1. Malbat, perwerdeyî û xebata di nav cemîyetên wê demê de

Arwasîzade Mehmed Şefîq, sala 1884ê li gundê Permîsa Hîzana bi girêdayî Bedlîsê ji dayik bûye. Navê bavê wî Seyîd Şerîf Efendî bû û ya dayika wî jî Nazdan Xanim bû. Ji zewaca Seyîd Şerîf û Nazdan Xanimê, dido keç û şeş jî lawîn li ser hev heşt zarok çêbûne; Seyîd Mehmed Mazhar, Seyîd Abdulgaffar, Feyfur Xanim, Seyîd Emîr, Seyîd Hacî Mîr, Havze Xanim, Seyîd Abdulxaliq û Mehmed Şefîq.[1] Malbata wî bi girêdayî xeta Xalidî ya terîqata Nexşebendî bû. Li Kurdistanê malbateke navdar û xwedî medrese bû û gelek alimên namdar di medreseya wan de perwerde bûne. Wî perwerdeyî û xwendina xwe ya destpêkê, li cem kekê xwe Seyîd Evdilgaffar xelas kirîye. Paşê di Norşînê de li nik Şêx Mihemed Ziyauddîn xwendîye û li Oxînê jî li nik Şêx Eladîn Efendî xwendina xwe berdewam kirîye û ji wî îcazetê wergirtîye. Mehmed Şefîqî, li Wanê di Medreseya Xorxorê de, ji Bedîûzeman Seîdê Kurdî jî ders wergirtîye. Paşê ji bo pêşxistina xwendina xwe, berê xwe daye Îstenbola paytexta Osmanîyan. Hevnasîna wî û Mehmed Mîhrî jî, di dema xwendina medreseya Xorxorê de dest pê kirîye û li Îstenbolê jî berdewam kirîye. Wî di dereceyekî baş de zimanê xwe yê maderzayî, erebî û farisî zanîbû.  

Tarîxa çûna wî ya Îstenbolê bi zelalî nedîyar be jî, ji hin bûyeran wisa dîyar dibe ku ew di sala 1912an de li wê derê bûye. Dibe ku Mehmed Şefîq û Mehmed Mîhrî bi hev ra çûbin Îstenbolê. Lewra herduyan jî bi hev ra di medreseya Xorxorê de xwendine û ji Mele Seîdê Kurdî jî ders wergirtine. Herdu heval û destebira dema ku çûne Stenbolê bi hev ra bûne endamê Cemîyeta Hêvî ya Talebeyên Kurd (CHTK) ku di 27ê Temûza sala 1912an de li Îstenbolê hatîbû damezrandin. Dema beşdarîya wî ya di kongireya Komela Hêvî ya Talabeyên Kurd de li ber çavan bête girtin, em dikarin bibêjin ku ew di navbera salên 1912-1913 de li Îstenbolê bûye. Di sala 1908an de dema ku Cemîyeta Teawûn û Teraqî ya Kurd (CTTK) hatîye damezrandin “Seyîd Evdilgaffarê kekê wî jî bûbû endamê Cemîyeta Teawûn û Terakkî ya Kurd û yek ji rêvebirên pêşhatî yê şubeya wê ya Bedlîsê bû.”[2] Ji ber xebatên rêxistinî û bi egera “îrtica” û propagandaya dijî rejîma meşrûtiyetê, di sala 1909an de hatîye girtin. Piştî ku Şerê Giştî yê Cîhanê dest pê kirîye, ew ji alîyê Rusan ve hatîye kuştin.

Piştî ku Şerê Giştî yê Cîhanê dest pê kirîye xebata Cemîyeta Hêvî hatîye rawestandin. Desthilatdarîya sîyasî ya wê demê pirranîya endam û rêvebirên cemîyetê rêkirine cepheyên şer û gelekê wan jî paşve nevegeryane. Ji xelasbûna şer şûn ve, li gorî nivîsandina kovara Kurdistanê, di roja înê ya meha Nîsana sala 1919an de, mehra Mehmed Şefîq û Gul Xanimê hatîye birrîn. Gul Xanim, ji malbata Berzencîzadeyan keça Ebdulqadir Nûrî Berzencîzade ye ku bavê wî muderrîsê Darûl Fununa Osmanî bû.[3] Di vê zewacê de du zarokên wan çêbûne; navê yê lawîn Rifet û yê keçikê jî Lamîa lêkirine. 

