27 sal di ser vê bûyera çepel û dijwar da derbaz bû. Qetilkirina Seîd Elçî û hevalê wî Mihemedê Begê di sala 1971-ê da şoqek mezin xwi1iqand û serê hemî Kurdên we1atperwer tevlihev kir. Her wisa girtin, mehkemekirin û înfazkirina Dr. Şivan. Çeko û Birûsk jî gelek serê Kurdan tevlihev kiriye. Di derheqa vê bûyerê da kêm tişt tête zanîn û di derheqa qewimîna vê bûyerê de kêm kes hin tiştan dizanin. Ji ber ku ev pirsgirêk nehat zelalkirin, bi salan ma tabû. Ji ber ku kesî rastî nego, an hisaba kesî nehat ku li rastiyê bigere.
Erê, “Rastî tal e”. Rastî tal be jî divê bê gotin. Emê niha perdê rakin û bûyera Seîd Elçî û Dr. Sivan ya ku sala 1971-ê qewimî, bidin ber çavên xwendevanan. Hîvîdarim ku ji bo me Kurdan ev bûyer wê bibe ders, bibe eqil û tecrûbe.
Mêhvanê me yê ku di dereca yekemîn da, yek ji şahidê zinde yê vê meselê ye, Şakir Epözdemir e.
Kek Şakir, di sala 1938-a da li navça Bayikan, li nehiya Minar hatiye dinê. Temenê xwe 20 sal li gund, 10 sa1 li Diyarbekir, 15 sal li Tetwan û evan 15 salên dawî 1i Enqerê derbaz kiriye. Li gor gotina wî, bi têkilî û pêşniyaziya Ş.E. ketiye nava xebata partiyê; bûye damezirenêr û endamê koma navkom.
Ev berpirsyariya wî ya partî û endamiya wî ya koma navkom, heya Tebaxa Sala 1971ê dajo. Teqrîben di xilasiya vê heyvê da xwe bi xwe biryar dide ku siyasetê terk bike. Ji wê rojê û pêda di tû rêxistinan da cî nagirtiye.
***
Damezirandina “Partiya Demoqrat a Kurdîstana Tirkiyê”
WAR: Kek Şakir, ji kerema xwe ra hun dikarin bi kurtî bahsa damezirandina Partiyê (PDKT) û xebatên xwe yên destpêkê bikin?
Ş. Epözdemir: -”Roja 11ê Tîrmehê sala 1965-an me 5 kesan, li Dîyarbekir, Koşka Gazî li binê darêka mezin a çinarê sond xwar û Partiya Demoqrat a Kurdîstana Tirkiyê danî. Em 5 kes evan bûn: 1- Seîd Elçî (Serok), 2- Dûrnas (Sekretar), 3- Şakir Epözdemir (Mûhasip) 4- Derviş Akgül (Aza) 5- Ömer Tûrhan (Aza).
Roja 23 yê Tîrmehê, dîsa li Amedê, li Otêla Tûrîstîkê me civînek çêkir û rehmetiyê Faîq Bûcaq da sondê, anî partiyê. Faîq Bûcaq bû Serokê Partî û Dûrnas, ciyê xwe da Seîd Elçî... Pêşgotina Program û Nîzanınama PDKT yê Faîq Bûcaq nivîsî û ev bernavkên hanê ketinê binê programê:
Zinar: (Serok), Pêşmergeyê Welat: (Sekreter), Evîndarê Welat: (Muhasib) Dûrnas (Aza), Jîrek (Aza), Bendeyê Welat (Aza). Ev 6 kes heya Qongra PDKT’yê ya yekemîn û 1973’yan di ciyê xwe da man. Jiber ku damezrandokên Partî ev kes in, divê heta hetayê dîsa ev kes bin. Lewra Partî carêk tê danîn.
Di sala 1966-an, heyva Tîrmehê da Faîq Bûcaq hat kûştin. Ji vir pêde serokatiya partiyê hat rakirin û me tenê bi sekreteriyê partiyê meşand.
Ji roja tesîsa (damezirandina) partî û pêda me dest bi xebatê kir. Li piraniya welat me xîmê partiyê avêt. Xebata me ya xwurt di payiza 1967-an despê kir. Di vî warî da “DOĞU KALKINMA MİTİNGLERİ” jî pir feydeyêk hêja da me. PDKT yê, herçend îllegal bû, belê ronekbîrên Kurd pê dihesiyan. Ji ber vê ronekbîrên çep, xwestin ku partiyek alternatîf danîn. Di sala 1966-an da “Partiya Demokrat a Kurdên Tirkiyê” danîn û belavokêk weşandin, belê nekarîn bibin serî.
Mitîngên 1967 an, Girtin û Sûrgin (nefi) Kirina Seid Elçî
Sala 1967-a salekê dîrokî ye û di dîroka Kurdên Tirkiyê da ciyê vê salê pir girîng e. Herkesî xwe di neynika meydanên mîtîngan da dît. Em PDKT yê jî bi xwe hesiyan ku ev potansyela Kurd divê bi zûyî va bê honandin û tenzîmkirin. Seîd Elçî di mîtînga Diyarbekir de hat girtin û wî şandina sirgûna 49-an ku diva vê sirgûnê li Kutahya biboranda. Şol kete ser milê min, Emer û Derwêş. Di wê navê da Partiya Kurdên Sûriye, ya Hemîdê Hacî Derwêş û Cjgerxwîn, em dawetê, kongra partiya xwe kirin. Emer û hinek endam çûn li vê kongrê beşdar bûn. Kongra PDKS qerar da ku di hemî delavî da me destek bike, ji me ra kadro rêke û tenzîma partiya me bi rêk û pêk bîne ser hev. Li ser vê, ji Suriyê Reşîdê Hemo hate Diyarbekir û me ji 15 ê heyva 12-an, sala 1967-an heya roja 19 heyva yekan a sala 1968-an xebat û tevgerek xurt ajot.
Operasyona Liser PDKT-ê
Manewiyata me gelek xwurt bû. Me teklîf dibira ba kî, ji me ra nedig- otin “na”. Tam di vê niqteyê da MİT-ê operasyonek giran li ser me pêk anî û li Amed, Batmanê, Tetwan û Patnos, Sîlwan, Qurtelan, Nisêbîn û Qiziltepê di şeva xwe da dor li me girtin. Destê girtinê danîne ser 16 kesan, belê 11 kes tewqîf kirin û avêtine hepsa Diyarbekirê. Em 5 roj li MİT-ê man, Partî deşîfre bû. Ewrak û mohra Partî tev hatin girtin. Me morala xwe xira nekir û em sews nebûn. Beriya ku em bên hizûra hakim, li emniyeta Diyarbekir me anîne cem hev. Seîd Elçî hê li Kutahyayê bû û Dervêş Akgul hê berdest nekiribûn. Ji komîta merkezî ez û rehmetiyê Emer bûn. Me biryar da ku emê Partî û programê partiyê biparêzin û bi vê partiyê îtiraf bikin û me wisa jî kir. Ew roj em 8 kes hatin tewqîfkirin û çend kes hatin berdan. Piştra Seîd Elçî ji Kutahya anîn, Derwêşê Sado û Zibeyr Axayê Omerî (Zubeyir Yıldırım) yê rehmetî jî anîn cem me.
Em 27.1.1968-ê hatin tewqîfkirin. 70-ê roj li Diyarbekir man. Piştî ku me birne Entelyê, zemanek dûr û dirêj me dernexistine mahkemê. Lê geriyan ku me nerm bikin û em parastinek siyasî nekin. Sawciyê Entelyê Ahmet Özsan vê teklîfê çend car anî ba rehmetiyê Seîd Elçî. Gava ku eqlê wan nebirî di 27.09.1968-ê da me deranîne mahkemê. Tam 8 heyvên me qediyabûn. Di vê mahkemê da 6 heval berdan, em 5 kes man girtî. Piştî vê celsê her heyv em derketin mahkemê û 25.02.1969-an da me jî berdan. Ev dawa dirêj bû geha 1974 an û kete ber efûya meşhûr a Bilend Ecewîd. Di vê navê da dawe çû DGM-a Îzmîrê, qerara paşî vê mahkemê da û em tev bi 3 sal hapis, 3 sal sirgûn ku ji aliyê mahkema Entelyê hatibûn cezakirin; vê DGMa Îzmîrê 21.08.1974a xiste ber efûyê û teblixê me kir. Ezê rojhejmara dosya Entelyê* bidim; yên mereq dikin bila biçin li dosyayê binêrin. Lewra ez baş dizanim ka ev dosya çiqa paqije. *“Îzmîr DGM Esas No 1974/7, Karar No 1974/8 C. Savcısı EVRAK No: 1974/8”...
