Şêxê di me, Melayê di me, feqîyê di me, mîrê di me, serek û reîsê di me îro ji dil dizanin, di pê dihisin kû çaralîyê me agirek girtîye, qenc û xerabê me dişewitin li hewar û gazîya me da kes naye, me xelas nake.
Bila ew rabin, dest bidin hev xudanî li me perîşan, li me derbederan, li me mehruman bikin, me ji wî agirê bê eman xelas bikin, rêya felaketê nîşanê me bêçareyan bidin. Hûkmê Ayetê Kerîm “Ehsîn kema ehsenallah û îlek”(Qencî bike, çawa Xudayê Teala qencî bi te ra kirîye) derheqê me da îcra bikin.
Ez guman nakim kû mezinê di me xîret û hîmmeta xo, rehm û kerema xo ji me derix bikin (paşve bihêlin). Me divê zelîlîya ha da bihêlin. Ez bawer nakim kû mezinê di me ji bo pêşçûna me, ji bo mirovbûna me her çi ji dest wan bê paşve bidin.
Feqet dilê pirr derdê min ji min ra dibê kû ew cûz kû tû dibêjî eger rast bûya heya nûha yek ji wan ji bo xatirê Xudê û Nebî li kurdê bê xweyî û xudanî dikira, li ser rêyek datanîya heya mehşerê navê xo di sernaweyê tarîxan dikir.
Rehmeta Xuda lê bî: Ehmedê Xanê sêsed sal berê da binêr çi gotîye:
Kurmnacî ne pirr bê kemal in
Emma di yetîm û bê mecal in
Fîlcumle ne cahil û nezan in
Belkû sefîl û bê xudan in
Ger dê hebûwa me jî xudanek
Alîkeremek letîfedanek
Îlm û huner û kemal û îzan
Şi’r û xezel û kîtab û dîwan
Ev cinsî bibûwa li ba wî me’mûl
Ev neqdê bibûwa li nik wî meqbûl
Min dê elema kelamê mewzûn
Bilind bikira li banê gerdûn
Bi navê ruhê Melay Cizîrî
Pê hey bikira Elîyê Herîrî
Keyfek we bida Feqîhê Teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran
Çi bikim kû qewî kesade bazar
Nînin ji qumaş ra xerîdar.
Îro li rûyê erdê da çiqas dewlet û millet hene hemî yek dil, yek rû, yek ziman, bi şev û bi roj dixebitin û bona pêşbûna dewlet û milletê xo her çi ji dest wan tê dikin. Bo nanê xo dixwunin û dinivîsin, rojnavan derdixin, her çi lazim be dinivîsin, bi xelqê xo didin zanîn, bi çi muhtac bin heman ew gav bi destên mezin kû di nav wan da bigihê û di rêya milletê xo xîzmetek çak bike di tarîxê xo da qeyd dikin, navê wî bîr ve nakin.
Ez berê berê nabêm; îro hezar û sêsed sal e kû kurd (me) qebûlê musilmanî kirine di nam û xebatê ha da qe nebî sî-çil hezar şêx, mela û feqî û mîr ji kurdan gihane û di wê wextê da navdar e, ji bona dîn û dewlet xizmetê mezin kirine û kitêb çêkirine. Hal ev e kû ev xizmeta ha, ev kitabeta ha temamê wî wenda bûye, navek wan nemaye, ewê maye ew jî malê ereban û eceman û romîyan bûye, qederî zillek ji bo kurdan faîdeyek ne kirîye.
Eger wan mirovan ji sedan yek xizmetek ji bo kurdan bikiran û ewan kitêban û dîwanan bi zimanê kurdî binivîsandana, îro da navê wan û kitêbê wan wenda nedibû, zarokê di kurdan dixwendin û rehmetan li wan danîyan.
Eva mîsala Elîyê Herîrî ye, nehsed û sî sal berê hatîye bi zimanê kurdî beyt gotîye, heya heşr rabî navê wî li nav kurdan dê bimînî, herkes rehmet dê lê bînî. Melayê Cizîrî jî heştsed sal berê da bi zimanê kurdî dîwanek çêkirîye.
Ehmedê Xanê, Mem û Zînek û ji bo zaroyê kurmancan Nûbarek telîf kirîye, bi çar ziman şê’r(şiîr) gotîye, derheqê xîreta kurdî da çend xeberek Mem û Zînê da anîye û ji ebnayê zeman (rewşa zeman) gelek gilî kirîye:
Xanê ji kemalê bê kemalî
Meydana kemalê dîtî xalî
Ye’nî ne ji qabil û xebîrî
Belkû bi teessub û eşîrî
Hasil ji înad eger ji bê dad
Ev bîd’ate kir xellaqê mu’tad
Safî şemirand vexwarî durdî
Manendê dûrrê lîsanê kurdî
Înaye me nezm û întîzamê
Kêşaye cefa ji bo wê amê
Da xelq nebêjitin kû ekrad
Bê me’rîfet in û bê esil û binyad
Enva’ê mîllet xudan kitêb in
Kurmancî tenê di bê hesêb in.
II
Ehmedê Bateyî, xudanê mewlûda şerîf, mezin û piçûkê kurmancan pê dizanî.