Ji nivîs û xebata wî dîyar dibe ku wî li ser bingeha îlm û zanînê, perwerdeyîya bi zimanê kurdî û hişyarîya miletê kurd pirr girîng dîtîye û wek armanceke esasî qebûl kirîye. Ji bo vê yekê bang li miletê kurd kirîye û weha gotîye: 

“Ey birayê me, hun dibînin ku îro îlm û marif di nêv her miletekî da belav bûye; ji biçûk heta mezinêt wan, hemî ji ehwalê dîn û dinya xwe agahdar in. Ji xêr miletê me, ku em tenê ji vê nî’meta mezin mayîne bêbehr. Ji ber wî qasî ye, ew fezaîlên (rûmetên) ku fitreten di milletê me da hene, hemî bê faîde diçî; belkî bîlekis dibine sebebê mezellet (bindestî, kêmketin) û mezemmeta (nav û dengê xerab) me.

Wekî te ev zanî, îro da ji me ra jî ji her tiştekî lazimtir îlm e; rîya wî jî xwendin û nivîsîn e. Ew jî ancax tê(dê) bi luxatê me bit.”[4]  

2. Kovara Kurdistan (1919-1920)

Mecmua (kovara) Kurdistanê, weşaneke hefteyî bû, tê de nivîsên bi zimanê osmanî, kurdî, farisî, erebî û fransizî hatine belavkirin. Xwedîyê îmtiyaz û berpirsyarê kovara Kurdistanê Mehmed Mîhrî bû, sernivîskarê wê jî Arwasîzade Mehmed Şefîq bû. Mecmua Kurdistanê yek ji van weşanan bû ku bi piştgirîya Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) hatîye çapkirin û belavkirin. Divê ev jî bête dîyarkirin ku ev herdu refîq; him Mehmed Mîhrî û him jî Mehmed Şefîq endamên çalak ên CTKê bûn. Piştî damezrandina CTKê, di kongreya yekemîn de Mehmed Şefîq Efendî yê mamosteyê medresê, bûye endamê koma rêvebirîya cemîyetê.[5]

Bi minasebeta damezrandina CTKê, M. Şefîq Arwasî û Mehmed Mîhrî yê Sineyî di kovara Kurdistanê de mesaja pîrozbahîyê belav kiribûn. Arwasîzade di mesaja xwe de weha gotibû: “Bi serokatîya mezinê me Şêx Seyid Evdilqadir, mîr, eşraf û alimên Kurdan cemîyetek hatîye damezrandin. Armanca wê ev e; îspatkirina mewcudîyeta milletê Kurd, parastina mafê wan, dîyarkirina nîspeta piranîya nifûsa wan, berfirehîya welatê wan, bi delîlên dîrokî danezana rewşa wana a bihûrî û parastina mafê wan ên ji bo dîyarkirina çarenûsa xwe.”[6]   

Mehmed Mîhrî, ronakbîr û entellektuelekî girîng ê milletê kurd bû di sedsala 20an de. Ew, yek ji endamên çalak û qelemeke herikbara rêxistin û weşanên wê demê bû û di nav rûpelên weşanên wekî Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Jîn, Kurdistan, Hetaw û wd. de li ser babetên zimanzanî, edebî, sîyasî, felsefî, sosyal û kulturî gelek meqale û nivîsên wî hatine çapkirin. Digel vê li ser zimanê kurdî, edebîyat, exlaq û felsefeya dînê Îslamê pirtûkên wî çap bûne. Ji ber vê yekê, ew, bi nav û nasnameyên cûre bi cûre; wekî zimanzan, edîb, rojnamevan, sîyasetmedar, civaknas û hiquqzan tête naskirin. Mehmed Mîhrî di nivîsên xwe de xizmet û xebata ji bo millet û welat, wekî wezîfeyek pêdivî dibîne û yên ku neketine bin barê vê wezîfeyê, bi awayekî tund rexne li wan digre û dibêje: “Di nav vî qewmî de gelek mirovên xwedî fazîlet û belkî yên dahî jî hebûne û bîlfiîl jî hene, feqet nekarîne xizmetên pêdivî pêk bînin. Lakîn van mirovan ji hinekan re gelek xizmet kirine û ji ber vê xizmeta wan jî, teşekûr û tebrîk ji bo wan hatine teqdîmkirin. Li hember vê yekê, wekî dîyarîyek ez vê beytê teqdîmê wan dikim: “Ew ên ku xwedîyê fazîletê bin û fazîleta xwe li hemberê qewmê xwe nîşan nedin û veşêrin, çawa ku îtimat bi wan nabe herweha jî lome ji wan tête kirin.”

