Kurtenotek: Min di 10ê Gulana 2025a de dest bi vê nivîsa xwe kir û min di 12ê Gulana 2025a de wekî “tevgereke etîk” pêşiyê ji Botan Timesê re şand, lê Botan Timesê bi hinceta “weşana me sekinîye” nivîsa min neweşand. Dibêjim “tevgereke etîk”, ji ber ku nivîsa Firat Aydinkayayî ya di vê nivîsê de armanca rexneyên min e, di Botan Timesê de hatibû weşandin. Paşê di roja 13ê Gulana 2025a de min ji Bianetê re şand, lê berpirsyarên Bianetê jî bi hinceta ku “em naxwazin rê li ber polemîkan vekin” neweşandin. Loma jî divê were zanîn ku min ev nivîsa xwe beriya nivîsa Fexriye Adsayê ya bi seryaver “Şêrînê Hevalê Em Welatê Xwe Xweşik Bikin” nivisîbû, ku ew nivîsa Adsayê duhî di malpera Kovara Zaremayê de hat weşandin.

Destpêkeke Kurt

Herî dawiyê nivîsa Fırat Aydinkayayî ya bi sernavê “Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet” di malpera Botan Timesê de hat weşandin. Aydinkayayî di destpêka nivîsê de rasterast bersiva Fexriye Adsayê daye. Jixwe Adsayê jî di warê “Ekola Swêdê” ya edebiyata Kurdî de di Kovara Zaremayê da li ser nivîseke berê ya Aydinkayayî nivisîbû. Aydinkaya di vê nivîsa xwe ya dawiyê de ji ber nivîsa Adsayê kêfxweşiya xwe tîne ziman, lê wekî mafekî rewa rexneyên xwe yên li ser nivîsa wê jî rêz dike. Wekî dost û hevalekî Aydinkayayî yê ku bi salane em hevdû nas dikin (heta çend salan me bi hevdû re Kovara Kurd Araştırmaları weşand), min jî xwest ku li ser nivîsa dawî ya wî çend tiştan bibêjim. Lê pêşiyê dixwazim bi xwendekaran bidim zanîn ku ev nivîsa min ne parastineke Adsayê ye, ne jî dijayetiyeke Aydinkayî ye. Tenê dikare di konteksa helwesteke dekonsturaktîf de wekî rexneyeke takekesî û serbixweyî were qebûlkirin ku bi piranî pirsan di xwe de dihewîne. Û dikare wekî tevkariyekê li wê “diyalog û rexneya navmalî” were qebûlkirin, ku ji bo Adsayê û Aydinkayayî mijareke giring e. Îja nîqaşa di navbera Aydinkayayî û Adsayê de, ku qaşo li ser mijara “Ekola Swêdê” ya edebiyata Kurdî destpê kiribû, em di nivîsa Adsayê de jî di nivîsa dawîn a Aydinkayayî de jî dibînin ku veguherîye nîqaş û rexneyên li ser îdeolojiyê, bi taybetî jî li ser Marksîzm/sosyalîzmê û neteweperwerîyê. Loma ez jî di vê nivîsê de xwe bi van nîqaş û rexneyên îdeolojiyê/îdeolojîk re sînordar dikim. Jixwe rexneya edebiyatê jî ne wekî karê xwe, ne jî hedê xwe dibînim. Him ji bo sînorên nivîsa xwe binpê nekim him jî ji bo zêde dirêj nekim, ez ê hewl bidim bi çend xalan raman û nêrîna xwe pêşkeşî xwendekaran bikim.

