Kovara BÎR: Cenabê Kek Kemal, dema ku em rûdanên van demên dawî yên Rojhelatanavîn û bi taybetî jî yên li Sûriyeyê bînin ber çavê xwe, bi dîtina we, ev rûdanan çi tesîr li ser mesela kurd dikin?

Kemal Kerkûkî*: Zor sipas, hun bi xêr bên. Ev rûdanên ku bi navê “Bihara Erebî” têne binavkirin, berê wê, salên 1991ê li Kurdistana Başûr rûdawe. Ew rabûnê encam da. Ev parlemento, hikumet û serokatiya herêmê û ev federalî bi ew rabûna miletê pêk hatin. Wextê Sedammî hicumî kir û çekê kîmyewî bikiranî, bi mîlyonan kurd ji sînoran derbas bûn. Li nik dijminê kurd wesa bû ku kurd xelas bû. …. Lê netîce ew bû ku li Kurdistana Başûr em bi serkevtin. Serkevtina esasî hêjta zêdetir mawe, belam serkevtinek hebû.

Bi nîspet Bihara Erebî, ev rûdanên li Rojhelatanavîn nîşanê dunyayê da ku zemanê zor, dîktatoran û bi zorê çek xwe sipartina li ser miletan xelas bû. Bi taybet ev, ewilî bi me dest pêkir. Dunya piçûk bû, êsta xeberek li Amerîka be, li Afrûka Başûr be, li Hindîstan be, li Çîn be yan li Kurdistan be her êvarê tu karî bibînî. Ji bo vê, ev alogorî wê bibe, wê tesîrekî îcabî û erînî ji bo miletê me bibe û miletê me jî nêzîk yan dûr, wê bigehe û digehe temamê mafê xwe.

- Bi dîtina we, piştî ev geşepêdanên dawî yên li Rojhelatanavîn û Sûryeyê şertê mayina rejîma Baas mimkune gelo? Ger ku mimkun nebe ji ber çi?

-: Rejîma Beas li Sûriyê şerê miletê xwe dike. Her rejîmek û her partiyek ligel milet, ligel gel wek masiyê nav behrê ye, wextê behr lê qet be, ew masî wê bixeniqe. Nûha Milet lê rabûye, ji ber vê yekê berdewambûna rejîma Baas gelek zahmet e û mimkun nîne. Maweyek(demek) bimîne jî dawîyê wê xelas be.

- Van rojan dema ku em bala xwe didin raya giştî ya dunayayê, mudaxaleyekî navnetewî ji bo Sûryeyê di rojevê de ye. Gelo mimkune ku mudaxaleyek navnetewî çêbe û di çarçoveya vê mudaxaleyê de wekî ya Kurdistana Başûr, Herêmek Parastî çêbe ji ber êrîşên hêzên hewayî yên rejîma Beas?

-: Ev mimkun e, bi îhtimalek mezin dahatû wê wesa be. Berjewendî û îstiqrara herêmê jî wesa dixwaze ku milet çarenûsê xwe hebî. Wextê ku îro rejîmek milletê xwe bikûje, bi teekîd dunya wê bifikre û rêyek ji wê re bibîne.

- Em dizanin ku di roja 11/07/2012 de li Hewlêrê di bin çavdêrîya Hikumeta Federal a Kurdistanê de peymanek (girêbestek) di navbera ENSK û Encûmena Gel (PYD) de hate îmzekirin û di wê peymanê de biryarên pir girîng hatin pejirandin. Li gor dîtina we girîngîya pêkhatina vê peymanê çî ye, çiqas tête tetbîqkirin û ji bo bitemamî tetbîqkirina Peymana Hewlêrê çi divê?

-: Bi rastî ev peymana ku li Hewlêrê hate encamdan karek pir pir mezin bû. Ev kar, bi hewldanên rêzdar serokê Herêma Kurdistanê Kek Mesûd bû. Wî karî ev aliyên cûda cûda yên rojavayê Kurdistanê li hev nêzîk bike ku pişta hev bigrin. Ev wê berdewam bî. Ew çiqas baştir ligel hev bin, çiqas pişta hev bin, dûr bin ji tûndûtûjî û dûr bin ji şerê hevûdu wê ewqas netîceyek gelek baş bide ji bo miletê me yê rojava.

