
Bozarslan û çapa nû ya Alfabeya Kurdî ku li Swêdê derketiye (Dagens Nyheter, 1981)
Çawa tê zanîn nivîskarê kurd Mehmed Emîn Bozarslan (1934-2026) berî demekê li Swêdê wefat kir û li wir jî hate veşartin. Wî ji nîvi zêdetir jîyana xwe 45 sal li bajarê Uppsalayê derbas kiriye, heta koça ebedî jî li vî bajarî jîyaye. Bozarslan li Uppsalayê Weşanxana Deng jî saz kiriye û weşanên wî ji aliyê vê weşanxaneyê de hatine derxisin. Bozarslan bûye perçekî dîroka Uppsalayê. Ev bajar di dîrokê de wek bajarekî xwendekaran hatiye nasîn, unîversîteya bajêr di sala 1477an de ava bûye. Pirûkxaneya unîversîteyê Carolina Rediviva jî li Îskandinavyayê yek ji wan pirtûkxaneyên here dewlemend tê nasîn.
Gelo Bozarslan kîjan salê hatiye Swêdê? Di çavkaniyan de salên cihê wek 1978 û 1979 tên dayîn. Gelek çavkaniyên swêdî dîyar dikin ku Bozarslan di dawiya sala 1978an de koçberî Swêdê kiriye, lê hin çavkanî jî sala 1979an didin. Rojnamek dinivîse ew di sala 1978an de û çavkaniyeke din dibêje ew vê salê di meha 12an de hatiye. Çavkaniyeke din radighîne ku wî roja 13an ya meha 12an sala 1978an koçberî Swêdê kiriye. Çavkaniya here sereke û pêbawer Ansîklopediya Neteweyî ya Swêdê sala hatina Bozarsalan wek sala 1978 nîşan dide. Lê di destpêka pirtûkekê de jî tê gotin ku ew ligel malbata xwe di sala 1979an de hatiye Swêdê. Belkî jî dema hatina wî û dema qeydkirina fermî ya hatina wî li Swêdê tevlihev bûne yan jî hatine tevlihevkirin. Wek em li vir dibînin zêdetir çavkanî nîşan didin ku Bozarslan di dawiya sala 1978an (meha 12an) de hatiye. Jixwe 3 heftan şunda jî sala 1979an dest pêkiriye, belkî jî ev dema kurt ya di navbera herdu salan de bûye sedemê vê tevliheviyê.
Bozarslan kesekî piralî bûye, di gelek karan de xebitiye wek nivîskarî, rojnamegerî, mamostetî, melatî, wergêrî. Rojnameyên mezin yên swêdî wek em ê li jêr jî bibînin hin caran cîh dane jîyan, kar û berhemên vî. Dema ew hatiye Swêdê bûye mamosteyê zimanê kurdî. Di sala 1980yî de çûye Danîmarkayê mamostetiya qûrseke zimanê kurdî kiriye. Ew bi dîtin û berhemên xwe ji çeyreke dawî ya sedsala 20an heta çeyreka yekem ya sedsala 21an bo gelek kesan bûye mamosteyekî hêja. Lêkolîn û xebatên wî hertim bala min jî kişandine.
Ziman, zargotin, edebîyat û dîroka kurdî çar mijarên bingehîn in ku Bozarslan jê hez kirine. Wî di van herçar waran de çawa em dibînin ji yekê zêdedir berhem amade kirine û weşandine. Bi kurtî wî timê kurdayetî daye nasîn û bi vê nemaye dîroka wê jî nivîsîye. Wî bêhn nedaye xwe, bêrawestan bi plan û bi teqvîm kar kiriye. Bi kurtî wî ji 50 salan zêdetir ked û wext daye vê xebata mezin.
Li jêr dixwazim xwendevanên kurd ji çend nûçe, nivîs û hevpeyvînên ku ligel wî di çapemeniya swêdî de derketine agahdar bikim. Mirov dikare dîroka nivîskariya Bozarslan ya xebatên kurdî wek du etaban binirxîne. Etaba yekem ya Stembolê ye ku di navbera salên 1968-1978an de nêzîkî 10 salan ajotiye. Etaba Uppsalayê jî di navbera salên 1980-2021an de qasî 40 salan dewam kiriye û vê etaba dawî bi weşandina temamiya herçar cildên Ferhenga Kurdî bi dawî hatiye.
