagandaya Îngiliz û Amrîka damezirandina komara Azarbaycan û Kurdistanê wek pîlanêkî Sovyet, pêşkêşî bîr û raya giştî ya Îran û dinyayê dikir. Nûnerên dîplomatên ew du welatan di nameyê xwe yên nihênî da bi wan didan agadarkirin ku binçîneyê ew du komaran bizotneweyêkî komelayetî yê xomalî û xorrisk e. Bo wêne, konsolê Îngiliz li Tewrêz li serubendê damezirandina komara Azarbaycan geryanek navçeyî kir û bi dewleta xwe ragehand:
“Evana bi raya min ew nîye ku Rûsan temamê ew bizotneweyan [Azerebaycan] dataşîwe: Evana bi min waye ew [Rûsekan] ji barêkî şoreşî yê resen(genuine revolutionary situation) kar werdigrin.”[32]
Bikurtî bêjime we, ew pêdaçûnên xêrayî yê rûdanên salên 1941 heta 1942 ronî diketeve ku temamê şertûmercê “qeyrana şoreş” ku Lenîn anîye ziman li Îran da pêkhatibû. Bi damezirandina du komar, qeyrana sîyasî weha bihêz û qûll bû ku dewleta Îran û Amrîka û Îngiliz hîvîya wan nebû ku bi saxî ji vê derbazbin. Li vê baredoxê da dariştina nameyê Stalîn, hênana ser meydanî ya trajêdîyêk diltezên e ku di wê da ewlad bi destê bab dihête kujtin, şoreş bi destê pêşewa serkut dikirê[33], dostê rasteqîne dibête dijmin, qesteser û xwîn di firmêsk da nuqim dibê.
Bi hîç rêkewtinname yê dewlet û Azerbaycan,
hikumetê Tewrêz biqerar bû Zincanê
bidate dest dewlet û dewlet jî Serdeşt û Tekan
bidate dest hikumetê Azerbaycan.
Ç) Dramaya Rûxîna Du Komaran
1) Bi Belubûna Yek Rûperr Agahî:
Eger arteşa Şahînşah di sala 1941-ê da, bi belubûna du rûperr agahî ji teyareyên Sovyet liber rêkûpêkî, dewleta Îran çar sal piştî belubûna yek rûperr agahî damezirîna “Hikumetê Mîllî yê Azerbaycan” kevte gîyanelaye. Bi dewletê weha bû hêza Fîdayî yê Azerbaycan, wek çil sal pêştir (şoreş meşrute), berve Tehran verêdikevê û paytext rizgar dike. Şah weha tirsîyabû dixwest paytext ji Tehran biguhezête bo Îsfehan. Murey(Murrey), sefîrê Amrîka li Tehran, di birûskeyêk da bo wezîrê derve yê Amrîka(28-î Niwanbira 1945) nûsî:
“Şwartskov[musteşarê eskerî yê Amrîka li Îran] xeber dida ku Zexban bi yeqîn kevtîye bidest şoreşgerên[Azerbaycan] ku nûha gehîştîne Tacikistan û berve Qezwîn diherin. Li Zexban cendirmeyên me û 30 serbaz amade bûn bergirîya bajar bikin, belam Rûsan destûr da wan ku dest biçekê nekine û çekên xwe dabinên û ewan jî vaya kir. “Şûraya Cengî” ya Îran çaverêye ku 2000 şoreşgerên çekdar piştî kevtina (fall) Qezwîn berve Tehranê ve rêbikevin û texmîn dikira (tê derdixist) ku deh hezar sempat li nav bajarê [Tehran] heldestin û li dema xwe da yarmetî hêrişkeran didin… Raportêk li cabon nizîk Fîruzkuh dibê ku xelkê ew navçe û Mazinderan kombûne û amadene ji wê ra verêkevin.
General Arfay, reîsê stadê arteş, kiriye berpirsê temamê hêzên çekdar ên Îran ligel polîs û cendirme û nexşe bo bergirîyê li bajar[ê Tehran)] dandirawe û bername bo demekê kurt tenya emelîyet xaflêner/nihênî(delaying actions) ta wekû hêzî parêzgarê pêgirtî paytext bê. Ferman daye ku rêya Tehran -Qum bi her bûhayêk bê, nebestirê heta hêza yarmetîder ji başûr ve bihênderê û eger pêwîst bê paytext betal bikirê û biguhezrête bo Îsfehan…. Hêza xaflêner birêkiriye (şandiye) Hesen Abad û Elî Abad ku nizîkê bîst kîlometrê başûrê Tehran e….
… Emelîyatê nûha[ê Azerbaycan] wê diçê du hêlî serekî verêketinî hebê, yek ji wan li astara (ku girtuyane) berew [bender] Pehlewî û ew ên dî li Zexban bo Qezwên û Tehran. Ta nûha hîç raportêk ji ber bi çalakî ji Meraxe ve berve Senendac li rojava negeyîştîye û navçeyê hikumetê eskerî(martial law) ji şeş maîl dewrûberê bajarê Tehranê kirîye 40 maîl[34].
Arteşa Îran nexşê(plana) wê heye ku eger şoreşgeran bi Şemenfer bigehin [bi Tehran] di dema çûyinê da rêya asin biteqînête. Bêşik wezih pirr cidî ye û serlêşêwayî û toqîn (panic) li qorê (rêzeyê) berz ê arteş hîç rê nade bi dilnîyayî(confidence).
Belam ligel wê da jî dewleta Îran zû têgeyîşt ku Firqeyê Demokrat û Dewleta Sovyet, tu yek jî xwedî bernameyê sernixûnkirina rijîmê paşayetî nîye, rizgarbûna Azerbaycan û beşêk ji Kurdistan, derbarê Şahî weha rawestand ku umêdêkî bi ragirtina text û tacê wî nema. Kevneperestan û piştevanên wan -dewleta Îngiliz û Amrîka- bo çareserkirina wê qirîza(qeyrana) sîyasî pirr hewil dan. Li gorî Qewam yekêk vê hewildanê hênanye Serokwezîr bû, bi hêvîya wê ku bi “karzanî” û “îrade” û “jêhatî”ya xwe dewleta Îranê ji vê qirîzê derbaz bike.
2) Biyava Dîplomasîya Sovyet:
Qewam li 17-yê Sibata sala 1946 (28.11.1324) carekî dî bû serekwezîr û roja piştî bipele berve Moskov verêket û ligel Stalîn û karbidestên dî yên Sovyetê hevdîtin kir. Di 4-ê Avrêlê da Qewam û Sadçîkof(sefîrê Sovyet li Îran) peymanêkî îmza kirin ku ev xalan têda bû:
1) Beşekê Arteşa Sor ji tarîxê 24-ê Adara 1946 ve heta yekşemê çarê Ferwerdînê 1325 li mawey mang û nîvekê temamê xakî(axa) Îran çol deken.
2) Rêkevtnameya damezirana şîrketa têkelawî neftê Îran û Sovyet û mercên di tarîxê 24-ê Avdarê da ta temambûna maweyê heft mang bo pesindkirina meclîsê pazdehîm pêşniyar dikirê.
3) Sebaret bi Azerbaycan liber ew emrêkî navxo yê Îran, tertîbêkî hêminane bo îslahat bi pê qewanînî mewcûd û bi Gîlanî xêrxwazî beranber bi xelkê Azerbaycan li nêwan dewlet û xelkê Azerbaycan dedirê.”[35]
Ew rêkevtinê, rêya hêrişa dewletê bo Azerbaycan û Kurdistan xoş kir. Dîyare Sûpayê Sor her dibû ji Îran biçê der. Dewletêk Sosyalîst ku xwe bi nûnerê çîna karkeran dibînê, heqê wê nîye welatê dî dagîr bike. Belam bi pê ew rêkevtname û beranber bi “qewanînî mewcûd” damezirandina şîrketa neft pêwîstî bi pesendkirina meclîsê hebû; bo pêkhênanê divîya helbijardin bikirê; bo helbijardin divîya Azerbaycan û Kurdistan di bin kontrola deweltê da bin; ji bo ku kontrola dewletê hebê divîya arteş çavdêrî helbijardin bikira û ji bo vê mebestê(armancê) jî divîya arteş vegeraya Azerbaycanê û Kurdistanê.
Li dawîyê Sûpayê Sor di 9-ê Gulanê da, rojek li piştê nûsîna nameyê Stalîn, ji Îran vederket. Dewleta Îran ku ji bo vedernana Sûpayê Sor bi handanî Amrîka û Îngiliz li “şûrayê emniyet”ê neteweyên yekgirtî kiribû, şikayeteke wergirte lêbelê Amrîka û Îngiliz destûra karê xwe da rabigrê.[36]
Ji bo cîbicîkirina xala 3 ya rêkevtnameyê, hevdîtinên navbera dewlet û nûneranên Azerbaycan ligel nûnerê Komora Kurdistanê jî têda bû dest pê kir û piştî du xula di 13.06.1946(23.03.1360) da rêkevtnameyêk di navbera dewleta Qewam û Azerbaycan da ji alîyê Mizafer Fîruz û Pîşewerî ve hate îmzakirin. Ew peyman behsa daxwazîyêke Azerbaycan û Kurdistan di çarçoveyê otonomîyek li sere şaxêk piçûk da pesend kiribû belam rêgreyî dida bi dewleta nevendî heta desthelata xwe li her du komar da dabimezrênête. Di gotûbêjan da sefîrê Sovyet li Tehran beşdarî û nêvbergirî dikir û nûnerên Azerbaycanê han dida ku ligel dewlet bisazên. Piştî îmzaya peymanek, Pîşewerî gotî eger em bi rêya ev rêkevtinnameyê negehin bi armanca xwe, “bê çare em dê çek helgirên û bi rêya şerkirinê bigehin armanca xwe.”[37]
3- Rûxîna Dû Komaran:
Herwekî ku min li pêşta bahs kir, li vê serubende da, li seretayî mangî havîn a yekem, bizotneweyê karkeran li Îran da teqya. Qewam bo ku pêşîya lehîya/pêla şoreşê bigrê, paşekêşeyî kir heta li firsetekî dî da dest biweşênê. Pêşîyê ji azadîxwazî û demokrasî ra xwedî derket. Qanunê karêkî ku ta radeyêk bi qezencê karkeran bû rageyand. Ji malîkan ra got ku dibê ji %15 hasilat bidine cotkaran(her qise bû kes ciwabê wî nedaye). Zixt û zora ser Hîzba Tudeh û rêkxistinên pêşkevtîxwaz kêm kire û hêrîşê li kesayetî û rojnameyên nêzîkê kevneperestan kir û bitaybetî li serê meha heftan da sê endamê Hîzba Tudeh hêna nêv kabîneyê xwe û du kesên dî jî ji lîberalan bûn wezîrê edalet û kar. Êdî Hîzba Tudeh li dawîya deshelata hîzbayetî û sîyasî ya xwe da bû.[38]
Lêbelê Hîzba Tudeh lebatê(tevger) rêçavkirina sîyasetêk şoreşgêrane li ser wê rêbazê da roniştin ku Stalîn di namekê xwe da wek amojgarî(şîret, tawsiye) bo Pêşewerî nûsîye. Hîzb dixwest ji Qewam ra piştevanî bike, ew “demokrasîya kem û kurte”yê(di kirasî nequs) ku bi ketina Riza Şah pêkhatibû biparêzê. Di rêbaza hîzb da dawayê temambûna şerê cîhanî erkî herî gi- rîng ew bû ku şer li serayê nehelawîstêtebe. Ku weha bû dibû xebat bigrî bo ragirtina “aştîya cîhanî” û “parastina Yekîtîya Sovyet” wek bingehê aşitî û sosyalîzm. Di vê rêbazê da, dest pê kirin li beranber arteşa Şahînşahî aşitî li Îran û cîhan da li metirsî dixist, çûnke ji wê neba Îngiliz û Amrîka jî dê têkveçûban û şerêk li nav wan û Yekîtiya Sovyetê da geşbûba. Ji bo vê armancê xebatkirin û şoreş wek çavkaniyêkî şer gijgijandin çavî lê dikirê.