WAR: Birêz Ş. EP. ez dizanim; ev pirs, pirsekê pirr zor e; belê bivê nevê wê ev pirs bê vekirin. Hûn di nava vê bûyera çewt û bê melêz da şahidêk zînde û bê teref in. Tû hevalê Seîd Elçî yî, lê Dr. Şivan û Çeko jî ne dûrê tene. Tû li pey şoparêça Seîd’ ê rehmetî çûyî cem Dr. Şivan, li meqerê wî 20 roj mayî, di texliya meqer da, eşkerekirina bûyerê da, girtin û birina Dr. Şivan û hepiskirina wî û hevalên wî da, tû şahidêk zînde yî. Jibo eşkerekirina vê bûyera kanbax, û bi vê yekê ve girêdayî, jiber niyeta te ya paqij tû ketî rewşekî mûşkul. Çewa tê gotin ku, tû hem ji aliyê berpirsyarên PDK-ê va û hem ji aliyê hevalên Partiya xwe va xelet hatî famkirin. Li ser vê, serê te dikevê gêjiyê û dibe sebebê siyaset berdana te ku tû tûcar di tû rêxistinî da cî negrî. Vê qedexeyê jî, te bi xwe daye ser xwe. Ev daxwaza min û hemî welatperweran e, ku perde ji ser vê bûyerê rabî, me divê ku hûn bîranînên xwe yên di derheqa vê bûyerê de ji kerema xwe ra vekin.
Ş. Ep.: Gelek spas dikim. Bi rastî vekirina vê pirsgirêkê pir zor e. Dibê “sotın nayê gotin”. Vaye 32 sale Kurdan ciyê Faîq Bucak û 27 sale ciyê Seîd E1çi tijî nekirine. Çewa ku ciyê van pêşkêşan tijî nebûye, her wisa ciyê Dr. Şivan û Çeko jî nehatiye tijîkirin. Ew sekan in, sermiyan in, serek in, pêşkêş in û lîder in. Milet hero lîderan naxûlqînê. Heroj diyên me çok nadin erdê û lîderek nayînin.
27 sal di ser vê bûyera kanbax da hat û bûhorî. Belê rojekê ku ez li ser vê bûyerê neponijim û neşewitim di ser min da neborî. Çewa ku we emir kir, ez di nava merkeza bûyerê da bûm. Belê tû mecbûriyetekê ku Dr. Şivan Seîd Elçî qetil bike bi serê min nakevê. Gelo bo çi ? Bo çi? û dîsa Bo çi? Ev pirs di mejiyê min da tim digerê. Ez û hevalê Doqtor yê herî nêzîk Soro, 30-40 roj li Hacîumranê li Otêlêk û di odeyêk da li cem hev razan. Min rojê çend car dipirsî “Gelo çewa Dr. Şivan vê xetayê kir, bi çi eqilî û ji bo çi?”. Soro cewaba ku dida min, li xar û jor ev bû: “Wî werimandin, pihpihandin yanê bi tirkî (dolduruşa getirdiler)- gote ma hemî lîder dikûjin, ki ye ku nakûjê? Wî xapandin. Ew jî însane -wek ku dibên (beşer şaşar)- ma Şivan jî meriv e; însan şîrê xaf xwariye; lê diva ku vê xetayê nekira”. Erê, bila Soro li qisûrê min mêze neke ku ez ji devê wî dinivsînim. Tiştê ku a niha dibêm, ev gotinên Soro di bîranînên Dr. Naci Kutlay’da derketine. Min ji Soro dipirsiya, min digo “gelo kî doqtor xapand, an ji rê bir, lê şihitand?” Digo: “Îsa Siwar.”. Soro vê jî di bîrnama Kek Nacî’da beyan kiriye. Ew beyana Soro ye û çi pirs hene di nava wê da veşartî ne. Ez hîvîdarim tiştên ku ev heval dizane hê ku saxe -emrê wî dirêj bî- binivîse û bi xwe ra nebe gorê (Dr. N. Kut. Hat. 201 )
Bûyer di l5-yê Tîrmhê 1971-ê da aşkera bû. Ji 17-ê Tebaxê heya serê Îlonê ez û Soro (Nazmî Balkaş) man li ba hev. Di vê navberê da tê bîra min, du caran Îsa Siwar hate Hacîûmranê..
Min di heqê Doqtor da bîranînên Cudî, Necmeddîn Büyükkaya, Mehmûd Osman Xwendin. Di kitêba Rafet Ballî; “Kürt DOSYAS” da min Şerefeddîn Elçî xwend. (Rafat Ballı, Kürt Dosyası, S. 599-613).
Dr. Şivan Parti Didamezrîne
Tiştêk xerîb û balkêş ku serê lodê digrê, lêkolînekê Mehmûd Lewendî ye, ku di KOVARA ÇİRA, Hejmar 8, Zivistan 1996 da derketiye. A balkêş ewe ku Dr. Şivan Sala 1968-an paseport girtiye, di vê salê da carek çûye Yunanîstanê, carek jî çûye Beyrudê. Dîsa di wê salê da (1968) çûye Kurdîstana Başûr. 29.06.l969-an da li Enqerê, li “Gazi Mahallesi” di malek da bi 14 kes hevalên xwe va “Partiya Demoqrat a Kurdîstan Li Turkiyê” damezirandî ye. Yanê beriya ku bi arîkariya PDKT derbazî Başûr bibî, carek çûye Başûr û beriya ku here Başûr kadro bighîne, bo PDKT xurt bike, Partiya xwe ya ku navê wê PDK-T ye, damezirandiye, an wekî ku Mehmûd Lewendî dibê “ava kiriye”.
Hevalek, ku bi Doqtor ra çûbû û nekarîbû pêra bimîne, jê qetiyabû; ew jî weka Dr. Şiyar û RONÎ xwe bi selamet jê dûr kiribû; Reşo Zîlan e. Ev hevalê hêjayî pesnê û zimanzanê bi nav û nîşan, gelek alîcenab e. Li Îsweçê, li Upselayê dimîne. Sala 1993-yan ez û ew û bi birek heval û dostan va li mala Lûtfi Baksî, li Stolkhomê bihev xweşbûn. Şevborka me bi guhdarîkirina Televizyonekê Tirkiyê û “Basın Toplantısı” ya İsmet Sezgin ku li ser agirbesta PKK’ê bû, heya derengê şevê ajot. Piştî ku civîna İsmet Sezgin qediya; Reşo Zîlan 2 seeta behsa Dr. Şivan û çûna wan a Başûr ji min ra kir. Reşo Zîlan vê meseleyê bi taybatî bo min vekir. Go: “Ez dizanim ku tû rûyekê vê pirsgirêkê dizanî, belê ev mesele dû rûyê xwe hene. Min divê vê jî bizanî.” Ev xeberdan jî balkêş û girîng bû.
Reşo Zîlan daxil, hemî hevalên doqtor yên ku min ji wan pirs kiriye, dibêjin: “Dr. Şivan di havîna 1968-an da an 1969-an da hat filan bajêrî teklîfa xebatêk tenzîmî ji min ra kir.”. Şivan ji wan ra gotiye ku “PDKT-yê, wê referans bide me emê derbazî Başûr bibin, li wê cî bigrin, kadroyên profesyonel perwerde bikin û partiya Seîd Elçî fesih bikin, partiyêk nûh sazbikin û riya micadeleyê di rêxistinek xweser ê Kurdî da bajon.” Mehmud Lewendî jî dibê Şivan 29-ê Hezîrana 1969-an Partî ava kiriye.
Têkiliyên Me (PDKT) û Dr. Şivan
Cara yekemîn ku ez pê hisiyam û tê bîra min, Doqtor di 27-ê Îlonê 1968-ê da hat li mahkemekirina me “ku celsa yekemîn bû” beşdar bû. Di celsa didûwan da, (piştî heyvêk) dîsa hat beşdar bû û piştî ku em ji mahkemê zivirîne hepsê, hat hepsê, wî û Seîd Elçî hev dîtin û gazî min û Derwêş û Emer û Şefîq ISSI jî kirin, em muayene kirin, pirs kir ka nexweşiyên me henin an na. Ji vir pê da 3 celseyên mahkemê çêbûn, di van celsan da û di dervê mahkeman da dihat bi Seîd Elçî ra hevdîtin dikira. Hevdîtin bi me tevan ra yek neqlek bû ku min li jor gotibî.