Raporeke Bozarslan li ser kurdên li Swêdê û zimanê kurdî (1980)
Çend nivîs hene ku berî koçberiya Bozarslan li Swêdê hatine nivîsîn û navê nivîskar di nav wan de derbas dibe. Ev nivîs di dema xwe de zilm, zordestî û îşkenceyên li ser komek ronakbîrên kurd li Tirkiyê û li herêmên kurd lê dijîn, nîşan didin. Di nivîseke li ser van êrişan de navê Bozarslan jî derbas dibe. Di nivîseke din de jî tê gotin ku ji ber M. Emîn Bozarslan pirtûkek wergerandiye qasî 13,5 sal cezayê girtîgehê û 4,5 sal jî cezayê sirgûnê jê re hatiye xwestin.
Çend nûçe, nivîs û hevpeyvînên gelek giring piştî hatina Bozarslan ya li Swêdê (1978) di rojnameyên swêdî de hatine weşandin. Beşek ji wan li ser Alfabeya Kurdî ye ku Bozarslan amade kiriye û di sala 1980yî de li Swêdê derketiye. Di çend rojnameyên swêdî de em rastî wêneyên Bozarslan jî tên ku wî ev alfabe daya destê xwe û poz daye. Di van weşanan de ew bi hûrgilî bersîvên rojnamevanên swêdî dide û dîtinên xwe pêşkêş dike. Raman û şiroveyên van rojnamevanan jî bala me dikşînin. Bozarslan di nivîs û hevpeyvînan de qala êriş û zordestiyên li Tirkiyê li ser xwe û alfabeya xwe dike. Rojnameya mezin Dagens Nyheter di sala 1980yî de nûçeke kurt diweşîne û di sala 1981an de jî ligel wî hevpeyvîneke dirêj li ser Alfabeya Kurdî di heman rojnameyê de derdikeve. Bozarslan li vir gotiye ku dema wî biryar girtiye di sala 1968an de alfabeya xwe çap bike, wê demê çapxaneyek nedîtiye ku xwe bide ber vî karî. Paşê yek dîtiye, bo çapa alfabeyê bala kesî nekşîne çapxaneyê êvaran ew çap kiriye. Paşê alfabe tê berhev kirin, şewitandin, nivîskarê wê tê girtin û wî çar caran davêjin zindanan. Bozarslan hemû ev yekana wek teqemeniyekê dîtiye. Em di rojnameyeke din de dixwînin ku ev alfabe li Tirkiyê bûye “dînamîtê polîtîk” (politisk dynamit). Em vê dengvedanê di sernava nûçeyeke tirkî de jî dibînin, wek mînak rojnameya Milliyetê bi tîpên gir wiha nivîsîye: “İSVEÇ’TE KÜRTÇE ALFABE BASILDI” (Li Swêdê alfabeya kurdî hate çapkirin). Tişkekî balkêş jî vê rojnameya tirkî wênek weşandiye ku berî çend mehan di rojnameya swêdî Dagens Nyheterê de derketiye, di vî wêneyî de li çepê Bozarslan, di dêst de Alfabeya Kurdî, li aliyê rastê jî rûpelek ji vê alfabeyê xuya dike. Rojnameya mezin ya din Svenska Dagbladet jî berdewam dike êrişên li ser alfabeya kurdî vedibêje. Cîhekî de dîyar dike ku dema alfabe hatiye çapkirin tenê karibûye li Stembol û Enqereyê belav bibe, paşê nivîskar davêjine zindanê. Ji ber van zordestiyan rojnameyê sernavekî manîdar hilbijartiye: “Alfabeya Kurdî girtîgeh da wî” (ABC-boken gav fängelse). Rojnameya Svenska Dagbladetê cîh dide van dîtinên Bozarslan jî: ”Zimanê me zêdetirî 6000 salan kevn e. Ew demeke dirêj e qedexe ye, lê kes nikare bi qedexekirina axaftina mirovan, zimanekî bikuje”. Rojnameya Aftonbladetê jî hevpeyvînek ligel Bozarslan bi vê sernav weşandiye: “Ji bo Pirtûka ABCyê hate girtin! Ew niha li Swêdê tê weşandin”. Hevkara rojnameyê Gunilla Boethius li vir dîyar dike ku Bozarslan bo vê alfabeyê çend salan di girtîgehê de maye. Ew di destpêka vê hevpeyvînê de wiha dibêje: “Tiştekî ecêb e ev alfabeya piçûk bi wêneyên dîk û mişkên xweş bûye dînamîtê polîtîk”. Li gorî rojnameya Göteborgs Posten, Bozarslan ev alfabe bi alîkariya kurdan derxistiye û qasî 10 hezaran hatiye çapkirin. Alfabe di nav demeke kurt de gelek hatiye hezkirin. Sernavê rojnameyê wiha ye: “Alfabe hatiye şewitandin û nivîskar hatiye girtin”. Paşê rojname dinivîse: “Ew hîn îro li dinê alfabeya tekîtena ye ku bi tevayî hatiye qedexekirin”.
