1. Malbata Fanîzadeyan

 Abdulbaqî Mehmed Fanî Efendî, lawê Ehmed Înayettulah Efendî yê Silêmanî ye. Malbata wan bi paşnavê “Fanî” û “Fanîzade” têne naskirin. Bavkalê wan bi eslê xwe ji xelkê Erdelanê ye, hatine başûrê Kurdistanê û li bajarê Silêmanî bi cî bûne. “Abdulbaqî Mehmed, lawê Ehmed Înayetulla Efendî ye û di 26ê Hezîrana sala 1850an de ji dayik bûye. Perwerdeya seretayî li bajarê Silêmanî xwendîye û paşê ji miftîyê Bexdayê ellame Zehawî ders girtîye.[1] “Ehmed Înayet; lawê Ebubekir zade ye û yek ji ulemayên bajêr bû, merivekî şair, alim û xetnûs bû.”[2] Û herweha bi ticaretê re mijûl bû. Malbata Fanîzadeyan, paşê ji Silêmanîyê koça navçeya Qadirlî (Karsa Zülkadirye) ya bi girêdayî sencaxa Qozanê kirine, li wê derê bi cî bûne.

Ev navçe, di dema Împeretorîya Osmanî de bi girêdayî Sencaxa Qozanê bû. Abdulbaqî Mehmed Efendî, sala 1875an bi “Eyşe Sidiqa Xanimê”[3] re zewicîye. Fanî Efendî, ji ber ku merivekî xwenda bû, “sala 1877an li mekteba Ruşdîyeya Zulqadirye dest bi karê mamosteyî kirîye.”[4] Di vê salê de lawê wî yê Elî Îlmî ji dayik bûye. “Ew, sala Sibata 1303an, li Îstenbulê tevlî îmtihanek dibe û di vê îmtihanê de serkevtî bûye. Ji vê serkevtinê şûn ve, ji bo midurîya tahrîrat a bajarê Mereşê hatîye tayînkirin (1892)”[5].

İbnülemin Mahmud Kemal İnal ji bo wî dibêje: “Ew merivekî jîr, edîb, xweşsohbet (xweşbêj), nûktezan, peyvşînas, dirust, munewer û fazîletdar bû. Li Edenê û dorûberê wî gelek ciwanan ji ferezanî û edîbîya ustad fayde wergirtine. … Dema gorbihuştê bavê min miteserrifê Qozanê bû, wî, li wê derê dersê edebîyata erebî û farisî da min û birayê min Ahmed Tewfîq Beg û herweha xetên talîk hînê me kir.”[6]

Piştî îlankirian Meşrûtîyeta Duyem, ji demeke kurt şûn ve malnişîn bûye û jîyana xwe ya mayî li Qadirlîyê derbas kirîye. Ew, şaîr, xetnûs û ulemayekî navdar bû. Abdulbaqî Mehmed Fanî emrek dirêj kirîye û di 86 salîya xwe de, roja 3yê Kanûna 1936an koça dawî kirîye.

Elî Îlmî li ser bavê xwe dibêje: “Bavê min bi îlim û îrfana xwe ne wek me bû, ew ji lawên xwe gelek bilindtir bû û bi rastî jî ew ummanî maanî (wekî oqyanûsek) bû. Rûken, xoşsohbet, ustadekî hezaraşînayê peyv û xwedî huner bû.”[7]   

Ji Abdulbaqî Mehmed Fanî û Eyşe Sidiqa Xanimê heft law çêbûn: Elî Îlmî, Baqî, Selahadîn, Zeynelabidîn, Ahmed Fazil, Alî Sebahedîn û Mesûd Fanî. Ji heft lawên Mihemed Ebdulbaqî Fanî, sisêyê wan endamên CTKê bûn; Elî Îlmî Fanî, Zeynelabidîn Fanî (Îrfanî) û Mesûd Fanî. Di vê lêkolînê de, bi giranî li ser sê birayan; Elî Îlmî, Zeynelabidîn û Mesûd Fanîzade hatîye rawestandin.

2. Elî Îlmî Fanî

2.1. Cîyê jidayikbûn, xortanî û perwerdeya wî

Elî Îlmî Fanî, lawê “Mehmed Fanî Efendî yê midurê tehrîrata Mêrsînê ye. Li gorî nivîsandina sureta tesdîqkirî ya tezkîreya nifûsa wî ya osmanî ew, di sala 1294 a Hicrîyê de, li qeza Qers Zulqadirîye ya bi girêdayî sencaxa Qozanê ji dayik bûye.”[8] Li gorî Ali Birinci ew, “Di 13ê Mijdara sala 1877an de li qezeya Qadirlîyê (Kars Zülkadriye) ji dayik bûye û navê dayika wî Eyşe Sidiqa Xanim e.”[9] Îbrahîm Îslam jî, ji bo tarîxa ji dayikbûna wî, sala 1878an nîşan dike.[10] Wê demê qeza Qadirlî bi girêdayî sencaxa Qozanê bû. Zarokî û ciwanîya wî li çîyayê Qozanê derbas bûye. Ew, di nivîsa xwe ya bi sernameya “Kudret Helvası ve Mezdeki Ağacı” (Helwa Qudretê û Dara Mazdekî) de dibêje: “Zarokî û rojê min ên bextewar, li serê çîyayê Qozanê li bin sîya darên Mezdekî derbas bûye. Dema ku min vê dara xweşik bidîta, di ber gulîyên wê de hemû êş ji bîr dikirin. Êdî di devê min de ne tehma gezoya (gezengîya) li ser mazîyên çîyayê Rewandizê û ne jî tehma xurmeyên bi navûdeng ên qeraxê Dîcleyê dima.”[11]

Wî li Qadirlîyê dest bi xwendina îlmê kirîye û paşê “Xwendina xwe di Ruşdîyeya Mereşê de dewam kirîye û di 14ê Tebaxa 1893an de bi dereceya yekemîn mekteba xwe xelas kirîye. Ji wê şûn ve jî Îdadîya Mulkîye ya Edenê bi dereca herî baş di roja 26ê Cemadîyel Evvela 314an (2yê Çileya Pêşî ya 1896an) xelas kirîye û şehadetnameya xwe wergirtîye. Ji wê şûn ve jî mudetekî din xwendina xwe di medreseyê de dewam dike; ji mamosteyên ciyawaz dersên mentiq, meanî û îlmê digre û herweha dersên xusûsî yên fransizî dibîne. Zimanê farisî ji bavê xwe Fanî Efendî, fransizî ji mamosteyên xusûsî hîn bûye. Bi zimanê erebî, farisî, tirkî dixwend û dinivîsand û aşînayê zimanê fransizî bû. Bi kurtayî xwedî tehsîleke baş bû.”[12] Wî di nameya xwe ya roja 29ê Teşrîna Ewela 1926an de, dîyar kirîye ku xezeleke farisî nivisîye û ji bo Riza Tevfik rêkirîye, da ku ew ji wî re sererast bike.[13]

Elî Îlmî, piştî temamkirina xwendinê li mekteba seretayî ya Elbîstanê dest bi mamostetîyê dike. Ew bi Gulîzar Xanimê re dizewice. “Di bîst salîya xwe de dibe memûrê Qelema Mektûbî ya wîlayeta Edenê (13ê Nîsana 1897). Di 15ê Çirîya Pêşî ya 1898an de, dikeve nav rêza nivîskarên rojnameya Seyhanê ku rojnameya fermî ya wîlayetê bû. Digel vê karê memûrîyetîyê, ji demekê şûn ve di îdadî de dest bi mamosteyîya Tirkî kirîye. (13ê Hezîrana 1899). Wî mamosteyîya tirkî ya Îdadîya Edenê, mekteba Cizvît û Katolîka Ermenan kirîye. Herweha mamosteyîya wekîl a Darûl Muallîm (12 Haziran 1905) û memûrîya Mekteba Îdadî ya Malûmatê Ziraîye û hifzus-sihhayê kirîye. Paşê ew ji mûlkîyeyê derbasî edlîyê bûye; demek katibîya zabîtê daîreya Huqûq a Mehkema Ceza ya Bîdayetê kirîye. Di roja 5ê Kanûna 1905an de ji bo midurîyetîya matbeaya wîlayetê û sermuharîrîya rojnama Seyhanê tayîn bûye. Piştê wî, di roja 6ê Eylûla 1906an de jî bûye Katibê Tehrîrat ê Sencaxa Cebelî Berekatê.