Têkiliyên bi Dr. Sivan ra, Seîd Elçî û xasima Feqî Hûseyn danîbûn, melûmateke hindik didana me, yên berpirsyarên Koma Navkom û hew çend. Ew dîtin û lihevhatinên nav herdû Seîdan li hepsê bicî bû. Belê şexsen, min, piştî ku em serê Adara 1969-an texliye bûn, piştî vê texliyeyê min daxwaza xebata partî kir, Feqî Hûseyn vê meseleyê ji min ra waha vekir. Feqî go: “Emê Doqtor û birrek hevalên partî bişînin Başûr, me hemî îmkanatan hazir kiriye, em vê pir xef bi rêva dibin, me divê ku bê qeza û bela em wan derbaz bikin. Armanca me ev e ku em kadro û profesyonelan li wê derê bidin perwerdekirin û ev kadro dagerin nava tabanê partiya me, partî û tenzîma partiyê xurt bikin.
Ew çûn, ew şiyandin û lebat heya payîzê ajot. Feqî qe tû melûmat nedida. Wî û rehmetiyê Seîd vê wezîfeyê dabûne xwe û wan bi serê xwe vê pirsê dajot. Di derbazkirinê da, bi gumana min ji Kurdên sînor îstîfade kirin. Li Eruh (dihê), Şirnex û Silopiya bingehê partiya me hebû; wê demê bi rehmetiyê Emer ra minasebetêk danîn. Netîceten Şivan, Soro, Çeko, Reşo, Şîyar, Ronî û belkî yek didoyên dî jî hebin ku ez nizanim wek Brûsk û Welat, 7-8 kes hatin derbazkirin.
Ew sal, sala 1969-an borî, zivistana 1970-ê da sar û bihar hat. Bihara 1970-ê di 11-ê Adarê da aştiyê anî Başûr, Mela Mistefà otonomiyê stand û Kurdistanek azad derkete holê. Xebat û fedekariyên van hevalên ku 6 heyv berê darbaz bibûn, bû sebebê ku ji wan ra hat misedekirin da ku li wê cî bigrin. Hevalê PDKT-ê tenê Ronî bû. Berê Ronî şandın Fransa, piştî Reşo û Şiyar şandin Ewropa û ji wana Şivan, Brûsk, Welat, Soro û Çeko man.
Feqî û Seîd bi biharê ve û bi netîca şerrawestin û Otonomiya Kurdan va ketne mitala. Belkî di wê navê da bi ber guhê wan ket ku Doqtor ne li ser hisaba wan çûye. Ji me ra vê venakin. Cara ewil Feqî çû Başûr heyva Nîsana 1970-an. Çû û hat û tewrê Doqtor di guhê me da xwend, Doqtor bi partiya me razî nîne, Di nava me da MİT û ajan hene, em deşîfre bûne, divê ku em xwe tesfiye bikin û bikevine binê hikmê Şivan an li mala xwe rûnin.
Piştî vê agadarîyê bi bayê bezê Seîdê rehmetî çû. Wî jî tiştek nekir. Reşo Zî1an vê hevdîtina herdû Seîdan bi xwe dîtiye û şeva Stolkhomê ji min û birek hevalan ra qise kir. Seîd Elçî û Dr. Şivan gelek hev êşandibûn. Şivan wek ku pirr bi ser Seîd va çûbû. Şivan pirr sert û heşîn bû ye. Dûr û dirêj bi hev ra mineqeşe kirine. Çend roj Seîd maye li mintîqa Behdînan û xatir ji wan xwestiye ku biçe Gilale, ji bo pîrozbahiya Mela Mistefa bidestxistina Otonomiyê. Têkiliyên xwe ji hev qut nekirine. Di dagerê da hatiye Zaxo û şandiye pey Şivan ku carekê dî hev bibînin. Çewan ku Reşo Zîlan digo; hevalên Doqtor dixwazin ku yek dido bi Şivan ra herin, ji bo ku Doqtor merivek hişke. Belê Doqtor tenê diçî, hevdîtin bi Seîd ra dike û dizivire Meqer. Hevalên Doqtor jê dipirsin, dibên “we çikir?” Bersîva Şivan kine û ne gotinek delale. Dîsa heval jê dipirsin, dibên hûn heya kîjan niqteyî hatin? dibê ku Seîd Elçî yek tiştêk xwestiye, min wê daxwazê jî red kiriye; ew jî eve: “Seîd xwest ku berpirsyariya Polîtbûroyê hilde destê xwe û dû endamên vê Polîtbûroyê hevalên wî bin.” Şivan vê daxwazê jî red dike. Piştî dagera Seîd Elçî, me hev li Diyarbekir, li mala wî dît. Hûr û kûr li ser vê pirsê nesekinî. Digo: “Doqtor li me qelibiye. Bi xwe va çû. Kesî dî di ser xwe da nabînê. Li wê cî girtiye. Dibê ez û ji xeyrî xwe kes qebûl nake. Em lê digerin ku riya diyaloga xwe nebirin, heya yekitiyê bi ser bixin.” Ev dîtina me havîna 1970-ê bû. Ez dibêm heyva Tîrmehê an Tebaxê bû.
Erê, çewa ku Reşo Zî1an ji devê Dr. Şivan neqil dike; Seîd Elçî ji Şivan tenê Po1îtbûro û dû hevalên Po1îtbûroyê xwestiye û gotiye “wekî dî Partî li ber te, tabanê partî ji te ra.” Doktor vê daxwazê red kiriye û Seîd Elçî dilşikestî şandiye.
Serê sala 1971-an li me derket. Bi gumana min heyva Sibatê bû.”Şark Yaymcılık ve Gazetecilik A.Ş.” civînêk lidarxist. Seîd Elçî gazî me jî kir; em ew kesên ku di merkeza PDKT-ê berpirsyar bûn, em giş beşderê vê civînê bûn. Seîd Elçî ew şev me civand. Civîna me ji serê sala 1968a ku em hatin girtin, heya sala 1971-an -yanê piştî 3 salan- pêk hat. Ew civîn jî civîna pirsa Dr. Şivan bû.
Seîd û Feqî li ser çûyina xwe ya Başûr û hevdîtinên bi Dr. Şivan ra, dûr û dirêj melûmat dane me. Seîd Elçî wek ku Reşo Zîlan jî ji devê Doktor dibê, tenê Po1îtbûroyê xwestiye. Dr. Şivan wî red kiriye. Belê Seîd Elçî ji me ra nego ku xwe û dû hevalan ji bo politbûroyê tek1îf kiriye.
Li gora gotin û qeneeta herdû hevalan, Dr. Şivan bi xwe va çûye, pozê wî bilind bûye. Bûye xweyî meqer û îmkanên şorişa Başûr wî digrê, îhtiyaciya wî bi me tine. Di vê civînê da em her pênc kesên ku me partî damezrandibûn û Feqî Hûseyn va 6 kes bûn. Teklîfa min li xar û jor ev bû: “Niha em bo çi serê xwe bi Doqtor ra evqas diêşînin. Gelo roja ku me vê partiyê danî, me cesaret ji Doqtor stand? Doqtor û partiya xwe bila xebata xwe bikin. Ez hîvîdarim ku biserbikevin, rojêk zû bighên armanca xwe. Armanca me ew e; ku miletê Kurd rizgar bî. Ha me rizgar kir, ha Şivan. Niha Pêşniyarêkê min ji we ra heye; ku eva serê 3 salan e ez li pey vê û xweyê vê pêşniyarê me. Ez dibêm em xebata partiya xwe bimeşînin. Em hemî giraniya xwe bidine tenzîma partiyê. Partiya xwe xurt bikin. Ku me partî xwurt kir û em biserketin, wê Şivan jî me qebûl bike û dinya jî me qebûl bike. Ku em partiya xwe xwurt nekin, ne rola me û ne jî siyanet û rûmeta me dimînê.”
Hevalekê me -Ku ez navêm, navê wî bidim- piştgiriya min kir. Go: “Şakir rast dibê. Bi rastî ez neketime nav xebat û tenzîma partiyê. Îsal 4 sal e ku ez ji we dûr ketim. Niha jî ne wek endam û berpirsyarekê partî, lê wek dostekê teklîfa min ev e; “ku hûn xebata xwe bikin û bi Dr. Şivan ra nekevin berberiyê. Lewra, ji gotinên we kifşe ku Şorişa Başûr piştgirîya wan dike. Wexta ku Başûr piştgirî li Şivan bike û em pêra bikevin rekabetê wê em perîşan bibin. Ez Dr. Seîd Kirmizitoprak qenc nasdikim. Ew, hevalê min e. Min tû însanî wekî wî, muhterîs nedîtiye. Hele ku firsatekê waha bi destê xwe xistibî, dinya tev bibî yek ew nayê rahê.”