Mecmua Kurdistanê ji alîyê ev herdu endamên CTKê ve hatîye rêvebirin. Yekemîn hejmara mecmua (kovara) Kurdistanê, di roja 30ê Kanûna Sanî ya 1335an (30ê Kanûna Paşî ya 1919an) de, li Îstenbolê di Çapxaneya Necm-î Îstiqbal de hatîye çapkirin. Li ser bergê pêşî yê hejmara yekemîn weha hatîye nivîsandin: “Ji dervayê sîyasetê behsê her babetê tête kirin, bi her zimanî tête çapkirin û kovareke hefteyî ye.[7] Di heqê cîyê neşirkirinê de jî weha hatîye nivisîn: “Di çapxaneya Necm-î Îstiqbal de hatîye çapkirin.” Di hejmarên 5-6an de em dibînin ku pênaseya jorîn guherîye û di şûna wê de weha hatîye nivisîn: “Sîyasî, civakî, edebî û îlmî ye, ji hefteyê carek tête neşirkirin.” Li ser bergê hejmarên 8 û 9an jî weha hatîye nivisîn: “Kovareke fikrî û serbixwe ya sîyasî, civakî, edebî û îlmî ye, ji hefteyê carek tête neşirkirin.”[8] Cîyê belavkirinê jî wekî navnîşana li jêrê hatîye dîyarkirin: “İstanbul Cağaloğlu: Divan-ı muhasebat civarında ve Cemiyet-î Hayriye-yî Îslamiye çevresinde Kürdistan Cemiyeti Kulübü’nde “Kurdistan” heyeti tahririye ve heyet-i idarisi.”[9]

Di rûpela dawî ya hejmara yekemîn a kovara Kurdistanê de danasîna kovara Jînê hatîye kirin û dibêje: “Em bi dil û can pêşniyar dikin û erz dikin ku hemû ewladên kurd û Kurdistanê vê pêşeng û hevrêya me ya hevdem, bixwînin û bişopînin.”[10] Di nav rûpelên kovar û rojnameyên hevdem ên wê de jî, danasîna kovara Kurdistan û nûçeyên çapkirina hejmarên wê yên nû hatine belavkirin. Di nav rûpelên gelek hejmarên kovara Jînê de nûçe û danasîna çapbûna kovara Kurdistanê hatine belavkirin. Sê roj piştî çapbûna hejmara yekem a kovara Kurdistanê, di hejmara 10an ya kovara Jînê de, agahîya çapbûna Kurdistanê, bi sernivîsa “Kurdistan refikimiz intişar etti” weha hatîye ragehandin: “Ji bo pêşxistina Kurdistana me ya pak û xas, ji berê ve gelek pêdivîya alîkarîya dezgehên zanistî heye, di vê rê de hinek destên dilnexwaz her carê pêşîya kesên xwedî xîret û cehdkar girtine. Êdî vê carê rêya vêkxistina elektrîka zanistê vebûye; ji bo pêşkevtin û geşedanê, di nav rewşenbîrên Kurd de jî tevgereke bi ahenk xuya dibe. Ji ber vê yekê, çawa me bihîst ku bi navê “Kurdistan”ê hevaleke me ya nû çap bûye, em pirr bi çoş kêfxweş û şanaz bûn. Hejmara wê ya yekemîn bi alîkarîya gelek qelemên jêhatî çap bûye, em xwendina vê mecmuayê (kovarê) tewsîyeyê hemû xwendevanên xwe dikin û ji Cenabê Heq dixwzin ku her dem serkevtî bin.”[11] Hîzanîzade Kemal Fewzî jî, bi minasebeta derçûna kovara Kurdistanê dibêje: Ciwanên Kurdan di meydana weşanê de birayekê nû yê mecmua Jînê derxistin di şiklekî nû de.”[12] Di rojnameya Serbestî ya hejmara 490an de, ji ber çapkirina hejmara 8an ya Kurdistanê, nûçeyek weha hatîye belavkirin: “Hevalbenda me kovara Kurdistanê weşaneke berdewamî ye û hejmara wê ya 8an hate çapkirin. Di nav rûpelên kovarê de bi kurdî û turkî gelek meqaleyên mifedar hene. Em kovara Kurdistanê teswîyeyê hemû welatîyên kurd dikin. Ev kovar, bi eşqa neteweyî ya kurd xebatê dike û divê her welatîyekî kurd bi balkêşî û ji dil bixwîne.”[13] Abdurrehîm Rehmî yê Hekarî jî li ser girîngîya vê kovarê û weşanên wê yên hevalbend weha dibêje: “Rojnameyên wekî Serbestî, Kurdistan û Jîn ji bo parastina hiquqa me ya mîllî dixebitin. Ji ber vê yekê, divê li her alîyê Kurdistanê bi balkêşî bêne şirovekirin, herweha ji bo temînkirin û belavkirina wan a berdewamî û berfirehî, divê bi awayekî lezgînî û mutleq teşebbûs bêne kirin.”[14]

Kovara Kurdistanê li ser hev 19 hejmar hatine weşandin û hejmara 19an di roja 29ê Adara 1336 (29ê Adara 1920)an de çap bûye. Ji hejmara 10an û pêve li ser hemû bergê kovarê wêneyê Selahaddînê Eyyûbî wek logo hatîye bikaranîn. Heta hejmara 10an li beşê kûnyeyê navê xwedî îmtiyaz û sermuharrîr (sernivîskar) bi hev re hatine nivîsandin, ji hejmara 10an şûn ve tenê navê xwedî îmtiyazê li beşê kûnyeyê hatîye nivisîn. Di hejmara 13an de û ji wê pêve jî xwedîyê îmtiyaz ê kovarê guherîye, di şûna navê Mehmed Mîhrî de êdî navê “Seyîd Huseyîn” hatîye nivîsandin.