Ew mixalifekî dijwar ê îstibdadê û terefdarê meşrûtîyetê bû. Li gor dîtina wî, rejîma îstibdadê ji bo hemû miletên osmanî esaret bû û têkçûna wî, şikandina zincîrên zulmetê ye. Li ser îlankirina Meşrûtîyetê dibêje: “Ev çend esr in ku di nav pencên zulma îstibdadê de tarûmar bûme, elhemdûlîllahî bi alîkarîya Xwedê û ruhanîyeta pêxember û herweha bi cehd û xîreta we jî, ji bendên îstibdad û esaretê xelas bûm.”[14]

Bi tevî ragehandina Meşrûtîyeta Duyemîn, seha sîyasetê berfirehtir bûye û Elî Îlmî jî bêtir nêzîkî sîyasetê bûye û pêre jî dest bi sîyaseta aktîf kirîye. “Piştî ragehandina Meşrûtîyeta Duyemîn, ew, di navbera dîroka 18ê Nîsana 1912-4 ê Tebaxa 1912an de, li ser navê Qozanê ji bo Meclîsa Mebûsan hatîye hilbijartin û tevlî xebatên meclîsê bûye.”[15] Bi tevî astengî û dijberîya Îtihad û Teraqî, hilbijartina wî ya ji bo Meclîsê Mebûsan pirr girîng e. Di hilbijartina wî de, piştgirîya ermenên Edenê tesîrek girîng kirîye. Piştî ku meclîs tê fesihkirin, ew jî cardin vedigere Edenê. “Ji mebûsîyê şûn ve, karê memûrtîya wî ya ku tê zanîn, katibîya tehrîrata bajarê Bolu (1914-1915) ye.”[16]

Di derbarê xebat û jîyan wî ya di dema Şerê Giştî yê Cîhanê de, agadarîyek balkêş li ber destê me nîne. Lê piştî îmzekirina Peymana Mondrosê û têkçûna Împeratorîya Osmanî, ew, dibe têkoşerekî girîng ê di meydana çapemenî û sîyasetê de. Dema ku CTKê tê avakirin, her sê bira jî dibin endamên CTKê û di nav rêza xebata wê de cî digrin.

2.2. Peymana Mondrosê û Xebata di nav Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) de

Her sê birayên Fanîzade; Elî Îlmî, Zeynelabidîn û Mesûd endamên CTKê bûn. Bavê wan jî merivekî alim û miletperwer bû. Malbata wan di herêma Edenê, Tersûs û Cebelî Berekatê (bajarê Osmanîyeya îro) de, di nava civakê de xwedî bandoreke girîng bû.

Wan di herêma xwe de jî xebata ji bo rêxistinkirin û belavkirina weşanên CTKê berdewam kirine. Ji ber vê xebat û alîkarîya wan, di jimara çaremîn a kovara Kurdistanê de, ji bo alîkarî û xebata wan teşekur û teqdîr hatine pêşkêşkirin. Di vê teşekurnameyê de weha hatîye gotin: “Em li hemberî xîret û alîkarîya hemwelatîyên welatperwer ên me yên li Tersûsê, pirr teşekur dikin û bi xusûsen Mehmûd Axa teqdîr dikin.”[17] Ji ber têkoşîna wan a mixalif û ya di nav CTKê de, piştî avakirina Cimhûrîyeta Tirkiyê, her sê birayê Fanîzade ji alîyê hikumeta Cimhurîyetê ve di nav lîsteya “Sirgunên 150an” de ji Tirkiyê têne derxistin. Bêguman kurdên mixalif ên di nav lîsteya “Sirgunên 150an” de, ne tenê ew bûn, gelek şexsîyetên din jî hebûn.

Lêkolîner Îsmaîl Göldaş lîsteyekê dirêja a endamên CTKê rêz dike û ew endamên CTKê ku navê wan ketîye lîsteya “Sirgûnên 150”an ji pirtûka İlhami Soysal a bi navê “150’likler” neqil dike û dibêje: “Hemdî Paşayê Kurd (wezîrê kevn ê Behrîye), Fanîzade Elî Îlmî (xwedîyê rojnameya Ferda), Zeynelabidîn Fanî (katibê CTK û sekreterê giştî yê Partîya Hûrrîyet û Îtîlafê), Fanîzade Mesûd (muteserrifê kevn ê Cebelî Berekatê), Xelîl Rehmî yê Bedirxanî (muteserrifê kevn ê Meletiyayê), Mistefa Paşayê Kurd (serokê Dîwana Herb ê kevn) û Heqîyê Silêmanîyeyî”[18] jî di nav vê lîsteyê de bûn. Wekî Mewlanzade Rifat hinek şexsiyetên din jî hene ku navê wan di vê lîsteya Göldaş de tune ye.

Piştî bidawîhatina Şerê Yekemê Cîhanê, hêzên dewleta Fransayê li gor bendên Peymana Mondrosê herêm Klîkyayê dagir kirin. Wê demê li herêmê nifûseke girîng ê ermenan jî heye. “Teheyûla ermenan ev bû; wîlayetên Şerqê, Kurdistan û Klîkya jî di nav de Ermenîstaneke mezin bêta avakirin.”[19]

Di rewşekî weha de, li bajarê Edenê rojnameyên mixalif ên wekî Ferda (1ê Kanûna 1918), Adana Postası (1919), Rehber (Kanûna 1920an) û herweha rojnameya Yeni Adana ya parastvanê quwayî mîllîye bi zimanê osmnî têne çapkirin. Digel van rojnameyan, bi navê Toros, Azamarad, Hayistan û Kilîkya çar rojnameyên ermenan jî têne çapkirin. Ev azadî û rengînîya rojnamegerîya li bajarê Edenê, heta îmzekirina Peymana Anqerê dewam kirîye. Peymana Anqerê, di navbera Fransa û hikumeta Anqerê ya Mistefa Kemal de roja 20/11/1921an hatîye îmzekirin. Bi îmzekirina vê peymanê, Fransa, dibe dewleta yekem a hêzên hevpeyman ku hikumeta Anqerê nas dike û bi wê re peyman çêdike. 

Di vê peymanê de, mesela herêma Îskenderûn-Hatayê nayê çareserkirin û dihêlin ji bo demekê paş. Li gorî lihevkirina her du alîyan, divîya Fransa di nav du mehan de hêzên xwe ji herêmê bikşîne binîya xeta dîyarkirî. Li gor maddeyên aşkerekirî yên vê peymanê, destkevtîyên herî girîng ên Fransayê, di maddeya 10an de hatîye dîyarkirin ku weha hatîye nivîsandin: “Hikumeta Meclîsa Bilind a Tirkîyê qebûl dike ku rêya hesin a navbera Pozantî û Nisêbînê, mafê xebitandina hemû şubeyên wîlayeta Edenê û digel wê hemû karên ticarî û guhestinê bide grubeke fransizî ya ku ji alîyê Hikumeta Fransayê ve tête destnîşankirin.” Piştî bidestxistina van maf û îmztiyazan, Fransa hêzên xwe ji herêmê dikşîne û ji wê şûn ve jî hîç piştgirîyeke girîng nade hêzeke mixalif a dijî hikumeta Anqere ya Mistefa Kemal. Di şerê Yunan û Tirkan de jî, em dikarin bibêjin ku ew piştgirîya tirkan dikin û Îngilizan jî bi piştgirîdana Yunanîstanê tawanbar dikin. Di nav rûpelên rojnameya Ferdayê de jî, şerê Tirk û Yunan bi van hevokan hatîye şirovekirin: “Li Anatolîyê pevçûn û qirika hev şidandina tirk û yunan, dişibe pevçûna boxeyên Îspanyayê. Brîtanyaya gewre bi xalibîyeta şer sermest bûye, di esasê de ji bo pîrozkirina xalibîyetê, ji wê re rêkxistina dîlanekî weha lazim bû.”[20] Piştî vê pêvajoyê, demekê dûr û dirêj polîtîkaya wê ya di derbarê kurdan de jî, di vê çarçoveyê de tête meşandin. Fransa piştgirîya ji bo Kurdistanek serbixwe li cîyekî, “piştgirîya daxwaza otonomî ya kurdan jî nake.”[21]

Piştî ku Peymana Anqerê tê îmzekirin û Fransa terka herêmê dike, rêvebirîya nû ya Anqerê li herêmê bi cî dibe. Weşana rojnameyên mixalif jî peyderpey têne rawestandin û pirranîya rêvebir û nivîskarên wan, ji ber gef û tehdîdan terka herêmê û paşê ji bêgavîyê terka Komara Tirkîyê dikin.

2.3. Kar û xebatên çapemenîyê

Bi tevî ku di şiklê pirtûkê de eserekî wî nîne lêbelê Elî Îlmî Fanî, hosteyê qelemê bû, şair û edîb bû. Xweyîtî, sermuharîrî û nivîskarîya gelek rojname û kovaran kirîye. Wî, di rojnameyan de bi navê Elî Îlmî û mustearê Dervîş Sukûtî nivisîye. Beşekî van rojnameyan berîya Meşrûtîyeta Duyemîn hatine neşirkirin û beşekî din jî ji meşrîtîyetê şûn ve hatine neşirkirin. Di vê lêkolînê de, bi giranî li ser rojnameya Ferda hatîye rawestandin.

Elî Îlmî, di temenekî pirr ciwan de dest bi nivîskarî û rojnamevanî kirîye, di çapbûn û derçûn û nivîskarîya gelek rojname û kovaran de ked û mesayîya wî heye. Wî di bîst û yek salîya xwe de (1898) dest bi nivîskarîya rojnameya Seyhanê kirîye. Seyhan, rojnameya resmî ya wîlayeta Edenê bû. Ew, paşê di sala 1905an de dibe sermuharîrê vê rojnameyê. Piştî Seyhanê, rojnameya duyem a ku Elî Îlmî hem mesûlmidurî û hem jî sernivîskarîya wê kirîye, rojnameya Rehber-İtidal e. Hejmara yekemîn a Rehber-i İtidal, di roja 20 Teşrîna Sanî ya 1324an (3yê Sermawêz/Çirîya Paşîna 1908) de hatîye çapkirin. Ev rojname, bi polîtîkaya weşana xwe, dijberê rojnameya İtidal a Îtihad û Teraqî hatîye neşirkirin. Rehber-i İtidal, rojnameyekê heftane û çar rûpel bû, li ser hev çar jimarên wê hatine çapkirin. Li ser bergê jimara yekemîn weha hatîye nivîsandin: “Sahibî îmtiyaz û sermuharîr: Alî Îlmî ye. Vê gavê di hefteyêk de carek û di roja pêrşemê tête weşandin. Behsa hadîseyên dîrokî dike; di xizmeta ehlaqa qenc de rojnameyek osmanî ye. Îdarexaneya wê: Li Metbea Wîlayeta Edenê ye. Ji bo merkezê salane 45, wîlayet û dorûberê wî 50 quriş e. Xusûsen ji bo talebeyên mektebên umûmî 6 mang 25 kuruş e.” [22] Jimara dawî ya Rehber-i İtidal, roja 3ê Adara sala 1325 (16 Adara 1909an) de hatîye neşirkirin.[23] Digel vê, sermuharîrîya rojnameyên Teceddüt (1908-1910) û Anadolu (1909-1914) kirîye. Sala 1909ê di rojnameya Adana Vak’ası de jî nivîsên wî yên dijraberê desthilatdarîya wê demê hatine belavkirin.[24] Bi tevî vana, nivîsên wî di rojanameyên wekî Volkan û Vahdetê de jî hatine belavkirin. 