Teklîfa min qebûl bû. Derwêşê Sedo go: “Tiştêk heye.” Hevalan go: “bêje ka çiye?” Go: “Merivekê min heye mehkum e. Me divê ku li ser tewsiya partî em wî bişeynin Başûr û nameyêk ji wan ra rêkin, li ser merivêk ku me bihîst ji hecê dageriyaye û ew meriv merivêk xetere ye, em wan îqaz bikin.”
Li ser vê jî hinêk teredût çêbûn, bi taybetî Dûrnas, vê teklîfê xweşê xwe nanî, belê li ser îsrara Derwêş û Seîd Elçî ev pêşniyar hat qebûlkirin.
Min bo çi vê meseleyê dirêj kir? Lewra tofana me û Dr. Şivan bi vê destpêkir. Piştî 15-20 roj ez li Tetwan im, Feqî ji Diyarbekir hat go: “Ew merivê ku name bir Başûr, nameyê biriye daye Îsa Siwar. Îsa Siwar, name tîşkiriye û gotiye “bila carêk jî Seîd Elçî û Derwêş name û merivê xwe bi van aqaran va neşeynin. Lewra ku em wan(Şivan) nasdikin, em Şivan û partîya wî dipejirînin.
Tam di vê navê da Seîd Elçî bi Feqî ra xeber şiyand, ku vê carê divê min bişînê cem Dr. Şivan. Seîd Elçî nedixwesta ku dîyaloga me û Doqtor qut bibî.
Sala 1971-ê, piştî 12 Adarê, bi gumana min Nîsan an serê Gulanê ye. Ez roja ku ji Tetwan derketim, ew roj Ûrfi idare (Sıkı Yönetim) li Diyarbekir û der û dorê wê hat îlankirin. Min li Diyarbekir Seîd Elçîyê rehmetî dît. Min pirsî ka tawsiyeyên wî çine. Seîd Elçî, yê çêkirinê bû. Digo: “Dinya neyarê me ye, em nebin dijminên hev. Neyartî tû kar nade vê dozê. Me Doqtor rêkir; bi referansa me gaha vê niqtê. Niha xwe daye ber siya hêzêk çekdar û bi devê Îsa Siwar tehdîdan bi ser me va dişeynê. Divê em jî fena Sûryeyê nebin dûbendî.” Hingî tê bîra min, tewsiyên rehmetî ev bûn: “ Em çûn- ez û Feqî- me û Doqtor bi serê hev nexist. Tû jî here temasêk bike, bila riya diyalogê qut nebe, em jihev cûda jî xebatê bikin, bila dostaniyêk di nava me da hebî.”
Di beriya çûna xwe da min îrtibatê bi wesita Mela Ebdilkerîm Ceylan danîbû, ka ezê di kîjan rê û bi çi paroleyê derbazbim. Min vana dizaniya. Ez çûm Cizîrê. Min silamên Rehmetiyê Seîd ji Dûrnas ra bir. Min mesela çûna xwe jêra vekir. Wî ji min ra dûa kir û go: “Ez Şivan qenc nasdikim, Şivan ne mimkine gavên qenc bi aliyê me va bavê, lê ka here, qe nebe em dijminiya hev nekin.”
Ew şev min şiyande malêk li Silopî, serê sibê min ji wê malê li cîpêk siwar kirin, birin nêzîkê sînor, li vêdê hevalek dî hebû. Wî xwe da naskirin û go: “Kekê Şakir tû bi xêr hatî, ez Çeko me.” Min navê Çeko bihîstibû lê ew gav min wî naskir.
Ez bi Çeko ra derbaz bûm. Li Zaxo em çûn Partî, Licna Mihellî ya Zaxo em bi Osman Qazî ra mişeref bûn û derbazî meqerê wan bûn. Em çûne meqer ku Şivan hê ji Tirkiyê danegeriyaye û ciwabê rê kiriye ku ez jî bi Çeko ra bizivirime Tirkiyê. Em di ser riya Hekkarî da dagerîn hatin Tirkiyê. Ji min ra gotin: wê Doqtor li te bigerê. Bi rastî çend ro şûnda Doqtor hate Tetwan. Ez û Feqî û Doqtor şevêk heya serê sibê ketne minaqeşê, me tiştêk bi serê hev nexist. Di netîcê da tewsiyeyêk Doqtor hebû; digo: “bila Seîd Elçî bê Başûr li Meqerê rûnê û ji me ra mezinayî bike. Ew kekê me ye, emê bikevine binê emrê wî; lê ne mimkine ku em partiya xwe bifeşilînin û bikevin partiya we. Lewra Partiya we wextê xuliqîye, yanê ji diya xwe bûye, mirî xuliqîye. Ev partî hê di zikê diya xwe da mirîye. Ne mimkine ku em vê partiyê ji nû va vejînin. Di dervê vê da hûn hatin girtin, hûn deşîfre bûn, xebata bi we ra tehlîke ye. MİT we gişa nasdike. Îddiaya Mela Hemdî -Mela Hemdî di herêmê da berpirsyarê îstihbarata Mela Mistefa yê taybatî bû- ew e, ku tiliya MİT-ê di nava we da heye.”
Dr. Şivan me mirand, me xista MİT û deşifre bûyina me bû qisûrekê mezin. Ev îddia tam pûç bûn, min ew şev jî van îddiayan pûçkir, lê gava çavê gur li xwarina berxikê bî, çi ji destê berxikê tê. Partî ne ku mirî zabû. Wextê ev Partî za, li ber serê wê partiyê, bijijkên ji Doqtor mitehesistir hebûn. Ev partî eserê Fehmî Bilal, Faîq Bûcak, Kemal Badillî, Seîd Elçî, Emer Turhan û ew ên ku em niha hê saxin. Belê malesew em hê di hepsa Antalyayê da, Dr. Şivan vê partiyê fetisand, me jî jiber ku xebata partî 3 salan rawestand, me dest ji tenzîma partî kişand û tabanê xwe teslîmê Şivan kir. Dr. Şivan bila pirsa “JîR”* (* JîR: bernavkê Kemal Kaçmaz e. Katibê Şivan ê meqerê bû.) ji Mela Hemdî bikira. Jîr, yê nêzîkê nêzîk bû li ba Şivan.
Tewsiya û gotina paşî ya Şivan ew bû ku: “Çi azayên Qomîta me ya Merkezî henin, ev aza azayên Qomîta Merkezî ya Partiya wî nin. Seîd Elçî jî hem kekê me û hem jî mezinê me ye. Lewra ku ji me ra lazim e. Bila Seîd bê li Meqerê rûnê, em tev di emrê wî da ne. An bila biçî li Ewropa me temsîl bike, an bila li mala xwe rûnê.”
Dora şevê êvarê Feqî hate mala min. Me qerar stand ku Feqî biçî Diyarbekir bi Seîd ra û bi Derwêş ra hevdîtin bike; ezê jî herim Emer û Dûrnas bibînim, ka emê çewa bikin.
Seîd Elçî Winda Dibe
Dû-sê roj hê derbaz nebûbû; Feqî gote min Seîd Elçî ciwab ji Nisêbînê şandiye gotiye: “bihemhal bila bê ku em derbazî Îraqê bibin.” Min jî jê ra gotiyê: “Ew meriv hate vir, me dîtin kir, bihemhal derbaz nebe, divê em hev bibînin.” Me qerar da ku emê dora rojê biçin hevlan bibînin. Serê sibê meşhûr “Balyoz Herakatı” girtina ku bi navê “Hereketa Balyoz tê zanîn avête ser me. Feqî hate girtin, ez revîm çûm Edenê.
Li Edenê ez û Derwêş rastî hev hatin. Em qederêk li Edenê man. Em li wê hînbûn ku Seîd Elçî derbazî Suriyê bûye. Pîreka Seîd Saîme Xanim û zarokên xwe hatibûn Edenê, mêhvanê Bahaddîn Seydaoxlu bûn. Pîreka wî ji me ra go: Elçî derbazî Sûriyê bûye. Derwêş teklîf kir, bo em jî biçin derbazî Suriyê bibin. Birastî min neva ku Derwêş bitenê bimînê û madem Seîd jî li wêdê ye, belku em muşkula navbera xwe û Dr. Şivan jî helbikin. Li ser vê niyetê em derbazê Sûriyê bûn. Derwêş rojêk beriya min derbaz bûbû.