Li demekê ku Hîzba Tudeh li mawey du heftan beşdarî li deshelata dewletê da kir hindê hewl da awirê xebata karkerî dabirênête(bo ku ew deshelata xwe û dewleta nevendî biparêzê). Qewam xwedî pîlanên li dijî Hîzba Tudeh û du komaran bû. Li dawîya Stemberê da, eşîrên Xozistan û Fars û navçeyên dî yê başûrê Îranê nerehetî xiste welat û dawa xudmuxtarîya (otonomîya) wekî Azerbaycaniyan kir. Qewamî serhildana eşîran kir behane û di nîvê Oktobirê da wezîrê Tudehê ji kabîneyê derxist û di demekê kurt da ew ên layengirên(alîgirên) Tudeh bûn, birin û daxwazên eşîrî pesind kir. Piştî çend heftan dest bi serkutkirinê kir, Hîzba Tudeh û yekîtiya karkeran û rojnameyên azadîxwaz û çepgiran; li heman demê da, di demekê kurt da hikumeta eskerî damezirand. Çend rêvebirê dijî kominîstî li ser kar dana û rageyand ku helbijardina meclîs di meha Çirîya Pêşîn da dest pêdike û li pênc rojan da -heta 16-yê Adar (7-ê Çirîya Pêşîn a 1946)- dibê temam bê û arteş bo çavdêrîya helbijardin birêdikire Azerbaycan û Kurdistanê.[39]
Bi pey rêkevtname ya dewlet û Azerbaycanê, hikumetê Tewrêz biqerar bû ku Zexbanê bidate dest dewlet û dewlet jî serdest û tikab bidate dest hikumeta Azerbaycan. Li roja yekê Sermawez(22-yê Niwembir) hêza Firqe ji Zexban ve derket, arteş hêriş hêna û dest bi kuştina layengirên Firqe û cotkaran kir. Qewam roja 10-ê Çirîya Pêşîn bi Azerbaycanê rageyan ku arteş ji Zexban ra verêdikevê bo çavdêrîkirina helbijardinê. Hêza Fîdayî her li wê rojê da hêrîşê arteşê li Xelxal û Heruabad şikand û Pîşewerî gotî Azerbaycan dest dikateve.[40]
Pîşewerî hem bi qise û hem bi kirin dixwest hêza Fedayî dest bikateve û wek serdemê şoreşê meşrute Tehranê jî bigrin û azad bikin. Roja 11-yê Sermawez, rojnameyê Azerbaycan Dengê Fîrqe nûsî: “mirina bi şeref ji jîyana koletî û bi minet baştire”. Roja 12, rojnamê rageyand ku ev car bi yekcarî dijberê dagîrkeran dibin û “qiseya dawî” ya xelkê Azerbaycan ev e: “mirin heye, veger[bo jêr deshelatê dewlet] nîye”. Pîşewerî di mêtîngêk gewre da li Tewrêz gotî: “hikumeta Tehran hikumetêkî cînayetkar û perrpût e; em vê hikumetê nemeşru dibînin û dixwazin hikumetêk mîllî li cîyê wê dadenênin … Dijmin li beranber gelê me da têkdişikê. Ji bîra we neçê Seterxan bixo û çend kesan raperî. Belam em bo parastina azadî hêzêkî nebez(serî natewînin) û rêkxistinêkî me ya berîn heye”. Di wan rojan da xelkê Azerbaycan rojê bi dehan name bo Tewrêz dişand û amadebûna xwe bo despêkirinê radigeyand. Xeyn ji hêzî rêkûpêk ê Fîdayî û Qizilbaş, hêza partîzanê “Babek”ê jî damezrabû.[41]
Dewlet bo wê pêşî şoreş li navçeyên dî bigrê, li çend bajarê şîmal (Gîlan û Mazenderan) hikumeta eskerî damezirand û arteş roja 16-yê (7-ê Dîsembir) berve Mîanewe rêkevt. Pîşewerî biryarêk bo temamê azadîxwaz da û gotî “em hêrîşên kevneperestî têkdişikênin û sifrekê heldepêçin.
Temamê Îran bi serdestîya hêza xwe ya leşkerî bi ser me da were jî, fîdayîyên azadîya me zincîrên awe yê koletî dê bişkênê…. Em tolê distênîne û ew tol bi xwînavî û bêrehmane dibê. Tolek dibê ku di hîkayetan da bête gotin û însanê bişerf pê şad bê.” Roja 17, ew efserên ku mamostayê “akademî ya leşkerî” yê Tehran bûn û nûha digel hêza Fîdayî ketbûn peymanêk di radyoya Tewrêzê da bo serbazan û efserên arteş şand û gotin: “Li vê memurîyeta qirêj da beşdarî mekin…. Hûn jî bizanin ku serkevtina
Li Mahabadê roja 14-yê Sermawez (5-î Desembir)
kombûnêk deh kes ku Pêşewa û Seyfî Qazî û Sedrî Qazî
jî têda bû biryara xwe destkirdinê da.
hêza hêrişker bo Azerbaycan ji xew û xeyalêk zêdetir nîye. Hûn baş dizanin ku çek her çawa bê, ew ji destê beşer e ku dibê dikarî bênê û li Azerbaycan ew destane yekcar bihêz in”. Komîteya eskerî ya Tewrêz peyderpey destûrê amadebûna şerî dida û çek û bênzînî teyare bo firokxaneyê eskerî yê Mîyane dinşand. Hêza Azerbaycan berve navçeyê Kuwêstanê qeflebiqefle verêket û bitaybetî hêza partîzan jî dest bikar kir. Roja 19, şer li Mîyane dest pêkir, berve başûr, li ber xafilbûna fermanderê hêzekî tazekar, rastê şikest bû û paşve hilkişya. Lêbelê li bereyê bakur da hêrîşkeran ji Repalna û berve Zexban ve pêşkevtin. Desteyê partîzan jî geyişte nav Zexban û Tacikistan û pirê şîmendîfer ê Qerebalê rûxand.[42]
Îzetê Silêman Begî dergeleyê ku di wê rojê da li Tewrêz bû digêrêteve:
“Em komela qutabiyên kurd bûn li Tewrêz di zankoya sîyasî dema me dixwend, li vê zankoyê nizîkê bi (15)panzde qutabîyê (xwendevan) kurd têda bû, em tenê du qutabî bûn ên ku ji Kurdistana xwarû(başûr) hatibûn û li ser dadayê Barzanîyê nemir hatibûn qebûlkirin…
Me bi berdewamî hest bi wê dikir ku karbidestên Azerbaycan hatûçûyê Tehranê dikin û digel dewleta Qewam danûsendin dadinîşin û tiwêj dikin… Di mangî 11/1946 da gorînkarîyek di bernameyê zankoya me da hate kirin û di heftê da du roj diviya em fêrî bikarhênana çek bin û tetbîqet pê didan û car caran li zanko da bo wê civîn girêdidan û basê helumercê Azerbaycan dikira û rojane hêz bo (qeflan kuwe) beramber leşker û xortên Şahînşahê Îran dişandin. Li seretayê mangî 12/1946 bo giftugo demêk li Tehran bû, dîyar bû li ser vê yekê rêkkewtbûn ku Sûpayê Sor bi navê hilbijardinê vegerête Azerbaycan û li paşê karubarê îdarî bikevête dest Azerbaycaniyan.
Li zanko serê me şêlwa(şêlo) bû û em şaş bûbûn û me nedizanî çi bikn, ew ên xelkê Tewrêz bûn piranîya wan çûne mala xwe. Ew komele mamostayekî me bi xwe hatine layê(alîyê) me û kurêkî genc ê rêkûpêk ligel da bû navê wî Mehr(Mehemed) Bira bû û serokê sendîkaya karkeran bû, gotarêkî pir mêrxasî bo xwendevanan û bi dûrûdirêjî behsê li wê kir ku wefdeke li Tehran xiyanetî kire û tirsenokî nîşan dawe em destberdarê komara xwe nabin û dibê em hemû bibin serbazê parastina komara xwe, me hemûye bo wî çepikan lêda û Mehr(Mehemed) gotî vêga gelek cîyê dî heye ku diçim û bo sibeyê li filan cîyê amade bin û em ta dawîyê soza piştevanî dikin. Em nizîkê (30) qutabî li zanko mabûne, bo sibeyê ku em çûn bo layê kafî karkeran sertapa ew bajarê çol û hol bû û hemû dikanê wan derketibûn li pêş kafeya karkeran, li xeyabanî starxan li sînor (300) kes li wê bû çekdar û bêçek û hemû xelkê wê derê han dida ku kombibine û her nûha me çek û çol bo dê ….[43]
Belam ew 300 kes û bi hezaran têkoşerên din ji bo çekxwazan dest bi belavkirina çekan kirin. Lebata çekdarkirina bêçekan, ew ên çeka wan hebû jî çek dikirrî. Roja 20-an li nişkave destpêkirin bi yekcarî bipaşve kêşyan û xwe bidestve dan. “Her ew rojê ku Qewam destûra hêrîşê bo Azerbaycan derkir, berpirsê sîyasî yê Sovyet biresmî destûr da Pîşewerî ku nabê hêza çekdarên Azerbaycan li hember hêza dewleta navendî dest bi şer bikene û pêşniyar li wan kir ku tenya çend kesêk ji birêveberên Fîrqe penaber bin xakî Sovyet. Pîşewerî bi tundî dijî desthelgirtin li destkirdineve û xwe bi destvedan li beranber hêza dewletê bû. Belam bi wê perrî dîyare, ew rêya ew pêda diçû li wê baredoxê da çareyêkî xeyrî madan bi wê destûrê nebû…”[44]
Pîşewerî li berçavan nema û li Tewrêz bi radyo û bi brûske peyder pey destûrê paşvekişîna hêza Fîdayî dida. Rojî 20-ê, Bîrîya û Cawîd li mîtîng da rayangeyandin ku partî bi vegerîna arteş razîye. Roja 21-ê, Cawîd û Şebusterî (ji birêveberên destê rast ê partî) brûskeyêk bo Qewam û Şah birêkir û têde nûsîbûn evro “bi yarmetî axayê Şebusterî me şiyan axayan(Pîşewerî û hevbîrên wî) razî bikeyn dest ji dijminayetîya(dewlet) helbigrê. Ev mebset ji xizmet axayê Seyfî Qazî hate rageyandin”. Her li wê birûskeyê da, qawayan li Qewam kir ku destûr bi arteş bide ku dest ji dijminatî û şer helbigrê. Belam ne Şah û ne Qewam hîç yekî agayî derbarî wê birûskeyê nedaye û arteş û caşan, ku bibihîstina destpênedana hêza Fîdayî li perra bibûn bi şêr, kuştar û qetilawbir û destdirêjîyan dirêje pêda.[45]
Li Mahabad roja 14-yê Sermawez kombûnekê deh kes hate kirin ku Pêşewa û Seyfî Qazî û Sedrî Qazî têda bû biryara destkirdineweyî da. Roja du wê ku xelkê bajar kombûn bo biryardan li ser destkirdinewe, Pêşewa û Sedrî Qazî raya wan bi berberî kirina hêza dewlet bû, belam aşbetalîya Fîrqe û rûxîna li nakawî dewleta Tewrêz, dewrêkî girîng ê gêr alî wergeranî barî sîyasî
Kurdistan[46] biryara destkirdinewe li Kurdistanê jî bû bi “xwe bidestvedan”. Roja 26-ê Sermaweza 1946-1325 arteş şir û şiprêwî, Şahinşahî temam salewextêk paş helkirina alaya Kurdistan bajarê Mahabadê girte.”[47]
2) Azerbaycan: Ji “sêva rizî”va Heta “Stalîngiradê Rojava”
Xerabûna navbera du komaran rûdanêkî weha çaveruan nekira bû ku kes -ne dost ne dijmin- bawerî nedikir û bo wî li yek nedidirawe. Bitaybetî çar mang piştî derketina Sûpayê Sor li Îran, dewleta Îngiliz hîç umîdê wê nebû ku du hikumet sernixun bin. Allen, sefîrê Amrîka li Îran di birûskeyêk da bo wezîrê derve yê Amrîka (di 28-î Siptamberî 1946 da) nûsî:
“Behza nîşaneyêk firetir weha derdixin ku Îngilizan çav li îmkanê cîyabûna Azerbaycan ji Îran dikin wek alternatîfêk li beranber dirêjepêdana derbarê nûha, ku ewan[Îngilizan] ditirsin bibête hoyê ewê beşêkî pirrtir ê memleket bikevête nêv navçeyê[nifuzî] Sovyet. Weha dîyare ku bîra wan ew e ku baştire beşê rizyayî yê sêvê derbênî heta ku temamê sêvê nerizêne. Di qisekirina xwe da doyînî sefîrê Îngiliz gotî ku hest bi wê dike ku pêdiwîstiyekî serekî ew e, ku sinorekî yekcarî li nêv wan Yekêtî Komarên Sosyalîst ê Sovyetê dabindirê. Ew hest bi wê dike ku hewlî dirêjedar ê hikumeta Tehran bo ew ê Azerbaycan wek beşêk ji Îran dabinê ligel waqhiyet yek nagirê û encama wezhêkî şilkepete(mushy)î weha ye ku hîç sinorêkî ronî li meydanê da nîye. Sovyet dikare bi nfuzkirina xwe heta Tehranê dirêj bibe û berve başûr xwe fere bike. Wî bîr bi wê dikir ku Tehran biqethî dest li hikumeta Tewrêz helnagirê û hêza ekserî ya bihêz bidirêjayî sînorê Îran-Azerbaycan dabinê…”[48]
Di belgeyê nihênî yên wê demê da weha derdikevê ku dawîyê Amrîka bo maweyêk Şah û Qewam handida ku bi piştevanîya Amrîka hêriş bibine ser Azerbaycan, dewlet û arteş şiprêwekê pênc mang piştî vederketina Sûpayê Sor ji Îran hêşta wirrey şerkirina wê nebû. Allan di birûskeyê 8-ê Niwember da bo wezîrê derve yê Amrîka nûsî ku li dîdara(hevdîtina) xwe ya ligel Qewam da di wê rojê da ji wî ra gotîye ku:
“Amrîka di sîyaseta xwe ya bo parastina temametîya xaka Îran da hîç şêl nebûye, belam dibê Îran jî wek Amrîka şêlgîr bê di vê meseleyê da. Li ser wê Qewam ji sefîr ra got ku divê em heta deh rojê dî Zexban bigirê, eger pêwîst be bi şer. Sefîrê Amrîka jî pêxoşbûna xwe derbirê. Ji qewam ra got ku girtina Zexban bes nîye, belam belanî dikim ev destpêkirinêk e. Qewam gotî mebesta mi ev e ku “kêm kêm” berve pêş bibime.”[49]
Bi qiseyên sefîrê Amrîka, ku bi temamî agadarê hêrîşa arteşê bû, “bernameyê eskerê dewleta Îran li pêş da ev bû ku bitaybetî Mîyanê dagîr bikin. Eger tiştêk weha kiraba, bernameyê Îraniyan ew bû ku sebir bikin û bizanin çi dikê. Rûxîna pir û rayê bizotnewê Tewrêzê, bi aşkirayî zor pirsêkî gewre bû ji bo Qewam û Şah û hemû kesên din.”[50]
Li vê name û birûskeyên ku sefîrên Amrîka ji Tehran û Moskov û Parîs û cîyên din da ji bo dewleta Amrîka şandibû, hewlêkî pirr dîyare ku hoyên rûxîna du komar û piştevanî nekirina dewleta Sovyet rave dike. Li gor Dewleta Fransa weha bû ku Moskov li gel Qewam razîbû li ser ew ê ku meclîs peymana neftê bakur pesend bike û Yekîtîya Sovyet dest ji piştevanîya Azerbaycan helbigrê. Allen di birûskeyê 23-yê Desembir da, bersîva pirsa armanca Dewleta Frensa daye û nûsî ku hem Şah û hem Qewam bo wan weha bû ku Sovyet bi şêweyê pirr xurt yarmetî bi Azerbaycan dide. Sefîr li dirêjîya qiseyên xwe da dinûse: “bi wê belgeyên li ber dest da ne dikarim bêjim ku karbidestên Sovyet li vê derê temamê meseleyan pir xirab birêve bir. Ew yarmetiya ku Sovyetê di salên rabirdu da daye Azerbaycan ta radeyêk rezîlane bû û bi çenelêkdanêkî zor kiribûn. Ewan Azerbaycaniyan neçar kir genim û ceh û kelûpel û pêdivîstiyan bi nirxekî pirr ji wan bikirrin. Li demek da mîqdarêkî berçav tifingên otomatîk û fîşek û kelûpelê sûkî danê, hîç çekê gird têda nebû. Serkonsolê Sovyet li Tewrêz li Batê rênuyênî- kirina rêjîmê[Azerbaycan] bi bê piştewanîyê, kontrola xwe bi şêweyê bêşermane û xwe helkêşan pê şan dida û bi wê terzê Pîşewerî ji vê piştîvanîya xomalî ya berçav ê ku li ewela rojên rijî yê xwe da hebû bêbeş dikir.”[51]
Smît(Smith), sefîrê Amrîka li Sovyet, di birûskeyê 27-ê Desembir da bo wezîrê derve yê Amrîka dinûse: “Bila wê dabinênin ku rêjîm [ê Tewrêz] xelkê dilsar kiribûwe, hêşta seyre ku Yekîtîya Komarên Sosyalîst ê Sovyet di vê demekê kurt da hêzêkî weha rêknexistbû, ku eger pêwîst bê zêdetir ji Azerbaycan[pêkhatiba], dest bikineve li beranber bervepêşçûnê ceribandin û tirsonekên Îranîyan.”[52] Allen di birûskeyê 23-ê Desembir da nûsîye: Sovyet hêzên xwe yê çekdar bo Azerbaycan birênekir ji ber ewê ku “hêza Azerbaycan pirr zû rûxa, ji ber berjewendîya navxweyî li Yekîtîya Komarên Sosyalîst ên Sovyet, ji ber kêşeya berîtirê sîyasetê derve yê[Sovyet] li asta Awrupa, ji tirs rexne û lomeyê şuraya emnîyet û bîr û raya cîhanî, yan jiber temamê ew hoyan(şertan) bi yekcarî.”[53]
Pênce sal li piştê wê karesatê weha dîyar e,
ku faktorên zeynî(sobjektîvî) ji faktorên
eynî(objektîvî) pitir li wê tesîr kiriye.
Eger dijminên azadî li Azerbaycan û Kurdistanê da serê wan mat mabû, layengirên rizgarî jî, ku aga wan li hêza gel bû, sed ew hende bi rûxîna du komar rastê sersemî bûn. Mamosta Hêmin ku têkoşerêkî hikumetê Kurdistan bû, di sala 1973 da nûsî:
“Azerbaycan hikumetêkî gewretir, bihêztir û pirr teyaretir û pirrçektir bû ji Kurdistan… Azerbaycanê wan teyare û parçek ji leşkerê saz û perdax û fermande ji yê zanayî yê wan zû teslîm bûn? Pîşewerî karame û şoreşgêr û kevnepîyaw û aza û rêberên dî yê Azerbaycan bo wa bi pele rayan kir? Pirsyarêke kes bi temamî ciwabê nedaye û min jî ciwabê xwe bo wê nadirêteve. Lêbelê dilnîyam eger Fîdayî destî kiribawe û eger Fîrqe berberekanî bikirawe, leşkerê şerûşiprêwî Tehran netenya pê li Tewrêz nedenawe û ew hemû kuştarî nedikir, belke Tehranê jî dişêwa û li wa nebû li sertaserî Îran da nifuzê împeryalîzm li rojhelata naverast da zûtir binebir bê…
Rast e Kurdistan û paşve girtina Azerbaycan û di destdana ew hevpeymanê bi hêzî ji hemû layekê ve gemaro dirabû, raste beşêkî eşayîr giwê yan silaw birandbû û bi çavê xirabîyê lê dinihêrt, raste xezîneya komar betala û hetala bû û hemû yê dirabû bi tûtin û hêşta nefirotbû û di ambar da mabû, rastî li hemû yarmetîyekî derve hîwabiraw kirabû, belam min beş behalî xom li wê birwaye dam eger destewekerî kiraba û me ezmûnê şoreşgêrîyê heba mêjûyî Komara Mahabad bi wê cûre dawî nedihat ku hat.”[54]
Di birûskeyêk di 17-yê Desembir(26-ê Sermawez) da, Allen dinûse ku li meclîsêk şahî ku di 16-ê Desembirê da li Tehran pêkhat,
“Şah bi pesindanekî(tribute) temam û bitaybetî derbarê ew ê yarmetîya me kirîye tehrîf kir (embarrassing)[55]. Behsa ew kesên gotîye Azerbaycan “Stalîngiradê demokrasiya rojava ye” û wergerand pêla(şepole) li dijî destdirêjîya Sovyet li seranserê dinyayê”.[56]
Sefîr herweha dinivsîne ku endamên kabîne û karbidestên dewletê wek wezîrê şer, wezîrê darayî, reîsê Banka Mîllî, reîsê dawî yê meclîs û htd. peyta peyta serî li sefaret didin bo sipasê Amrîkayê ku wê “Azerbaycan dayete bi Îranê.”[57]
d) Du Rêbaz û Du Çarenûs
Nameyê Stalîn çi ronahîyê dixîne ser kêşeya du komaran? Azerbaycan bo çi teslîm bû? Pîşewerî bo çi birê kir bo Sovyetê? Kurdistan bo çi bidest kir?
Komar Hem pênce sal berîya wê dîyar bû û hem nûha ronîye ku şertê rûxîna du bi hêzbûna dijmin nebû. Rêjîma Şahînşah ligel wê jî da, bi berûvajîbûna (sernixunbûna) du komaran, xwe girteve, qirîzeke sîyasî ya weha peyda bibû ku nedikarî deshelata xwe pête(bihêz) bike. Ligel wê jî da Amrîka di 1946 da bernamayê bihêzkirina arteşa Şahenşahî dirêje pêda, Şah ji tirsa raperîna xelkê û bo parastina gîyanê xwe, tac û textê xwe serbest kir û li wexta 1953 helhate Bexda û li wê derê jî gîr nebû û wî rêkirin bo Îtalya. Girîngîya wê rûdanê di wê da ye ku serkirdeyê rejîma paşayetî, bi pêşevaniya boçûnê Stalîn, bi bê şer kirin ligel welatê derve û bitaybetî bi raperîna xelk di barodoxî qeyran(qirîzê) da, li wê Qewam derkirin.[58] Herweha vegerîna Şah bi kudîtayêk Amrîkayî, sîyasetê reformîst ê Hîzba Tudeh li dûr xist ew sîyaseta ku piştra bo mawey 12 sal xebata gelên Îranê tûşî(rastê) şikest kir.
Pêdaçûna rûdanan(bûyeran) û belgeyan aşkira dike ku şertê herî girîng ê rûxîna her du komaran ew bû ku Yekîtîya Sovyet fermana aşbetalî bi rêberayetîya Firqeyê Demokrat da û ewan jî bi gotina wan kir. Di vê aşbetalî da şertê derveyî(sîyaseta Sovyet) û şertê navxo (qebûlkirina aşbetalî) bi hev va têkildarin ku yek ji yekê nayête veqetandin. Kê berpirs e? Kîjan hoyê serekî ye? Bi ya min li pêşda hoyê derveyî ne. Stalîn di nameya xwe da lome ji Pîşewerî dike û ji wî ra dibê ku bi raya min bizor û lezgînî û nabê, divê bi hêdîtî têbikoşe û bi “piştevanîya manewî” ya dewleta Sovyet pişthestûr bê. Piştevanîya manewî ya dewletêk sosyalîst ku xwe bi “bingeyê şoreşa cîhanî” dadena çi bû? Stalîn bi raşkawî dibê ku eger Pîşewerî û Azerbaycan jîrane bicûlênewe, bi piştevanîya Yekîtîya Sovyet dikarin bi daxwaza xwe ya herî kêm bigeyn. Lêbelê ev piştevanîya manewî ya dewletêkî sosyalîstî nîye. Stalîn basê tîorîya qirîza sîyasî ya Lenîn dike, lêbelê xalêkî girîng ê wê tîorîyê welê nabê. Lenîn gotbûyî serbaqî wê qirîza sîyasî li Rûsya û li welatên dî yên rojava da pirr bûn belam şoreş zor kem bûye:
“Bo çi weha bû? Ji ber wê ku her rewşekî şoreşî nabêt bi şoreş; şoreş li rewşêkî weha da serhildida ku gorankarîyên objektîv ên jê tête baskirin [bi ya min qiseyên Lenîn li cî da ye] bi hev ra têkeldar in, ligel gorankarîyekî zeynî (sobjektîv), wê wextê karîye çîna şoreşgêr bo ew karêkî civakî şoreşgêrane yê ew hende bihêz bike ku bikare hikumetê kevn têkbişkênê(yan cîyê pê lej bike), ew hikumetê ku qet, bitaybetî di zemanê qirîzê da, “nakevê” megîn ew ê sernixun bikirê.”[59]
Pîşewerî dixwest ew kar bike ku Lenîn vira da behs kirîye: derbarê objektîvî (kizbûna dujmin û bihêzbûna rêza xebat) û derbarê zeynî(raberayetî şoreş) nabê weha paş bikevê û dibê bernameyê herî zor (makzîom) bênête gorê û têbikoşê bo bicîhênana wê. Belam Stalîn rêya şoreşê li Pîşewerî girt û ji wê jî xirabtir, pênc mang dawîyê, ku beranberîkirina meseleyê man û neman bû, cemawerê Azerî û Kurd û rêberên wan çek kir.