Di hejmara yekemîn de sernivîskarê Kurdistanê Arvasîzade Mehmed Şefîq, di pêşekîya xwe ya bi sernivîsa “Mûlahaza” de parastina şeref û îzzeta miletê kurd, wek mexseda sereke ya kovarê nîşan dide û weha dibêje: “Çawa ku ferdê me heysîyeta xwe muhafeze dikin, lazime ji bo şeref û îzzeta milletê xwe zêdetir canfîdayî bikin. Lewra şeref û heysîyeta millet hem bo wî ye û hem yê temamê kesan e.”[15] Herweha di heman hejmarê de Mehmed Mîhrî yê xwedî îmtiyaz ê kovarê, behsa esra medenîyetê û sê alimên xwedî nifûz, arif û adil dike; ku yek ji wan Sa’dî ye, yê din Monteskiyu ye û yê sisêyan jî Mister Wilsonê Reîsê Cimhurê Amerîka ye. Ew behsa zanistîbûn û adilbûna prensîbên Reîsê Cimhurê Amerîka Mister Wilson dike û dibêje: “Behemhal em dê pêkanîna van prensîban û hewldana alimane û adilane bibînin. Ji bo pêkanîna van prensîban qeweteke muqtedîr heye, xwedîyê desthilatdarî ye û nifûzek wê yê bi hêz heye. Qenaeta giştî ew e ku bi tetbîqkirina van prensîban, dê dinya berê biguhere û dinyayeke nûh çêbibe. Pêkhatina van prensîban, wekî hemû qewm û miletên felaketzede, mehrûm, mehzûn û jibîrkirî dê ji bo miletê Kurd jî bibe “vejîna piştî mirinê” û dê wan ji agirê mehrûmîyet û tuneqebûlkirinê derxîne, bigehîne bihuşt û refah û bextewarîyê.”[16] Di hejmara yekemîn a kovara Kurdistanê de, bi navên cihê cihê pênc nivîsên Mehmed Mîhrî hatine belavkirin. Mehmed Mîhrî, di kovarê de bi mahlasên Mehmed, Mîhrî, M. Mîhrî, M. M., Kaka Heme û wd. nivîsandîye. Arwasîzade Mehmed Şefîq ê sernivîskarê kovarê jî, bi navên Arwasîzade Mehmed Şefîq û Mehmed Şefîq nivisandîye.

Nivîskarên ku nivîsên wan di kovarê de hatine belavkirin bi giştî ev in: Arvasîzade Mehmed Şefîq, Abdurehman Nûrsî, Abdullah Cevdet, Bedirxanî Mehmed Osman, Berzencîzade Abdulwahîd, Berzencîzade Ahmed Arif, Ahmed Wehbî yê Xarputî, Emîn Feyzî, Canoyê Erzerumî, Ekrem Cemîl Paşa, Erdelanî Dawer, Hîzanîzade Kemal Fevzî, Hurmûzyarî Azîz Bapîr, Îbn Elreşîd, Îbrahîm Baba Derwêş, Abdurrehîm Rahmî yê Hakarî, Kaka Ezîz, Kurdê Bidlîsî, Kurdê Siwêrekî, Qazîzade Mistefa Şewqî, M. Fuad, Mehmed Mîhrî, Mîrzayê Cizîrî, Memduh Selîmê Wanî, Yamulkîzade Azîz, Yamûlkîzade Mistefa, Zeyno û hwd.

Di 18 hejmarên berdest ên kovara Kurdistanê de, ji xeynî nûçe û danasînan, li ser hev 145 nivîs hatine belavkirin. Li gorî zimanê nivîsandina wan, hejmara nivîsan ev in:

Ziman                 Jimar

Turkî:                  100

Kurdî:                  32

Erebî:                   9

Farisî:                  3

Fransizî:              1

Di naveroka kovarê de gelek nivîsên balkêş ên li ser ziman, edeb, dîrok, rewşa civakî û sîyasî ya Kurd û Kurdistanê hatine belavkirin. Mehmed Mîhrî, bi nivîs û meqaleyên xwe yên ciyawaz, naveroka her hejmarekê kovarê dewlemendtir kirîye; bi taybetî nivîsên wî yên li ser edebîyat û zimanê kurdî, her yek di babeta xwe de nivîsên pirr girîng in. Li ser babetên dîrokî jî nivîsên Emîn Feyzî, Yamûlkîzade Azîz, Berzencîzade Ahmed Arif û wd. gelek balkêş in. 