Ew kesên min derbazkirin, raste rast min birine gundekê nêzîkê sînor ku navê gund Mezrê bû Cîgerxwîn, Hemîdê Hacî Derwêş û Reşîd Hemo li wî gundî hetibûn pêşiya me. Çewa ez çûm hindur, Derwêş mesela wind- abûyina Seid Elçî ji min ra go. Li ser vê, me şande peyî Dûrnas. Ew şev hate cem me. Derdekê mezin ji me ra çêbû. Me qerar da ku Mela Unisê Tetwanî- Ku bi min ra hatibû. -here Zaxo, Mela Unis çû Zaxo û di nava 3-4 roja da dageriya. Em li Qamişlo man li bende Mela Unis. Mela Unis gava çûbû Zaxo, hatibû girtin, digo: Osman Qazî, gazî kir, min parole jêra go, li ser vê Osman Qazî min berda, ez çûm min Mela Mihemedê Paloyî dît. Mela Mihemed, Seîd li Lecna Mihellî ya Zaxo ziyaret kiriye. Seîd 3 roj li vira mêhvan maye. Paşê li pîkabek siwar kirine û ew pîkab bi aliyê Batifan û Meqerê Şivan va çûye, piştî 3 seetan pîkab dageriyaye. Melûmat ev çend e. Di vê navê ra Ehmedê HISO ji Gilale zivirî hat, me hev li Qamîşlo dît. Ehmed, ji Dîyarbekirê ji Bismîlê ye. Seîdê rahmetî wî jî bi xwe ra biriye. Ji ber ku Paseportê Ehmed hebû, Ehmed di deriyê Mosilê de derbaz bûbû. rehmetiyê Seîd û Mihemedê Begê bê paseport bûn, mecbûrê riya Zaxo bûbûn. Bi gumana min, dîtina me û Ehmed li dora 18-ê Hezîranê bû. Çire ku ez qenc dizanim, ez û Derwêş di 20-ê Hezîranê da derbazî Başûr bûn. Seîd Elçî 23-yê gulanê diçe Zaxo û 25-ê gulanê Çeko, Brusk wî ji Zaxo dibin. Ehmed û Seîd qewlê xwe dikin ku li Mosilê bighên hev. Ehmed, 15 roj dimînê hêviya Seîd. Di van rojan da pir lê digerê.
Reîsê Îstihbarata PDKI ê wê demê Şekîb Eqrawî ye. Bi alîkirina Şekîb, Ehmed xwe davê Gilale. Li Gila1e jî serê wî dikevê gêjiyê. Dîsa Şekib wî xilas dike. Ehmedê Hiso ji Şekîb jî rica dike ka salixê Seîd bidin, belê malesef reîsê Îstihbaratê jî nekariye hîra bibî. Tiştêk balkêş jî ew e; ku Ehmed û Ziya Şerefxan li Navpirdan (ciyê mekteba siyasî) hev dîtin e. Hewadisêkê ku Ehmed wê demê digo, min divê neqil bikim. Ew ji Şekib hîn bibû. Wî go: “Ez jê hîn bûm e.” Ehmed nêzîkê 10 rojan bûbû mêhvanê Şekîb.
Ev nîr û dema em niha diştexilin, dema Ûrfî Îdare û Cunta 12-ê Adarê 1971-a ye. Di heyva Hezîranê da midetê Ûrfî Îdarê dirêj kirin. Îsmail ARAR sebebê dirêjkirinê gelek werimend û waha go: “Çar milyon Kurd çekdar bûne wê bi nêzikayî dest bi şorişê bikin.” Ev beyanat li dinyayê şoqekê mezin çêkir. Radyo û Telewizyon û rojnaman vê nûçeyê xiste serencema nûçan. Tam di van rojan da, li dora 20-ê Hezîranê heyetekê leşkerî diçî Serok Barzanî îqaz dike û dibê: “Hinêk ji Tirkiyê hatine li nava axa te ya otonom, bûne xweyî cî û meqer û karê xwe dikin ku bi çekdarî berê xwe bidin me.” Ji Serok daxwaz dikin ku ev tiştên waha divê neyê kirin û ev hareket bê tesfiyekirin.
Serokê Rehmetî ji wan ra dibê: “Min rê nedaye tû kesî ku bên li vir bibin xwedan cî û meqer û jibo şerê we bikin, perwerde bibin. Tiştekê waha tine. Hebe jî ez nahêlim ku şaşî bibin. Tû teredut nekin. Belê hûn jî bes zilm û heqsizî bikin. Li Kurdan werin rehmê. We gelek Kurd dîsa girtiye avêtiye hepsê.” Serok van dibê û heyet paşkî dizivirê. Li gora dîtina min a wê gavê, piştî ku ew heyet dagerî Tirkiyê, birêk Kurd ji bin çav hatin berdan, weka gruba Tetwan.
Piştî ku Mela Unis hat û Ehmedê Hiso van hewadîsan anî, me yeqîn kir ku Seîd girtî ye. Diva ku em li pey herin. Bi rastî min şibhe ji Îsa Siwar dikira, belê min nedigo kesî; belê şibha Derwêş li ser Şivan bû. Em çûn cem Qiyada Muweqet ku serokê wê Dehamê Mîro bû. Deham nayê bîra min, lê Kenanê Egîd min û Derwêş û Mela Unis li cîpa xwe siwarkir anî Tilefrînê. Ji Tilefrînê pêda em bi wesîtên amî çûn Mosilê; li Mosilê riya me û Derwêş ji hev qetiya. Derwêş çû Gilale, ez jî ku herim Meqerê Şivan. Gava me xatir ji hev xwest; Derwêş gote min: “Neçe, bi xwedê tû herî wê Şivan te jî bikujê.” Min gote Derwêş “Kuro bi xwedê min wisa dizaniya ku tû bi aqilî.” Derwêş vê ciwabê da min: “Tê niha kifş bibî ka ez bê eqilim an tû.”
Piştî ku ez ji Derwêş veqetiyam, ez û Mela Unis hatin Zaxo. Em çûne cem Mela Mihemedê Paloyî. Bi rastî niyeta min wisa pak û paqij bû, min digo gava ku ez Doqtor bibînim, wê Doqtor bi lez û bez bikevê peyî Seîd û emê bi hev ra rûnin yekîtî û birayetiyê di neqeba xwe da sazkin. Ji ber wê min diva ku seetêk zû ez bighêm Şivan.
Min ji Mela Mihemed pirsî; ka ezê çewa xwe bighînim Doqtor? Mela Mihemed go: “bi zanîna min Doqtor li Gilale ye.”. “Başe ezê çewa bikaribim herim Gilale?” Go: “Tû nikarî herî Gilale. Encax Osman Qazî destûrname bide te, tê bi vê destûrnameyê karibî biçî.” Min Mela Unis hişt û bi lez ez çûm Lecna Mihellî ya Zaxo. Osman Qazî ne li Lecnê bû. Mala wî şanî min dan, ez çûm mala wî, li derî da, ji min ra gotin “nivistiye...” Min go: “pir girîng e” çûn wî şiyarkirin, ez derketim cem Osman. Min jê rica kir ku bi çi kul û halî dibî bila bî, bila min û Dr. Şivan zû bighînê hev û min çîroka windabûyina Seîd Elçî jêra qisa kir. Wî gote min “Te xelet bihîstiye, Seîd nehatiye lecnê, bihata min ê bibihîsta, ez Seîd nasdikim. Tiştêkê waha ne mimkine.” Min go: niha hun ji kerema xwe dikarin min bişeynin Gilale. Hûn dibên wê Şivan heya hefteyek bizivirê, heftiyek dirêj e. Ez ditirsim siyaneta Seîd bê şikênandin, an xeletî çêbin wê gavê yekitiya me û Doqtor ne mimkine. Tû jî dizanî ku berî çendekî ez bi Çeko ra hatim, min we zîyaret kir. Ez hevalê Seîd im. Jibo yekitiyê, me û Doqtor hevdîtiye û em nêzîkî qonaxek qenc bûne. Ez dîsa hêvî dikim ku hûn min bi zûyî va bighînin Şivan. Osman Qazî pirsa Seîd kir, go; “li Tirkiyê Seîd pir tê hezkirin.” Min go: “li Tirkiyê dar û devî jî ji Seîd Elçî hezdikin.” Osman li ser vê waha gote min; “Bi serê Kurdistanê haya min jê tine. Em niha edemêtehrir (destûrname) nikarin bidin. Rê xweş nînin û nava me û Bahsiya ne qence. Ezê te bişeynim meqerê Şivan, heya sê-çar rojan wê Şivan bê.”