Li rabirdu di neqebê PDK û YNK de kêşe (problem) hebû li vira, wextê di navbera Partî û Yekîtî de îtîfaqiya stratejîk çêbû, şerê navxwe xelas kir û li hevdu nêzîktir bûn, pêkve kar hate kirin û di netîceya ev îtîfaq û ev rêkevtinê de ligel hevdu li destûrê Iraq gelek madeyên baş ji bo Kurdistanê hatin bicîkirin; serokkomarê Iraq, cîgirê serokwezîr û wezîrê devre bû kurd û aliyê ereb mecbur kirin ku li destûrê Iraq bê nivîsandin ku herêma Kurdistan herêmek Federalî ye. Li Iraqê yek federalî heye û ew jî herêma Kurdistan e û li destûrê Iraq medeyek hate zêdekirin ku herêma Kurdistan heqê xwe heye ku destûra xwe jî hebê. Eva netîceya rêkevtina me bû. Eger li Kurdistana Rojava jî ev rêkevtin hebe û xurt be, hemû mafê miletê kurd wê cîbecî be. Yanî karin zêdetir mafê xwe bidest bixin.

- Cenabê we an jî Partî Demokratî Kurdistan rewşa rojavayê Kurdistanê çawa dinirxînin?

-: Em dibînin ku di rojavayê Kurdistana de gelek zulim bi milletê me hatiye kirin li rabirdu ve ta evro, heta mafê hemwelatinî ji dest wan hatiye girtin. Ji aliyê rejîmê ve gelek muameleyên nexweş li ser wan hatiye kirin, bindest bûn û herêma wan gelek feqîr ma. Îro jî ew partiyên sîyasî yên kurdê han xwedîyê her bîr û bawerîyê ne. Karê wan hemûyan destveînana mafê kurdan e. Bes renge hêşta baş yekudu tênegihîştine, hinek problemên di neqebê wan de hebin jî, em dilniya ne ku di nava zeman de zêdetir nêzîkê hev bibin û zêdetir xizmetê kurdê me yên wê herêmê bikin û xizmetê proseyê demokrasîyê bikin.

- Di medya û rojnameyên PKKê de li ser rewşa nû ya Rojhelatanavîn wesa tête gotin: Divê kurd digel Şî’yan tîfaqê bikin, eger tîfaqa kurd-Şî’yan çêbe em dê biserkevin. Di vê çarçovê de ji xeynî PDKê, hemû grubên sîyasî yên li Başûrê Kurdistanê û hinek grubên di nav ENKSê de jî wekî me difikrin. Cenabê we vê çawa dinirxîne?

-: Em dibêjin lazime em nebine teraf ligel hîç alîyek. Wekû zemanê Osmanî-Sefavî û Sefavî-Ebesîyan; kurd nebûye alîyê ev teraf yan jî ew teraf. Yanî em di navbeyna şerê Şî’a û Sunne de nebin teraf, neyine şewitandin di navbeyana ev du alîyan de. Em wekû kurd axa me heye, firehîya axa Kurdistanê 539.120 km2 ye û zêdetir 45 mîlyon însanê kurd hene. Heqê me ye hemû mafê me hebe, heqê me ye dewletêk serbixwe yê me jî hebe. Hinek ji vê axê di bin destê Sûnneyê ereb de yê û hinekê wê jî di bin destî Şî’ayên ereb de ye, hinek di bin destê Sunneyê turk de ye û hinek di bin destê Şî’ayên Îranê de ye. Li hîç şûnekî ew parçeyan ne temamî Şî’a heqê kurd daye û ne jî Sunne daye. Lazime gelê kurd bifikre û em bi xwe li pişta hev bin, ev rûdanên ku li Rojhelatanavîn diêne pêşewe, li wê derê kurd ciyê xwe bigrin. Înca bi federalî ye, konfederalî ye yan serbixweyî ye. Eger em kurd yek bin, hemû tişt ji bo me mimkune. Bes qismêk bibête ev alî, qismêk bibête ew alî nabe. Nabe ku bêjin hemû hîzbên kurdî li alîyek e û Partî li alîyek e. Tiştekî wesa nîye. Çunke referandomek nehatiye kirin ku milletê kurd tu çi dixwazî. Raya milletê kurd nehatiya girtin li rojhelat, li rojava, li bakur û li başûr ku milletê me yê kurd tu bi çi razî yî? Ligel kî îtifaq bikim? Li vira hîzbekî raya xwe dibê û hîzbekî dîtir raya xwe dibê. Îhtimale herdu jî şaş bin, îhtimale alîyek şaş bin. Herkes xwe rast dibîne. Ji ber vê yekê ev bîroke rast nabînim.