Pirsyarêkî dî ew e: Axa Pîşewerî û rêberayetîya Hîzbê Demokrat neçar bûn bi qiseya Yekîtîya Sovyet bikin? Nûha ku Sûpayê Sor li Îran nemabû û nedikarî vegerête Azerbaycan û Kurdistan, bo wê divîya Pîşewerî li qursê manewî yê Yekîtiya Sovyet bisilemête? Ew Yekîtiya Sovyet ku hêza wê ya manewî li nav xebatgêrên dinya hebû, manewiyata şoreş, têkoşan, kolnedan û xebat wê bo rizgarîya çîna karker û zehmetkêşan bû ne ku manewîyata bernameyê mînîmom(asgarî) û reformîzm. Nûha ku ew hêza manewî li dijî şoreşkirin bikardihat, bo çi Pîşewerî li dijî wî nerawesta?
Ew pirsyar li dinya paş şerê cîhanî, bitaybetî di 1945-46 da bo gelek bizotneweyê karkeran û rizgarîxwazî hatibiwe meydanê. Rêberayetîya ew bizotnewan du agadarîyên cîyawaz dane. Rêbaza ku Hîzba Tudeh, beşêkî zêde yê rêberayetî yê Firqe yî Hîzba Kominîst a Yonan û Îtalya û Franse û Amrîka û gelek welatên din jî rêçavîya wê kir, ew bû ku di nameyê Stalîn da hatibû amadekirin: Sazan ligel ewan ê deshelata dewletê bidest wan da ye bo reform û hewldan, bo parastina aştîya cîhanî bi rêya parastina berjewendîya sîyasî û aborî ya Yekîtîya Sovyet. Bo mînak Hîzba Kominîst a Yonan ku li proseyê şerêkî dijî faşîstî da welatê xwe rizgar kiribû, li cîyatî damezirandina dewletêkî demokrat û şoreşgêr, welat pêşkeşê Îngilizan kir û wê jî bi şêweyêkî dirindane(hovîyane) xelk û şoreş û rêberên wê serkut kir. Dewrê Yekîtîya Sovyet li vê karesatê da bo Azerbaycan û Kurdistan weha bû. Rawêjkerên Sovyet li Atîna hêzên çekdar ê bizotnewe yê dijî faşîzmê neçar kir ku çek dabinên.
Di wan salan da çend hîzbên kominîst û karkeran li dû vî rêbazê ser netewandin, nekevtin belam berberekanîyêkî weha şîyan -di biwarê têorî û îdeolojî da- li dijî rêbaza reformîstî nekir. Bo mînak Hîzba Kominîst a Çîn, piştî temambûna şerê dijî faşîstî, xebata xwe dirêje pêda û di sala 1949 da ser ket. Di mangî 1946 da, ew dema ku Hîzba Tudeh dixwest “aştîya cîhanî” biparêzê û sefîrê Sovyet li Tehran rêya aşbetalî xweş kiribû, rojnamenûsêk Amrîkayî “çi dibê eger Amrîka bombayê etomî dikarbênê û di bingeyên xwe yên li Îsland û Okînawa û Çîn da Yekîtîya Sovyet bombebaran bike?” Mao di bersîv da gotî: Bombayê atomî bibirê kaxezî ye ku kevneperestên Amrîka bo tirsandina însanan bikardênin … Helbet bombayê etomî çekê kuştar ê têkrayî ye, belam gel xwe bi encamî şer dadihênê ne yek yan du çekê nûyê, Temamê kevneperestan bibirê kaxez in.”[60] Ev qiseyên Mao rexneyêkî nerastewxo li rêbaza reformîstî li bizotnewê kominîstî yê wê serdemê. Ligel wê jî da hêza çekdar a Amrîka li xaka Çîn da hebû û yarmetiyêk yekcar berînî dida arteşa Çîn, hîzb û dawîya rêbaza reformîstî nekevtî karî kangayêkî girîng ê şer helayîsandin (dewleta Çîn û hevpeymanan) li xaka Çîn pak bikate. Dîyare fîrqeyê hîzbêkî bi ezmûn û qayîm wek hîzba Çîn nebû. Pîşewerî, wek rêberek, di dirêjayîya jîyana xwe ya sîyasî da bitaybetî di 1946 da rêbazêkî wê yê şoreşgerane hebû. Belam nekarî partî bike rêkxirawêkî weha ku li barî sîyasî ve ji Yekîtî Sovyet û rêbaza reformîstan bibiçirê û serbixo bê.
Şikîna herdû komaran şikînek eskerî nebû, têkşikîna sîyasî bû, fîdayî û pêşmerge û cemawerê gel bi destê rêberên xwe û rêberan bi xwe rêbaza xwe ya sîyasî û birênîşandana Yekîtîya Sovyet çek kirin û têkda çûn. Weha dîyare pênce sal li paş wê karesatê, faktorê subjektîv ji faktorê objektîv pitir li caran li pêş da ye. Nûha di salroja <şoreşa Eylul> da, piştî sî û pênc sal şer li Kurdistana Iraqê, welatek wêran û qelaçokirî û birsî û rûxîn liber çav e ku ligel wê da jî qet li xebatkirin û xwebextkirin şil nebûne, tu car weha kole û jêr çepok nebûn -hem bi destê dijminê derve û hem li jêr alaya xomalî da. Bi boçûna min, komara Kurdistan, digel nebûna parlaman û jîyana firehîzbî, ji gelek cîhetê ve ji hikumetê herêm pêştetir bû, ew jî ta radeyêk peywendîya wê bi rêberayetîya komarê ve hebû, herweha hebûna hevpeymanêk wek “hikumetê mîllî yê Azerbaycan” û Yekîtîya Sovyet- serbaqî wê sîyaseta helperistane ya ku di nameyê Stalîn da tomar kiraye.
* Kovara GIZING, Transkirîpe û wergerandina ji Soranî: Seîd VEROJ
[1] Newşîrewan Mistefa Emîn, Hikumetî Kurdistan: Kurd le nêw gemey Sovyet da, 1993, la. 245
[2] Abdulrehman Qasimlo, Çil Salî Xebat li Pênavî Azadî, bergê yekem, 1980/1364, r. 90-91.
[3] Abdulrehman Qasemlo, jêdera berê, r. 91
[4] Newşîrewan Mistefa Emîn denûsê: “Qewam Destê Stalîn Ebirê” r. 251
[5] Beaze lêkolereweyêk jimareyî kujrawan zîatir hîsab deken. Sokolov, ku le çend salî rabirdû da zanyarî le arşîwekanî Sovêtî kokirdotewe, delê jimareyî kujrawan 43.448.000 kes bû ku lewane 16.900.000 kes xeyrî ekserî 26.548.000 eskerî bûn.
[6] Biruane nûsrawey Lênîn. “Rûxanî Înternasyonalî Dûwem”. V.I. Lenin, “The collapse of the second International” K. Marx, F. Engels, V.I. Lenin, On Historical Materialism. Moscow, ProgressPuplishers, 1972, p. 345.
[7] 7 Hejar le honrawey “eqil û bext” da ew çend beyte be nawbangî gotûe:
“Hat be girme firok le layî meskew bo Ecem wek şehên deçê bo kew
helmetêkî geyande textî cem têkî da şewket û celalî Ecem
be belawbûnî dû perr agahî bû belaw artêşî Şahenşahî
Şak e şêr bû le rawî miskên da dîm ke mişke le jêr Stalîn da.”
[8] Hejar, Alekok, Tewrêz, 1324-1945, la. 8.
[9] Thomas Ricks, “U. S. Military missions to Iran, 1943-1973: The political economy of militiray assistance, “in L. Meo(ed), U.S. Strategy in the Gulf: Intervention against Liberation, Belmont, Massachustte, pp. 38,40
[10] Ervand Abrahamian, Iran Between Two Revolutions. Princeton University Pres, 1982, pp. 209, 182.
[11] Abrahamian, p. 185.
[12] Abrahamian, p. 229.
[13] Abrahamian, p. 183. Mecîd Tifreş, “Squt quam alsatne”, Giftugo, jimare: 2, dî 1372, sa. 135.
[14] Abrahamian, p. 229.
[15] Abrahamian, p. 236.
[16] Abuahsin Tifreşiyan, Qîam Afsiran xirasan(1324), çapa duwem, Kitêb Kanun Ayran, suud 1985.
[17] Cibhe, Azadî Mirdim Ayran(camî), Ginişte, çiraxrae ayinde ast, 1355(Arupa), sa. 358.
[18] John Foran, Fragile Resistance: Social Transformation in Ýran from 1500 to the Revolution, Boulder, Westview Pres, 1993, pp. 265-266
[19] Nikki Kedi, Roost of Revolotion: An İnterpretive History of Modern Îran. Yale niversity Pres, 1981, p.116
[20] Cebhe Azadî Merdim Ayran, r. 216
[21] Bo serçaweyî ew raportane biruane: Abrahamian. p. 172.
[22] Foran, p. 280.
[23] Abrahamian. pp. 353-54
[24] Foran, p. 280.
[25] Abrahamian, p. 237
[26] Abrahamian, p. 357
[27] Abrahamian, p. 362
[28] Abrahamian, p. 361-62.
[29] Abrahamian, p. 234.
[30] Abrahamian, p. 359
[31] Abrahamian, p. 381
[32] Abrahamian, p. 218
[33] Îşarem bew mîsrewe şêhreye ku le zemanî komarda carubar wêray srûdî “nîştimanan rengîne, beheştî serzemîne” degutra: “Stalîn pêşewa ye, bo Kurdan wek bab waye.”
[34] Foreign Relations of the United States Diplomatic Papers, 1945, vol, VIII, Washington, Government Printing Office, 1969, pp. 464-65
[35] 35 Cebhe Azadî Mirdem Ayran, s. 353
[36] Cebhe Azadî Mirdem Ayran, s. 352
[37] Cebhe Azadî Mirdem Ayran, s. 373
[38] Foran, p. 280
[39] Foran, p. 281
[40] Cebhe Azadî Mirdem Ayran, s. 410.
[41] Cebhe Azadî Mirdem Ayran, s. 398-411.
[42] Cebhe Azadî Mirdem Ayran, s. 413-414.
[43] Îzetê Silêman Begî Dergeleyî, “Hefteyek ber li destgîrkirdinî pêşewayî nemirewe”, Birayetî, jimare 1908, 31. 03. 1994, laper. 3,(nîşaney 7 li rênûsî ew qisaney Kak Îzet zîad kirawe).
[44] Cebhe Azadî Mirdem Ayran, s. 416-417
[45] Cebhe Azadî Mirdem Ayran, s. 416-419
[46] Ebdelrehman Qasemlu, la 66-67; Hêmin, Tarîk û Rona, bingey pêşewa, 1974, la. 26-28
[47] Hêmin, … la. 28.
[48] Foreign Reletions of the United States. 1946. Volume VII. Washington, Government Printing Office, 1969, p. 517.
[49] Foregin…, p. 545.
[50] Birûskey 23-yî Dîsembirî Allen le serçawey pêşû. la. 565.
[51] Serçawey pêşû, ja. 464-65.
[52] Birûskey Smith le 27-î Desembir, serçawey pêşû, la564.
[53] Serçawey pêşû, la. 565.
[54] Hêmin, la. 26,27,28.
[55] Mebestî Allen eweye ke Şah ewwendey be Emrîka helgot ke Allen terîq bowe
[56] Birûskey Allen le 17-yî Desembir, Foregin Relations, la 563.
[57] Serçawey pêşû
[58] Hêmin duay rakirdinî Şah li kobûneweyêk le şarî Mahabad(26.06.1332) da şêhrî “Bexda nêwey rê bet bê”yî xwêndewe ku le bendî hewelî da gotî:
“Xaîn, xwêrî, diron, bedfer, şeranî, serşor!