M. Emîn Bozarslan di salên destpêkê de ne tenê li Swêdê, bi berhem, çalakî û têkiliyên xwe li welatên din yên Îskandînavyayê (yan jî Welatên Bakurê) wek li Danîmarka, Norweç û Fînlandîyayê jî hatiye nasîn. Havîna sala 1980yi li paytexta Danîmarkayê ji bo 20 mamosteyên zimanê kurdî bi alîkariya "Fonda Çandî ya Bakurê" (Nordiska Kulturfonden) qursek tê vekirin. Mamosteyê qursê M. Emîn Bozarslan bûye. Namzetên mamostetiya kurdî ji Swêd, Norweç û Danîmarkayê tevî vê qursê bûne. Ev çalakî, qursa yekem tê hesibînin ku li Ewrûpayê hatiye çêkirin. Qursê çend hefteyan berdewam kiriye. Saziya "Fonda Çandî ya Bakurê" bi qasî 100 hezar kron alîkariya vê çalakiyê kiriye. Lê sefîrê Tirkiyê yê li Danîmarkayê li dijî qursê derketiye, kurdî wek zimanekî "neqanûnî" dîtiye û nîşan daye.
Lê hêzên fermî yên danîmarkî bi eşekere gotine: “Ev der ne Tirkiye ye, ev der Danîmarka ye”. Di kovara Audhumla de nivîsek bi sernavê “Mafê xwedîderketina li zimanê xwe - Kurdên li welatên Bakur dixwazin perwerdeya bi zimanê kurdî bibînin” tê weşandin.
Karîkatûrê Bozarslan, di destên wî de pirtûka Mem û Zîn (Näköpiiri, nr 11/1980)
Bozarslan çûye Fînlandîyayê jî. Di sala 1980yî de nivîseke dirêj qasî 6 rûpelan di kovareke fînlandî de bi zimanê swêdî hatiye weşandin. Nivîs ji aliyê Roope Alftan (navê din: Robert Alftan) de hatiye nivîsîn. Ew di vê nivîsê de qala Bozarslan û hatina wî ya li Fînlandiyayê, rewşa ziman û edebîyata kurdî û gelek mijarên din dike. Ev nivîsa bi navê “Elçîyê Kurdan” (Kurdernas sändebud) ligel karîkatûrekî Bozarslan hatiye weşandin, di destên Bozarslan de pirtûka Mem û Zîn xuya dike. Jixwe mijara hevbeş ku ev herdu nivîskar anîne bal hev jî ev destana kurdî bûye. Roope Alftan kesê ku ev nivîs amade kiriye herwiha şaxa folklorîk ya destana Mem û Zîn di sala 1975an de ji îngîlîzî wergerandiye swêdî, lê wê demê îmkana çapê nedîtiye. Helbestvan Väinö Kirstinä jî tîne vê destanê werdigerîne zimanê fînlandî û wek şanoya radyoyê li Helsînkîyê diweşîne. Belkî jî cara yekem e ev destana kurdan wek bernameya radîyoyê hatiye weşandin.
Di sala 1980yî de jî Roope Alftan vê carê bi navê Robert Alftan ev destana bi pêşgotineke dirêj ya Gispert Jänicke wek pirtûk li Fînlandîyayê bi swêdî derxistiye. Gispert Jänicke û Roope Alftan herdu kes jî salên berê beşdarî xebatên Komîteya Kurd û Fînlandî (Finsk-kurdkommité, 1969) bûne. Ev hevdîtin û têkiliyên çandî yên welatên îskandînavî (bakurî) ligel kurdan hêjayî lêkolîneke bi serê xwe ye.
Çapemeniya welatên Îskandînavyayê dibîne ku ew zordestî û êrişên li Tirkiyê li dijî alfabeya kurdî hene wek me li jorê nivîsî vê carê li Danîmarkayê jî dewam dikin. Him li Swêdê weşandina Alfabeya Kurdî û him jî bûyera li Danîmarkayê di sala 1980yî de gelek deng dide.