- Em wesa dizanin ku sefera dawî ya Dawutoxlu ji bo Kurdistanê, li ser mesela Sûriyê û kurdên li rojava bû. Hun polîtîka Turkiye ya derbarê Sûrye û kurdên li Sûriyê çawa dinirxînin?

-: Polîtîkaya Tirkiyê aşkera ye, dixwaze Beşar Esed biçî, hikumetekî din bêt, yek alî bitin û dewleta Cimhurî ya Sûryê yekgirtî bite. Polîtîka wan wa ye. Nûqteyek pir girîng heye, lazime kurd hemû çaverê nebin ku ev welat yan ew welat ji bo me şitek(tiştek) bike. Tecruba me heye ku ligel ev welat bin zerarî dikin an ligel ew welat bin zerarî dikin. Ev zor girîng e: divê pêşîyê em kurd navmala xwe rêk bixin; ya din jî divê em pêkve xwe li ser axa xwe ferz bikin. Ew dem Tirkîye jî layengirê te dibe, Îran jî layengirê te dibe, Iraq jî layengirê te dibe û Sûrye jî layengirê te dibe. Û em ligel ewan jî dijminayetî nekin: em ne ligel Îran dijmin in, ne dijminê Tirkiyê, ne dijminê erebên Sunne û Elewîyên li Sûrye, ne jî dijminê Sunne û Şî’âyê li Iraqê ne. Gerek em bi xwe xwedîyê xwe bin. Wekû kurd baş hewl bidin proseyê demokrasîyê cîbicî bibe, tundûtûjî rabe û mafê xwe jî nehêlin ku ev bide yan ew bide. Fermo nûha li Bexdayê di bin serokatiya berêz Malikî de hem Şî’a û hem Sûnne li ser hikum e, îtifaqa me jî ligel wan heye. Heta nûha(êsta) jî maddeyê 140 cibicî nake, meseleyê pêşmerge qebûl nake, serjimêrîyê nake. Dema serjimêrî li Iraqê nebe, kurd têde zerarê dike. Çima zerarê dike? Çunke eger nifusê me kêm be, di mîzanîya giştî ya Iraqê de jî para kurdan kêm dibe, endamên perlamanî li Bexda kêm dibe û her weha gelek xedematî dê kêm dibin. Êsta li gor rêjeyên herî dawî yên berdest, nifûsê Hewlêr di navbera salên 2005-2010 de, nîsbeyê zêdebûna însan li bajarê Hewlêr 1.5 kêm hatiye nîşandan û zêde nebûye, li Silêmanîyê 200.000 kes kêm hatiye nîşandan li binê sifirê. Evan hemû fêl in, li me dikin, hem Sunne û hme jî Şî’a dikin. Lazime em ji bo xwe zêdetir kar bikin. Li Mûsilê 66,5% li ser nifusa wan zêde bûye, li Necef %28.5, li Besra her wesa ye. Ji dîyarkirina van reqeman mebesta min çî ye? Mebesta min ew e, ku em bi xwe xwedîyê xwe bin. Em wekû milet; PKK, terefê din ê kurdî, li başûr û li rojava xwe bi çend prensîban bigrin: tundûtûjî rabigirin, xwe li binemayên demokrasî bigrin, îltizam bi yasayê bikin û dawa heqê xwe bikin. Emê biserkevin.