Ez rast hatim cem Mela Mihemed. Min go, ez çewan dikarim xwe bigihînime Dewrêşê Sado. Mela Mihemed ji kîsê min quryeyek peydakir û min nameyek ji Derwêş ra rêkir. Min go: “Vaye ez diçim meqerê Şivan. Osman Qazî bi serê Kurdistanê sond dixwe ku Seîd Elçî nedîtiye. Hay ji xwe hebe û di dijê Doqtor da tiştek nebêje.”
Ez û Mela Unis li pîqabek siwar bûn, me berê xwe da Meqerê meşhûr ê Dûşêşê. Mela Unis pir kêfxweş bû, ketibû erdekê azad, ji fîrariya xwe ya bisalan xilas bûbû. Em çûn Meqer ku Mela Ebdilkerîm û hevalên din li wê ne. Min ji Seyda pirskir, lê Seyda ciwaba min rast neda. Go: “Welleh min hay ji Seîd Elçî nîne. Dibe ku dageriya be Tirkiyê.”
Rojek-dido şûnde Şivan hat. Şivan min tenha kir û pirsî ka hûn li çi digerin. Hûn li Sûriyê bi Cîgerxwin ra civînan çêdikin, gavekê we li Gilale ye, yek li Zaxo ye. Min go: Birayê min bihêle ez pirs bikim. Me li Sûriyê di derheqê windabûyina Seîd Elçî melûmat hilda. Me tesbîtkir ku sê roj li Lecna Mihellî ya Zaxo maye û wî li pîkabek siwar kirine, pîkab bi alî meqera te va hatiye û sê seet şunda ziviriye. Niha ev tiştê ku ez ji te ra dibêm ne ez û Derwêşê Sedo tenê dizanin, hemî rêxistin û siyasetzana yên Sûriyê dizanin. Doqtor pir hêrs bû. Go: “Başe hûn li pey çiyê Seîd digerin, ew meriv nîvmeriv e. nexweş e, kêr xilasiya Kurdistanê nayê, ev dawa bi nexweşa naçe serî; ez nizanim we çi li ba vî merivê nîvmeriv dîtiye, ku we hemî umida xwe pêva girê daye.” Ez kenîm. Min go: “Doqtor! Ma tû bo çi hêrs dibî? Em rêxistinekê siyasî ne, Seîd Elçî sekreterê partiya me ye, sekreterê me winda ye û em lê digerin, gelo eybek di vê derê da heye ku tû hêrs dibî. Binêr Doqtor, em û te li Tetwan gahane delavekê lihevhatinê, belê wextê siyaneta Seîd bi qasî zereyêk bişkê, em li qiyametê jî nabin yek.” Doqtor nerm bû. Mêkmêkê wî sekinîn. Bû merivê helîm û selîm. Go: “Başe, tû heqliyî, niha ez bi serê xwe, bê qerara hevalên xwe nikarim bikevime peyî vê pirsê. 10-15 roj şûnde wê hevalên min ên Qomîte Merkezî bên bicivin. Ez dizenim ku niha hûn nikarin dagerine welat. Tû ji xwendinê pir hezdikî. Birêk kitêbên Kurmancî li vir hene. Hemî faskulên Hewar’a Celaded jî hene, heya te divê bixwîne û istrahat bike. Heya heval tên, emê qirar bistînin û li Seîd bigerin.”
Ez 20 roj mam li meqer. Di vê navê da hevalên Şivan yên merkezî û herêmî çi hene hatin. Semîneran çêkirin, konferansan dan, xebat kirin û herkes belav bû cî û warên xwe. Ez dengê xwe nakim, hêviya Dr. Şivan im, ka kengê dora min tê. Şevêk, pêşmergeyekê ku nobetê digirta, xelkê Sûriye bû, hat min ji xew rakir go: Dr. Şivan gazî te dike. Ez û Mela Unis li cem hev di odeyek da radiketin. Ez rabûm çûm ku Şivan û bi heyeta xwe va rûniştine. Çeko, Soro, Zendo, Kurdo û Şivan rûniştibûn. Doqtor gote min: “Min bi hevalan va qarar girt ku em teklîfa xebata partî li te bikin. Heval dibên ku di herêmên Bedlîs û Sêrtê da rolekê te yê xwurt heye. Ka tû çi dibêjî?” Ez gelek şaş mam. Hinek sekinîm, ponijîm û min berê xwe da Doqtor go: “Doqtor, tû qenc dizanî ku ez ne dîplomat û xwedan qaryerek bilindim, ez ne dewlemendekê bê henpa me, ez ne şêx im ne jî axa me; niha çewa ku we go, ku bi rastî di hinêk herêmên Kurdistanê da rola min hebî; ev rol dewle li serê fidekariya min e ku min tû car menfîetê xwe yê şexsî li ser milê kesî ne parastiye û pêl siyaneta kesî nekiriye, kesî nekiriye pêlpêlok. Ez, bû bîst roj li vir hêviyê me ku ev hevalên te bên, tû wan bibînî û gazî min bikî, pirsa Seîd Elçî çareser bikî. Seîd Elçî sekreterê partiya min e. Winda ye. Ez li peyî hatim e. Niha ezê wî bihêlim û bêm bikevime nav xebata Partiya te... Binêr Doqtor, tû ji vê Duşêşê heya Gilale tişta dizanî. Weka ku te ji min ra go “Derwêşê Sado bi Mela Mistefa ra 4 deqîqe hevdîtin kir” “Pekî bo çi tû ji vir û Gilale dikarî deqîqeyên Derwêş bihejmêrî û çewa Seîd Elçî tê Zaxo, hevalên te Çeko û Brûsk tên wî ji vir hiltînin tînin bi aliyê Meqerê te va û tû nizanî ka çi hatiye serê Seîd Elçî? Niha ezê gotina paşî bêjim; eger Seîd Elçî di binê erdê da bî jî tû dizanî..” Min berê xwe da Mela Ebdilkerîm “Pekî Zendo: Eshed Xoşevî li ber min ji te pirs nekir, ka Seîd Elçî li ku ye, û ne gote te ku Çeko û Brûsk wî ji Lecnê hilanîne birine?” Zendo go “Belê, willeh, Eshed vê yekê go.” Min go “Pekî Seyda, va ye Çeko li cem te rûniştiye, qe nekete bîra te ku tû pirsa Seîd bikî? Qey Seîd pisîkek bû, winda bûbû? Ev Soroyê ku niha saxe; wexta ku Ebdilkerîm Ceylan gotinên Eshed Xoşewî dûbare kir, xeberê Ebdilkerîm da birîn û waha go bi tirkî “Eger Eshed bu lafları söylemiş ise, buraya bir nokta koymak lazım.”
Ew hevalên Qomîta Merkezî bêhis bûne, guhdarî dikin. Doqtor berê xwe da Çeko û Go: “Tamam, madem ku tû ev çend îsrar dikî, emê te bibin cem Seîd. Bila heval ji Mosilê dagerin emê we bi hev rûbar bikin. “Wexta ku Doqtor van tiştan dibê û li Çeko mêze dike, berê min jî zivirî Çeko, min dî ku Çeko gotina Şivan dipeşirîne, tesdîq dike. Ez pir bextewar bûm, ji kêfa ezê bifiriyam. Min pirsî ka ev heval kengê diçin Mosilê û çi wext wê dagerin. Çeko û E1îşêr wê biçûna û roja dûyemîn wê bizivriyana. Min seeta xwe da Çeko ku li Mosilê temîr bike û min xatir xewest çûm oda razanê. Ew şev têr razam.
Sibê piştî nîvro ku siya Çiyayê Dûşêşê da ser Meqer; Şivan û hevalan weleybol leyiztin. Hebû 2-3 seet leyztika wan dewamkir. Ez jî yek ji temaşevanan bûm. Leyztik qediya; Doqtor hat cem min, go: “Te divê em qasek bigerin?” Ez û wî derketine berwarekê bi dar û devî û bi çiya va bilind bûn. Bi qasê seetek em geriyan, zivirîn. Di vê seetê da Doqtor hindêk tişt ji min ra got ez hêja jî merheze dikim, gelo bo çi herwekî wesyeta xwe dikira, min di hinek delevan da hişyar dikira, an serê min tevlihev dikira; behsa partiya xwe, felsefa partî, yekîtiya me, sebebê em nebûn yek kêmasiya Seîd, qerekterê berpirsyar û serekhêzên şorişa Başûr. Mela Mistefa, Îdris, Mesûd, Eshed, Selîm. Îsa û birek însanên gerandekar û rêvebir anîn ziman. Di dijê wan da nebû. Pir bi pesin qala wan û Şorişê dikira. Pir ji Serok, Mesûd û Eshed razî bû. Mesela yekîtiya me vebû. Min tiştêk go: “Divê hemî Kurd lê bigerin, xwe bigihînin armancê, bighên netîceyêk, ya girîng ewe ku Kurd xilas bibin, rêxistin wesîte ne bo armancê.” Xeberdanê min di vê dozê da, wî xeberê min birî û go: “Aha.. işte Sait bunu anlayamadı.” (Ha.. Seîd vê yekê fêm nekir.) Ez veceniqîm. Min bê hemdê xwe qîr kir “Çewa? Qey Seîd ne li heyatê ye?” Wî xeberdana xwe zivirand û go: “Yanliş hat fahmkirin. Seîd sax e. Bila heval bên emê dîtina we temîn bikin.