Pîyawkuj, tawanbar, rûreş, nakes, mil hur, dîktator
Xelkî Îran be dest tokrabûn zînde be gor
Ewe toy lêt qewmaw, derîyan perandûy, her gor
Debro ew Şahê xaîn Bexda nîwey rê yet bê.”
Hêmin, Tarîk û Ron. La. 127.
[59] V.İ. Lenin, pp. 464-465, We nebê Stalîn agayî lew basane nebûbê. Stalîn dewrêkî girîngî gorawe le lêkdanewe û şîkirdinewey Lênînîzm da. Ew xoy ew basey le zor cîyan hênawete gorê(bo wêne li salî 1934 le: î. Stalîn, Mesalî Lênînîzm, cild:2, Moskov, adare nişrîyat bizbanhayî xarcî, 1949, sa. 685-686).
[60] “Misahbe ba xeberingar Amrîkayî Ana Luyiz Astirang( awt 1946)”. Mautsedun, mintexib ajar, cad çiharim, sa. 141.
wêne- Qazî Mihemed
WAR Hejmar 12
6 Mayıs 2010 par Kovarabir
Dans Arşîv, Kovara War, WAR Hejmar 12
NAVEROK – İÇİNDEKİLER
Pêşkêş
Ji Qoçgirî Heta Mahabad Tevgera Netewi Ya Kurd
Axavtina Barzani Li Bako Di Konferense Wênerên Kurdistana Îran û
Iraqe De (Roja 19.01. 1948an)
Başkan Qazi Muhamed, Sedri ve Seyfi QAZÎ’nin Mahkeme
Bir Roman Ve Masumiyetin Yitirilişi
Seîd VERROJ
Festivala ku li Dîyarbekirê Cêbû; Li ser Navê Pirr-kulturîyê, Hewildana
Întegrekirina Kurda ye
Remezan A LAN
Di Yazdeh Sefheye De Festiwal Amade Kirin
Ehmed Qasiman
Festivala Aştî û Demokrasî
Engin CEYLAN
Nereye?
S. Azad AS LAN-A. MERETOWAR
Kovara Roji Kurd (Hejmar: I)116
Transkiripe u Wergerandin:
Sînemaya Kurdî Wekî Zarokeke Nuzayi Ye; Hîn Dest bi Rêveçûnê Nekiriye
Abdurahman UÇAMAN
Etimolojiya Zimane Kurdi: V
S. VEROJ-N. GUNDÛZ
Ferhengê Dimilî- Kurmancî
Roşan Lezgîn
Dîyarbekîr Seraser Eşq
Roşan Lezgîn
Li Ser Festîvalekê
Berhevkar: Seyda GOYAN
Sîseban
Folklora Kurdî(Gotinên Pêşîyan)
Îbrahîm GÛÇLÛ/ Pêşewa QAZÎ MIHEMED
14 Şubat 2010 par Kovarabir
Dans BÎR Hejmar 8, Îbrahîm GÛÇLÛ, Portre
Serokkomarê Yekem ê Kurdistanê:
Pêşewa QAZÎ MIHEMED
Îbrahîm GÛÇLÛ
(ibrahimguclu21@gmail.com)
Kurdistan, di sala 1639an de bi peymana Qesrî Şêrîn li navbeyna Împaratorîya Osmanî û Farisî de bû du beş. Bi beşbûna Kurdistanê, jiyana neteweya kurd jî beş bû, mejî, serî, aqlê neteweya kurd jî ji hevûdu dûr ket.. Her ku di ser re wext derbas bû, di navbeyna herdu beşên Kurdistanê de eleqe qut bû. Kurdên herdu beşan di derheqê hevûdu de nebûn xwediyê agahdariyên berdewamî. Di encama vê bûyerê de, demeke dirêj jî, wek du neteweyên cihê di nav du împratoriyan de jiyana xwe domandin. Ev jî bû sedem ku kurd li her beşekê, di hundirê du împaratorîyên cihê de şikl û taybetiyên du neteweyan qezenç bikin. Ev pirsgirêk, îro jî hîn pirsgirêkeke bi serê xwe ye. Her çiqas di sedsala 20an de, bi girêdayî Tevgera Başûrê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî di damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de cih girtin jî, ev pirsgirêkan bi awayekî di navbeyna beşa Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de hatibe çareserkirin jî, hîn di navbeyna beşên din û Rojhilatê Kurdistanê de pirsgirêkeke girîng e.
Di navbeyna her sê beşên Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê de duwarên biyanîbûnê û eleqeyên qutbûyî bi ragehandina damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê ji holê radibe. Her kurdek bi riya Komara Kurdistanê ya Mehabadê rojhilatê Kurdistanê nas dike, di serê xwe de neqiş dike. Li vir jî sê unsurên esasî hene. Unsurê yekem, di sedsala 20an de avabûna Komareke kurd e. Unsurê duyem, ji bona ku komar li bajarê Kudistanê yê şêrin li Mehabadê ava bûye, ji bona vê bi navê bajarê Mehabadê hatiye binavkirin. Unsurê sêyem, serokê komarê “Qazî Mihemed” e.
***
Dema ku ji Qazî Mihemed tê behskirin, bajarê xweş yê Kurdistanê Mehabad û Komara Kurdistanê ya Mahebadê tê bîra mirov. Dema ku ji Komara Kurdistanê ya Mehabadê jî tê behskirin, Qazî Mihemed tê bîra her kurdekî û biyaniyekî. Ji bona vê jî, dema ku jiyana Qazî Mihemed tê rojevê, jiyana Komara Kurdistanê ya Mehabadê tê bîra her kurdekî. Jiyana Qazî Mihemed û Komara Kurdistanê ya Mehabadê bi hev re dibe yekpare, mirov nikare ji hevûdu veqetîne. Li ser jîyana Qazî Mihemed xebateke taybet ya bîyografîk nehatiye kirin, di dawiya sedsala 20an de ji aliyê PDKa Îranê ve dihat pêşniyarkirin ku rewşenbîr û lêkolînerên Kurdistanê li ser jiyana Qazî Mihemed lêkolîn û xebatê bikin.
Li Kurdistanê jiyana eşîretî, federasyona eşîretan, mîrîtî û desthilatdariya wan bi serê xwe dewlemen- diyeke û taybetiyek e. Mirov dikare bibêje ku gelek federasyonên eşîretên kurd û mîrîtiyên kurdan, ji gelek dewletên ku di sedsala 21an de jî jiyana xwe didomînin xurttir bûye û hîn jî xwediyê fonksîyoneke mezin ya civakîbûnê ye. Qazî Mihemed jî ji malbeteke wisa xurt hatibû dinyayê û têgihîştibû.
Malbata Qazî Mihemed, malbateke herî navdar yê herêma Mukiryanê bû û li hemû herêmên Kurdistanê jî dihat naskirin. Qazî Mihemed wek endamekî rêzdar ê vê malbatê digel merivên xwe di damezirandina Komara Mehabadê de li rêzên pêşiyê cîh girtin. Lê piştî daleqandina wî, encama siyaset û propaganda û xebata dewleta kolonyalîst hat xwestin ku navê Pêşewayê Kurd Qazî Mihemed bê jibîrkirin. Li gor dîtina şirovekaran, dewlet demekê di vê pirsê de bi ser jî ketiye. Lê piştî demeke kurt gelê kurd, siyasetvan û rewşenbîrên welatparêz ji Qazî Mihemed re xwedî derketin, Qazî Mihemed di dilê neteweya kurd de ne bes li beşa Rojhilatê Kurdistanê, li çar parçayên Kurdistanê de cîh girt.
Qazî Mihemed, kurê Qazî Elî yê kurê Qasimê Qazî ye. Diya wî jî ji Saqizê bû û ji eşîreta Fettullah Begî bû. Bavê wî qadî bû. Malbata Qazî Mihemed ji 400 salan zêdetire ku li bajarê Mehabadê (Sablaxê) dijîn û di nav civatê de xwediyê giraniyeke civakî û çandî û entellektûelî ne. Ji malbata Qazî Mihemed re ne bes kurdan, di hemen demê de desthilatdar û berpirsên hukumetên împaratoriya Faris û Şah Riza jî hurmet û rêz digirtin. Bavê Pêşewayê kurd Qazî Elî, di sala 1930an de li Mehabadê rê-xistineke kurdî bi navê “Bizava Mihemed” ava dike. Têkilya ev bizav û bavê Pêşewa, bi Şoreşa Şêx Mihemed Xiyabanî ya li Tebrîzê hebû. Bavê Qazî Mihemed di sala 1934an de çû ser dilovaniya xwe.
Qazî Elî xwediyê du zarokan bûye, yek ji wan Ebdulqasim Qazî bû û ji aliyê xelkê de bi navê Sedrî Qazî tête naskirin. Sedrî Qazî ji aliyê gel de wek parlamenter hatiye hilbijartin û nifûzeka wî ya xurt hebûye. Piştî dawî lêhatina parlamenteriya wî, bi pêşniyara Pêşewayê kurd Qazî Mihemed ji bona ku li Tehranê kar û xebatên siyasî bimeşinê, li wir niştecîh dibe.
***
Qazî Mihemed jî di sala 1900î de, di nav ev malbata navdar û xwediyê nûfuzeke civakî û siyasî de tête dinyayê. Qazî Mihemed di salên biçûkîya xwe de dibistan û medreseyeke dînî ku navê wê “Kutabxane” bû, xwendiyê. Wek tê zanîn di wê demê de li Îranê ciyê perwerdeyê, medrese bûn.
Qazî Mihemed beriya ku di ciyê bavê xwe de bibe qadî, di dezgeha mudirtiya weqfan de xebat kiriye. Lê bitaybetî piştî ku Qazî Mihemed bû qadî, qedir û qiymeta wî di nav gel de zêdetir bûye. Di dema ciwantiya xwe de hizr û hestên wî yên niştîmanperweriyê xurt dibin. Ew him ji zanistiya kevn û him jî ji zanistiya nû ya modern agahdar bû. Ji bona vê jî hewildaneke wî ya îlmî hebûye. Dîsa ji bona ku zimanê biyanî fêr bibe hewildaneke gelek xurt nîşan dide. Wî, ji derveyî zimanê kurdî, erebî, farisî, fransizî, îngilîzî û biçek jî rusî dizanîbûye. Dema ku mirov serok Evdirrehman Qasimlo jî tîne ber çav, dibîne ku di fêrbûna zimanên biyanî de gelek jêhatî bûye. Ev jî derdixe holê ku di serokatiya Rojhilata Kurdistanê de mîsyon û kevneşopîyeke gelek erênî ya çandî û ziman heye.
Qazî Mihemed, bi kesên îlîmdar û zanyar re xwediyê pêwendiyeke xurt bûye. Bi kesên welatparêz û serokeşîran re di nav danûstandineke gelek balkêş û xurt de bûye. Piştî mirina bavê xwe bûye dadmendê bajarê Mehabadê. Qazî Mihemed ji bona ku ji karê çandî, zanistî, agahîya xelkê hez kiriye, beriya salên 1941an, du sal jî berpirsiyariya îdareya çandî ya bajarê Mehabadê kiriye, di vê qadê de xebateke gelek baş kiriye. Li Mehabadê yekem car dibistana keçan bi hewildana wî hatiye avakirin. Ji bona vê jî dema ku ji bona Komara Kurdistanê ya Mehabadê makezagonê amade dikin, di makezagonê de mafên jinan ciyekî gelek girîng digre. Dîsa ji bona vê piştî damezrandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê girîngiyeke mezin dide pêşkevtina ziman, edeb û şanoya kurd.
Qazî Mihemed, di wê merheleyê de bi xwendekar, rewşenbîr û mamosteyan re jî xwediye pêwendiyeke kûr û xurt bûye.
***
Qazî Mihemed, di destpêkê de nebûye damezrênerê Komeleya Jiyaneweya Kurdistanê (Vejiyana Kurd-Je-Kaf/JK), lê bi Komeleyê re xwediyê pêwendiyeke gelek xurt bûye û ji damezrênerên Komeleyê re rêz û hirmeta wî hebûye. Qazî Mihemed di hemen demê de di çareserkirina pirsgirêkên civakî û eşîrî de rolekî berçav tîne cîh. Gelek pirs û karên rojane yên xelkê, di dîwana wî de ku jê re digotin “Mehkeme” dihatin çareserkirin.
Berpirsiyarên Komeleyê, pêwendiya wî û Komeleyê têrê nedîtine û xwestine ku ew bibe endamê Komeleyê. Wê demê bitaybetî hewil dane ku Qazî Mihemed bibe endamê Komeleyê. Ew jî di encam de dibe endam û berpirsiyarê Komeleyê.