- Dema em peyam û bûyerên dawî yên di navbera Hikumeta Herêma Kurdistan û Bexdayê de bînin ber çavê xwe, wekî hatine ceyşê Iraqê ber bi Îbrahîm Xelîl ve, rewşa Sûriyê çi tesîr li ser têkilîyên hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê dike?

-: Li gor qanun û yasayên Kurdistanê, ji bo ku ceyşê(leşkerê) Iraq bêtin nav Herêma Kurdistanê lazime pêşweqit ji serokê Herêma Kurdistanê û Parlementoya Kurdistanê muwafeqet bête stendin. Muwafeqeta parlementoya Kurdistan û muwafeqeta serokê Kurdistanê hebe ew kat Iraq kare ceyşê xwe bîne, ku ew nebe em nahêlin. Yanî ceyşê Iraq her roj bixwaze bête Hewlêr, biçite Silêmaniyê û biçite Îbrahîm Xelîl em rêk nadin, nahêlin. Çima? Çunke bi qanûnê rêkxirawe dibêje, “wextê ku Iraq bixwaze ceyşê xwe ji bo nav herêmê bihêne, lazime muwafeqeta parlemento û serokê Herêma Kurdistanê bigrin”. Piştî wergirtina vê muwafeqatê dikarin bêtin. Lê ev tesnîq ligel kesî nebûye, xeber bi kesî nedane, ceyşê xwe rêkirine, em çawa rê bidin, em mecburin rêga nedin, em nahêlin.

- Hun polîtîka Rusya û Çînê ya derbarê Sûriyê û kurdên li Sûriyê çawa dinirxînin?

-: Li ser mesela Sûriyê sîyaseta wan xerab dibînim. Çunke ew dibînin ku her roj millet dihête kuştin, dihête serbirrîn. Xaseten wezîr xariciyê Rusya dibêje, bila mesela Sûriyê bi aşitî çareser be, ne ku bi lêdan û rûxandina Beşar. Û sekinandina şer bila bi opozîsyon dest bike, çunke ewan şer daye destpêkirin. Ew wesa dibêjin. Lê eva millet e, millet daxwaza azadîya xwe dike. Bila raya millet wergirin. Eger siba referandomek bibê li Sûriyê, milletê Sûriyê bi kurd, ereb, xirîstîyan, turkman û wekû din kî li wir hene, bila ji wan bipirsin ku hun dixwazin hikumet bimîne yan na? Bi qeneata min wê piraniya millet bêje bila nemîne. Ey baş e, madem ku nemîne bila referandom bikin. Li Sûriyê berjewendîyên Rusya bi xwe heye li Tertus û Lazkîye, ji ber xatirê Beşar û û Elewîyan nîye.

- Bê ku mudaxaleyek navnetewî çêbe, bi xwepêşandan û şerê Artêşa Azad têkbirina rejîma Baas mimkune gelo?

-: Bi xwedê gelek zahmet e. Wê her ew roj bê, lê gelek zahmet e.

- Li gor dîtina we piştî têkçûna rejîma Baas û Beşar Esad, li Sûryeyê wêneyek çawa wê derkeve holê?

-: Zor senaryo hene, ev raya şexsî yê min e. Îhtimale mintiqeya Elewîyan aliyê Tertus û Lazkîyê bimîne, Çinku ew li wê derê pir in, quwetê wan heye, îqtisadê wan heye û piraniya wan jî ligel Beşar in. Ew herêm weziyetekî taybetî yê wê heye. Îhtimale Helep û ew alî herêmek be, pir nêzîkê Tirkiyê ye, gelek tesîra sîyaseta Tirkiyê li ser wê herêmê heye. Ji layekî dî ve di bin tesîra Sûdî û Qeterê de erebên Selefî li Humis û qismekê Şamê gelek e, li herêma Kurdistanê jî weziyetekî xas a kurdan heye. Ez nikarim bi deqîq bêjim. Dawîyê ev kar ji aliyê milletê Sûriyê ve dibe, çunke ewê biryar bidin wê ev kar çawa be û bi çi şiklê bibe. Meclîsê Wetanî dibêjin Cimhuriyetê Sûrî û hemû hiquqê herkes hebe li her muhafezeyêk (wîlayetêk) ligel be. Eva rayek e. Li kevnare de Sûriye 5 herêm bûn, wextê ku Sûriye hate dirûstkirin heta salên 1933 çend herêm hebûn. Bi raya me, kurd jî di nav de, divê gelê Sûriyê bi xwe li ser vê yekê bi îtifaq û rêkevtin biryara xwe bidin ku wezhê wan çawa be.