Doqtor ji dûr va çiyayêk bi dar û berên gumre û keresî nîşanî min kir. Ev çiya diketa pişta Qumriyê. Behsa avên sar û şênbûna wê derê kir û go emê rojêk herin wê derê pezek şerjêkin û roja xwe li wê derbazkin. Divê navê da yekî ji dûr va gazî Doqtor kir, Doqtor bilez da rê, ez jî ketim pey em berjêrbûn hatin Meqer. Li Meqer Pêşmergeyek li hêviya wî bû. Pêşmerge nameya Eshed Xoşewî dirêjî wî kir. Name xwend û berê xwe da hevalên xwe -Xasima Zendo- go: “Neviyê Kek Eshed nexweş e. Divê biçim. Aletên xwe yên tibbî hilda û li hêstirê siwar bû, xatir xwest û bi rê ket. Navbera Duşêşê û Bamernê bi hêstirê, bi hêz, lez û bez kêmî 3 seetan nebû. Ew heya gihane Bamernê, şevê da ser wan.
Kûştina Seîd Elçî Tête Îlankirin.
Dora rojê li rojgermê, çaxê dana çend pêşmerge hatin, nameyek dirêjî Zendo (Ebdllkerim Ceylan) kirin. Zendo name xwend, reng avêt, name ji Dr. Şivan hatibû. Doqtor di nameyê da gotibû ku, ciyê me hatiye tesbîtkirin, divê kes li wir nemînê, tû tiştî ji ciyê wî hilnedin û bê çek hûn çi henin werine Bamernê. Em tev ketin rê. Yek-dido kulek hebûn wek Zendo û Dijwar, diva ku siwarî bên. Pîreka Brûsk û Brûsk jî piştî me hatin. Tû fikrekê xerab ji kesî, ji me ra çênebibû. Em wek herin dîlanê, hevrazê çiyayê Metîna bûn û bi serê çiya ketin; ji serê çiya berjêrê Bamernê bûn. Ev hevraz û berjêr bi seetan dikşînin.
Pêşmergeyên ku bi me ra bûn, me birine avayiyek, xaniyekê bi hey- bet bû. Mala şêx Ebdillayê Bamernî bû. Ev mal kiribûn malê şorişê. Wê gavê xweşê me jî dihata ku mala Şêx bûye malê mîrî. Em bi kêf û laqirdî ew şev li wê derê man. Sibê di tavgermê da, Mela Hemdî û çend hevalên Doqtor ku li qerargaha Eshed diman bi hevra hatin, me deranîne banikê ber derê tekyeyê û Mela Hemdî bi dengek bilind û heyecan dest bi xebera dijwar kir û malwêraniya Doqtor vekir. Operasyon bi ser ketibûn. Gunehkar tesbît kiribûn. Şahidê bûyerê şahdeyiya xwe dabûn, micrima cirmê xwe îtiraf û qebûl kiribûn, gor hatibûn vedan û meqtûl hatibûn tesbîtkirin. Tû şik û şibhe di vê malkambaxiyê da nema bû.
Ne hewceye ku meriv bêje ka ev menzere çi qeder qirêje, pîs û çepel û dijwar e.
Piştî ku Mela Hemdî gotara xwe qedand çû. Pêşmergeyek hate pey min. Eshed Xoşewî gazî min kiribû. Ez çûm ku Kek Eshed û Mela Hemdî bi tenê rûniştîne li benda min in. Eshed go: “Hûn hevalê Seîd Elçî ne, waye Doqtor dibê Seîd casûsê Tirkan e, ka dîtina te çiye?” Min go: “Ez fêm dikim ka Doqtor bo çi Seîd Elçî kûşt, dixwesta ku reqîbê wî tinebin, lê ez ecêbmayî dimînim ku mêr mêra dikujin û bi kûştinê jî qayîl nabin; bêbextiyê davên sitwê hev.”
Min mesela Şivan û Seîd û derbazkirina wan û çîroka Şivan ji Eshed Xoşewî û Mela Hemdî ra vekir. Tesbîta min ew bû ku: “Doqtor merivek muhterîs bû, kesî di ser xwe da qebûl nedikir û bi kûştina Seîd Elçî bi serê xwe dima û dibûya pêşkêşek bê reqîb. Ku reqîbê meriv xayîn û casûs bî, ma hewceye ku mirov cirmekê waha bike, ji xwe milletê Kurd wê Seîd Elçî ceza bikira. Reqabeta navbera partiyan, bi xiyanet û casûsiyê divê neyê tabîrkirin. Vaye ez hevalê Seîd Elçî me û dibêm Doqtor ku vê yekê kiribî micrim e, qatil e, lê ne casûs e, ne xayinê welat û milletê Kurd e.” Eshed bi xeberdanên min pir kêfxweş bû. Bi min şah bû. Ji min daxwazkir ku ez raporek li ser têkiliyên navbera Partiya me û ya Şivan da derbazbûyî binivisînim. Go: “Ji kerema xwe tû bêje, bila katibên min binivsînin.” Min hinêk kaxis jî sitand û êvarê li qonaxê ku em lê diman, min nivîsand da Kek Eshed.
Hevdîtina Min û Dr. Şivan
Kurê Eshed Xoşewî, Selîm Xoşewî hate ber guhê min go: “Doqtor dîtîna te dixwaze. Ku te bivê, ezê te bibim cem.” Ez qasek ponijîme û min qebûl kir. Divê meriv di bûyerên dijwar da bênfireh bî. Tirk dibên “soğukanlı.” Ez û Selîm çûn wê mala ku Doqtor û hevalên xwe li wê girtîbûn. Odeya ku lêbûn, odeyekê biçûk bû. Raxistî bû. Doqtor û hevalên xwe yên qomîta merkezî û hinek hevalên din jî li wê bûn. Selîrn Xoşewî selam kir, kete hindir, ew tev ji berva rabûn, Selîm derbazbû li ser sendoqêk rûnişt, ez jî li teniştê li ser dikê rûniştim. Şivan bi Tirkî- jibo Selîm nizanbî em çi dibên- waha dest bi xeberdanê kir: “Ez dizanim ku tû niha min pirr dijwar rexne dikî.” Min go: “Doqtor, ez qaraqar û qîreqîr û qirênê nakim, ezê kurt û niha ku ez di vî derî da ketim hindir û çi hatibî bîra min ezê wê bêjim û bes. Niha ku ez ketim hindirê vê odeyê, min ji xwe ra go xwezî ew roja ku Seîd Elçî û hevalên wî hatin kûştin, ez jî bi wan ra bûma, bihatima kûştin û niha di binê axa sar da bûma, lê min we di vî halî da nedîta. Lewra Doqtor! Tû dizanî ku te çikir? Te tenê Seîd Elçi nekûşt, te xwe bi xwe jî kûşt û ji holê hilanî. Te tenê bi kûştina Seîd Elçî; xwe û Seîd Elçî ji holê hilnanî, te dû hereketên siyasî fetisandin. Te partiya xwe jî fetisand û te ya me jî fetisand. Niha ezê çewa bikim û çi bêjim ku berge bigrê.” Bi rastî jî min ji vê pêva ji Şivan ra tû tişt nego û min carek dî minaqeşe nekir. Şivan go: “Ez divêm ji te ra hinêk tiştan bêjim. Ez nabêjim ku tiştê min kiriye rast e. Ez li pey îddiayekê waha nînim. Ez jî niha vê kirinê xelet dibînim. Ez vê mineqeşeyê nakim. Seîd Elçî, Ehmedê Hiso û Mihemedê Begê roja ku hatine ber deriyê Mosilê ku derbazê Iraqê bibin, di wê rojê û wê seetê da Ziya şerefxan ji Beyrutê bi teyarê hat li Bexdayê peya bû. Li gora îstihbarat û tesbîta ku min kire, Ehmedê Hiso çû Beyrûdê, Ziya dît, xebera wan bû yek, wê Ziya û Seîd li Gilale bigihîştina hev, Seîd Elçî, Ziya xistibû dewreyê, ku biçin giliya me ji Mela Mistefa ra bikin û me ji vira rakin, hereketê me bafeşilînin.