 

2.3.1. Rojnameya Ferda

Divê pêşî em dîyar bikin ku bi navê Ferda du rojname hene. Di hinek çavkanîyan de ji bo xweyîtîya her du rojnameyan jî navê Elî Îlmî derbas dibe. Ferdaya yekem, piştî pêkhatina Meşrutîyeta Duyem hatîye çapkirin û Ferdaya duyem jî piştî pêkhatina Peymana Mondrosê û têkçûna Împeretorîya Osmanî li Edenê hatîye çapkirin.

Rojnameya Ferda ya ku dema Meşrûtîyetê çap bûye, ji wê çar (4) jimar li ber destê me hene. Jimara wê ya yekemîn, di 16ê Şabana 1326an (H)- 12ê Eylûla 1908an (M) de hatîye çapkirin û jimara çaran (4an) jî di roja 3yê Çirîya Pêşîna 1908an de hatîye çapkirin.

Rojnameya Ferda ya Elî Îlmî, piştî ji îmzekirina Peymana Mondrosê (30.10.1918) hatîye neşirkirin. Îmzekirina Peymana Mondrosê, encama serkevtina hêzên hevpeyman bû; ji alîyek ve dawî bi Şerê Cîhan ê Yekem anîye û digel wê dawî bi Împeratorîya Osmanî jî anîye. Piştî têkçûna Împeratorîya Osmanî û desthilatdarîya Îtihad-Teraqî, ji alîyê sîyasî û civakî ve rewşeke nû peyda dibe. Di vê demê de, gelek rojname û kovarên mixalif ên nû dihêne çapkirin û belavkirin. Ferda, yek ji wan rojnameyên mixalif e ku di vê demê de li bajarê Edenê dest bi weşanê dike.

Ferda; peyvek farisî ye û tête wateya siberoj, pêşeroj û dahatûyê. Li ser bergê pêşî yê rojnameyê nivîsandîye: “Midurê mesûl û sermuharîr: Alî Îlmî ye. Cîyê Adresê: Adana’da -Kale Kapısında- Ferda Matbaası (Li -Qele Qapîya- Edenê Çapxaneya Ferda). Şimdilik perşembe ve pazartesi günleri intişar eder, siyasi, ilmi, edebi türkçe gazetedir. (Vê gavê rojên pêrşem û duşemê tête neşirkirin, rojnameyekê sîyasî, îlmî û edebî yê tirkî ye.)”[25] Rojnameya Ferda, di 1ê Rebiûl Ewela sala 1337 (5ê Kanûna 1918an) de li Edeneyê dest bi weşanê kirîye. Di dawîya rûpela duyem de dibêje ev rojname: “Adana Ferda Matbaasında tabih olunur” (Li Edenê di Çapxaneya Ferdayê de tête çapkirin.) Agahîyên kunyeya rojnameyê, bi zimanê osmanî û fransizî hatine nivîsandin. Li alîyê çep ê kunyeyê jî bi fransizî nivisandîye: “Directeur et rédacteur en chef: Ali İlmi. Ferda Journal Turc,  Politioue et Letteraire (Polîtîk û Edebî).”[26] Wê demê li Edenê rojnameya mixalif ne tenê Ferda bû, rojnameyên wekî Adana Postası (1919) û Rehber (Kanûna 1920an) jî di xeteke mixalif de dest bi weşanê kiribûn. Rojnameya Adana Postası, bi gerînendîya Îlhamîyê Gîrîdî û Rehber jî bi gerînendîya Dervîş Ata dihatin weşandin. Rojnameya Yeni Adana jî piştgirîya Mistefa Kemal û hevalên wî dikir.

Nifûseke girîng ê ermenan jî li Edenê hebû û di vê demê da xebata wan a çapemenî, ji ya tirk û kurdan gelek xurttir e. “Ermen bi navê Toros, Azamarad, Hayistan û Kilîkya çar rojname çap kirine. Armanca van rojnameyan ev bû; ku bi rêya çapemenî û propagandayê tesîr li raya giştî bikin, giranîya nifûs û kultura ermenan li herêm zêde bikin.”[27] 

Polîtîka weşana rojnameyê; nêzîkê polîtîka herêmî ya wê demê ya Fransayê bûye, dijraberê nêrînên (dîtinên) Îtihad-Teraqî û Kemalîstan bûye. Di nav rûpelên Ferdayê de, polîtîka û rêxistina Îtihad-Terakî û tevgera Kemalîst wek “serhildanek” li hemberê padîşayê osmanî hatine nîşandan û herweha ew wek “çete”, “serserî”, “eşqiya” û “xwînrêj” hatine binavkirin. Mînak; di jimara 204an de li ser hêzên Quwayê Mîllîye nûçeyek weha belav kirîye; “Çete Belav Dibin: Li mintiqeyên Qozan, Ceyhan, Qeraîsalî çeteyên Çerkez Nûrî Çawîş, Kurd Mîrza, Qera Mustefa, Înce Alî ku bi navê Quwayî Mîllîye rêbirî û çavsorî dikirin belav bûne. Tê gotin ku hinekên wan çûne Ceyhanê.”[28] Digel vê, M. Kemal û hevalên wî bi îdeaya Bolşewîkbûn û hevkarîya Bolşewîkan hatine rexnekirin.

Weşana rojnameya Ferda, nêzîkê sê salan berdewam kirîye û li ser hev çend jimar hatine çapkirin baş nayê zanîn, di arşîvan de jimara 279an jî xuya dibe. Li ser bergê jimara 272, dîroka 17ê Teşrîna Ewela 1337 (17ê Çirîya Pêşîna 1921an) “sala sisê” hatîye nivîsandin. Ji ber ku jimara dawî ne dîyar e û li ber destê me nîne, bi rastî nayê zanîn ku weşana rojnameyê kengî hatîye rawestandin. Bi îhtimalek mezin, di dawîya sala 1921an de, ji Edenê hilkişandina hêzên Fransiz şûn ve, weşana rojnameyê hatîye rawestandin.

Piştî rojnameya Serbestîyê, Ferda, rojnameya duyemîn a herî temendirêj e ku ji alîyê kurdekî endamê CTKê ve hatîye neşirkirin. Lêbelê di derbarê naveroka wê de, agahîyek me ya zêde nîne. Gelo di çapkirina vê rojnameyê de çi tesîra CTKê çêbûye, di naveroka jimarên rojnameyê de li ser kurd û Kurdistanê nivîs hatine belavkirin, di rojnameyê de nivîsên bi zimanê kurdî hatine belavkirin yan na? Ji bo ku em karibin bersiveke rast bidin van pirsan, divê pirranî yan jî hemû jimarên rojnameyê li ber destê me hebin û xebateke berfireh li ser wan bête kirin. Ji bo rast têgehîştina rewş û bûyerên sîyasî yên wê demê, divê li ser rojnameya Ferda lêkolînên nû û berfirehtir bêne kirin.

Rojnameya Ferda, nêzîkê 300 jimaran zêdetir hatîye çapkirin. Mixabin bi tevî hemû hewldanan, min nekarî hemû yan jî pirranîya jimarên Ferda bidestxînim. Ev xebata ber destê we ancax bi lêkolîna naveroka çend jimarên wê hatîye meydanê. Di jimarên mewcud de, em rastî nivîsek kurdî nehatine. Ji xeynê navê Elî Îlmî û birayê wî yê Mesûd ku bi navê “Can Bey” nivisîye, hinek nivîsên kadroyên partîya Hurîyet û Îtlafê hene. Ji naveroka jimarên berdest dîyar dibe ku ne tenê nivîsên fikrî, beyannameyên wê demê yên hêzên Fransa, hewadîsên hundir û derva, hewadîsên mehelî, edebî, îlan, danasîn (reklam), hatine belavkirin.

Piştî îmzekirina Peymana Anqerê ya di navbera Fransa û hikumeta Anqerê de, hêzên leşkerî yên Fransa ji herêma Klîkya û dorûberê wî vekişyan, hemû weşanên mixalîf ên li Edenê û herweha weşana rojnameya Ferdayê jî hatîye rawestandin. Bi tevî îmzekirina Peymana Lozanê, gelek mixalifên tirk û kurdên wê demê hatin cezakirin û nefîkirin.