I. “Diyalog û rexneyeke navmalî” tune ye, lê çima?

Aydinkaya ji civata Kurdî ya xwende û ehlê qelemê gazincan dike û dibêje, "Ji ber ku qet tunebe sed sal in, amûrên nivîskarên me yên pevçûnê xençer e, ne qelem e. Di pevçûna navmalî de me dev ji qelemê berdaye û em xençerê dişuxilînin." Bi gotina wî, em ji "polemîkên niviskî" û "nîqaşên fikrî" bêpar bûne. Lê di rastiyê de em dibînin ku ev yek, ne gotin û tespîta Aydinkayayî ye. Ji ber ku beriya Aydinkayayî, jixwe Fexriya Adsay jî di nivîsa xwe de hebûna vê rewşê tîne ziman û bi qasî “derfeta xwe” ji bo “berterefkirina vê rewşê” bersivê dide Aydinkayayî. Lê dîsa jî Adsayê an jî Aydinkayî, kê aniye ziman ferq nake, Ji ber ku tespîteke rast e û ev tespît "qet tunebe sed sal in" di nav me kurdan de tê honandin. Ya rast, Aydinkayayî mijar tenê ji aliyê sentaksê ve piçekî kiriye edebî, an jî bi gotina wî ya ku diyare ew ji ber Walter Benjamîn jê hez dike, "estetîze kiriye". Ya duyem û ya herî giring, ev tespît wekî li cem gelek kesên ji me, li cem Aydinkayayî jî tenê wekî "tespît" maye. Bi gotineke hîn eşekere, Aydinkayayî qet behsa sedemên “navmalî” yên vê rewşa me ya "gihayê hewşê tahl e" nekiriye û negotiye sedem çi ye/ne û/an kî ye/ne? (Adsayê jî her çiqas zêde kûr neajotibe, li gorî xwe ji bo 60-70 salên dawî hewl dide hinek sedeman diyar bike). Loma jî dikare were gotin, ku ew "dubarekirin”a Aydinkayayî ya vê tespîtê, tenê wekî dîskûrseke "populîst" maye, ku ew di heman nivîsa xwe de ew qas rexneyê li wê populîzmê digire. Di vê mijara “rexneya niviskî” de behskirina/mînakdayîna wî ya kesên wekî Şêx Riza Talebanî an jî Evdila Cewdet, cudatiyekê an jî gotineke “nû” nake para Aydinkayayî. Jixwe ev behskirin/mînakdayîn di warê “diyalogên/polemîkên navmalî” de ji "nîşandayîna derfetekê" wêdetir, bi ya min zêdetir bi awayekî taktîk û pragmatîst wekî "nîşandayîna xwe ya epîstemeyê/zanînê" tê xuya. Ya rast, Aydinkaya di warê “nîqaşa/rexneya navmalî” de hewl dide "li xwe mikur were" an jî "rexneyê li xwe bigire". Bi kurt û kurmancî dibêje, rexne li min jî hatin girtin, lê him "ez îkna nebûm" him jî min hewl dida qelema xwe li dijî serdestên me bişixulanda, loma jî min bersiv neda û neketim nav polemîkan. Lê ev bersiva wî ya ji bo "bersivnedayîna rexneyan" qet tetmînkar xuya nake. Yekem, ji bo "îkna" bibe, gelo divê rexneyeke çawa li Aydinkayayî bihata girtin an jî divê failê rexneyê kî bûya/kê rexne li wî bigirta? Aliyên wan rexneyan û/an rexnegiran ku Aydinkayayî “îkna” nekiriye, çi ne? Ya din, ma bersivdayîna rexneyan jî nabe an jî nikare bibe parçeyeke "qelema dij-serdestan"? Helbet bawer nakim, lê dîsa jî dixwazim bipirsim, ma Aydinkayayî êdî dev ji şixulandina qelema xwe ya “li dijî serdestan” berdaye ku radibe îro bersivê dide? Rast e, Aydinkayayî wekî “mikurhatineke li xwe” gotiye, “di nava malê de dîyalog lazim e, axaftin lazim e, heta carna pevçûn lazim e.” Lê ev diyalog, axaftin an jî pevçûn îro tenê ne pêwist e, her wext pêwist bû û ew ê pêwist be. Û divê em qebûl bikin ku kesên xwestin diyalogê deynin, rexne bikin, biaxivin an jî pevçûn in, gelek caran çawa û ji aliyê kê ve hatin “xesandin”, bêdengkirin û krîmînalîzekirin, divê em vê jî bipirsin û li berpirsyarên vê yekê jî bigerin. Gava hewce bike, ku bi ya min hewce ye, em bi hevdû re hesab jî jê bipirsin. An wekî din, daxwaza diyalog, axaftin, rexne an jî pevçûnê tenê dê bibe demagojî û “konforek”.

II. Kurd, Marksîzm, Neteweperwerî, Postkolonyalîzm û hwd.

Me got, nîqaşa di navbera Adsayê û Aydinkayayî de (ji ber nivîsa Adsayê) veguherî nîqaşeke îdeolojiyê û/an jî îdolojîk. Di vî warî de Aydinkaya Marksîzmê diparêze an jî bi gotina wî serî li “tewandina Marksîzmê” dide. Di vê mijarê de bi ya min Aydinkaya, ji cihekî nediyar û xaf destpê dike ku ew jî “parastina îdeolojiyê” ye. Aydinkaya di destpêkê de wiha dibêje: “Gava mirovekî bindest xwest li ser koletîya xwe bifikire bivê nevê îdeolojî dikeve devreyê. Gava pirsî û got “çima ez bindest im”, ev pirs îdeolojî bi xwe ye.” Fikirînek û gotineke wiha di rastiyê de tiştekî “îdeolojî(k)” ye an “polîtîk(a)” e, bi ya min cihê nîqaşê ye. Lê Aydinkaya, nizanim bi çi sedem û saîkê Adsayê bi rexnekirin û dijderketina îdeolojiyê û parastina bêîdeolojî(k)bûnê tawanbar dike.  Ji ber ku ya rast Adsay, di nivîsa xwe de redîyeke îdeolojiyê (dibe ku ya ew dike, redîyeke îdeolojîk be) pêşkeş nake. Adsay bi gelemperî dîkotomiya “netiştekkirin” an jî “hertiştkirin”a îdeolojiyê rexne/red dike û bi kurt û Kurmancî dibêjê, bi salane di nav me de çima îdeolojî tenê wekî sosyalîzmê hatiye/tê qebûlkirin? An jixwe Adsay îdeolojiyan wekî “berçavkên serdema modern” pênase dike û dipirse, “Encama bêîdeolojîbûnê nabe xwedûrxistina ji fikrên serdema modern? Nivîskar û rexnegirên me yî “îdeolojiyê” rexne dikin, çi dixin dewsa wê? Ne “îdeolojî” lê çi?”