Di rûpelên dawî yên her hejmarekê kovarê de bi sernivîsa “Şu’ûnat”, beşekê ji kurteya bûyer û hadîseyên wê mehê hatine belavkirin. Herweha di dawîya her hejmarekê de danasîna eserên nû çapkirî, mecmua û rojnameyên refîq (hevalbend) hatîye kirin û bi taybetî jî yên kurdî.  

Bi tevî hemû sansor, astengî û tengasîyên îdarî, sîyasî û ewlekarî em dibînin ku mecmua Kurdistanê li gorî şertên wê demê bi berfirehî gehiştîye ber destê xwendevanan, gehiştîye gelek bajaran, aboneyên wê çêbûne, bi rêya postexaneyê bedelên abonetîyê hatine rêkirin û ji alîyê xwendevanan ve têlgiraf û nameyên pîrozbahî ji bo kovarê hatine rêkirin.[17] Ji nameyên xwendevanan û bersiva îdarexaneya Kurdistanê weha xuya dibe ku kovar gehiştîye bajarên wekî Dîyarbekir, Bedlîs, Meletiyê, Sêrd, Siwêrek, Tersûs, Qirşehîr, Dêrik, Dêrsim û Licê. Ekrem Cemîl Paşa di bîranînên xwe de dibêje: Me endamên Cemîyeta Kurdistanê, ji bo çapkirina Mem û Zînê, ji Hemzeyê Mûksî re alîkarîya neqdî kir û herweha ji bo neşirkirina mecmua Kurdistanê jî alîkarî dida Mehmed Mîhrî Efendî ku ew jî endamê Cemîyeta Kurdistanê bû.[18]

3. Arwasîzade Mehmed Şefîq û nivîsên wî yên di kovara Kurdistanê de

Arwasîzade Mehmed Şefîq, di sala 1919an de dibe sernûserê kovara Kurdistanê ku li Îstenbulê hatîye weşandin. Wî him sernûserîya kovarê kirîye û him jî karê weşangerîyê kirîye; Newbehara (1332) Ehmedê Xanî, Mewlûda Nebî (1334) ya Melayê Batê, Diwana (1338- H) Meleyê Cizîrî û Mukadîmet-ûl Îrfan (1336/1918) a Mehmed Mîhrî çapkirine. Li ser bergê kitêba “Mukadîmet-ûl Îrfan” weha nivisîye: Tabih ve Naşiri: “İstanbul Müderislerinden Arvasizade Seyyid Muhammed Şefik, Hukuku Mahfuzdur.”[19]

Di nav rûpelên kovara navborî de, li beşê kurdî 3 û li beşê erbî jî yek nivîsa Mehmed Şefîq hatîye belavkirin. Wî bi navên Arwasîzade Mehmed Şefîq, Mehmed Şefiq Arwasî, Mehmed Şefîq û Mehmed nivisandîye. Herweha nivîsekê wî jî di kovara Jînê de bi sernavê “Zanîn di Pêşîya Hemî Tiştane” hatîye belavkirin.

- Mûlaheze[20]

- Wezîfa Me Çî ye-1?[21]

- Wezîfa Me Çî ye-2?[22]

- Bismihi subhanehu nes’elu ihsanehu.[23] (Bi zimanê erebî)

- Zanîn di Pêşîya Hemî Tiştane[24]

Dema em bala xwe bidin nivîsa wî ya bi navê Mûlahaza (Raman), ku wek nivîsa destpêk a yekemîn hejmara Kurdistanê hatîye nivîsandin, di nêv de li ser rewşa wê demê gelek tespît hatine kirin, ji bo eynî mexsedê bang li gelê kurd dike; nezanî, qisur û kêmanîyên wan tîne ziman, herweha ji bo çareserîyê jî şîret û pêşnîyaran pêşkêş dike û weha dibêje:

“Ey gelî biraderê me yê ezîz, lazime em çavê xwe vekin temaşa hereketa hemcinsên xwe bikin, kanê gihîşte çi derece û mertebê; eger îlim, eger sen’et, eger ticaret, eger exlaq, eger îrade, eger qewet, eger şeref û haysîyet bî; eger milletek qedrê xwe ji van exlaqê hamîde (xweş) xudan par bûye, ji xeyrê milletê îslamê di vî zemanî da, digel vî qasî di zemanê ewel da ev sîfetên hanê ji bo Îslamê xusûsen lazim bûn. Yanî di Îslamê da mewcud e, di xeyrê wî da tune bûn.