 

2.4. Peymana Lozanê (24ê Temûza 1923)

Peymana Lozanê, li ser xopana (paga) Sevrê hate îmzekirin û ji 433 maddeyan pêk hatibû. Ji wê peymana berfireh, du maddeyên ku dikevin nav mijara vê nivîsê ev in: "*Demek ji tetbîqkirina peymanê şûn ve ku kurd bixwazin li rojhelata Anatolê sazîyeke serbixwe ava bikin û ev xwestina wan ji alîyê "Cemîyeta Akwam" ve bête qebûlkirin û ji bo Osmanîyan jî bête pêşnîyarkirin, divê ev pêşnîyar ji alîyê Osmanîyan ve bête bicîanîn. *Di herêma wîlayetên Wan, Erzirom, Bedlîs û Trabzonê de dewleteke Ermenîstanê tête damezirandin. Sînorên vê dewletê, dê ji alîyê serokê Dewletên Yekgirtî yê Amerîkayê ve bête destnîşankirin." Peymana Sevrê; berîya kemilîn û lihevkirina pîlanên hêzên emperyal ên serdest hatibû meydanê, lewma jî li ser zemînek lawaz û lerizok bû ûji ber vê yekê nehate tetbîqkirin. Pêknehatina wê; ne ji ber dijraberîya tirkan bû û ne jî ji alîyê tirkan ve hatibû pûçkirin, ew, ji ber nakokîyên navxweyî yên hêzên hevpeyman, ji xwe ber hatîye pûçkirin. Ji alîyek ve nakokîya berjewendîyên navbera dewletên emperyal ên serdest çares nebûbû, ji alîyê din ve jî xeterîya belavbûna şoreşa Bolşewîkan hebû. Peymana Sevrê, di roja 10 Tebaxa 1920an de, di rewşeke weha de hatibû îmzekirin û ji ber vê pêk nehat. Wekî ku tê îdîakirin, ne bi bandor û hêza Quwayê Mîllîye û Mistefa Kemal hatîye pûçkirin.

Li gor van her du bendên di Peymana Sevrê de, di bin hîmayeya DYAyê de îhtîmala avakirina dewleteke Ermenîstana mezin û Kurdistanek bi şert û egeran dertê holê. Lêbelê ji ber nakokîyên navbera hêzên hevpeyman û rewşa sîyasî ya herêmê, pêkanîna wê ne mimkûn bû û wek zayîneka beravêtî bûye. Peymana Lozanê, piştî lihevkirina hêzên hevpeyman, li ser vê zemînê û di encama vê rewşê de hatîye meydanê. Lihevkirina bingehîn a hêzên hevpeymanan; li herêm pêkanîna dewleteke otorîter a ku referansên rojavayî esas qebûl bike, karibe berjewendîyên wan ên stratejîk biparêze û pêşî li belavbûna şoreşa Bolşewîkan bigre. 

Di navbera Peymana Sevr û destpêkirina hevdîtinên Lozanê de, nêzîkê du sal û nîv dem derbas bûye û di nav vê demê de, di navbera rêvebirîya nû ya Anqerê û dewletên hevpeymanê ên wekî Fransa, Brîtanya û rêvebirîya nû ya Bolşewîkan de peymanên dualî çêbûn. Rêya çûna ber bi Peymana Lozanê, bi tehdîd û bazarî û tawîzên dualî, li ser vê zemînê çêbû. Peymana navbera Fransa û Hikumeta Anqerê (20/11/1921), bi teşwîqa Brîtanyayê şerê yunan û tirkan (1919-1922), peyman Rusya Bolşewîk û Hikumeta Anqerê (16 Adara 1921an) encamên vê pêvajoyê bûn.

Hevdîtinên Peymana Lozanê, 21ê Çirîya Paşîn a sala 1922an, di rewşeke weha de dest pê kirin û nêzîkê sal û nîvek dewam kirin. Ji Meclîsa Anqerê derxistina biryara erêkirina Peymana Lozanê ne bi hêsanî bû; di 6ê Adara 1923an de li meclîsê rûniştineke veşartî hate pêkanîn, di vê rûniştinê de 63 mebûsên kurd li dijî Peymana Lozanê ray dan. Bi gumana ku Peymana navborî ji alîyê vê meclîsa yekem ve nayê îmzekirin, demildest hilbijartinek pêşwext hate çêkirin û di vê hilbijartinê de hemû namzed (berbijêr) ji alîyê merkezê ve hatin destnîşankirin. Mebûsên mixalif hatin dûrxistin û Peymana Lozanê ji alîyê endamên meclîsa nû ve hate erêkirin û di roja 24ê Temûza 1923an da hate îmzekirin. Peymana Lozanê di navbera Brîtanya, Fransa, Îtalya, Romanya, Yoguslawya, Yunanîstan û Tirkiyê de hatiye îmzekirin. Peymana Lozanê ji 143 maddeyan pêk hatîye.

Bi vê peymanê, bakurê Kurdistanê di nav sînorên komara Tirkiyê de maye. Di peymanê de rasterast hîç behsa mesela kurdan derbas nebûye, lêbelê bi navê “Mesela Mûsilê”, gengeşîya li ser dahatûya başûrê Kurdistanê, di navbera hikumeta nû ya Tirkiyê û Brîtanyayê de dewam kirîye. 

2.4.1. Peymana Lozanê û Mesela Mûsilê

Hêzên Brîtanyayê di Nîsana 1918an de bajarê Kerkûkê jî di nav de beşek mezinê başûrê Kurdistanê dagir kirin. Di vê rewşa hanê de, yekemîn hikumeta Kurd bi serokatîya Şêx Mehmûd di destpêka sala 1919an de hatîye damezirandin. Ev desthilatdarîya nû ya kurd ji alîyê hêzên Brîtanyayê ve jî hatîye nasîn û qebûlkirin. Hikumeta nû ya Tirkiyê meseleya bakurê Kurdistanê li gorî xwestina xwe hal kiribû, lêbelê rewşa başûrê Kurdistanê, karibû pêşerojê ji wê re bibe tehdîdek. Di rastiyê de Mesela Mûsilê, ji alîyê Tirkîyê ve, wek mesela dahatûya başûrê Kurdistanê dihate dîtin. Hikumeta Anqerê dixwest bi ser Mesela Mûsilê re destkevtîyên başûrê Kurdistanê pûç bike, ne ku Mîsaqê Mîllî biparêze. 

Wê demê kurdên di nav parlementoya Anqerê de, ji helwesta Mistefa Kemal û hikumeta Anqerê aciz bûn û nedixwestin Kurdistan bi îmzekirina Peymana Lozanê ji nû ve Bête parçekirin. Lewra Mistefa Kemal di hevdîtinên veşartî yên meclîsa Anqerê de digot, “Girtina Mûsilê ne zahmet e lêbelê kontrolkirina wê zahmet e.” Ji vê gotinê dîyar dibe ku armanca bingehîn a sîyaseta Anqerê, ne mesela Mûsilê bû, di Zagona dewleta nû ya Iraqê de bêstatuhiştina kurdên başûrê Kurdistanê bû. “Lewra di vê demajoyê de, Zagona dewleta nû ya Iraqê dihat amadekirin û armanc ev bû ku ji alîyê sîyasî ve di vê zagonê de ji bo kurdan hîç mafekî neyê qebûlkirin. Sîyaseta derbarê Mesela Mûsil û amadekarîya Zagona nû ya Iraqê de, paralelê hev dihate rêvebirin. Ji alîyê Tirkîyê ve sebebê esasî yê Mûsilê ne mesela petrolê bû, dahatûya nedîyar a Iraqê bû. Mistefa Kemal baş zanîbû Brîtanya rê nade Kurdistaneke serbixe, armanca wî, bi karanîna Mesela Mûsilê pêşî li îhtimala destkevtinek û çêbûna statuyek sîyasî ya başûrê Kurdistanê bigre. Zagona Iraqê, sala 1925an hate qebûlkirin û di vê zagonê de ji bo kurdan statuyek sîyasî nehate qebûlkirin.”[29] Salek ji qebûlkirina Zagona Iraqê şûn ve, di sala 1926an de Mesela Mûsilê hate çareserkirin. Herweha divê piştgirîya wî ya ji bo tevgera Şêx Mehmûdê Berzencî jî di vê perspektîfê de bête xwendin.

Li gor Peymana Lozanê divîyabû Tirkîye efûyek giştî derxista lêbelê 150 kesên ku ew dixwaze, karibû li dervayê vê efûyê bihişta. Ew kesên ku li dervayê kanûna efûyê hiştin, li ser hev 150 kes bûn û di Hezîrana 1924an de wan sirgûnê dervayê Tirkiyê kirin. Navê her sê birayên Fanîzade û gelek kurdên din jî di nav vê lîsteyê de bûn.   

Di lîsteya sirgunên 150an de, tenê ji mala Fanîzade sê kes hene. Sirgûnkirina wan 150 şexsîyetan, bi girêdayî maddeyekê ji Peymana Lozanê bû. Li gor vê peymanê, ji xeynî van 150 kesan, dê ji mixalifên din re efûyekê giştî bihata derxistin. Biryara sirgûna 150 kesan, di roja 23yê Nîsana 1340an (23yê Nîsana 1924) de ji alîyê Reîsê Cimhur Gazî M. Kemal ve bi tezkîreya hejmar 13304-1791 hatîye erêkirin. Di lîsteya “Sirgûnên 150an” de, navê Elî Îlmî di rêza 106an de hatîye lêkirin.