Lê bêguman, di berdewamiya nivîsa Aydinkayayî de em dibînin ku derdê wî ne parastin, rewakirin û/an heyîna neçar/bivênevêbûn ya fenomena îdeolojiyê bi xwe ye. Aydinkaya, her çiqas bi gotina wî “heta cihekî” maf bide rexneyên Fexriye Adsayê yên li ser îdeolojiyê an jî bi taybetî yên li ser Marksîzm û sosyalîzmê jî, wekî me got, derdê wî yê esasî parastin, rewakirin û erêkirina Marksîzm û sosyalîzmê ye. Bêguman, ji ber ku Adsayê cara pêşiyê behsa sosyalîzmê kiriye, “maf”ê Aydinkayayî çêbûye ku vê parastinê bike. Lê pirsgirêk ew e ku gava dixwaze vê parastinê bike, hîn di destpêkê de dikeve ofsaytê. Ji ber ku Aydinkaya, gava di çarçoveya bindestiya kurdan de dinivîse, dibêje, “Bi ya min kurd û Kurdistan du caran bindest e. Di serî de Kurd ji ber kurdbûna xwe bindest in. Paşê bi belengazîya xwe bindest in.” Lê ya balkêş ew e ku Aydinkaya bi xwe jî qebûl dike ku sedema belengaziya Kurdan jî “kurdbûna wan” e. Ger em bi gotinên wî bi xwe bibêjin, “Yanê ji ber ku kurd in, loma belengaz in. Sedemên birçîbûn û belengazîya me kurdbûn e.” Aydinkaya di vir de ji bo rewakirina nêrîna xwe ya îdeolojîk/Marksîstî dibêje, “Kurd du caran bindest in” û dixwaze belengaziya aborî/sinifê jî wekî sedemekê nîşan bide. Lê dikeve nav nakokiyeke eşkere. Ji ber ku di warê bindestiya Kurdan de Aydinkaya behsa du caran an jî du sedeman nake. Di rastiya xwe de tenê behsa sedemekê dike, ku ew jî qebûl dike ew sedem “kurdbûn” e. Yanê, ger sedema belengazî, xizanî û bindestiya aborî jî kurdbûn be, wê gavê çi hewce ye ku Aydinkaya behsa “belengaziyê” jî dike û wê jî wekî sedemek cuda û spesîfîk nîşan dide? Bêguman bersiv, wekî me got, rewakirina Marksîzm û sosyalîzmê ye. Yanê, ji îdeolojîyê wêdetir îdeolojîk e.

Aydinkaya ji bo parastina xwe ya îdeolojî(k)yê piştrast bike, di berdewamiya nivîsa xwe de behsa rol û bandora Marksîzm û Lenînîzmê ya li ser neteweyên bindest dike. Belê rast e, Lenînîzm (ne Marksîzm) di warê “self-determînasyon”ê de ji bo neteweyên bindest bûye çavkanî û piştgiriyeke teorîk. Aydinkaya di vî warî de mafdar e, lê ew jî ‘heta cihekî”. Ji ber ku em baş dizanin, piraniya neteweyên bindest bi awayekî pratîk zêde “xêrek” ji fikra Marksîzm û Lenînîzmê nedîtin û dev jê berdan. Di heman demê de neteweyên bindest tenê bi endîşeyeke teorîk û zanistî û ji bo “heqîqetekê” xwe nespartin Marksîzm û Leninizmê. Li gorî şert û mercên neteweyî, gerdûnî/global û konjonktura demê an jî rihê demê (zeitgeist) ev îdeolojî guncav hat dîtin û parastin. Jixwe em dizanin ku bi taybetî piştî salên 80’yî û têkçûna Yekîtiya Sovyetan ya di sala 1991’ê de Marksîzm û Lenînîzm gelek caran wekî “têkçûyî/paşvemayîtî” hatin şîrovekirin. Heta welatekî sosyalîst ê wekî Çekoslovakyayê hîn di salên 1960’î de ji bo lîberalîzasyonê dest bi pêvajoyeke reformê kir û Marksîzm û sosyalîzm terikandin. Jixwe di encamê de jî “Bihara Pragê” ya sala 1968’a pêk hat. Îja em dev ji derve û dûr berdin û werin nav me kurdan, em dibînin ku tevgerên Kurdan ên ku di çarçoveya çepgiriyê de xwediyê fikra “rizgariya neteweyî” bûn, dev ji wê Marksîzm û sosyalîzma ortodoks berdane. Heta gelek kesayetiyên siyasî yên Kurdan li ser xeta Marksîzm û sosyalîzmê nesekînin. Mînaka vê ya baş jî Doza 49’an e û kurdên di wê dozê de hatin darizandine. Dîsa wê demê siyasetmedarekî Kurd ê wekî Mustafa Remzî Bûcak li ser xeta kîjan îdeolojiyê bû? Ji xeynî van, Dr. Evdirrehman Qasimlo teza xwe ya doktorayê ya bi sernavê “Kurd û Kurdistan” li gorî nêrîna Marksîzma Ortodoks nivisî lê piştî serokatiya xwe ya PDK-Îranê ew nêrîn ”aforoz” kir û heta di sala 1983’ya de di metna xwe ya bi navê “Kurtebasek li ser sosyalîzmê” de qala erênîya neteweperweriyê kir û li şûna sosyalîzmê jî sosyal demokrasî parast. Serokekî din ê PDK-Îranê nemir Dr. Sadiq Şerefkendî jî di çarçoveya rexnekirinê ya Marksîzm û sosyalîzmê de parastina enternasyonalîzmê û çînitiyê/sinifê wekî “sedema şermkirinê ya ji nasnameya neteweyî” nirxand. Herwiha em li PKKê û serokê wê Evdila Ocalan binêrin jî, em “lîberalîzasyonekê” an jî di çarçoveya parastina “demokrasiya radîkal” de post-Marksîzmekê dibînin. Jixwe hewce nake em behsa rexneyên Ocalan ên di derbarê Marks û Marksîzmê de bikin. Ji ber ku kêm-zêde herkes ji wan rexneyan agahdar e (helbet rexneyên wî yên li ser neteweperwerî û netewe-dewletê jî tê zanîn). Bi kurt û kurmancî, Marksîzm û sosyalîzm tenê ne ji ber naverok û taybetmendiya xwe ya “rizgarîxwazî”yê hatin qebûlkirin û parastin. Sedema parastina wan hîn zêdetir ji ber populîzma wan ya gerdûnî û herwiha hebûna hêzeke wekî Sovyeta Sosyalîstî bû. Ka em kêliyekê bifikirin, piştî têkçûna Sovyeta Sosyalîstî çend rêxistinên Marksîstî û sosyalîstî neguherî û wekî “xwe” man? Ji ber vê guherîna îdeolojîk ya ku rengekî neteweperwer li xwe pêça, Perry Anderson behsa “Marksîzma Rojavayî” nekir? Îja ger mijar “mafê self-determînasyonê” be, wê gavê divê em heqê Woodrow Wilsonî jî nexwin, ku ew jî bi qewlê Erez Manelayî, ji bo neteweyên bindest û kolonîzekirî bû momentek (momenta Wilsonî).