Di nav Îslamê da xusûsen em Kurd ku nûha di temam ji van sîfetên însanîyê mayine mehrum. Madem ku em jî însan in, lazime wekî însanan bin, da wekû mînaka xerab, zelîl û heqîrê xelkê nebin.

Çawa ferdê me heysîyeta xwe muhafeze dikin, lazime ji bo şeref û îzeta milletê xwe zêdetir canfîdayî bikin. Lewra şeref û heysîyeta millet hem bo wî ye û hem yê temamî kesan e. …..

Eceba wekî milletê merû (yanî hey’eta mecmûe ku behsa wî derbas bû) di nêv milletê dî da bi vê terzê heqîr, feqîr û mustekreh bit, êdî şerme ji xwe efradê me behsa heysîyet û şerefa xwe bikin. Sebebê vî awayî zehf in. Lakîn sebebê ewel, kurtahîya nezer û bêdîqqetîya me ye.

Xulase daîreya ûfqa me xayet teng e. Çi tiştî hebin hemî şexsî ne. Berjewendiyê gelêrî hêj me zewqa wan hilnedaye, ku em teqdîr bikin. Em daîma temaşa ber lingê xwe dikin, serê xwe hilnayînin carek temaşa alemê jî bikin. Eger ji bo wî awayî nebit, ji çi ye milletê me wuha di nezera alemê da heqîr û zelîl e. Lewra çi şeceat û xeyret û zexa (comerdî) û îstî’dad (qabîlyet), zîhn û zekâ ê ku Xudayê teala fitreten di milletê me da xulq û îhsan kirî, ji bo kêm milletan îhsan kirîye. Lakîn heyf ku em wê mewhîba (bexşandina) rebbanî wusan muettel dihêlin (îhmal dikin), nadine xebatê ku bigihête kemala xwe.”[25] 

4. Têkilîya Arwasîzade Mehmed Şefîq û Tevgera Şêx Seîd

Arwasîzade Mehmed Şefîq endamê koma rêvebir a CTKê bû, pirranîya serkirde û rêvebirên Tevgera 1925an jî, berê endamê CTKê bûn û serokê vê cemîyetê jî Seyîd Evdilqadirê kurê Şêx Ubeydullahê Nehrî bû. Seyîd Mihemedê kurê Seyîd Evdilqadir Efendî dibêje: Di nav CTKê de Emîn Âlî Bedirxan, Xelîl Rehmî, Mewlanzade Rifat, Kamûran û Kemal Fewzî terefdarên “îstiqlal”ê bûn, bavê min û Seyîd Şefîq jî “muxtarîyetê” diparastin.[26] Piştî ku Tevgera 1925an têkçû, gelek endamên vê cemîyetê jî, bi egera têkilî û girêdana wan a bi vê tevgerê re hatine desteserkirin û darizandin. Mehmed Şefîq û kekê wî yê Mehmed Mezhar jî, ji ber tevgera Şêx Seîd hatine girtin û darizandin.

Hesen Hişyarê Serdê di bîranînên xwe de, weha behsa girtîbûna Mehmed Şefîq û Hemzeyê Mûksî dike di hepisxaneya Xarpûtê de: “Rojekê ez li nav deriyê kinîsê bûm çend rojnamevan ji Stenbolê ew jî xistin nav me. Xwediyê rojnameya Wetan Ehmed Emîn Yalman û xwediyê rojnameya Sebîl’r Reşad bûn. Ji min pirsa Hemze Efendîyê Mûksî û Şêx Mehmed Şefîq Arwasî kirin. Min ew birin loceyên jor ba wan. Hemze Efendî û Mehmed Şefîq li Stenbolê diman, Hemze Folklora Mem û Zîn dabû çapkirin ku edebek kurd e. Mehmed Şefîq jî dîwana şiîrên Melayê Cizîrî dabûne çapkirin û di pêşgotinê de gotibû: Min ev xizmet ji bo miletê xwe kiriye, bi wan gunehkariyan her yek ji wan bi deh sal hepis hikum kirin.[27] Ji van agahîyên Hesen Hişyar gelek bi aşkereyî xuya dibe ku Mehmed Şefîq Efendî ji ber Tevgera 1925an hatîye giritin û ew li Xarpûtê hepis kirine. Nivîskar Veysel Aydenîz, ji Abuqat Muhlîs Arvasî neqil dike û dibêje: “Mehmed Mezharê kekê Mehmed Şefîq jî, ji ber serhildana 1925an a ‘Tevgera Şêx Seîd’, bi tevî kurê xwe yê 17 salî hatine girtin û di encama mehkemekirinê de ceza darvekirinê ji wan re hatîye birrîn. Pêşîyê kurê wî û paşê jî Mehmed Mezhar hatine darvekirin.”[28]