***
Dema ku Îran ji aliyê dewletên biyanî ve hate dagirkirin, heyetên biyanî jî dihatin ziyaretiya Qazî Mihemed, li bajarê Mehabadê. Bi wî re rewşa siyasî ya wê demê û Kurdistanê qise dikirin. Peywendî û danûstandinên bi devre re hatine merheleyekê ku Partiya Demokrat a Kurdistanê ava bibe. Di destpêkê de daxwaza berpirsiyarên Yekîtiya Sovyetê ew bû ku Partiya Demokrat a Kurdistanê wek seksiyona Partiya Demokrat a Azerbeycanê ava bibe. Dema ku Qazî Mihemed û grubek hevalên wî çûn Azerbeycana Sovyetê, ev pirsa di navbeyna wan de gelek bi tundî hatiye minaqeşekirin. Eger Qazî Mihemed û havelên wî vê nêrîna Sovyetê biecibanda, wê demê Komara Kurdistanê jî, diviya bû wek komareke serbixwe ava nebe, di nav sînorên sîyasî yên Komara Azerbeycana Îranê de bibe xwedî otonomiyeke cûda.
Qazî Mihemed û hevalên wî ji bona vê, bi nasnameyên xwe yên xurt û bi şexsiyet biryar dan ku Partiya Demokrat a Kurdistanê ava bikin û di bin pêşengiya partiyê de, bi piştgiriya Kurdên beşên din û bi taybetî jî bi piştgiriya Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava bikin.
Piştî ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava bû, Qazî Mihemed bû serokê Komarê. Piştî ku Qazî Mihemed bû serokkomarê yekem ê Kurdistanê, li tevayî Kurdistanê û li dinyayê bû kesekî navdar û aktorê sîyaseta Rojhilata Navîn.
***
Li gor kesên hewîrdora Qazî Mihemed,
“Pêşewa Qazî Mihemed mirovekî gelek bi ferheng, dilsaf, xweşqise, evîndarê wêje û hûnerê, rawêjkar, di heman demê de mirovekî siyasî û demokrat, welatparêz û êvîndarê gelê xwe bû. Tevger, rabûn û rûniştin wî digel hemû tax û tebaqeyan hebû û di dema hewce de ji hest û qaweta wan piştgirî werdigirt.”
Wî bi dilsafiya xwe, bawerî bi desthilatdariya hov a Îranê anî û dîl kete destê wan, pişt re jî ew û serokên din yên Komara Kurdistanê hatin daleqandin.
Dîsa ji bona ku ji her çînekê re dost bû û ji belengazan re heval bû, hûnerhez û wêjeevîndar bû, ji amadekirina makezagoneke gelek demokrat û modern re pêşengî kir. Di demeke kurt de ji bona ku zimanê kurdî, hûner û çanda kurdî bi pêş bikeve, ji projeyên gelek mezin re pêşengî kir û di vê qadê de serkeftinên gelek mezin jî bi desthelatiya hukumeta komarê pêk anî.
Qazî Mihemdî biratî û hevgirtina kurdan, sedemên herî mezin yê serkevtinê dizanî. Ji ber vê jî di gotar û nivîsarên xwe de -ku nivîsar û gotarên wî di rojnameya Kurdistanê de dihatin çapkirin- li ser pirsa yekîtî û biratiya kurdan radiwestiya, ev yek jî wek şert û merceke bingehîn ê serkevtin û ragirtina Komarê nîşan dida.
Ji bona vê, ew wasiyetnameya wî ya dîrokî di nav netweya kurd de ciyekî gelek girîng girt.
Qazî Mihemed di wesiyatnameya xwe de ji kurdan re dibêje ku:
“Ji hevûdu re dijminatî nekin, hevûdu biparêzin û ji hevûdu re alîkar bin. Li hemberî zulm û zordariya dijmin xwe biparêzin, xwe nefiroşin dijmin. Dijmin heta ku karên xwe bi we bide kirin ji we re tehemmûl dike, piştre divê hûn bizanin ku hîç bawerî bi we nake û dilê wî bi we naşewite. Neteweya kurd jî, wek her miletekî ye û wek neteweyên din xwediyê tû kêmasiyê nîne. Heta neteweya kurd ji aliyê egîdî, xîret de ji gelek neteweyên azad jî pêştir e. Neteweya kurd jî wek neteweyên din yên ji bin esaretê xelas bûne. Divê hûn jî wek neteweyên din ji bin esaratê derkevin û azad bibin. Lê hûn li hemberî hevûdu zikreş nebin, xwe nefiroşin dijmin û tehemûlê hevûdu bikin…. Dijminên kurdan ji kîjan rengî û kîjan neteweyan dibin bila bibin, her dem dijmin in, bê wîjdan in, zulimkar in, dê bixwaze bi destê we, we bikuje. Dijmin dê we bêşexsiyet bike, dê bixwaze bi hîle û derewan we, bi destê we bide kuştin..”
Ew di wesiyetnama xwe de digel ev şîretan gelek şîretên din jî tîne ser zimên û di encamê de dibêje ku:
“Divê heta ku em ji esaretê xelas û azad nebin, divê xebat û têkoşîna me bidomîne. Eger dewleta we hebe, hûn azad bin, wê demê hûn dibin xwediyê her tiştekî; xwediyê mal, welat, erd, namûs û mûlk.”
Hîç şik tune ye ku ev wesîyeta Pêşewa Qazî Mihemed ji bona vê merhelê jî girîngiya xwe dipê. Ev jî dûrbînî û entellektûelbûna wî diyar dike.
Qazî Mihemed her çiqas baş jî dizanî ku dijminên neteweya kurd şaş in û serrastbûna wan zehmet e jî, ji bona jiyaneke hevmişterek ya wekhev bi wan re hewil dida, dixwast ku di navbeya neteweya kurd û faris û gelên din yên Îranê de peymaneke nû, makezagoneke plûral û demokrat pêk bê, gelên Îranê bi hev re di nav sîstemeke demokrat de wekhev bijîn. Loma jî her dem gelek bi cesareta medenî û îlmî, şaşiyên desthilatdariya Îranê û Şah radigîhine. Ji bona ku pirsa gelê Kurdistanê çareser bibe proje û pêşniyaran pêşkêşî desthilatdariya Îranê dike.
Dema ku Pêşewa ji aliyê Qawam El Seltenê de ji bona Tehranê tê vexwendin. Pêşewa Qazî Mihemed di 28ê Çileya Paşîn a 1946an de diçe Tehranê. Li Tehranê hejmarek wezîran, nûnerên parlamentoyê, nûnerên kurdên Tehranê, nûnerên partiyan û Yekîtiya Karkeran li balafirgehê pêşewaziya Qazî Mihemed dikin. Wê demê rojname dinivîsînin ku
“Nûha Qazî Mihemed li Tehranê ye û azadîxwazan ew dîtiye, dê eyan bibe ku hizr û baweriya wî, pêkanîna azadî û demokrasiyê li tevayî Îranê de ye, mafê civakî, siyasî, mirovî ji bo neteweya kurd di holê de ye. Her karek ku qezencê demokrasiyê be, ji aliyê Pêşewayê Kurdistanê ve dê bi can û dil bihê pêşwazîkirin. Em hêvîdar in ku cenabê Qawam ji vê sefera dîrokî mifayê bistîne.”
Hezar mixabin desthilatdarên Îranê ji vê helwestê sûd wernagrin.
Digel vê yekê ev jî derdixe holê ku derdê Qazî Mihemed û gelê Kurdistanê ne ew e ku bi Îranê re şer bikin û bi her awayî ji Îranê veqetin. Lê hezar mixabin Îranê û desthilatdarên wan ne ew demê û ne jî di vê merheleyê de ev rastiya fahm nekirine. Piştî ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê bi zulim û zordarî hat rûxandin û serokên wê jî hatin daleqandin, berpirsiyariya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê dîsa jî heta salên dawî şiyara “Ji Îranê re demokrasî û ji Kurdistanê re otonomî” parastin. Beriya vê du-sê salan biryar dan ku Îran bibe dewleteke federal û Kurdistan jî bibe herêmeke federe.
Piştî ku Qazî Mihemed û têkoşerên din yên Komara Kurdistanê dîl ketin, gelek zordarî û zehmetî dîtin. Desthilatdariya Îranê di dema dîlketina wî de ji wî daxwaz kir ku nameyekê ji Mistefa Berzanî re binivîsîne ku dev ji şer berde. Wî ev yekê qebûl nekir û ji gelê kurd re got ku tekoşîna xwe dom bikin û bi dijminên xwe bawer nekin.
***
Dema ku ji jiyana Qazî Mihemed bê behs kirin, divê mirov ji avakirina Komeleyê û Komara Kurdistanê ya Mehabadê jî piçek bi tefferuat behs bike.
Damezirandina Komeleyê û PDK a Îranê
Li Rojhilatê Kurdistanê jî, neteweya kurd teslîmê kolonyalîst û dîktatoran nebû. Ji bona ku mafên xwe yên neteweyî werbigre di sala 1921an de li jêr rêberiya Simko Axa serhildanê dest pê kir. Simko Axa, di demeke kurt de hemû Rojhelatê Kurdistanê azad kir. Hezar mixabin, bi fenûfût û xapandina dewleta îranê Simko Axa dîl ket û li Şînoyê hate daleqandin.
Piştî serhildana Simko Axa, li Rojhelatê Kurdistanê talan, hovîtî û zulmê dest pê kir û heta sala 1940î domand.
Di sala 1941an de Îngilîz û Emerîkayê başûrê Îranê, Yekîtiya Sowyetê jî bakurê wê dagir kiribûn. Mehabad di bin bandor û desthilatdariya tu welatan de nebû û ciyekî azad bû. Bajarê şêrîn Mehabad di heman demê de navenda çand û nasyonalîzma kurd bû. Li Başûrê Kurdistanê jî komeleya Hîva ava bibû û dixwest ku bi Mehabadê re hevdîtinê pêk bîne û ji bona vê Fermandar Mîr Hac û Fermandar Mistefa Xoşnav şandibû Mehabadê. Di bin rêberiya Mele Dawûd de bi 15 welatparêzên Mehabadî re hevdîtin pêk anîn, di encama pêşniyaran de ev berpirsiyarên komeleya Hîva, komeleya Jiyaneweya Kurd li sala 1942an bi şertê ku gelên Îranê bi piştgiriya Ordiya Sor ji desthilatdariya Riza Şah bêtin azadkirin, hat avakirin. Komele bi awayekî îllegal ava bû.
Komele ji bona avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û avabûna Komara Kurdistanê ya Mehabadê bû bingeh. Ji bona vê divê mirov piçek li ser taybetiyên Komeleyê raweste.
Armanc û ramana Komeleyê ew bû ku yekîtî û azadiya Kurdistanê pêk bîne. Dema ku kesekî dixwest ku bibe endamê Komeleyê li ser xalên jêr sond dixwar:
1- Ez dê bi tu awayekî xiyanetê ji gelê kurd re nekim. 2- Ezê ji bo azadî û serxwebûna kurdan bixebi- tim. 3- Ez dê sirrê Komeleyê biparêzim û veşêrim. 4- Ez dê bi hemû jiyana xwe ve weke endamê Komeleyê bimînim. 5- Ezê hemû kurdan weka bira û hevbajêrî bizanibim. 6- Bê destûra Komeleyê, ez dê nebim endamê tu komeleyekê dî.
Di eslê xwe de ev sonda, sondeke edetî û xwezayî bû. Lê ji Komeleyê re disîplînek çêdikir û di xebatê de cîddiyetek pêk dianî.
Komeleyê armanca xwe jî wusa diyar kiribû:
1- Li herêma Kurdistanê divê zimanê kurdî di qada perwerdeyî, îdarî, dadî de bibe fermî. 2-Divê ber- pirsiyarên dewletê yên li Kurdistanê, kurd bin. 3-Divê dewlemendî û hatina Kurdistanê ya aborî li Kurdistanê ji bona dibistanan û nexweşxaneyan bê serfkirin.
Ji derveyî van daxwazên muşexes, mafê çarenivîsiya neteweyê kurd diparast. Di wê baweriyê de bû ku dema ku neteweyê kurd qederê xwe bigre destê xwe, xwe bi xwe îdare bike, wê demê dikare bi neteweyê faris re bibe cîraneke baş.