Aydinkaya gava dixwaze di vê mijarê de mînak bide, behsa bandora Lenîn ya li ser Erebê Şemoyî dike û di dawiyê de dipirse, “Çima ne Şêx Seîd an jî Seyid Riza, lê Lenîn?” Ya rast, mînakeke spesîfîk ya wekî Erebê Şemo, ku Kurdekî Sovyetê ye, qet nebûye. Dîsa jî mirov wekî sedem dikare gelek bersivan rêz bike û heta belkî hinek bersiv Aydinkayayî mafdar jî bike, lê me got, beriya her tiştî Erebê Şemo Kurdekî Sovyetê bû û di wê heyamê de parastina wî ya Lenînî dikare “normal”, heta belkî “neçariyek” were dîtin. Ev yek bi şert û mercên wê demê, wekî cih bi şert û mercên Yekîtiya Sovyetan û wekî takekes jî bi şert û mercên Erebê Şemoyî re têkildar e? Aydinkayayî her tişt û îhtîmal daye aliyekî û wekî bersiveke pir hêsan û sivik gotiye, “Çima ne Şêx Seîd an jî Seyid Riza, lê Lenîn?” Dibe ku wekî niyet-xwendinekê were dîtin, lê bi ya min ev pirs ji ravekirin û eşkerekirina rastiyê/heqîqetê wêdetir, wekî revekê an jî riya herî hêsan ya “xwe-rewakirinê” hatiye pirsîn. Lê dîsa jî ger em wekî îhtimalekê Êzidîbûna Erebê Şemoyî, wekî gundiyekî jî êş û azarên wî yên takekesî û malbatî, herwiha bicihbûna wî ya li Sovyetê û populîzma Lenîn ya wê demê bifikirin, sosyalîstbûna Erebê Şemoyî dikare were fêmkirin. Her tişt li aliyekî, di vir de divê ev jî ji Aydinkaya were pirsîn, gelo Erebê Şemoyî di serdema Lenînî de ji Şêx Seîdî û Seyid Rizayî (dema serhildana Seyid Rizayî de jixwe Lenîn tune bû) çi qas agahdar bû? An jî Erebê Şemoyî heta dawiya temenê xwe Marks(îzm) û Lenîn(îzm) çiqas parast? Ji xeynî van pirsan, mînakeke şexsî/takekesî ya wekî Erebê Şemoyî ji bo ku Aydinkayayî mafdar were qebûlkirin, çi qas rast û têrê dike? Divê em behsa kesayetan bikin an behsa rêxistinan û kesayetiyên xwedî berpirsyariya rêxistinî (wekî Dr. Qasimloyî, Celal Talebanîyî, Mesûd Barzanîyî, Evdila Ocalanî û hwd.) bikin?