Di sala 1981an de M. Emîn Bozarslan û Immigrant-Institutetê bi swêdî raporekê amade dikin, ji 30 wezaret, partî, universite, dezgeh, navend, komele û cîhên din yên têkildar re dişînin. Çend nivîsên rojnameyên swêdî, danîmarkî û fînlandî yên wê demê jî pê ve dikin. Di vê raporê de çend nivîsên ku hene qala van mijaran dikin: Rewşa zimanê kurdî, amadekirina alfabeya M. Emîn Bozarslan (1980) û qursa ziman ku bo namzetên mamosteyên zimanê kurdî heman salê li Danîmarkayê pêk hatiye.
Hevpeyvînek ligel Bozarslan li ser çapa nû ya kovara JÎN (Aftonbladet, 28-4-1985)
Yek ji wan xebatên ku Bozarslan ked û wextekî xwe yên mezin dayê bêgûman amadekirin û ji nû ve çapkirina kovara Jîn e ku di navbera salên 1918-1919an de li Stembolê derketiye. Bozarslan ew bi çapeke nû bi tîpên latînî li bajarê Uppsalayê amade kiriye û wek 5 cild weşandiye. Di dîroka netewetiya kurdî de cîhekî wê yê taybet heye. Pişî gelek salan agahiya kurdan bi saya vê çapa nû ji gelek mijarên jibîrbûyî çêbû. Amadekirin û weşandina vê çavkaniya giring 4 salan ajotiye (1985-1988). Dema cildê yekem li Swêdê derket (1985) rojnamevan Eva Mattsson (hevkara rojnameya Aftonbladetê), ligel Bozarslan hevpeyvînek amade kiriye û nivîseke xweş bi sernavê“Ew, ji bo çanda welatê xwe şer dike” weşandiye. Ew di cîhekî de dibêje ku piştî zordestiyên mezin kovara Jîn hatiye jîbîrkirin, lê kurdekî li Swêdê dimîne (Bozarslan) nîşan daya ku JÎN hîn dijî. Li gorî wê di destpêka sedsala 20an de peyva Jîn têgeheke fireh bûye ku dîrok û sîyaset, çand, niqaş û folklora kurdî hewandiye. Piştî pirsa Eva Mattsson: ”Ji min re bêje dema ku te ew xwend çi herî zêde tu matmayî hîştî an kêfxweş kirî?” Bozarslan di bersîva xwe de qala çend xalan dike. Yek ji wan jî sazbûna Komeleya Pêşketina Jinên Kurd (1919) bûye. Di nav hevpeyvînê de swêdiya helbestekî Rehmî Zapsu jî heye ku wî li ser sazbûna vê komelê nivîsîye û dîyarî wê kiriye. Di dawiyê de Bozarslan dîyar kiriye ku heta niha kiryara wî ya giringtirîn ev xebata li ser kovara Jînê bûye. Bi dîtina min jî ev yek rast e. Mirov dixwîne naxwîne ji kovara Jînê têr nabe. Gelek agahî û zanyariyên nû tê de hene ku em qasî 50 salan jê bêpar mane. Kovara Jîn wek pencereke nûvekirî ye bo dîtina rûpelekî dîroka çanda kurdî ya jibîrbûyî.
Çawa tê zanîn Bozarslan çend perîyodîk û pirtûkên kevin û dûrîdest dîsa gîhandine xwendevanan. Wî hejmarên rojnameya kurdî ya yekem Kurdisanê jî ji nû ve bi tîpên latînî amade kiriye û wek du cild weşandiye (1995).