Piştî ku ji Tirkîyê derkevin, ew berê xwe dide Binxeta ku di bin mandaterîya Fransayê de bû. Li wê derê ew, kar û xebata xwe li bajarê Şam, Heleb, Cûnîye (Lûbnan) û Antaqyayê berdewam dike. Antaqya, wê demê di nav sînorên sencaxa musteqîl a Îskenderûnê de bû. Têkilîya wî û mixalifên din, piştî derçûna ji Tirkiyê jî dewam dike. Ew, di nameya xwe ya roja 29ê Teşrîna Ewela 1926an de, şiroveyek weha di derheqê desthilatdarîya Mistefa Kemal û Cimhurîyetê de ji Riza Tevfîk re nivîsîye: “Selteneta manewî ya ku cenabê te (Tewfîq Riza) ava kirîye, hîç guman tê de nîne ku ji Cimhurîyeta cebrîyye ya wî (M. Kemal) gelek bilindtir e.”[30]

2.5. Xebata di nav Xoybûnê de

Ji destpêka salên 1920an bigre û bi taybetî piştî têkçûna Tevgera 1925an, sîyasetmedar, rewşenbîr, xelkê siwîl û eşîret jî di nav de, beşekî girîng ê kurdan ji cî û warê xwe hatin dûrxistin. Beşekê sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd, di dawîya sala 1922an de dama ku Îstenbul ket bin kontrola hikûmeta Anqerê, ji bêgavîyê terka Îstenbulê kirin. Qedrî Cemîl Paşa li ser wê hengameyê dibêje: “Bi navê Cemîyeta Teşkîlatê Îctîmaîye ya Kurd, civîna me ya dawîn li Mala Îctihadê çêbû. Di vê civînê de rewşa xebata li Îstenbul û Îzmîrê hate munaqeşekirin, em gihîştin vê encamê ku li van deran îmkana xebatê nemaye û me biryara ji Îstenbulê derçûna endamên merkezî yên cemîyetê da. Hinek endam jî, ji ber mazeretên şexsî mecbûr man ku li Îstenbulê bimînin.”[31] Beşekî din jî, bi tevî îmzekirina Peymana Lozanê, digel hejmarek mixalifên wê demê hatin dûrxistin û sirgunkirin (nefîkirian) ku di naveroka wê peymana de ev sirgûn hatibû erêkirin. Beşek jî piştî têkçûna Tevgera 1925an, ji bêgavîyê, ji bo ku canê xwe ji kuştin û darvekirinê xelas bikin, revîyan û derketin dervayê sînorên Cimhurîyeta Tirkiyê. Pirranîya van kesan di nav sînorên dewletên nû yên herêmê de (Misir, Sûriye, Iraq, Beyrûd, Urdin û wd.) bi cî bûn. Rêjeyeke girîng ê xelkê kurdê siwîl jî, sirgûnê bajar û herêmên rojavayê Tirkîyê kirin. 

Kurdên rewşenbîr û kadirên sîyasî yên ku derbasê dewletên Awrûpî, Iraq, Surîye û Beyrûdê bûn, xebata xwe ya rewşenbîrî û sîyasî li wê derê dewam kirin. Bi serkêşîya Memduh Selîm Begî, ji bo piştgirîya berdewamî ya grubên şoreşger ên tevgera rizgarîya Kurdistanê, pêdivîya ji nû ve rêxistinbûnê tête rojevê. Di encama vê lê­gerînê de, bi gelek grubên sîyasî yên kurd û şexsîyetên sîyasî yên hundir û dervayê Kurdistanê re têkilî û hevdîtin çêdibin. Herweha bi hin gurubên mixalif ên ermenan re jî têkilî û hev­dîtinên piştevanîyê têne kirin.

Di dawîya vê xebatê de, bi şertê xwe fesihkirina grubên heyî, di roja 5ê Cotmeha 1927an da li Beyrûdê bi beşdarbûna panzdeh kesan, bi navê Xoybûnê rêxistineke tête damezrandin û Celadet Bedirxan jî wek serokê pêşî yê vê rêxistinê tête hilbijartin. Li gorî nivîsandina Qedrî Cemîl Paşa, kongreya Xoybûnê bi serokatîya Doktor Şukrî Mehmed Sekban çêbûye.[32] Rêxistina Xoybûnê, bi yekgirtina çend grubên sîyasî yên wê demê pêk hatibû. Yek ji beşdarvanên vê civînê Ehmedê Abdu­rehman Axa, di rêzehevpeyvînek xwe de navê panzdeh kesên beşdarvanên civînê weha rêz dike:

“1- Celadet Bedirxan Beg, 2- Elî Rizayê kurrê Şêx Seîd, 3- Memduh Selîmê Wanî, 4- Doktor Şûkrî Mehmed, 5- Fehmî Beg (katibê Şêx Seîd), 6- Kamil Efendî (mulazim bû li Iraqê) 7- Kerîm Efendî (mulazim bû li Iraqê), 8- Tewfîq Efendî (mu­lazim bû li Turkiyê), 9- Haco Axa (reîsê eşîra Hevêrkan), 10- Emînê Ehmed lawê Perîxanê (serokê eşîra Raman), 11- Bedredîn (reîsê eşîra Hebizbinî), 12- Bozan Beg, 13- Mustefa Şahîn (herdu jî serokên eşîra Berazan), 14- Ehmedê Abdureh­man Axa (kurê Şahîn Axa), 15- Abdullah Cizrawî.”[33]

Ev navên li jorê, lîsteya beşdarvanên civîna damezran­dinê ye, lêbelê nedîyar e ku ji wan kî ji bo komîteya merkezî hatine hilbijartin. Bi îhtimaleke mezin navê 8 kesên di bin pro­tokola peymana Partîya Xoybûn û Taşnaqê da, navê kesên rêvebir û mesûl in. Ew heşt kesên alîyê kurd ev in: “Mehmed Şûkrî Sekban, Celadet Bedirxan, Memduh Selîm, Haco Axa, Emînê Ehmed, Elî Riza, Mustefa Şahîn, Kerîm Rustem Beg.”[34] Lêkolîner Rohat Alakom dibêje: “Ehmedê Abdurehman Axa û Abdullah Cizrawî ne tê de yên 13 kesên mayî, ji bo yekemîn komîteya merkezî ya Xoybûnê hatine hilbijartin.”

Di bendên rêznameyê de damezrandin û armanca Xoy­bûnê weha hatîye dîyarkirin:

“1- Bi biryara Kongreya Yekemîn a Kurd, di 5ê Cotmeha 1927an da bi navê Xoybûnê rêxistinek neteweyî ya kurd hatî­ye damezrandin. 2- Mexseda rêxistinê ev e; kurd û Kurdistanê ji bin nîrê Turkiyê rizgar bike û di nav hidûdên sirûştî yên neteweyî da Kurdistanek serbixwe damezrîne...”[35] Di çarçoveya vê armancê de, Tevgera Agirî, bi rêxistin û serokatîya sîyasî ya Xoybûnê, ji alîyê Îhsan Nûrî paşa û Broyê Heskê Têlo ve dihate rêvebirin.

Di raportek îngilizî ya roja 30.08.1928ê da lîsteyek kurdên aktîf ên piştgirê Xoybûnê hatîye çêkirin ku di nav wan de ev kes hene: “Mevlanzade Rifat, Elî Îlmî, Celadet Bedirxan, Mem­duh Selîm, Haco Axa, Emînê Ehmed, Mustefa Berazî, Mehmed Şûkrî Sekban, Celîl Begê Baban, Ewnî Beg, Xelîl Rehmî Beg, Sureyya Bedirxan, Şêx Hûznî Berazî, Şêx Şahîn Berazî, Hûsên Paşayê Kor, Mûsa Begê Xwêtî.”[36]

Ji belgenameyên Brîtanyayî dîyar dibe ku dema Elî Îlmî li Binxetê bûye, ji bo serdana birayê xwe Zeynelabidîn derbasê başûrê Kurdistanê bûye. “Elî Îlmî sala 1927an du caran zîyareta birayê xwe Zeynelabidîn kirîye û pêkve çûne Rewandizê”[37]

Hikûmeta Cimhurîyetê, bi rêya teşkîlat û sîxurên xwe yên li herêm, pirr bi dîqet û berdewamî xebata Xoybûnê dişopand. Ji nivîsên rojnameya Vakit a tirkî jî gelek bi zelalî xuya dibe ku di nav Xoybûnê de jî xebata Fanîzadeyan berdewam kirîye. “Navenda cemîyeta Xoybûnê li bajarê Helebê ye û ev cemîyeta kurd fealîyetên xwe berdewam dike. Herçiqas muwafaq nebûne û di van demên dawî de hêvîya wan şikestî be jî, evan serserîyan fealîyetên xwe betal nekirine. Katibê Umumî yê cemîyetê Memduh Selîm di van rojan de çûye Helebê, bi Mewlanzade Rifat re hevdîtinek pêk anîye, hinek beyanname dane çapkirin û anîne ku li gundên ser hidûdê nêzîkê Tirkiyê belav bikin. Qumandarê Fransız ji vê bûyerê agadar bûye, her du jî hatine desteserkirin û wan rêkirine Helebê. Ji ber vê yekê, her du jî neçar kirine ku Mewlanzade Rifat li Helebê û Memduh Selîm jî li Antaqyayê îqame bikin. Her du jî bi mecbûrî ji 24 saetan carekî serdana qumandarê Fransiz dikin da ku cîyê îqameya xwe neguherînin.