Ev rêxistin û serokên Kurdan ên vê serdema me li aliyekî, Aydinkayayî çi qas dikare behsa Marksîstîbûn an jî Lenînîstîbûna Cemiyeta Tealî ya Kurd an jî ya Xoybûnê bike? Wekî mînak, Cemiyeta Tealî ya Kurd di deklarasyona xwe ya li dijî Kuway-î Mîllîyeya Tirkan de Kuway-î Mîlliyeyê wekî “berdûşên bêwelat ên xwediyê fikrên Bolşewîkan” bi nav dike. Dîsa, wê serdemê di Kovara Jînê de jiKamûran Elî Bedirxan heta Evdila Cewdet, ji Mewlanzade Rifat û Evdirrehîm Rehmî Hekarî heta Îhsan Nûrî Paşa (li gorî tê gotin, kêfa Îhsan Nûrî Paşayî ji Mustafa Sûphîyê komunîst nehatiye), gelek rewşenbîr, zana û fermandarên Kurd li şûna teorîya “self-determînasyonê” ya Lenînî, Prensîbên Wilsonî neparastin? Ji xeynî çend hewldanên pragmatîst û polîtîk, Kurdan çima beriya salên 1950-60’an xwe li Marksîzm û Lenînîzmê negirtin? Wekî mînaekeke takekesî, hîn Aydinkayayî negotiye ez bibêjim, ji xeynî Erebê Şemoyî mînaka Cegerxwînî jî dikare were dayîn, ku bi ya min ji mînaka Erebê Şemoyî maqûltir e. Lê em vê yekê jî baş dizanin ku di bingeha Marksîstbûna Cegerxwînî de ne “zanistîbûna Marksîzmê”, rewşa trawmatîk ya derûniya Cegerxwînî xwedî bandor e. Heta dikare were gotin ku Marksîzm/komunîzm ji bo Cegerxwînî bû “rêbazeke terapîyê” ya derûnî. Kîn, rik, nefret û hêrsa xwe ya bi salan ya li dijî feodalîzmê, axatî û şêxtiyê, ku li ser derûniya wî bandoreke mezin ya trawmatîk hiştibû, herî baş û hêsan bi riya/rêbaza Marksîstî dianî ziman. Ligel vê yekê, gelo îro qet bandoreke Marksîstî û sosyalîstî ya Cegerxwînî li ser Kurdan heye? Cegerxwîn her çi qas li Rojavayê Kurdistanê wekî damezirîner û rêveber di nav tevgerên çepgirî de cih girtibe jî Kurd îro wî bi nasname, helbest û zimanê wî yê Kurdî û Kurdayetiyê nas dikin û jê hez dikin, ne wekî Marksîstekî/komunîstekî. Di taliya talî de, wekî me got, mînakên takekesên serbixwe û nerêxistinkirî ji bo piştrastkirina Aydinkayayî, bi ya min ne mînakên kêrhatî ne û têrê jî nakin. Di vê xalê de nakokiyeke din a Aydinkayayî ew e, ku ew him metnên Marksîzmê yên bingehîn an jî bi gotineke din, Marksî û Engelsî bi xwe li hemberî kolonyalîzmê “ker û lal” pênase dike, him jî (bi analojiya Cesaire) dibêje, “em Marks bi Xanîyê mezin temam bikin”. Kesekî ku li hemberî kolonyalîzmê “ker û lal” be dê çawa û çima bi Xanîyî were temamkirin? Ger em behsa temamkirina/kamilkirina Marksî ya bi Xanîyî bikin, wê gavê di heman demê de bi zimnî be jî “kêmbûna Xanîyî” nabe mijara nîqaşê? Ger ku dê bêyî Marks û Marksîstî nebe, Aydinkaya li şûna temamkirina Marksî çima behsa temamkirina Xanîyî nake? Lê li gorî min, ger ku pêwîstî bi temamkirina Xanîyî hebe, divê ew jî ne bi Marksî û Marksîstî, divê bi kesên wekî Fanon, Malîk Bîn Nebî, Memmî, Bîko û Carmichael were temamkirin.