Wêne: Li ser salvegera 300 saliya nivîsîna destana kurdî Mem û Zînê (Uppsala Nya Tidning, 27-2-1995)
Di sala 1995an de çawa ê zanîn destana kurdî ya neteweyî Mem û Zîn 300 saliya xwe tijî kiriye. Bozarslan ji bo vê salvegera dîrokî ya nivîsîna vê berhemê çapeke nû amade kiriye, bi latînî û kurdiya xwerû ji nû ve li Swêdê weşandiye. Nivîseke dirêj di derbarê vê çapa nû de di rojnameya Uppsala Nya Tidning de derketiye. Çawa tê zanîn Bozarslan bi xwe jî ligel malbata xwe bi salan li vî bajarê bi navê Uppsalayê jîyaye û li wir jî çûye rehmetê. Ev nivîsa bi sernava “Destana kurd ya neteweyî 300 saliya xwe tijî dike” ji aliyê nivîskar Margareta Hildebrand hatiye nivîsîn. Ew vê salvegerê giring dibîne û dibêje ku “Nivîskarê kurd M. Emîn Bozarslan xebata xwa bi înat û bi sebir dewam dike bo parastina mîrateya çanda kurd”. Hildebrand dema di destpêka nivîsa xwe de qala destana Mem û Zîn dike, ew dibêje ku dîroka Mem û Zîn di edebîyata devkî de çiqas kevn e kes nizane, lê ya nivîskî di sala 1695an de derbasî ser kaxiz bûye. Ew bi piralî li ser giranbahiya vê şaheserê û kemala amadekirina vê xebata Bozarslan disekine. Piştî Alfabeya Kurdî ya Bozarslan derketiye (1980) xewn û xeyala wî ya mezin li Swêdê weşandina Mem û Zîn bûye. 15 sal derbas dibin ev xewna wî dibe rastiyekê (1995). Ev çapa Swêdê ji çapa li Tirkiyê gelek cihêtir û têkûztir e. Di çapa swêdî bi pêşkêşîke dirêj heye ku Bozarslan li ser vê çapa nû nivîsîye. Ji ber mercên Tirkiyê yên cezayî hin beşên destanê çawa tê zanîn di çapa yekem de cîh negirtine, bo vê vî çapa li Swêdê çapeke tam û nû ye. Ji aliyê din di çapa Swêdê de him orjînal, him jî xwûriya wê (kurdiya îro) bi tîpên latînî hatiye weşandin. Kurdên Îskandînavyayê ev cara yekem bû ku tevahiya vê destana neteweyî dîtin û xwendin, paşê jî heman berhem li Stembolê hat weşandin.
Bozarslan di jîyana xwe ya nivîskariyê de kesekî piralî bûye, wî qasî deh cildan çîrokên gelerî û serhatiyên edebî jî amade kirine û di salên cihê de weşandine. Hin ji wan bi wergera swêdî hatine weşandin. Yek ji wan pirtûka Meyro ye ku bi kurdî di sala 1979an de li Tirkiyê derketiye, lê çapa swêdî bi navekî din amade bûye (1994). Li ser vê çapê danasîneke bi swêdî di rojnameya Aftonbladetê de hatiye weşandin. Pirtûkeke din jî Şerefa Ristem Keya bi wergera swêdî derketiye, li ser vê pirtûkê nivîskara navdar Sigrid Kahle (keça rohilatzan H.S. Nyberg) nivîseke dirêj bi swêdî weşandiye. Ew di destpêka vê danasîna xwe de li ser edebîyata kurdî ya devkî disekine û balê dikşîne ser hebûna dengbêjên kurd jî. Ew dîyar dike ku ev pirtûk bi wêneyên Fatma Bozarslan derketiye. Fatma Bozarslan hevjîna M. Emîn Bozarslan e.
Di rojnameyên swêdî de em rastî çend nûçeyên kurt jî tên ku qala hin çalakiyên Bozarslan dikin. Di yek ji van nûçeyan de tê gotin ku wî helbestek bi xwe nivîsîye û di Radyoya Swêdî de xwendiye, helbest li ser şehîdên kurd li Îranê bûye. Li gorî nûçeke din di roja 18-3-2007an de li Muzeya Behra Spî cejna Newroz hatiye pîrozkirin, li ser mijara dîrok, ziman û edebîyata kurdî civînek jî çêbûye û Bozarslan jî ligel Shahla Hafîd û Vîldan Tanrikulu tevî vê çalakiyê bûye.
Belê, Bozarslan meşa we ya nivîskariyê li Swêdê bi çapa nû ya Alfabeya Kurdî ve dest pê kiriye (1980), bi çapkirina Ferhenga Kurdî (2011-2021) dawî aniye. Mirov dikare bêje ku ew projeya ku Bozarslan li Swêdê dabû li ber xwe qasî 40 salan ajotiye. Ferhenga Kurdî ku Bozarslan li Swêdê amade kiriye di wek çar cildan hatiye weşandin û ji 3760 rûpelan pêk tê.
Bozarslan bi gelek berhem, xebat û çalakiyên çandî navê xwe li dîroka Swêdê nivîsandiye. Em di Ansiklopediya Neteweyî ya Swêdê de hê di salên 1990î de rastî jiyana wî tên. Ev ansîklopedî di navbera salên 1989 och 1996an de qasî 20 cildan derketiye, xala M. Emîn Bozarslan di cildê sêwem de hatiye weşandin.
Bozarslan di Ansîklopedîya Neteweyî ya Swêdê de (cild 3, 1990)
Şirvove (0)
Hêj şîrove nînin. Şiroveya yekem tu bike.