Li Antaqyayê Alî Îlmî û ciwanekî çerkes ê bi navê Mehmûd Elî jî endamê Cemîyeta Xoybûn in… Memduh Selîm di Lîseya Antaqyayê de bi meaşekî zêde mamosteyîya felsefê dike. Alî Îlmî (di rojnameyê de bi xeletî wek Hîlmî hatîye lêkirin) mamosteyê edebîyatê ye û Mehmûd Elî jî mamosteyê tarîxê ye… ”[38]

Ji van agahîyan xuya dibe ku alîyê tirk, ji bona van her sê kesan jî muameleya endametî û rêvebirîya Xoybûnê dikin. Memduh Selîm dema ku li Sultanîya Antaqyayê (Lycée d‟Antioche) mamosteyî kirîye, yek ji xwendevanên wî jî Cemîl Merîç bûye. Merîç, di derheqê mamosteyên xwe Memduh Selîm Beg û Elî Îlmî de weha dibêje: “Memduh Selîm, mektebxwendîyekî Awrupayî yê Meşrûtîyeta Duyem bû û Elî Îlmî jî bi hemû zîllet û mezîyetên xwe ve Şerqî bû. Memduh Selîm mulkîye xelas kiribû, bi zimanê fransizî, ermenî û xalibe kurdî zanîbû. Ji rexleyê tedrîsata Abdulah Cevdet darbas bûbû. Ew merivekî metîn, çetin û ji pêdivîyê zêdetir ciddî bû. Di dersa yekemîna ya kompozîsyonê de, ji ber ku dilopê murekebê li ser kaxizê min rijyabû, wî notê min pirr kêm kirin. Ji siviktîyê qet hez nedikir. Pir girîngî dida qaîde û rastnivisînê. Paşê ew bû mamosteyê me yê tercûmeyê jî. Me pirtûka Chateaubriand a bi navê “Son İbni Sarac’ın Maceraları”, di dersên wî de wergerand zimanê tirkî.”[39]

Di raportek îngilizî yê roja 30.08.1928ê de, lîsteyek kurdên aktîf ên piştgirê Xoybûnê hatîye çêkirin ku di nav wan de jî navê Elî Îlmî di rêza duyemîn de ye. Lîsteya navborî weha ye: “Mevlanzade Rifat, Elî Îlmî, Celadet Bedirxan, Memduh Selîm, Haco Axa, Emînê Ehmed, Mustefa Berazî, Şûkrî Sekban, Celîl Begê Baban, Awnî Beg, Xelîl Rehmî Beg, Sûreya Bedirxan, Şêx Hûznî Berazî, Şêx Şahîn Berazî, Hûsên Paşayê Kor, Mûsa Begê Xwêtî.”[40]

Hikûmeta Tirkîyê li Sûrîyê jî xebat û faalîyetên kurdan gav bi gav şopandine. Ji bo ku tesîra xebata Xoybûnê li bakurê Kurdistanê çê nebe û pêşî li firehbûna vê xebatê bê girtin, tedbîrên berfireh hatine girtin. Rê nedane ku neşrîyatên Xoybûnê bikevin nav bakurê Kurdistanê.

Rêxistina Xoybûnê ji bo ku ronahî bide ser meseleya neteweyî ya Kurdistanê, polîtîka û kirinên Komara Tirkiyê li dinyayê teşhîr bike, bi zimanê tirkî, erebî, fransizî û kurdî kitêb û belavok çap kirine û belav kirine. Wê demê rêzeweşanek bi navê “Kürd Xoybun Cemiyeti Neşriyati”[41] (Neşrîyata Cemîyeta Kurd a Xoybûn) tête belavkirin û ji wê rêzeweşanê kitêbokek bi navê Türkiye’de Kürtlerin Katliamı[42], Türk Affı Umumisi Karşısında Kürdler[43], Türkiye Reiscumhuri Gazi Mustafa Kemal Hazretlerine Mektup[44], Bir Ecnebi Noktai Nazarına Göre Kürd Meselesi[45] û bi zimanê erebî Elkaziyetül Kürdiye[46] hatine çapkirin. Û her weha li Misrê bi zimanê fransizî û bi navê “La Questiyon Kurde”[47] kitêbek hatîye çapkirin. Ji bo ku ev weşanên Xoybûnê nekevin Bakurê Kurdistan û nava Tirkiyê, ji alîyê Reîsêcimhur ê Tirkiyê ve bi hejmara 2/1096 biryarnameyek hatîye belavkirin û tê de dibêje: “Çar kitêbên ku bi navê “Türk Affı Umumisi Karşısında Kürdler, Türkiye Reiscumhur Gazi Mustafa Kemal Hazretlerine Mektup, Bir Ecnebi Noktai Nazarına Göre Kürd Meselesi hatine çapkirin, di naveroka wan de nivîsên xusardar ên aleyhê hikumeta me de hene, berhemên bi vî awayî, bi tirkî an jî bi zimanekî din nivîsandî bin, divê anîna wan a ji bo nava Tirkîyê qedexe be. Ev biryar, bi tezkîreya hejmar 7067 û roja 29/7/934an a Wezareta Daxilî, ji alîyê Heyete Îcra ya Wekîlan ve di roja 1/8/934an de hatîye teswîbkirin û qebûlkirin. 1/8/934 Reîsîcumhur/ Gazî Mustafa Kemal”[48]

Li ser vê babetê di raportekî din ê Wezareta Navxweyî de ku roja 16.11.1935an bi jimara 12244/19746 û bi sernivîsa “Suriye’de Yeni Bir Kürt-Ermeni Birlikte Çalışması Başlamıştır” (Xebateke nû ya hevkarîya Kurd û Ermenan li Sûriyê dest pê kirîye) hatîye amadekirin. Di naverokê de dibêje: Bi alîkarîya Konsolosê Îtalîya yê li Beyrûdê, di navbera kurd û ermenan de biryara xebateke nû ya hevkarîyê hatîye dayin. Bi girêdayî vê biryarê û ji bo muzakereyê du civîn hatine çêkirin: Yekem, roja 2ê Çirîya Paşîna 1935an li Helebê; ya duyem jî roja 3yê Çirîya Paşîna 1935an li Qamişloyê hatîye çêkirin. Ji bo vê hevkarî û yekîtîyê naveke nû nehatîye danîn, mimkun e ku li ser navê Xoybûnê berdewam bike. Ji her du alîyan serok û şexsiyetên muhîm beşdarê civînê bûne. Di civîna Helbê de: Ji alîyê ermenan ve Herak Papazyan, Dr. Basmaciyan, Balyanê xwedîyê rojnameya Astana beşdar bûne; ji alîyê kurdan ve jî Memduh Selîmê mamosteyê Lîseya Antaqyayê û Mistefa Şahînê mebûsê Cerablûsê beşdar bûne. Di civîna Qamîşloyê de: Ji alîyê ermenan ve Garo Sasonî; ji alîyê kurdan ve Hesenê kurê Haco Axa, Cemîlpaşazade Qedrî û Mihemed Beg beşdar bûne.”[49] 

Di pirtûka 150’likler Meselesi (Meseleya 150an) de, li gor neqilkirina raportekê îstixbarî, Çerkes Ethem Beg di derheqê Elî Îlmî de agahîyek weha dide muxbîrê Balyozxaneya Helebê: “Elî Îlmî Fanî û Zeynelabidîn Fanî yê birayê wî, vê gavê ji bo rêxistinbûna kurdên Sûriyê dixebitin. Şukrî Mihemedê ku li Bexdayê dimîne, talîmat daye Elî Îlmî ku li ser sînor, Tirkîyê taciz bikin.”[50] Ev agahîyên li jorê nîşan didin ku Elî Îlmî Fanî, endamekî çalak ê Xoybûnê bûye.

Sala 1948


2.6. Mamosteyî, edîbî û şairîya wî

Mamosteyîya Elî Îlmî, di Îdadîya Edenê de dest pê kirîye û li Sultanîya Antaqyayê (Lycée d‟Antioche) dewam kirîye û ta ku ew malnişîn bûye û vegeriye Tirkiyê. Elî Îlmî, di dawîya sala 1929an de ji alîyê rêvebirên Fransayê ve tête tayînkirin ji bo mamosteyîya edebîyatê ya Lîseya Sultanîya Antaqyayê. Wî, di navbera salên 1929-1937an de, li Sultanîya Antaqyayê, mamosteyîya dersên edebîyatê kirîye ku wê demê bajarê Antaqyayê di bin mandaterîya Fransayê de bû. Ew ne tenê mamosteyê edebîyatê bû, herweha şair û edîbekî bijare bû. Wî bi mexlasa Derwêş Sukûtî meqale û şiîr nivîsîne. “Elî Îlmî, mamosteyekî wisa bû ku sineetên edebî, bi awayekî herî baş ji alîyê wî ve dihatin tearîfkirin… Wî karîbû şiîran bi sê zimana bixwenda.”[51] 

Metin Kutusu: Destnivîsa Elî Îlmî Fanî 
(ji koleksiyona Abdullah Uçman)
Wekî gelek nivîskarên Tirk, Ulunay jî hîç behsa xwendin û nivîsandina wî ya bi zimanê kurdî nake. Lêbelê neqilkirina vê mersîyeya şairê navdar Nalîyê Silêmanî, bi me dide îsbatkirin ku Elî Îlmî Fanî, bi kurdî jî baş dixwîne û dinivsîne.