5. Du şagirtên Seîdê Kurdî: Mehmed Şefîq û Mehmed Mîhrî

Mehmed Şefîq û Mehmed Mîhrî, du muderîs û du destbira bûn. Herduyan jî bi hev ra di medreseya Xorxorê de ji Mele Seîdê Kurdî ders girtibûn. Rêwîtîya îlim, zanist, perwerdeyî û hevaltîya wan a ku li wê derê dest pê kiribû li Îstenbolê jî di nav cemîyetên kurdan de berdewam kirîye. Herweha têkilîya wan û mamosteyê wan jî berdewam kirîye.

Gelek xizmet û keda Arwasîzade Mehmed Şefîq di nivîsandin û çapkirina Rîsaleyên Nûr de jî heye. Ji ber têkilîya wî ya bi Rîsaleyên Nûr re, di sala 1943an de bi tevî Seîdê Kurdî li bajarê Denizlîyê hatîye hepiskirin û piştî girtîmayina neh mehan bereat kirîye.[29] Piştî derketina ji hepsê heta dawîya jîyana xwe di mizgeftên Sultan Ehmed û Sultan Eyûbê de meletî kirîye. Di dema meletîya xwe de berdewamî behsa Rîsaleyên Nûr kirîye. Bedîûzeman Seîdê Kurdî jî, di sohbeta bi telebeyên xwe re û nivîsên xwe de gelek caran behsa wî dike.

Dostanî û hevaltîya Arwasîzade Mehmed Şefîq û Mehmed Mîhrî, têkilîya wan a bi Seîdê Kurdî re hetanî dawîya jîyana wan dewam kirîye. Çi wext ku ketine tengasîyê çûne hewara hevdu, bi taybetî di girtina sala 1943an û doza 1952an de, Mehmed Mîhrî bi wêrekî û zanîna xwe ya fewqalede ya hiquqî, karê şopandina mehkemê û parastina Seîdê Kurdî û hevalên wî kirîye. Di beşekî vê parastinê de ji bo Seîdê Kurdî weha dibêje:                                                        

“Nivîskarê eserê Rîsaleyên Nûr, ji hemû nivîskar û xwedî eseran mitewazîtir e; dijminê herî mezin ê şohret û kîbrê ye. Pişta xwe daye hemû malên dinyayê. Ne mal, ne şohret, ne nifûz; ji vana yek jî negihîştine paya wî û dê nekaribin bigîjin. Gandî jî qasê wî ji karê dinyayê dûr neketibû. Ev merivê mezin, di rojê de qîma xwe bi pêncî gram nan û kasikek şorbê dianî, ger îro jîyana wî berdewam be jî, ew jîyan ji bo xizmeta îman û Qur’anê ye; ji xeynî vana, li nik wî ehmîyet û qîmeta tu tiştekî tune ye.”[30] 

Xulesa em dikarin bibêjin ku Mehmed Şefîq Arwasî, rewşenbîr û ulemayekî kurd ê namdar ê sedsala 20an e. Ew endamekî berçav ê cemîyet û dezgehên kurdî yên wê serdemê bû. Di xebat û nivîsên xwe de pirr girîngî daye pêşkevtina civaka kurd ji alîyê îlim, zanist, perwerdeyî, sen’et, ticaret û exlaqê ve. Di dema Cimhurîyetê de, ew ji mirinê xelas bûbû û wekî gelek rewşenbîrên kurd, mecbur ma bû ku ji karûbarê rewşenbîrî û siyasî dûr bikeve. Demeke dirêj bi girêdayî daîreya Miftîtîya Îstenbolê serokatîya Heyeta Tetkîk a Mishefan kirîye û li Mizgefta Eyûbê 40 sal weaz dane.[31] Arwasîzade Mehmed Şefîq Efendî, di 13yê Adara 1970ê de li Îstenbulê koça dawî kirîye û li goristana Edirneqapiyê hatîye veşartin.