Komeleyê, gorî serkaniyên dîrokî û agahdariyên ew kesên di wê serdemê de jiyan kirî, di demeke kurt de nas-yonalîstên kurd digîhîne ser hevûdu, birêdixe û baweriye gelê Kurdistanê qezenç dike.
Komele, di destpêkê de wek rêxistineke Kurdistanî ava bibû. Ji bona vê yekê Komeleyê ji beşên din yên Kurdistanê endam û berpirsiyar girtibûn. Heta berpirsiyarên sê beşên Kurdistanê (başûr, bakûr, rojhilat) li ser sînorê her sê beşan, di çiyayê Dolapdereyê de tên cem hevûdu, li ser peymanekê bi navê Ramana Sê Sînor li hev tên. Komele, li Başûrê Kurdistanê bi rêxistina Hîva re xwediyê pêwendiyeke gelek xurt bû û piştgiriya hemû eşîretan jî girtibû.
Pêşewa Qazî Mihemed jî yek ji endam û berpirsiyarên Komeleyê bû. Piştî demekê ji bona ku Komeleyê bersîva hewcedariyên Tevgera Rojhilatê Kurdistanê neda, biryar hate girtin ku partiyek ava bibe. Qazî Mihemed jî wek serokê partiyê hate hilbijartin. Pêşewayê kurd Qazî Mihemed dibêje,
“zilam û mirovên bi bîr û xwedî hiş û bi şeref ku pir ji mêj da bû ku xwîna dilê xwe vedixwarin û bo zelîliya vî milletî dûkel û bêhna şewatê ji hundurî wan derdiket, gelek zû dan xuyakirin ku dema kar û xebatê ye û divê ji vê derfetê feyde bê standin û ev dem bi temamî ew roj e ku yên beriya me jî pir çav li riya wê bûn. Bi yekcarî û zû, bêwestan û rawestan, dest bi kar û xebatê kirin û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêk anîn û bi destekî mukim mijulî kar û barên xwe yên millî bûn û bi çavekî hûr û bi dîqet pêwîstî û pêdiviyên kurdan dan xuyakirin û cîbicî kirin.”
PDKa Îranê, di 25ê Tîrmeha sala 1945an de, bi destê Qazî Mihemed û 60 hevalên wî ava bû. Wek tê îddia kirin, PDKa Îranê bi destê Yekîtiya Sovyetê nehat avakirin. Hewcedariyên neteweya kurd bû sedem ku partiyeke netewî û demokratîk bê avakirin. Loma jî PDKa Îranê ava bû, bi Yekîtiya Sovyetê re jî xwediyê pêwendiyeke xurt bû.
Di navbeyna programa Komeleyê û PDKa Îranê de ferqek tune bû. Lêbelê Komele di helwesta xwe de zêdetir Kurdistanî bû û PDKa Îranê herêmî bû.
Avabûna Komara Kurdistanê
Li Îranê di dawiya sala 1945an de neteweya azerî serîhilda û bajarê Tebrîzê xiste bin kontrola xwe. Di 11yê meha 1945an de Komara Otonom a Azerbeycanê ava bû. Kurdan jî hem bi xurtî piştgiriya wan kirin û hem jî Kurdistan azad kirin.
Pêşewa Qazî jî di 22. 01. 1946an de li meydana Çarçirayê damezirandina Komara Kurdistanê ragehand. Di dema ragehandina damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de, Qazî Mihemed di axavtina xwe de wusa digot:
“Kurdistan xwedî ciyekî stratejî û erdnîgariya (cografyeya) taybet e ku gelê kurd her tim û bi bê wê hindê ku netewe û miletekî din di navbera wan de mesafe çêbike û wan ji hev biqetîne, tev bi hev re têde dijîn û tê de xwedî malikiyeta xwe ya millî ne. Ser bihurî û dîroka wan ya derbasbûyî yek e û bi giştî têde hevpar in. Kurd, xwedî edeb û edet û nerîtên netewî yên wisa ne ku bi ti rengan, sedemên cûr bi cûr û ti bûyerekê nekariye sistiyek di nava bingeh û binaxê mileta wan de peyda bike.
….”
Qazî Mihemed, li ser navê PDKa Îranê û wek serokê giştî yê Komara Kurdistanê di axavtina xwe de damezirandina partiyê jî îlan kir. Pişt re Komîteya giştî ya partiyê civîya, Qazî Mihemed wek serokkomar hilbijartin. Qazî Mihemedî jî di bin serokatiya Hecî Bab Şêx de hikumetê ava kir. Hikumet ji 13 wezîran pêk dihat:
Serokê Hikumetê:
Hecî Bab Şêx,
Wezîrê Berevaniyê:
Mihemed Hûsên Seyfî Qazî,
Wezîrê Post û Têlgirafê:
Kerîm Ehmedî,
Wezîrê Çand:
Menaf Kerîmî,
Wezîrê Karê Navxweyî:
Mihemed Emîn Mueyînî,
Wezîrê Karê Derve û Şêwirê:
Hecî Rehman Îlhanzade,
Wezîrê Çûnûhatinê:
Îsmaîl Îlhanzade,
Wezîrê Aboriyê:
Hecî Mistefa Dawidî,
Wezîrê Bezirganiyê:
Ehmed Îlahîzade,
Wezîrê Çandiniyê:
Mehmud Velîzade,
Wezîrê Xebatê:
Xelîl Husrevî,
Wezîrê Propagandayê:
Sidiq Heyderî,
Wezîrê Dadweriyê:
Mele Husên Mecîdî.
Wezîrê Tendûristiyê:
Seyîd Mehmed Eyyubî.
Hikumeta Komarê, ala Kurdistanê ya ku di sala 1919an de li Stenbolê ji aliyê Komela Teşkîlatî Îçtîmaiye ya Kurd ve hatibû qebûlkirin, pejirand.
Projeyên ku Hatin Pêkanîn…
Komara Kurdistanê ya Mehabadê di temena xwe ya kurt de, karê gelek hêja pêk anî. Di qada aborî û perwerdayiyê de, di demeka teng de gavên girîng avêtin. Zimanê kurdî, bû zimanê perwerdeyî. Ji bona Komarê hêzên leşkerî yên nîzamî hatin avakirin. Îstasyoneke radyoyê hate damezirandin. Li Şînoyê, li Mehabadê, Bokanê, Saqizê dibistan ava bûn. Meleyan êdî li mizgeftan bi kurdî waaz didan. Wek peymaneke civakî makezagon amade bû. Makezagona Komara Kurdistanê, gorî demokrasîyeke pêşketî û pîvanên Wîlson û hêjayiyên Ewrupayî hatibû amadekirin. Sekûlerizm û modernîteke demokratîk hatibû pejirandin. Ev yek ji bo civateke muhafezakar, edetî, îslamî gelek girîng bû. Di makezagonê de wekheviya jin û mêran, mafên sendîqayî, azadiya fikrî, rêxistinî, baweriyê hatibû qebûlkirin.
Di Komara Kurdistanê de ji bona ku hûnera kurd, şanoya kurd, musîka kurd pêş bikeve xebatên girîng hatibûn kirin.
Hilweşandina Komarê û Mele Mistefa Berzanî
Komara Kurdistanê ya Mehabadê, hemû erd û axa Kurdistanê nedigirt nav xwe. Hezar mixabin temena Komara Kurdistanê dirêj nebû. Komara Kurdistanê 11 mehan li ser piya ma. Piştî dewletên ku li ser axa Îranê desthilatdar bûn, di nav xwe de ji bona parvekirina dinyayê li ser peymaneke nû li hevûdu kirin. Yekîtiya Sowyetê xwe ji Îranê vekişand û piştgiriya xwe ya bo Komara Kurdistanê û Ezerbeycanê qut kir.
Hikumeta merkezî ya Îranê êriş bir ser Komara Kurdistanê. Diyar bibû ku li hemberî êrîşên dewleta kolonyalîst û hêzên leşkerî, kurd nikarin rawestin. Di vê qonaxê de gengeşiya rewşa nû dest pê kir.
Mele Mistefa Barzanî, di sala 1943ê de li Başûrê Kurdistanê pêşengiya serîhildaneke millî kiribû. Hezar mixabin ku di encama êrîşên Îngilîz û Iraqê de şikest xwar û mecbur bû ku ew û hevalên xwe derbasî Rojhilat Kurdistanê bibin. Wek Mele Mistefa Barzanî bi xwe jî behs dike, li Rojhilata Kurdistanê dikevin bin xizmeta neteweya kurd.
Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî jî di damezirandina Komara Kurdistanê de rolekî girîng lîstin, di bin serokatiya Komarê de wek xebatkar, leşker û serleşkeran kar kirin, tu caran pêşengiya xwe dernexistin pêş.
Mele Mistefa Barzanî ji bona ku rewşa dawî bi Pêşewayê Kurd re qise bike, di êvara 16. 12. 1946an de hevdîtineke dawî bi wî re pêkanî. Xwest ku bizane Pêşewayê kurd dê çi bike. Di vê hevdîtinê de Pêşaweyê kurd Qazî Mihemed ji Barzanî re dibêje: “Ji bona ku zêde xwîn nerije, miletê min zerar nebîne, ezê xwe bidim destê dijmin.” Di eynî hevdîtinê de diyar dike ku Barzanî bi xwe jî zerar nebîne û Îranê terk bike.
Mistefa Barzanî di heman hevdîtinê de emaneta xwe ya pîroz, Ala Kurdistanê ji Pêşewayê Kurd teslîm girt û piştî şerekî dijwar li hemberî Îranê, Tirkiyeyê, Iraqê derbasî Yekîtiya Sowyetê bû.
Dîlketina Serokên Komarê û Dadgehkirina Wî
Komara Kurdistanê piştî êrîşeke leşkerî ya dijwar hate rûxandin. Serokên wê jî, Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî di 20.12.1946an de ji aliyê dewleta Îranê ve hatin girtin. Dîlgirtina wan, neteweya kurd ji qetlîama dewleta Îranê xelas nekir.
Belê Qazî Mihemed Gandîyê Kurdistanê bû. Hezar Mixabin Îran ne Engilîstan bû.
Qazî Mihemed û serokên din yên Komara Kurdistanê di dadgehê de bi awayekî nehiqûqî hatin darizandin. Wan jî di dadgehê de neteweya kurd û Komara Kurdistanê bi cesareteke medenî û layiqî serokbûna xwe parastin. Hemû tawanên dadgehê red kirin. Li hemberî heqeretên qadiyên dadgeha Îranê rawestiyan.
Qazî Mihemed, mafê neteweya kurd, meşrûbûna Komara Kurdistanê ya Mehebadê, ala û surûda Kurdistanê gelek aşkere parast.
Parastiina Qazî Mihemed û têkoşerên din yên Komara Kurdistanê, li hemberî dijminên gelê kurd parastineke û helwêsteke dîrokî bû.
Qazî Mihemed di dadgehê de gelek aşkere desthilatdarên Îranê tewanbar kirin û got:
“Ez di quncên girtîgehê de dengê xwe li dijî dewleta Tehran û serokên wê bilind dikim û dibêjim ku hûn gunehbar in, ne em. We welatê me dagir kiriye. Tevahiya ev serpêhatî û bûyeran encama siyaseta dagîrker a dewletê ye. Ger dewlet hemû kurdan bi xayîn dizane, bila ji kurdan vegerin, kar û barên xwe bi xwe bigrin destê xwe. Ev bûyera di encamê de bûye ku we bi xwe makezagon binpêkiriye. Niha jî ez tenê bi xwe demokrasiyê di Kurdistanê de xurt dikim û pêşve dibim û tu hêzeke biyanî haydarê min nebûye. Bêpar bûna gelê Kurd yê bûye haydarê min, ji bo birêvebirina van kar û xebatan e.”
Pêşewa Qazî Mihemed di heman demê de Barzanîyan jî li hemberî dadgehê diparêze û dibêje:
“Mele Mistefa Barzanî kesekî bîyanî nebû ku hatibû Kurdistanê. Kurdistan mala her kurdekî ye. Barzanî, ji bona ku şert û zurufan xwest, ji odeyeke mala xwe derbasî odeyeke din bû…. Ez bi çend rêzan Mele Mistefa ji we re bidim danasîn. Di dinyayê û dîrokê de kesên şexsiyetmezin û dûrbîn û leheng û bişeref û hûmanîst û azad û bêtirs hene. Barzanî jî yek ji wan kesan e.”
Bi vê parastina Qadî Mihemed jî derdikeve holê ku Komara Kurdistanê û ew bi xwe jî Kurdistanî bû. Beşbûna Kurdistanê û Barzanî jî ew qas xweş û objektîf tê terîf kirin.