Di warê mijara rol û bandora Marksîzm û Lenînîzmê de Aydinkaya balê dikşîne ser teorîsyen û çalakvanên antîkolonyalîst ên wekî Cesaire, Fanon, Biko jî û dibêje, xwendayên kurdan ne bi saya van, lê bi saya Lenînî û Marxî dest bi xebatên “azadîya welat” kirine. Bêguman, Aydinkayayî di vir de jî heta cihekî mafdar e. Lê em dizanin, wê dema (1950an şûnve) ku Aydinkayayî behs dike, Cesaire, Fanon û Bîko hîn li jiyanê bûn û li cîhanê nasîn an jî popularîteke wan tune bû. Yanê, wê demê ne tenê haya xwendeyên Kurdan, haya ti neteweyên bindest zêde ji van navan tune bû. Nifşa me bi xwe hêj ev qederê çend salane ku ji kesên wekî Biko û Carmichael agahdar bûne. Ligel vê yekê, xwendeyên Kurd ên wê demê jî, wekî ku Aydinkaya bi mijara “self-determînasyonê” balê dikşîne ser, zêdetir di çarçoveya pirsgirêk û daxwazeke neteweyî de di bin bandora Lenîn(nîzm)î de dimînin. Di vê xalê de dixwazim qala tiştekî din jî bikim ku Aydinkaya bi kurtasî be jî, wê jî tîne rojevê. Ew jî bandora Marksî ya li ser kesên wekî Fanon e. Bi xulaseyî, wekî Aydinkaya bi behskirina nivîseke Fanonî balê dikşîne ser, Fanonî di warê teorîk de ji Marksî sûdwergirt. Lê Fanon ji “parastina sinifê” wêdetir, di çarçoveya têgeh û nêrîna Marksî ya wekî “biyanîbûnê” de serî li Marksî dide, ku di vir de jî Fanon hewl dide vê têgehê bi riya psîkanalîza Fruedî binirxîne û ji rewşa psîkopatolojîk a neteweya xwe ya kolonîzekirî fêm bike. Ji ber ku Fruedî bi taybetî di çarçoveya teorîya xwe ya kompleksa Oedîpûsê de bandoreke pir zêde li Fanonî kiriye. Tevlî ku em bandora diyarker a Hegel jî  bînin ziman, em dikarin bibêjin ku bandora Marksî ya li ser Fanonî ji aliyê îdeolojîk zêdetir, bandoreke teorîk û pragmatîst bû. Loma jî Fanonî parastin an jî pêşkeşkirina Marksîzmê ji xwe re nekir derdê sereke. Heta berkeksê vê, ger em bi qewlê Azzedîne Hadourî bibêjin, Fanon bi taybetî bi riya pirtûka xwe ya “Cihêliyên Cîhanê” “nêzîkatiyeke neteweperwerîyê pêşkeş dike.” Bêguman, rexneyên Fanonî yên li ser neteweperiyê jî hene, lê ev rexneyên wî ne di derbarê neteweperweriya antîkolonyalîst de ne, di derbarê neteweperwerîya postkolonyalîst de ne. Dîsa, Aydinkaya navê Dipesh Chakrabarty bilêv dike û behsa pirtûka wî ya “Çolterkirina Ewropayê” (provincializing Europe) dike. Lê Chakrabarty jî di pirtûkê de parastina Marksî û Marksîzmê nake, tenê wekî beşeke teorîya xwe ya giştî ji pozîsyoneke post-struktural nirxandineke dekonsturaktîfî ya Marksî dike (wekî mînak, Chakrabarty, têgeh û mijara “ciyawazî/ferqê” ya post-struktural ji bo nirxandinên xwe wekî hêmaneke esasî digire). Lê di heman pirtûkê de gelek caran pesna neteweperiyê dide (bnr. r. 50-51). Herwiha, teorîsyenên Marksîstî yên ortodoks jî qebûl dikin ku ev teorîsyenên postkolonyalîzm û xebatên madûniyetê/rajêriyê rexneya Marksîstî ya kapîtalîzmê dane aliyekê û piştguh kirine. Ji bo vê yekê tenê dixwazim pirtûka Vivek Chibberî ya bi sernavê “Teorîya Postkolonyal û Xeyaletê Kapîtalîzmê” (Postcolonial Theory and the Specter of Capital) bibîr bînim.

III. Populîzm, lê kîjan?

Niha jî dixwazim piçekî behsa pirsên Aydinkayayî bikim, ku wî ew pirs li Fexriye Adsayê kirine. Bêguman, mixatab û berpirsyariya bersivdayîna wan pirsan beriya herkesî Fexriye Adsay e. Lê baweriya min ew e ku di warê rexneyên teorîk de herkes dikare xwe mixatab bibîne. Wekî min got, bersivên Adsayê şexsê wê eleqeder dike. Lê ji ber ku nivîseke ji rayagiştî re vekiriye, mafê herkesî çêdibe ku bi erênî an jî bi nerênî bersiva xwe bide. Lê dîsa jî beriya ku ez li ser wan pirsan çend tiştan bibêjim, dixwazim qelema xwe piçekî di derbarê nirxandinên Aydinkayayî yên li ser populîzmê de bişuxilînim. Belê rast e, rexneyên Aydinkayayî yên li ser populîzmê bi gelemperî rast tên xuya. Bêguman, reva ji îdeolojiyan, betalkirina rasyonalîte û logosê, dawetkirina hestyarî û mîtosê, heta Aydinkaya nabêje, lê ez bibêjim, narsîsîzm, antî-entelektualîzm û hwd. xisletên serekeyî yên populîzmê tên qebûlkirin. Lê ev populîzma kasîk e û di lîteraturê de populîzm tenê bi vê şêweya xwe ya klasîk an jî “ortodoks” nayê nirxandin. Gava em lê dinêrin, em dibînin ku Aydinkayî di warê îdeolojî(k) û doktrînên polîtîk de çi tişt û aliyên xerab hene, hewl dide li rastgiriyê an jî bi awayekî hîn taybet, dixwaze li neteweperwerîyê bar bike, loma jî vê mijara populîzmê tîne rojevê. Lê di warê populîzmê de, em baş dizanin û lîteratur dide nîşan ku poulîzm tenê bi rastgiriyê re ne eleqeder e. Hebûna populîzmeke çepgir jî di lîteraturê de mijareke sereke ya nîqaşa çepgiran e û ji aliyê beşeke wan ve tê qebûlkirin, pêşniyarkirin û parastin. Wekî nimûne, teorîsyenên navdar ên wekî Ernesto Laclau û Chantal Mouffe bi awayekî erênî behsa populîzmê dikin û diparêzin. Heta Laclau populîzmê wekî “demokratîzekirina demokrasiyê” dinirxîne. Mouffe jî populîzmê ji bo “avakirina failê polîtîk wekî stratejiyeke guncav”, ji bo “polîtîkayeke demokratîk wekî hêmaneke damezirînerî” û ji bo “peydakirin û xurtkirina serweriya gel û îdeala wekheviyê wekî rawestghekê” dinirxîne.  Jixwe îro li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî xeta siyasî ya DEM Partiyê di çarçoveya “demokrasiya radîkal” de li ser vê “populîzma çepgir(iyê)” dimeşe (ji bo vê dikare li hejmara 22’yan a Kovara Demokratîk Modernîteyê were nêrîn). Dikare were gotin ku navên wekî Laclau û Mouffe jixwe post-Marksîst in. Heta wekî ku Ellein Meiksins Wood bi awayekî rexneyî ji bo Laclau û Mouffe dibêje, helwesta wan dikare wekî “reva ji çînitiyê/sinifê” were nirxandin. Lê jixwe Laclau û Mouffe bi xwe jî teoriya xwe li ser redkirina “cewherparêziya sinifê” ava dikin lê dîsa jî Marksîstbûn û sosyalîstbûna wan jî nayê înkarkirin.