30.10.2025

KURTEYA NAVAN:

CHTK                : Cemîyeta Hêvî ya Talebeyên Kurd

CTTK                : Cemîyeta Teavûn û Teraqîya Kurd

CTK                   : Cemîyeta Tealîya Kurdistanê

j.b.                     : Jêdera berê


[1] Veysel Aydeniz, Seyyid Şefîk Arvasî, Weşanên Nûbihar, Îstenbul, 2013, r. 17

[2]  Veysel Aydeniz, J.b., r. 18                                                             

[3] Kurdistan, Aded: 6, 22 Nisan1335 (22 Nisan 1919)

[4] Jîn, Kovara Kurdî-Tirkî (1918-1919), Werger û transkripsiyona M. Emin Bozarslan, cild: I, r. 225

[5] Kadri Cemil Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan (Kürd Davası); Kürd Milletinin 60 Yıllık Esaretten Kurtuluş Savaşı Hatıraları, Özge Yayınları, Ankara, 1991, r. 57

[6] Arvasizade Mehmed Şefik, Allah’ın Adıyla Ondan İhsan Bekleriz, Kurdistan, Sayı: 8, 29 Mayıs 1335 (29 Mayıs 1919).

[7] Kovara Kurdistan Aded (Sayı): 1, Necm-i İstikbal Matbaası, Birinci Sene, 30ê Kanûna Sanni 1335 (1919)

[8] Kurdistan, Aded: 5-6, Necm-i İstikbal Matbaası, Birinci Sene, 3yê Nîsana 1335 (1919)                 

[9] Kurdistan, Aded: 1, Necm-i İstikbal Matbaası, Birinci Sene, 30ê Kanûna Sanni 1335 (1919)

[10] Şu refik-i hevdem (çağdaş yoldaşımız) ve mukaddimemizin (öncümüz, bizden önceki) mütalaasını bütün Kürd ve Kürdistan evlatlarına kemali samimiyetle tavsiye ve arz ediyoruz. Kurdistan, Aded: 1, Necm-i İstikbal Matbaası, Birinci Sene, 30ê Kanûna Sanni 1335 (1919)

[11] Jîn, Birinci Sene, Aded: 10, 2 Şubat 1335

[12] Hîzanîzade Kemal Fevzi, Kurdistan mecmuası münasebetiyle, Kurdistan, Aded: 3, 25 Şubat 1335

[13] Serbestî, No: 490, Îstenbul, 9ê Mayisa (Gulana) 1919

[14] Abdurrehîm Rehmî Hekarî, Kurd û Kurdistan, Serbestî, No: 483, 2yê Mayisa 1919

[15] Arvasizade Mehmed Şefîq, Mûlahaza, Kurdistan, Aded: 1, 30 Kanun-i Sani 1335 (30 Ocak 1919

[16] Mehmed Mîhrî, İlim ve ulemanın gaye ve hedefi, Kurdistan, Aded: 1, 30 Kanun-i Sani 1335 (30 Ocak 1919

[17] Kurdistan, Aded: 11, 19 Temmuz 1335 (1919)

[18] Ekrem Cemil Paşa, Muhtasar Hayatım, Brüksel Kürt Enstitüsü, İkinci Baskı, 1991, r. 33

[19] Kurdîya wê: Çap û amedekarê çapê: Ji muderisên Îstenbolê Arwasîzade Mehmed Şefîq, hemû huquqê wê parastîye. M. M., Mukadîmet-ûl Îrfan, Necm-i İstikbal Matbaası, Hicri-1336 (1918)

[20] Kurdistan, Aded: 1, Necm-i İstikbal Matbaası, Birinci Sene, 30ê Kanûna Sanni 1335 (1919)

[21] Kurdistan, Aded: 2, 9 Kanûnisani 1335 (9 Şubat 1919)

[22] Kurdistan, Aded: 4, 15 Mart 1335 (15 Mart 1919)

[23] Kurdistan: Aded: 8, Necm-i İstikbal Matbaası, 29 Mayıs 1335 (29 Mayıs 1919)

[24] Arwasîzade Mihemed Şefîq, Zanîn di Pêşîya Hemî Tiştane, Jîn, Aded: 2, Birinci sene 14 Teşrin-i Sanî 1334

[25] Arvasîzade Mehmed Şefîq, Kurdistan, Mûlahaza (Raman), Aded: 1, 30ê Kanûna 1919, Îstenbol, bn. http://www.kovarabir.com/bira-me-arvasizade-mehmed-sefiq-mulahazaraman/ 25/06/2013)         

[26] Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları, 2001, 3. Cilt, r. 951

[27] Hesen Hişyar Serdî, Dîtin û Bîrhatinên Min (1914-1983), Weşanên Nûbihar, Stenbol, s. 298

[28] Veysel Aydeniz, J.b., r. 18

[29] İhsan Atasoy, Van Hayatının en Yakın Şahidi Mola Hamid Ekinci, Nesil yayınları, Mart 2011, İstanbul, r. 324           

[30] Bedîûzeman Said Nûrsî, Tarihçe-i Hayatı, Zehra Yayıncılık, 2004, İstanbul, r. 639-40

[31] Rohat Alakom, Eski İstanbul Kürtleri (1453-1925), Avesta, İstanbul, 1998, r. 76