“Ey cami-î dunya we qiyamet be heyalat

Ev rûje ke rûyet, ne uyet bû, ne emet bû

Ûmrî ke debizar tû umîd dirîje

Îmrî nedemet bû, nedemet bû, nedemet bû.”[52]

Di pirtûka “Bir 150’liğin Mektupları Ali İlmî Fânî’den Rıza Tevfik’e Mektuplar” ya Abdullah Uçman de hinek nimûneyên helbest û nivîsên Elî Îlmî yê edebî bi tirkîya osmanî hatine çapkirin. Lêbelê heta vê gavê em rastê nivîs û helbesteka wî ya kurdî nehatine.

Têkilîyên wî bi şair û edbîn navdar ên wê demê re; bi kesayetîyên wekî Riza Tevfik, Refik Halit, Refî Cevat Ulunay, İbnülemin Mahmud Kemal İnal, Mehmed Akif… hebû û gelek jî nêzîkî hev bûn. Berdewamî ji hev re name nivîsandine; “Elî Îlmî Fanî, di navbera salên 1926-1948an de ji Riza Tevfîk re nêzîk 51 name nivîsandîye û rêkirîye. Bi tevî nameyên Elî Îlmî, li ser navê Urfî Bîlgîlî yê kurê wî, Mesûd Fanî Bîlgilî û Zeynelabidîn Îrfanî yê birayê wî jî, nameyek ji Riza Tevfîk re hatîye şandin.”[53]

Naveroka nameyên wî û Riza Tevfîk, bi giranî sohbeta li ser edebîyat, rewşa heval û dostên wan ên nefîkirî ye. Wî di nameyekê xwe ya 9ê Teşrîna Ewela sala 1929an de, li ser rewşa Anatolîya û di bareyê Nazim Hîkmet û hevalên wî de ji Riza Tevfîk re weha nivisandîye: “Li bajarên Antolyayê guherîneke girîng nîne. Ji xwe tiştê ku biguhere jî nemaye. Tenê li Îstenbulê hinek ciwanên nû peyda bûne ku meyla nezarîya Bolşewîzmê dikin. Rojnameyek wan jî heye û helbestên xerîb xerîb dinivsînin. Ji wan Nazim Hîkmet, êrîş dike ser kesên wekî Abdulhak Hamid Beg, Hamdullah Suphî, Falih Rifki, Yakub Kadrî û Halîd Fahrî Beg. Wêneyê qebristanekê; di nava wê de darek gewre… Di serpelê her gulîyekê vê darê de, serê şairek û nivîskarek… Nazim bivirek girtîye destê xwe, bi borebor û halanan êrîş dike van gulîyên darê û dibêje “em dê peykeran bişkînin”. Va ye, ev lewha, temsîlek e ji terza neslê edebên îro.”[54]

 Riza Tevfîkê ku bi bernavê “Feylesof Riza Tevfîk” tête naskirin, di 20ê Kanûna 1935an de bi sernivîsa “Ali İlmi Bey’e”, nameyek dirêj ji wî re nivisîye û di vê nameyê de fikr û têgihîştina xwe ya li ser şiîrê dihêne ziman.[55] Elî Îlmî, ji alîyê fikr û têgehîştina şiîrê ve, Riza Tevfîk gelek diecibîne û dişopîne. Dibêje: “Ew ên ku Riza Tevfîk nas nekin, bi temamî dibin bîyanîyê edebîyata tirkî jî. Di vê mektebê de wezîfeya min a sereke ev e ku di ruhê neslên nû de wê çiraya heqîqetê vêxim û hîssên wan hişyar bikim.”[56] Ew paşê di nameyekê xwe yê ku roja 9ê Sibata 1935an de ji bo Riza Tevfîk rêkirîye weha nivisîye: “Min bi şiîrên cenabê te, di Lîseya Antaqyayê de zewqa edebîyatê peyda kir.” 

Refî Cevat Ulunayê ku ew bi xwe jî yek ji kesên “Sirgûnên 150an” bû, di derheqê wî de dibêje: “Elî Îlmî, bi her awayê xwe ve efendîyekî Şerqî bû. Mirov ji teraqa wî têr nedibû. Bi taybetî ku mewzu edebîyat bûya; her ku pêda diçû vedibû, mewzuyê berfireh dikir, bi qeweta hafizaya xwe mîsalên (nimûneyên) cûr ci cûr digot, em li hemberê îlim û dereceya bilind a îlmê wî diheyirîn.”[57] Cemîl Merîç, yek ji şagirtê wî yên dema mamosteyîya Sultanîya Antaqyayê bû. Ew ji bo mamosteyê xwe yê Elî Îlmî weha dibêje: Min di dema xwendina sinfa sisê ya navendî de Elî Îlmî nas kir. Ew osmanîyekî şair û muhîbbî cemal bû. Elî îlmî, osmanîyekî rindmeşrebî bû û ji çerxa felekê derbas bûbû. Berîya Şerê Yekem ê Cîhanê, di Darûlfunûnê de mamosteyîya şerhkirina metnan kirîye. Sîyasetê, vê şaîrê zewqperest, bi bêdeng û bêhes ji welatê wî dûrxistîye. Ew jî wekî Riza Tevfîk û Refîq Xalid, sirgûnekî 150an e. Ew yekî babacan û arifekî şiîra dîwanê bû, farisîya wî mezbut û hakimê arûzê bû. Hemû zîllet û mezîyetê Elî Îlmî Şerq bû. Di jîyana min a fikrî û hîssî de gelek alîkarîya wî heye, mamoste Elî Îlmî ne tenê mamosteyê min bû, wekî dostekî bû. Ez bi rêberîya wî ketim nav cîhana şiîrê.”[58]

Bêguman jîyana wî ya sirgûnî û demeke dirêj dûrketina wî ya ji malbatê, ji bona wî jî asan nebûye. Elî Îlmî Fanî, mexdûrî û tengasîya jîyana sirgûnîyê bi vê awayî dihêne ziman: “Bi destê zemanê bêeman aîleyên me jî perîşan bûn, me îmkana berhevanîna wan nedît. Birayekî min li Parîsê ye, ewê din li Iraqê ye, didoyên din jî li Tirkiyê mane, zarokên min her yek li alîyek e û bavê min li Berkafê ye. Ev yanzdeh sal in ku em ji hev dûr û mehcûr (ji hev cûda) bûne.”[59] Ew, bîrî û dûrketina ji malbat û welatê xwe jî bi van hevokan dihêne ziman:

“Ger meriv ji welat dûr be pê dizane heskirina welat çî ye,

Li xurbetê têgihîştina sirrê vê eşqê, ez kirim kêfxweş”[60]

Feylesof Riza Tevîk jî di nameya xwe ya bi sernivîsa “Ali İlmî Bey’e” de, ji bo wî dibêje; “Dostekî ji dil, wefakar û xemrevîn”[61] e. Dîrokzan Ali Birinci, ji Damar Arıkoğlu neqil dike û dibêje: Alî Îlmî, lawê bavekî alim û xettat (xweşnivîs) bû, xwe baş perwerde kiribû. Bi tevî ku di şiklê pirtûkê de eserekê wî nîne lêbelê ew hosteyê qelemê bû. Şair û xetîbekî baş bû. Mirovekî civakî, xweşsohbet û nûktezan bû.”[62]

Piştî ku li Tirkîyê qanûna paşnavan hatîye qebûlkirin, malbata wan paşnavê “Bilgili” girtine. Heta wê gavê, ew di şûna nav û paşnavê xwe de “Ali Îlmî Fanî” bi kar tîne û piştî derçûna qanûna paşnavan, êdî ew di şûna nav û paşnavê xwe de “Ali İlmî Fanî Bilgili” dinivisîne.

Piştî ku Fransa û Tirkîyê li ser mesela Herêma Otonom a Sencaxa Îskenderûnê li hev kirin, rêvebirîya Tirkîyê pêşîyê efûyek giştî derxist. Di 29ê Hezîrana sala 1938an de, ji bo vegera “Sirgûnên 150an”, qanûna efûyek ji alîyê Meclîsa Mebûsan ve hatîye derxistin û metna vê qanûnê di roja 16ê Temmûza 1938an de bi jimara 3961an di Rojnameya Resmî de hatîye belavkirin. Elî Îlmî û her du birayên xwe jî ketine ber vê qanûna efûyê, lêbelê tenê Elî Îlmî û Mesûd Fanî vegerîyane Qadirlîya ciyê jidayikbûna xwe. Di encama lihevkirina Tirkîye û Fransayê de, roja 29ê Hezîrana 1939an, Herêma Otonom a Sencaxa Îskenderûnê (Hatay, Antaqya) jî kete bin serwerîya Komara Tirkiyê.  

Jîyana wî ya piştî vegerê û heta mirinê, bi mijûlayîya edebîyatê, sohbet û dîtina mirov, dost û hevalan derbas bûye. Dema vedigere, dibîne ku bira û kurên wî her yek bi alîkî ve çûne; birayê wî yê piçûk li Îzmîrê muawînê midurê sihhîyê ye, birayekî din li wê derê mamoste bûye û kurê wî yê piçûk jî di gara trên a Qeyserîyê de, memûrê muharebê bûye.

Bi tevî ku di gelek rojname û kovaran de nivîs û şiîrên wî hatine belavkirin, lê mixabin ji xeynî nameyên wî yên ku ji alîyê Abdullah Uçman ve bi navê “Bir 150’liğin Mektupları” hatine çapkirin, berhemekê wî yê di şiklê pirtûkê de nehatîye dîtin û çapkirin.

