Di sala 1881ê de li Paxirmadena Erxenîyê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî û navendî li Erxenî û Dîyarbekirê temam kirîyî, paşî ji bo xwendina îdadî û Tibîyeya Eskerî çûye Îstenbolê. Beşekî xwendina xwe jî di kolêja Saint Josephê de berdewam kirîye û li wê derê di derceyeke baş de hînê Fransizî bûye. Wî di sala 1903an de bi rûtbeya yuzbaşîtî Mekteba Tibîye ya Eskerî xelas kirîye û dest bi doktorîyê kirîye.

Dr. Şukrî Mihemed Sekban, yek ji wan rewşenbîr û sîyasetmedarên navdar ên kurd e ku di nav gelek rêxistên kurdê ên dema Osmanî û paşî jî yê Cimhurîyetê de cî girtîye. Ji îlankirina Meşrûtîyeta Duyemîn şûn ve, bi awayekî legal xebata çêbûna cemîyetên kurd dest pêkirîye û cemîyeta yekemîn a ku li ser navê kurdan hatîye avakirin jî Cemîyeta Tewaûn û Teraqîya Kurd e. Ew, yek ji wan kesa ye ku bi awayekî aktîf di nav xebata Cemîyeta Teawûn û Teraqîya Kurdan de cî girtîye û di dema hilbijartina rêvebirîyê de kesê duyemîn e ku rayên herî zêde bidest xistîye. Piştî ku xebata cemîyeta navborî ji alîyê îdareya wê demê ve tête rawestandin, di sala 1912an de bi navê Cemîyeta Hêvî ya Talebeyên Kurd rêxistineke tête damezrandin. Wî di nav kar û xebatên damezrandina vê cemîyetê de jî cî girtîye û li gor şertên wê demê gelek caran piştgirîya aborî daye cemîyetê.

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, dema ku Cemîyeta Tealîya Kurdistanê tête damezrandin, ew dibe yek ji endamên çalak yê rêxistina nû û ji parçebûna CTKê şûn ve di nav koma serxwebûnxwazan de cî digre û dibe endamê Cemîyeta Teşkîlatê Îçtimaîye ya Kurd ku bi serokatîya M. Emîn Bedirxan hatibî damezrandin.

Wekî gelek rewşenbîrên Kurd, ew jî di dawîya sala 1922an de ji bêgavîyê terka Îstenbolê dike û berê xwe dide Libnanê û ji wir ve jî derbasê Bexdadê dibe. Dema ku ew li Beyruda Libnanê bû, bi îmzeya “Amraz-ı Cildiye ve Efrenciye Mütahassısı Doktor Şükrü Mehmed”, di roja 14ê Eylûla 1922an de nameyekê aşkera bi sernivîsa “Kurd ji Tirkan Çi Dixwazin”, ji Mistefa Kemal re dişîne.

Piştî çend mehên din derbasê Bexdadê dibe, xebatên xwe yê rêxistinî û siyasî li wê derê berdewam dikin. Di salên 1925-1926an de dema ku kovara Dîyarî Kurdistan tête çapkirin, di vê kovarê de bi sernivîsa “Di alema nû ya Îslamê de ceryanên millî”, rêzenivîsekê wê tête çapkirin ku pêk hatîye ji deh beşan. Ew li wê derê bûye endamê Cemîyeta Tibîye ya Bexdadê û du dewre jî rêvebirîya wê kirîye û herweha di dema Serokwezîr Nûrî Seîd de bûye Midurê giştî yê Tenduristîya Iraqê ku di dereca wezîrîya îro de bû.

Di sala 1927an de dema ku kongreya neteweyî ya bi navê Xoybûnê hate sazkirin, wî rêvebirîya kongreyê kir û herweha yek ji serkirdeyên vê rêxistê bû û wezîfeya nûnertîya Bexdadê girte ser milê xwe. Bi kurtayî em dikarin bibêjin ku Dr. Şukrî Mihemed Sekban, sala 1908ê ji damezrandina Cemîyeta Teawûn û Teraqîya Kurd bigre heta dawîya sala 1933yê ku kitêba wî ya bi navê “La Question Kurde” li Parîsê tête çapkirin, kêm zêde di desteya bilind a hemû rêxistinên Kurdan de cî girtîye. Bi navê rêxistinên navborî, digel hevalên xwe tevlî gelek hevdîtinan bûye ku bi dewlet û mîsyonên bîyanî re hatine çêkirin.

Bi kurtayî Dr. Şukrî Mihemed Sekban, rewşenbîr û sîyasetmedarekî kurdê navdarê sedsala 20an bû, bi zimanê kurdî, erebî û fransizî baş zanîbû. Piştî çapbûna kitêba wî ya bi navê “La Question Kurde”, ji alîyê hevalên wî ve gelek rexne li wî tête kirin. Refîq Hîlmî ji kitêba wî ya navborî re “red û tenkîdek” dinivsîne. Piştî efûya sala 1938an, ew jî vedigere Tirkîyê û li îstenbolê bi cî dibe, dest bi doktorîyê dike û heta dawîya jîyana xwe li wê derê dimîne. Wî di roja 08.05.1960an de li Îstenbulê koça dawî kirîye. Nevîyê wî yê Prof. Faruq Bîrtek dibêje: Dr. Şukrî Mihemd Beg, hîç demekî ji kurdîtîya xwe tawîz nedaye, ew kurd çêbû û kurd mir.” Ev kitêba ber destê we jî, behsa çîroka jîyan û serûwena Dr. Şukrî Mihemed Sekban dike.