Seîd Elçî û Mihemedê Begê, ji ber ku Paseportê wan tine bû, mecbûrê riya Zaxo bûn. Şerefxan di roja randewiya xwe de hat Bexdayê û derbazî Gilale bû. Seîd li Zaxo bû, mêhvanê Lecna Miheliya PDK- ê bû. Di navbera me û teşkilata zaxo da protokolek heye, li gor vê protokolê, ew meriyên ku li Tirkiyê derbazî vî alî bibin, heya xeber nedine me nikarin wana bişeynine ciyek. Mektûbêk ji min ra hat ku Seîd Elçî li Zaxo ye, ez û hevalên xwe civiyan, me qerar da ku em wî bînin li Meqer mêhvan bikin û nehêlin biçî Gilale. Ez û Çeko û Brûsk bihevra çûn Zaxo. Ez neçûm lecnê, lê Çeko û Brûsk çûn Seîd dîtin; Paşê me Seîd ji Lecnê hilda û ez jî gihame wan, me dûr û dirêj vê pirsê minaqeşe kir. Min pirr hêvî û zarî kir ku neçe Gilale giliya me neke, min wî nanî rê tû çare nema.
Rast weya xelet, di baweriya me da, me li vir darek danîbû, wê ev der hêşin bibûwa û fêkî bida. Me digo ku emê Kurdistanê azad bikin. Seîd jî projeyê me serûbin dikira. Em mecbûr man, min û Çeko qerarê kûştina wan da û da înfazkirin. Lewra ez Sekreterê Polîtbûroyê me û Çeko jî aza ye. Em herdû bi serê xwe dikarin qerarê waha bidin. Ezê tiştek din jî bêjim, ku babê min bi xwe li pey Seîd Elçî bihata, minê babê xwe jî bikûşta, rast an xelet; “Tîr ji kevan derketibû*”* Yanê bi Tirkî: .. Artık Ok Yaydan çıkmıştı” (Ew jî ez bûm yê bihata kûştin, şeva ku go emê te bibine cem Seîd û berê xwe da Çeko, Çeko jî tesdîq kir, ew qerarê kûştina min bû).
Doqtor, piştî ku vê senaryoyê dûr û dirêj vekir û raxist, bi min xwest ku hinek gunehê xwe biweşîne, hindêk jî avê li ber me şîlo bike. Zivirî hevalê xwe û ji wan ra hinêk tişt go: Wek: “Divê hûn xebera Şakir ku dibê ev partî ji holê rabûn bixne guhê xwe. Divê bi hindikayî hûn 4 salan siyaset nekin. Min dizaniya ku rojek wê me rawestînin, lê ne hevçend zû. Bi min wê yek weka Dihamê Mîro ji me ra jî peyda bikin”. Wextê ku xeber dida bi taybetî berê wî li Soro bû. 2-3 caran tekrar kir û ji Soro dipirsî: “Îsa çi dike?” Cara paşî ku pirsî, Soro go: “Ez çi zanim ka çi dike.”
Binçavkirina Dr. Şivan û Hevalên Wî
Selîm Xoşewî rabû piya, ez jî rabûm û ez ji oda girtiyên ser doşekan derketim. Wê şevê min heft per raporek nivîsî. Xwezî niha ev rapor ji arşîvên PDK-ê derketana. Bi min ez wan rojan îdî siyasetzan bûm. Sibê ez çûm min raporê xwe da Kek Eshedê rahmetî, ji min ra sipas kir û daxwaz kir ku ez bi Doqtor Şivan û hevalên wî ra biçim Gilale. 3 heb landrower hatin. Mela Hemdî û 2 landrowerên tejî pêşmerge heya Dihokê me teqîb kirin. Li Dihokê Mela Hemdî ji me qetiya, ez, Şivan, Çeko, Soro û Selîm Xoşewî û mihafizên wî bi yek landrower ketne riya esfaltkirî ya Hemîlton û me berê xwe da Gilale, em birin Hacîûmranê li Otêla Kak Ebdillahê Sorî kirin mêhvan. Ez pir reht û bê xew bûm. Li şeqlawa me xwarin xwaribû. Min bi kinca va xwe avête ser qaryolê û di xew da çûm. Min çavê xwe vekir ku tavê daye. Ez û Soro bi tenê mane. Min pirsî ka Şivan û Çeko? Soro go: “Bi şev hatin gotin li Mekteba Siyasî gazî we dikin û wan birin, di çûnê da Doqtor qaryola te hejand tû şiyar nebûyî.” Jê pêva min Doqtor û Çeko nedît. Wan avêtine hepsa “RAYET”. Vê hepsê Inglîzan çêkiribû. Li ser devê riya Hemîlton bû. Pir mezin nebû. Di navbera Navpirdan û Hacîûmranê da bû.
15-ê Tîrmehê bûyer li Bamernê pişkifî, di 16-ê da me anîne Bamernê, roja 17-ê Mela Hemdî hat vê bûyerê ji me ra qisekir. 18-ê Temmûzê em çûn Hacîûmranê. Ew şev Dr. Şivan û Çeko xistin hindirê Hepsa Rayet. Di navbera 18-yê Tîrmehê û serê Îlonê 40-50 roj ez û Soro di vê Otêlê da man li cem hev. Dû neqil bi Dr. Mehmûd Osman ra û dû neqil jî bi Berêz Îdrîs Berzanîyê rahmetî ra hevdîtinên min çêbûn. Herdû neqlên ku Îdris min qebûlkir, Soro bi min ra bû. Ez niha jî nizam ka bo çi me bihevra qebûl dikira. Bi Mehmûd Osman ra jî cara pêşî Soro hazir bû. Ez li Hacîûmranê xelet hatim famkirin. Bi rastî hevalên min jî ketne dijê min.
Min diva ku ev mesele baş bê kolandin û tehlîlkirin, ka gelo Doqtor vê cesaretê ji ku stand û bo çi vê şaşiya mezin kir. Rehmetiyê Îdrîs nexwest ku bîne heyeta teşkîl bike û ev komisyon meseleyê bikolin, tetqîq bikin û dirêj bikin. Wî digo “mesele kifşeye, Şivan ji ber quminîstiya xwe, casûsî û bi pera vê yekê kir. Min jî vana red kir.” Bi tenê ku rehmetiyê Îdrîs bi ya min û arznameya ku min nivîsî teqdîmê wî kir bikira, niha di heqê wan da wê hin rexneyên neyînî (rexneyên bêesil û estar) çênedibûwana û zimanê gelek însanan kurt bûya.
Ku arşîvên şorişa Pîroz winda nebibin, bila ji kerema xwe arznama min derînin û bibînin, ka di sala 1971-an da min rewşa pêvajoya sîyaseta kurdan çawan dîye û min çi gotiye. Ez li ser dû tiştan sekinî me. Ya yekemîn, ji bo rêxistina Kurdên Tirkiyê, ez piştevanîyek xwurt ji wan dixwazim û dibêm heya em nekevine pêsîra Tirkan, Tirk nahêlin hûn li vir bibin dewlet. Ya dûyemîn, ez dibêm ku ev bûyera Şivan neyê analîzkirin, texlîlkirin û rastiya vê dernekevê holê, wê siba Kurd bêjin “yek bi destê yekî dan kûştin û yê din jî wan kûşt” tabîr tam ev e. Gotin û daxwaza min ya ew roj ev bû. Dibe ku ez wê demê 33 salî bûm, xwîna min germ bû. Ez niha dibêm ku PDKT xwurt bibûwa; bi riyek pasîf Tirkiyê mecbûrê demokratiyê bikira, ev xwîn nerijiya, peymana Cezayîr jî nekaribûwa Otonomiya Kurdan ser û bin bikira, ma ne qenctir bû.
Belê ez niha dibînim ku herekat ne besîtin û li tû derê dinê ne bi serê xwe ne. Divê em dijwariyan nekin, hev gunehkar nekin û rehmê li hevkin. Zilma neyaran besî me ye. Em zilmê li hev nekin. Di dilê min da jî azadî, serfirazî jîyanekê însaniyê jibo kurdan, di serê hemî rêxistin û însiyativ û welatperweran da jî ev heye. Lê me çi ji heve. Em bo çi xwe di hev da dixwirînin?
(Kovara War, Hejmar: 5-6, Havîn-Payîz 1998)
Şirvove (0)
Hêj şîrove nînin. Şiroveya yekem tu bike.