Ew kesayetê têkoşer, sîyasetmedar, mamoste, ulema, edîb, şair, nivîskar û xwezaparêz ê pîrê fanî di sala 1964an de, di encama mudaxaleyek cerahî yê piçûk de, di roja 25ê Tebaxa 1964an de li Kadirli (Qadirlî)yê koça dawî kirîye. Refî Cevat Ulunayê ku ew bi xwe jî yek ji nefîkirîyên 150an bû, li ser mirina Elî Îlmî, di rojên 01.09.1964-07.09.1964an de bi sernameya “Ustad Ali İlmî”, du meqale di rojnameya Milliyetê de belav kirine û tê de dibêje: “Roja ku lawê wî xebera mirina wî gihande min, ez bi hemû bedena xwe ve xemgîn bûm. Agirek kete hundirê min, ez şewitandim… Me ferezanekî, hostayekî edebîyatê û şairekî wenda kiribû…”[63]


[1] Abdullah Uçman, Bir 150’liğin Mektupları Ali İlmî Fânî’den Rıza Tevfik’e Mektuplar, Kitabevi, 2. Baskı, İstanbul, 2012, r. 109

[2] İbnülemin Mahmud Kemal İnal, Son Asır Türk Şairleri, Cüz: II, Milli Eğitim Basımevi, İstanbul, r. 364

[3] Ali Birinci, Tarihin Gölgesinde Meşahir-i Meçhûleden Birkaç Zat, Dergâh Yayınları, Şubat-2001, İstanbul, r. 324

[4] BOA, 48-180, 08.05.1294 (H) (13.06.1877)

[5] İnal, heman berhem (h. b.) r. 364

[6] İnal, h.b., r. 365

[7] Uçman, h.b., r. 108-109

[8] (BOA, DH_SAIDd___00153_00033), Sicil-i Umumi (27 Şaban 1336 /7 Haziran 1918)

[9] Birinci, h.b., r. 324

[10] İbrahim İslam, Milli Mücadeleye Muhalif Bir Gazete: “Ferda”, Dicle Üniversitesi Ziya Gökalp Eğitim Fakültesi Dergisi, 12 (2009), 162

[11] Uçman, h.b., r. 178-179

[12] (BOA, DH_SAIDd___00153_00033), Sicil-i Umumi (27 Şaban 1336 /7 Haziran 1918)

[13] Uçman, h.b., r. 7

[14] Derviş Sukûtî, Volkan, no: 82, İstanbul, 1909, r. 3

[15] Abdullah Uçman, Şiir ve Sanat Anlayışı Üzerine Rıza Tevik’ten Ali İlmi Fanî’ye Bir Mektup, Kitabevi, İstanbul, 1996, r. 11

[16] Birinci, h.b., r. 327

[17] Kurdistan, jimar: 4, 15 Mart 1335, r. 44

[18] İsmail Göldaş, Kurdistan Teâlî Cemîyeti [Cemîyeta Tealîya Kurdistanê], Weşanên Doz, 1991, Îstenbul, r. 24

[19] Mevlanzade Rıfat, İttihat Terakki İktidarı ve Türkiye İnkılabının İçyüzü, Yedi İklim Yayınları, İstanbul, 1993, r. 289

[20] Ferda, Merdane Hareket Edelim!, no: 204, Pazaretesi 7 Şubat 1337/7 Şubat 1921

[21] Doç. Sabri Cigerli, Fransa Gizli Diplomasi Arşivinde, Kürtlerin Yüz Yıllık Kayıp Tarihi, Hevpeyvîn: Ruken Hatun Turhallı, 23.09.2020, https: //www. basnews.com/tr/babat/636165

[22] Rehber-İtidal, no: 1, 20 Teşrini Sani, sene 1324 (3 Aralık 1908)

[23] Rehber-İtidal, no: 4, 3 Mart sene 1325 (16ê Adara 1909an)

[24] Uçman, h.b., r. 20

[25] Ferda, No: 204, Pazarertesi 7 Şubat 1337-H (7ê Sibata 1921an), r. 1

[26] Ferda, No: 204, Pazarertesi 7 Şubat 1337-H (7ê Sibata 1921an), r. 1

[27] İslam, j. b., r.160-161

[28] Ferda, no: 204, Pazaretesi 7 Şubat 1337-H (7ê Sibata 1921an), r. 1

[29] Yasan Yıldız, Kovara Bîr, j.: 11, 2009, Dîyarbekir, r. 182-183

[30] Uçman, h.b., r. 6

[31] Kadri Cemil Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan (Kürdistan Davası), Özge Yayınlar, Ankara, 1991, r. 104

[32] Cemil Paşa (Zinar Silopî), h.b., r. 105

[33] Ehmedê Abdurehman Axa, Şoreşa Şêx Seîd, Çûna Me Ya Iraqê, Avakirina Xoybûnê, Armanc, no: 91, Sweden, 1989, r. 4

[34] Alakom, Rohat; Xoybûn Örgütü ve Ağrı Ayaklanması [Rêxistina Xoybûn û Serhildana Agirî], Avesta Yayınları, Çapa: 2, İstanbul, 2011, r. 32

[35] Alakom, j. b., r. 32

[36] Alakom, j. b., r. 32

[37] Amadekirin û Pêşekî: Dr. Ebdulfetah Alî Botanî, Belgenameyên Brîtanyayî Derbara Pêkanîna Dewleteka Serbixwe ya Kurdî 1924-1927, Hewlêr, 2008, r. 192, 225 (Wergera ji erebî: Sidiq Salih)

[38] Vakit, Selim Memduh’la Ali İlmî, Ellerindeki Beyannamelerle Yakayı Ele Verdi!, 8 Eylül 1930, r. 2

[39] Cemil Meriç, Bu Ülke (Bütün Eserler: 2), İletişim Yayınları, 61. Baskı, İstanbul, 2020, r. 25

[40] Alakom, h.b., r. 32

[41] Kürd Xoybûn Cemiyeti Neşriyati, eded: 1, Türkiye’de Kürtlerin Katliamı, 1928-1346 

[42] Kurmancîya wê; Li Tirkîyeyê Qetlîama Kurdan.

[43] Kurmancîya wê; Efûya Umûmî ya Tirkan û Kurd.

[44] Kurmancîya wê; Nameyek ji Reîsêcimhurî Tirkiyê Hezretî Gazî Mustafa Kemal re.

[45] Kurmancîya wê; Li Gorî Nêrîna Ecnebîyek Mesela Kurd.

[46] Kurmancîya wê; Mesela Kurd.

[47] Kurmancîya wê; Kürd Sorunu. Bn. T.C. Başbakanlık Cumhuriyet Arşivi, Kararname, no: 11037, 1884-83, 12/5/931

[48] T.C. Başbakanlık Cumhuriyet Arşivi, 2/1096 nolu Kararname: “Türk Affı Umumisi Karşısında Kürdler, Türkiye Reiscumhur Gazi Mustafa Kemal Hazretlerine Mektup, Bir Ecnebi Noktai Nazarına Göre Kürd Meselesi ve arapça yazılmış Elkaziyetül Kürdiye adlı dört kitabın, hükümetimiz adına zararlı yazılar ihtiva etlemesine binaen gerek Türkçe gerek başka dillerle yazılmış ve yazılacak olanlarının Türkiyeye sokulmasının yasak edilmesi; Dahiliye Vekilliğinin 29/7/934 tarih ve 7067 sayılı tezkeresi üzerine İcra Vekilleri Heyetince 1/8/934 tasvip ve kabul olunmuştur. 1/8/934 Reisicumhur/Gazi Mustafa Kemal”

[49] BOA, 115-799-15, Dosya: 96C/250, 16.11.1935

[50] Bingöl, h.b., r. 71 (Ji Arşîva Lûtfî Baksî)

[51] Refî Cevat Ulunay, Ustad Ali İlmî, Milliyet Gazetesi, s. 3, 01.09.1964

[52] Uçman, h.b., r. 124

[53] Uçman, h.b., r. 10

[54] Uçman, h.b., r. 11

[55] Abdullah Uçman, Şiir ve Sanat Anlayışı Üzerine Rıza Tevik’ten Ali İlmi Fanî’ye Bir Mektup, Kitabevi, İstanbul, 1996, r. 23

[56] Abdullah Uçman, Bir 150’liğin Mektupları Ali İlmî Fânî’den Rıza Tevfik’e Mektuplar, Kitabevi, 2. Baskı, İstanbul, 2012, r. 14

[57] Refî Cevat Ulunay, Üstad Ali İlmî, Milliyet Gazetesi, s. 3, 01.09.1964

[58] Cemil Meriç, Bu Ülke (Bütün Eserler: 2), İletişim Yayınları, 61. Baskı, İstanbul, 2020, r. 25

[59] Uçman, h.b., r. 49

[60] Refî Cevat Ulunay, Üstad Ali İlmî, Milliyet Gazetesi, s. 3, 01.09.1964

 “Nedir hub- bî-vata ancak vatandan dûr olanlar anlar

 Bu aşkın sırrına ermekle buldum nevşe gurbette” 

[61] Abdullah Uçman, Şiir ve Sanat Anlayışı Üzerine Rıza Tevik’ten Ali İlmi Fanî’ye Bir Mektup, Kitabevi, İstanbul, 1996, r. 23

[62] Birinci, h.b., r. 328

[63] Refî Cevat Ulunay, Ustad Ali İlmî, Milliyet Gazetesi, s. 3, 01.09.1964