Şêx Ûbeydullah Nehrî quddîse sirruhûl alî, îlmhaleke kurmancî ji bo zarokê kurmancan çêkirîye, par pev ra hatîye çapkirin.
Ehmedîye û dîwanê Ehmedê Kor Seblaxî û dîwanê Melayê Cizîrî jî meşhûr e. Nehcul-enama Mela Xelîlê Si’êrdî zav rind e. Ji eqaîd behs dike.
Hezretî Hacî Ebdulqadirê Koyî “quddîse sirruhu es-samî” ji yarek xû xilafê adet halek bîstîye, çend xeberek nezm kirîye, munasib meramim hat ji bo wê qasê li jêr min nivîsand:
Keçî kobîne kewtewe yad im
Pêm gott aya çil ewne ustad’im
Weku bîstê mislê hewrî behar
Hate giryan û pê gotim ey yar
Alimê çak man hemû fewtan
Ehlê futwa misafirî mewtan
Ta ke Quran bixwînrê be seda
Redîyellahu enhûm ebeda
Ewî mawen le lêwî kendalin
Cahil û bê wuquf û mindalin
Nîye pitir zeka be nîtekeman
Berd Îbnûl Hicr bikate nîşan
Pak be enwarî alim û muhtac
Bê delîle emêstekî mihac
Kesî nemawe bexeyrî Kak Ehmed
Şêx Marûf û alimî Erşed
Çake êsta deka li bo kurdan
Terceme şer’ û ayetê Quran
Waqi’a xizmetî le bo xwa ye
Çi debû ger be kurdî nebuwaye
Her ke way got weha mukedder bûm
Wam dezanî ewa le dîn derçûm
Gotim êstaş le ser kerî mawî
Hake mistim neda le nêw çawî
Kurdî axir belê çi ye eybî
Her kelamî heqe nîye eybî
Lefzê kurdî bilê çi gird bû
Wa le mabeyn ême da têçû
Le fesahet bila mu’era bê
Çe qiyamet barmenîş nabî
Be zibanê geç û xetxwarî
Be cerîde û kitêb berwarî (meberdarî)
Çuwîte rêzeyê mueazamatî milel
Weqte xoyan hesab biken be duwel
Ya legel farsî çi ferqî heye
Bo çî ew raste, bo çî em kemîye
Ba wucûdî eger bikey dîqet
Tê degey kam le kame sirqet
Çûnke ême qedîmtirîn le ewan
Bi tewarîxî cumley edyan
Axir em eqliyan hemû boy
Ger Silêmanîye weya Koy
Bûne ustadî faris û tazî
Ta geyîştin be fexrê Razî
Çûnke sermaye malê xelqî bû
Weqtî mirdin hemû be hîç derçû
Eme me’lûmî aqile û mindal
Nîye eybî munaqeşey emsal
Wek mirîşkêkî eqlî nehênî
Bêt û helkey mirawî helbênî
Wek bigate kenar cûgeleyek
Nayête şiwênî bimrî cûceleyek
Cey ame wişke cey awî awe
Tê diga king diranî pey mawe.
Ew kurdê kû Xudan xîret be û tê da xîret û mêranîya kurdîtî hebe, lazim e kû me’nayê beytî Hacî Ebdulqadir bizane, çiqa ji destê wî bê, ji bo kurdan bixebite. Heya niha kes ji bo kurdan û xasma ji bo zarokê wan karek nekirîye. Navê şairê wan, şêxê wan, navdarê wan nenivisîye.
Beytê ku bi zimanê kurdî hatîye gotin, kitêbê ku hatîye çêkirin, heya niha çap nebûye, ji bo vî qasî kesek şêx û mela û şairê kurdan nas nake. Eger eserê wan bihata çapkirin, dê bihatana naskirin.
Îro li ser temamê kurdan ferzê eyn e ku bi zimanê xû bixûnin û binivîsînin. Şêx û mela û şairê xû bizanin, şi’rê wan û kitêbê wan li çapê bidin û bela bikin.
Ew kesê ku di ba wan şi’r û kitêbê Kurdî hene bila bişînin û yek jî xudan beyt û kitêb kî ye, di ji kû ye, di kengê hatiye dunyayê, di kengê mirîye û navê wî çi ye, wî jî bila binivîse.
Eger em mezinê qewmê xû nizanin û li wan rehmeta Xuda neynin û xweyîtî li wan nekin, kurêd me, nevîyêd me jî li me remh nakin, me feqîran me neçaran bîr naynin.
Emê lem aleme baqî bimênî
Be çakî hasilî tehsil nawe
------------
Eger çê zanay esrarî wurdî
Melê bo çî xeberet nûsî be kurdî
Zebanî xeyrî xoman hênde nûsî
Le beynî miletan buwne Mecûsî
Ji bo mirovê jîr, bi xîret hevqas bes e.
M. X.
Çavkanî: Seîd VEROJ, Cemîyeta Hêvî Ya Feqehê Kurd (Kürd Talebe Hêvî Cemîyeti) û Rojî Kurd (1913), Dara Yayınları, Diyarbakır, 2020 (Rojî Kurd, Hejmar: 3)
Şirvove (0)
Hêj şîrove nînin. Şiroveya yekem tu bike.