- Gelek senaryo hene, ku yek ji wan jî çêbûna dewletek serbixwe ya Elewîyan e, ku dewletek serbixwe ya Elewîyan çêbe, rê li ber çêbûna dewletek kurdî jî vedibe gelo?

-: Bawer nakim. Ji Tirkiyê pirsîn gotin, raya Tirkiyê çi ye li beramberê kurdên li Sûriyê? Tirkiye dibêje, eger tûndûtîjî û şer nekin û zerarê nedin alêyên din, em ne dijî wê ne ku pêkhatinek demokratîk a kurdî li herêmê hebe. Dewleta Elewî, nizanim wekû dewlet dihêlin çê bibe yan nahêlin? Çunke îhtimal heye ku alîyê din qebûl nekin. Evana dimîne ji bo gelê Sûriyê. Belam eger dewleta Elewîyan çêbibe, bi tekîd wê dewletên din jî çêbin. Eger ew nebê, hal wê pêkhatina federalî yan konfederalî ji bo kurdên Sûriyê be. Wê demê dê federalî yan konfederalîya kurd jî hebîtin, Sunne jî hebîtin, Elewî jî hebîtin… Evana hemû îhtimal in. Ez nikarim bêjim wesa yan wesa. Yanî qerarê nîhayî dimîne bo milletê Sûriyê.

- Di çapemenîya Tirkiyê de şîroveyên wesa têne kirin û dibêjin bi piştgirîya Barzanî li Sûriyê herêmeke kurdî ya nû peyda dibe û sibe roj wê herdû herêm bigîjin hev û dewleteke serbixwe çêbe ku wê sînorên wê bigîje behra sipî. Hun vê yekê çawa dinirxînin?

-: Axir ev herêm ji hevdu dûr in, li perava Behra sipî Lazkîye û Tertus hene ku piraniya wan Elewî ne. Kurd li Qamîşlo, Amudê, Dirbesiyê û Efrîn hene. Elewî jî însan in. Şoreşa Suriyê biserkeve nikare wan hemûyan bikûje û qir bike. Ev mimkun nîye. Dimîne ew bi xwe qerara bidin ku çawa li nav Sûriyê bijîn. Çi ji bo jîyana wan selamet be, ewê bi xwe biryara wê bidin. Kurd jî wê bi heman şiklî biryara xwe bidin. Li misteqbel her qewmek û her terefek ayînî; wekû elewî, kurd, sunne, mesîhî, tirkmen û ewên li wê derê hene divê bi şiklekî ligel hev bijîn ku jiyana wan nekeve xeterê û mafê wan jî wenada nebe, wekû însan bi azadî û ji dûr dîktatorîyê bijîn.      

- Wekû encam bi kurtayî peyama we ya ji bo rojavayê Kurdistana çi ye?

-: Ji bo rojavayê Kurdistanê îhtirama min ji bo hemû alîyan heye. Divê pişta hev bin û bi hemû tiwana(şiyana) xwe kar bikin, ligel yekudu tundûtûj nebin, şerê hev nekin, her rewşa ku ew tê de binemayê demokrasî ji bo wan esas be û rêz li hevdu bigrin. Eger ew li pişta hev bin, rêz li hevdu bigrin û pêkve kar bikin. Alîyê din jî îhtirama wan digrin. Bes xuda neke tefrîqe li navbeyna wan çêbe, zeyîf bin, wê zerar bikin.

Hewlêr/ 06.09.2012



* Kemal Kerkûkî: Endamê Mekteb Sîyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, mesûlê peywendiyên derva yê Partî ye û herweha serokê Meclîsa Hikumete Federal a Kurdistanê yê dewra berê ye.