IV. Mijara pirsan: Rexneya kapîtalîzmê, avbûna îdeolojîyan

Di vê xala dawiyê de jî ger em werin ser pirsên Aydinkayayî, qet nebe em hîs dikin ku pirsên wî bi xwe xwediyê rengekî populîst in. Wekî mînak, pirsa wî ya li ser “hebûna kapîtalîzmê ya li Amedê” belkî pirsa wî ya herî maqûl were şîrovekirin lê dîsa jî bi vê pirsê him populîst tevgeriyaye him jî piçekî riya hêsan hilbijartiye. Beriya her tiştî kapîtalîzm her tim wekî “xerabiyeke mitleq û makro” sedema “hemû xerabiyan” tê nirxadin û teswîrkirin. Jixwe Aydinkaya jî gava pirsa kapîtalîzmê dike, bi vê pêşqebûlê, nêrîn û nêzîkatiyê dipirse. Yanê, ew jî kapîtalîzmê wekî pergaleke sosyoekonomîk ya “xerab” û “gunehkar” qebûl dike û pirsa xwe dipirse. Ya rast, Fexriya Adsay di warê hebûna kapîtalîzmê ya li Amedê de çi difikire û bersiva wê çi ye ez nizanim û min eleqeder jî nake. Lê ya ez difikirim û dizanim ew e ku divê Aydinkaya pêşiyê eşkere bike ku ew behsa kîjan kapîtalîzmê an jî kapîtalîzmeke çawa dike: Kapîtalîzma kolonyalîst û serdestan an jî kapîtalîzma Kurdî? Ger ya kolonyalîst û serdestan be, ma jixwe tenê ne aliyê kapîtalîstî yê kolonyalîzmê, divê kolonyalîzm bi her aliyê xwe û ji kokê ve neyê redkirin? Na, ger kapîtalîzma Kurdî be, wê gavê pêşiyê divê em derfeta hebûn an jî nebûnê ya kapîtalîzma Kurdî nîqaş nekin? An jî em wiha bipirsin, gelo em dikarin behsa kapîtalîstbûna neteweyeke kolonîzekirî bikin? Wekî mînak, gelo Marks kapîtalîzmê fenomeneke der-dewletê didît an na? Bi awayekî Marksîst mirov dikare bêyî dewlet(bûn)ê behsa hebûna kapîtalîzmê bike? Marks bi awayekî dualî û peywendîdar ji bo hebûna kapîtalîzmê dewletbûnê û ji bo dewletbûnê jî hebûna kapîtalîzmê wekî şert û mercên bivênevê dinirxîne an na? Ger wiha be, wê gavê nîqaşa kapîtalîzma li Amedê an jî ya li Wan, Mêrdîn, Êlih, Riha û bajarên din ên Kurdistanê nabe nîqaşeke talî? Em bibêjin, bila ne nîqaşeke talî be, lê dîsa jî em dikarin kapîtalîzmê bi awayekî xweser, misteqîl û ji her tiştî îzolekirî nîqaş bikin? Gava gotin tê ser vê mijarê, tespîteke hêja ya rihmetiyê Dr. Evdirehman Qasimlo tê bîra min. Wî serok û zanayê mezin ê Kurdan digot, “Dibe ku em karibin behsa dewlemendên Kurdan bikin, lê em nikarin behsa birjûwazîya Kurdan bikin.”