Hezar mixabin piştî dadgeheke bêhiqûqî Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî bi lezûbez di 31. 3. 1947an de li Meydana Çarçiraya hatin daleqandin.
***
Ez di Hezîrana 1979an de çûm Mehabadê. Min di destpêkê de Meydana Çarçirayê ziyaret kir. Mehabad di bin bandora hêzên kurd de bû. PDKa Îranê û Şêx Îzeddîn û Komeleya Zehmetkêşan Mehabad birêve dibirin. Di Meydana Çarçirayê de her çiqas peykerê Qazî Mihemed hatibû bicîhkirin jî, li meydanê ji bona serokên Kurdistanê şînê dom dikir. Meydan bibû ziyaretgeh û her rojê bi sedan kesan Meydana Çarçirayê ziyaret dikir.
***
Ji Aliyê Kolonyalîstan ve Mehkemekirina Komara Kurdistanê Berdewam e:
Komeleya Kurd a Diyarbekirê û Konferansa Komara Kurdistanê
Komeleya Kurd a Diyarbekirê (KURD-KOMê), di 03. 04. 2005an de Konferansa Komara Mehabadê bidarxist. Di konferansê de gelek rewşenbîr û siyasetvan û berpirsiyarên komeleyên siwîl yên kurd (Min, Halîs Nezan, Şeyhmûs Aykol, Sabahaddîn Korkmaz, Osman Karavîl, Nusreddîn Maçîn, Şeref Yalçin, Omer Aybar, Mehmed Gonden, Darulkeyyaz Akay, Recep Gündercî) qise kirin. Piştî konferansê çend rojan, dozgerê komara Tirkiyê bi lezûbez di derheqê konferansê de dest bi lêpirsînê kir. Dozgerê Komarê, di encama lêpirsînê de, di derheqê min (Berdevikê KURD-KOMê), Halîs Nezan (Serokê HAK-PARê yê şaxa Amedê), Şeyhmûs Aykol (Berdevikê KURD-KOMê) de li Dadgeha Diyarbekîrê de doz vekir.
Danişîna dozê ya yekem di 01.02. 2006an de pêk hat. Dadgehê, piştî du salan darezandina me, di 24. 12. 2007an de li doza Konferansa Komara Kurdistanê dawî anî. Dadgehê, em, 1 sal û 3 mehan ceza kirin. Dadgehê, cezayê Şeyhmûs paşve avêt û ji bona ku 3 salan jî bê murakebekirin, biryar da.
Dadgehê, heman demê di derheqê Min û Halîs Nezan de biryar da ku em ji mafên kamuyê, ji mafê bijartinê û hilbijartinê, ji mafê welayetê, ji mafê berpirsyariyên waqifan, komeleyan, sendîqeyan (nîkabeyan), şîrketan û partiyên siyasî jî bê par bin.
Di dadgehê de darezandina me, darezandineke hiqûqî nebû û dare- zandineke siyasî bû. Me û parêzerê me Sabahaddîn Korkmaz, di dadgehê de heta dawî Komara Kurdistanê ya Mehabadê, serokên Komara Mehabadê, hêjiyiyên Kurdistanê, demokrasî, maf û azadiyên kesayetî û kolektîf yên neteweya kurd parast.
Min, parêznameya xwe bi kurdî pêşkêşî dadgehê kir. Ev parêznameya min bi destê kesên ne ehîl hat wergerandin. Piştî wergerandina parêznameya min, di danişîna dawî ya dadgehê de mafê me yê ku em wergerê kontrol bikin, bin pê bû. Ev pirsa û ev karê nehiqûqî ji aliyê parêzerê me ve hate ser zimên. Min jî diyar kir ku “ev doza ne dozekî hiquqî ye. Min helwesta dadgehê ya di derheqê wergera parêznameya min de jî bi dehşetê temaşe kir. Diviya qadî ev mafê me biparasta, lê ev nebû. Lê eger tiştek bê gotin, ew jî, ez di vê pirsê de jî bi bîrûrayên parêzerê xwe re me.”
Em, ji bona fikrên xwe yên kurdîtî yên netewî hatin darezandin û ji bona vê jî, ji aliyê dozgerê komarê ve ji ber fikrên xwe hatin tawanbarkirin. Ev helwest jî gelek aşkere ye ku li dijî azadiya fikir û xweîfadekirinê, li dijî demokrasî û paymana mafên mirovî ya Awrupayê ye.
Li Dadgehê, Komara Mehabadê û serokên wê hatin parastin…
“Ji dîroka neteweya kurd, ji serok û şehîdên neteweya kurd re xwedî derketin, mafê her dezgeheke kurd û her kurdekî ye…”
“Ji Dadgeha Cezayê ya Asliyê ya 7emîn re / DIYARBEKÎR,
Komelaya Kurd a Diyarbekirê (KURD-KOMê), di 03.04.2005an de li Salona Şeradariya Baxlarê, ji bona ku serokên Komara Kurdistanê ya Mehabadê bi bîr bîne û dewleta Îranê tewanbar bike, civîneke fireh (konferansek) bidarxist. Bi sedan kes beşdarî konferansê bûn. Beşdarvanên konferansê, gelek rengîn û ji gelek beşên civatê bûn.
Bi kurtî dikarim bibêjim ku civata kurd li Diyarbekirê û li bajarên hewîrdora Diyarbekirê bi gelek rengên xwe, ji konferansa KURD-KOMê re eleqeyek nîşan dan. Her kesên beşdervan, ji nû ve bi giştî dîroka neteweya kurd û Kurdistanê, bi taybetî dîroka Komara Kurdistanê ya Mehabadê û ya serokatiya komarê bi bîranîn, beşdarvanan bi îdamkirina serokên Komara Kurdistanê êşiyan, zilm û zordariya dewleta Îranê, hevpeywendî û hevkariyên dewletên cîran bi dewleta Îranê re, bi awayekî nû şirove kirin; xeterî û nedostbûna wan danîn ber beşdarvanên konferansê.
…..
Mijara ku di konferansê de hate minaqeşekirin, raste rast dewleta Îranê û ne raste rast jî Tirkiyeyê eleqeder dike. Ev mijara ku di konferansê de hatibû minaqeşekirin, di sala 1945-46an de qewimiye. Ev bûyera li Îranê jî wek tawan ji holê rabûye.. Îro li Tirkiyeyê wek tawan pejirandin wê, him ne rasyonal e û him jî ne hiquqî ye.
Tirkiyeyê dê bibe endama YEyê û ji bona vê demeke di navbeyna YEyê û Tirkiye de mizakere didomînin. Tirkiyeyê divê pîvanên YEyê di jiyana xwe ya hiquqî, siyasî û civakî de pêk bîne. Tê zanîn ku YEyê “tawana fikir” napejirîne û tu wext fikran dadgeh nake. Mijara ku li konferansa KURD-KOMê hatibû minaqeşekirin, helbet gelê Kurd û Kurdistanê bi tevayî eleqeder dike. Pirsa Kurdistanê jî pirseke rojhilatanavîn û navneteweyî ye. Ev pirsa çar dewletan; Îran, Iraq, Suriye û Tirkiyeyê eleqeder dike. Dadgeh jî nikarin çavên xwe ji vê rastiyê re bigrin.
Hezar mixabin dema ku di civînek û konferansekê de li ser pirsa neteweya kurd û Kurdistanê gengeşî pêk bên, dozgerê komarê di derbarê wan gengeşiyan de bi lezûbez doz vedikin. Dadgeh û qadî jî jebara xwe didomînin. Divê dadgeh û dadwer jebara xwe ya di derbarê pirsa neteweya kurd û Kurdistanê xerab bikin. Tê zanîn ku pirsa neteweya kurd û Kurdistanê pirsgirêka Tirkiyeyê ya herî mezin û stratejîk e. Ev pirsa ji bona ku çareser bibe, divê her dezgehek jî hewil bide.
Ev helwesta dadgehkirina me, dê zerar bide huquqê, maf û azadiyêmn mirovî yên şexsî û kolektîf. Ev helwesta dîsa dibe sedem ku ew nakokî û dijberiya heyî ya dîrokî bidomîne.
II- Dadgeh huquqî û li gor pîvanên edaletê (dadweriyê) hereket nake. Mafê parastinê dide bin lingan. Helwesta wî, ji qadiyên leşkerî paşvetir e…
(…..)
Baş tê zanîn ku mafê parastinê li dadgehê mafekî qitsal û giranbiha ye. Ji bona ku kesên tên dadgehkirin mafên parastinê pêk bînin û xwe bi azadî biparêzin, divê dadgeh derfetên huquqî û psîkolojîk pêk bîne. Hezar mixabin qadî, li hemberî me şerekî sar dimeşîne, ji bona ku mafê me yê parastinê bê sînorkirin, pêşiya me digre. Qadî dema ku em behsa neteweya kurd û Kurdistanê dikin, rengên wî tê guhertin, qadî ne wek qadî, wek kesekî ku ji kurdan re dijmin e, helwestê nîşan dide.
Ji bona parastina min pêşî biryara werger hat girtin, pişt re ev biryara ji holê rakir. Min jî di helwesta xwe de guhertinek çênekir, min bi kurdî qisekirina xwe dom kir û parêzerê min jî, ji min re bû werger. Qadî, ev bê huquqiyê jî, ji holê ranekir.
Ez bi xwe li dadgehên leşkerî jî gelek caran hatim dadgehkirin: Helwesta qadiyê doza me, ji qadiyên dadgehên leşkerî paşvetir e. Qadiyê me qasî qadiyên dadgeha leşkerî jî huquqê tetbîq nake.
(….)
VIII- Ji dîroka Kurdistanê re, ji mafên neteweya kurd re, ji serok û şehîdên neteweya kurd re xwedî derketin mafek e…
Her kesek û her neteweyek, ji dîroka xwe û ji mafê xwe re xwedî derdikeve. Ev mafekî mirovî, demokratîk û xwezayî ye. KURD-KOMê jî ev mafê xwe bi kar aniye. Ev helwesta çawa ku ji tirkekî re xwezayî ye, ji bona kurdekî jî xwezayî ye.
Neteweya kurd, di Rojhilatanavîn de neteweyekî dîrokî ye. Neteweya kurd jî, wek neteweyên din xwediyê welatekî ye. Welatên kurdan jî Kurdistan e. Di vê qonaxê de welatê kurdan Kurdistan, bûye çar beş. Beşbûna Kurdistanê, di sala 1639an de bi Peymana Qesrî Şêrînê dest pê kir. Bi Peymana Lozanê gihîşte mereheleya çar beşan.
Neteweya kurd, xwediyê dîrokekê ye; xwediyê zimanekî û xwediyê çandekî ye. Piştî ku Kurdistan bi Peymana Lozanê bû çar beş, neteweya kurd ji aliyê çar dewletan (Tirkiye, Îran, Iraq, Suriye) ve ji hemû mafên xwe hate bêparkirin û welatê kurdan hat dagirkirin û kolonîkirin.
Li hemberî vê rewşê, bi sedan sala ku neteweya kurd têkoşînê dide. Di encama vê têkoşînê de, li sala 1946an Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava bû. Hezar mixabin di demeke kurt de ji aliyê dewleta îran ve hat ruxandin. Di sala 1970yî de li Başûrê Kurdistanê Otonomiya Kurdistanê ava bû. Hezar mixabin Otonomiya Kurdistanê jî, di encama Peymana Cezayîrê de(1975) ji holê rabû.
Îro bes li başûrê Kurdistanê guhertinekî pêk hatiye, encama têkoşîneke bê hempa, bi alîkariya DYAyê û hevalbendê wê, dewleta federe ya Kurdistanê ava bûye. Li hemû beşên din jî, têkoşîn û xebata neteweyî ya kurd berdewam e.
Helbet her dezgeheke kurd û her kurdek mecbur e ku:
a) Ji mafên xwe yên neteweyî re xwedî derkeve, ji bo mafên xwe yên neteweyî xebat bike û têkoşîn bide. b) Ji welatê xwe re, ji Kurdistanê re xwedî derkeve. c) Ji dîroka xwe re xwedî derkeve. d) Ji ziman û çanda xwe re xwedî derkeve. e) Ji serok û şehîdên xwe re xwedî derkeve.
KURD-KOMê û min jî wek şexis, ev mafên xwe bi kar anî.
(…..)”
Derbarê 