Li vir bêguman em dikarin, yek bi yek li ser pirsên Aydinkayayî bisekinin lê ji ber bêderfetbûnê hewce nake em dirêj bikin û serê xwendekaran biêşînin. Lê dîsa jî dixwazim du pirsên wî yên din bikim mijara nîqaşê. Yek, li ser pirsa wî ya ewilîn e ku di wê pirsa xwe de gotiye, “Netewperwerîyek bi redkirina sinifan, bi solîdarîzmeke razber wê çi bide kurdan?” Ez li gorî xwe bibêjim, jixwe kurdan heta niha ne bi rêxistinî ne jî bi civakî neteweperwerî tecrube nekiriye. Ya din, bi salane ji aliyê rêxistin û rewşenbîrên Kurdan ve qebûlkirina sinifê çi daye Kurdan ku em îro “sinifê” û/an jî Marksîzm û sosyalîzmê biparêzin? Tenê, ya em dizanin him van îdeolojiyan, wekî ku Aydinyakayî jî dibêje, him jî îdeolojiyên wekî Îslama modern/siyasal gelek kurdên me yên zana û zîrek kirin “hemal”ên Tirkan. Lê, em baş dizanin ku Marksîzm û sosyalîzmê an jî parastina sinifê Kurd wekî “Kurd” ji dewletê û Tirkan xelas nekir, bereksê vê yekê ji bo dewletê û Tirkan xizmeta entegrasyona Kurdan kir, lê îro gelek keç û xortên kurdan bi hişmendiya neteweperwerîyê ji Tirkan û dewleta wan rizgar dibin û vedigerin ser koka “xwe(bûnê)”. Ligel vê yekê, Aydinkayayî gava neteweperwerîyê rexne dike, dibêje, “netewperwerî wekî avê ye, bikeve kîjan şerbik û surahîyan şiklê wî digire” û wekî “neteweperwerîya Îslamî, neteweperwerîya rastgir, neteweperwerîya çepgir, netewperwerîya çînîya ortê hwd...” behsa cûreyên neteweperwerîyê dike. Belê, gotina Aydinkayayî rast e, lê ka em binêrin, kîjan îdeolojî ne wekî avê ye? Bi gotineke din, ger neteweperwerîya Îslamî an jî neteweperwerîya çepgir hebe, ma gelo Îslama neteweperwer, çepgiriya neteweper an jî fikrên siyasî yên wekî sosyalîzma demokratîk,  sosyalîzma lîberteryen jî tune ne? Bi kurt û kurmancî, “rewşa/halê avbûnê” tenê ne taybetmendiya neteweperwerîyê ye, taybetmendiya fenomena îdeolojiyê bi xwe ye. Sedema vê yekê jî peydabûna şîrove, tevîl û tefsîrên cuda yên di derbarê îdeolojiyan de ye. Di taliya talî de, diyar e ku derdê Adsayê wekî îdeolojî çawa bi Marksîzm û sosyalîzmê re ye û wekî Aydinkaya dibêje, dibe ku Adsay ji neteweperweriya çepgir hez jî nake. Lê herwiha diyar e ku derdê Aydinkayayî jî bi neteweperwerîyê re û ew jî qet behsa neteweperweriya antîkolonyal, neteweperwerîya lîberal, heta neteweperwerîya femînîst an jî ekolojîk (eco-nationalism) nake, ku em dizanin ev cûreyên neteweperwerîyê di dîrokê de him bûye rêbaza rizgarî ya neteweyên kolonîzekirî û çîna/sinifa bindest ya wan neteweyan him jî bûye bingeha demokrasiyê û piştgiriya fıkrî ya wekhevîya zayendî û parastina xwezayê. Wekî gotina dawî, em dikarin bibêjin ku Adsayê jî Aydinkayayî jî bi qasî ku rexne û/an parastina îdeolojiyê kiriye, ew qas an jî belkî hîn zêde rexneyeke û/an parastineke îdeolojîk kiriye. Bêguman, ev nirxandinên min ên vê nivîsê jî dikare wiha were şîrovekirin. Lê çawa dibe bila be, tişta eşkere ew e ku di roja îroyîn de hebûna çînitiyê/sinifê jixwe cihê nîqaşê ye. Ji aliyekî ve mijara pir-nasnameyîbûnê, ji aliyê din ve jî mijarên wekî postkapîtalîzm, prekarîzasyon û dîjîtalbûnê nîqaşa çînitiyê/sinifê şêlî û muphem kiriye. Tenê di vê çarçoveyê de be jî, teoriya sinifê ya Marksîstî û sosyalîsît nikare êdî ji bo neteweyên bindest û kolonyal bibe çareserî. Ger ku em piçekî optîmîst nêzîk bibin, belkî em wekî ku Dr. Qasimloyî 43 sal berê gotibû, Marksîzm û sosyalîzm ne ji bo pirsgirêkên neteweyî, dibe ku ji bo pirsgirêkên civakî bibin çareser. Êdî ew îhtimal jî çi qas mabe. Ya herî dawiyê divê were zanîn, ya ez ji dil dixwazim ew e ku nîqaşên wiha ne bi berçavkên îdeolojîk û bi awayekî reaksîyoner, hîn zêde bi şêweyekî felsefî û teorîk werin nîqaşkirin.