15ê Gulanê ne tenê roja bîranîna kovarek û zimanekî ye; sembola berxwedana dîrokî ya miletê Kurd a li dijî înkara hebûna wî, nasnameya wî ya neteweyî û îradeya wî ya siyasî ye. Kovara Hawarê ya ku di sala 1932 yan de bi pêşengiya rewşenbîrê mezin ê Kurd û zaneziman Celadet Elî Bedirxan dest bi weşanê kir, ne tenê kovareke wêjeyî û çandî bû; manîfestoyeke dîrokî bû ku hişmendiya neteweyî ya Kurd, nasnameya ziman û bîra siyasî ya modern a miletê Kurd ava kir. Hawarê ji bo modernkirina zimanê Kurdî alfabeya Latînî anî û ji bo avakirina nasnameya neteweyî ya Kurdî wekî subjeyeke siyasî roleke dîrokî lîstiye.
Tevî derbasbûna 94 salan jî, mafê herî bingehîn ê mirovî yê miletê Kurd, mafê jiyana bi zimanê dayikê û îfadeya azad, hîn di bin zext, qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê de ye. Îro li Qosera Mêrdînê dema ku PWK, PSK, Pêlkurd, PDK-Bakur, HAK-PAR û KESAYETÊN SERBIXWE dixwestin bi hevbeşî çalakiyekê ji bo Roja Zimanê Kurdî li dar bixin, hêzên ewlehiyê bi şêweyekî hovane destwerdan kir; Nezîr Gelerî, Şehmûs Unal û Huseyîn Kaplan piştî hatin derbkirin, hatin binçavkirin. Vê rewşê dîsa nîşan da ku nêzîkatiya dewletê ya li hemberî pirsgirêka Kurdî di bingehê de neguheriye. Ku broşûreke bi Kurdî, çalakiyeke çandî an jî parastina zimanê dayikê li qada giştî wekî "pirsgirêka ewlehiyê" were dîtin, ev yek bi awayekî vekirî nîşan dide ku gotinên "demokratîkbûnê" çi qasî vala û manîpulasyoneke siyasî ye.


Îro li cîhanê komên etnîkî ên nifûsa wan sed hezar e, bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin, çanda xwe azadane dijîn, temsîliyeta xwe ya siyasî ava dikin û mafên xwe yên neteweyî li bin parastina hiqûqa navneteweyî bi cî tînin. Lê miletê Kurd ê zêdetirî 70 milyonî ye, li ser xaka xwe ya dîrokî ya Kurdistanê, hîn ji bo bikaranîna zimanê xwe li qada fermî û giştî tê astengkirin û cezakirin. Ev rewş yek ji mezintirîn nakokiyên exlaqî û siyasî yên serdema modern e. Ev ne tenê pirsgirêkeke demokratîkbûnê ye; dijberiyeke vekirî ye li hemberî mafên mirovan û mafê miletan ê diyarkirina qedera xwe û parastina hebûna çandî.
Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Peymana Mafên Medenî û Siyasî, Prensîbên UNESCO yê yên li ser parastina zimanê dayikê û Hiqûqa Ewropî ya Mafên Mirovan; bikaranîna zimanê dayikê wekî mafekî bingehîn ê mirovî qebûl dikin. Tevî vê yekê jî, domandina zexta zimanî û siyasî ya li dijî miletê Kurd, îdiaya gerdûnîbûna hiqûqa navneteweyî jî dixe nîqaşê. Ji ber ku dema mijar dibe Kurd, piraniya pergala navneteweyî ji bo berjewendiyên stratejîk dengê xwe dernaxe.
Îro piraniya nîqaşên li ser "aştî", "çareseriya demokratîk", "entegrasyona civakî" û "Tirkiyeyîbûn"ê tên kirin, di rastiyê de beşek ji projeyeke nû ya tasfiyeyê ne, ku dixwazin daxwazên neteweyî û civakî yên miletê Kurd bêbandor bikin. Projeyeke "aştiyê" ku hebûna neteweyî ya miletê Kurd nas nake, nikare demokratîk be. Mirov nikare ji miletekî ku nasnameya wî tê înkarkirin, di nav pergala înkarê de bihele. Heke nêzîkatiyên bi navê "Tirkiyeyîbûn"ê hebûna miletê Kurd wekî rastiyeke neteweyî û damezrîner qebûl nekin, ev yek di pratîkê de bernameyeke asîmîlasyon û tasfiyeyê ye.
Ezmûnên dîrokî bi vekirî nîşan dane ku her dema hêzên siyasî yên Kurd parçebûyî, ji hev dûr û bê stratejiyeke hevbeş mane, miletê Kurd bedeleke giran daye. Lê her dema perspektîfa yekîtiya neteweyî hêz girtiye, destkeftiyên siyasî û meşrûyeta navneteweyî ya miletê Kurd mezintir bûye. Ezmûna Başûrê Kurdistanê, pêvajoya avakirina civakî û siyasî ya li Rojavayê Kurdistanê û berxwedana gelê Kurd a li her çar parçeyan, girîngiya îradeya yekîtiya neteweyî bi zelalî dide xuyakirin.
Ji ber vê yekê, erka herî dîrokî û lezgîn a îroyîn ew e ku hemû dînamîkên neteweyî û civakî yên Kurdistanê, rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar, oldarên dilsoz, serokeşîrên Netewperwer, tevgera ciwanan û jinan, hêzên siyasî û hemû hêzên welatparêz li ser stratejiyeke neteweyî ya hevbeş bicivin. Pêşeroja miletê Kurd ne di hesabên biçûk ên rêxistinî de ye, ne jî di hevrikiyên taktîkî de ye; bêguman di avakirina Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê de ye.
Îro berpirsiyariya dîrokî ya miletê Kurd ew e ku bêyî nasnameya neteweyî bixe nîqaşê, rastiya Kurdistanê wekî rastiyeke nayê înkarkirin qebûl bike û bernameyeke neteweyî û demokratîk ava bike ku li ser mafên kolektîf ên miletê Kurd ava bûye. Ji ber ku em ne di nav pêvajoyeke asayî de ne. Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, miletê Kurd li ber çateriyeke dîrokî ye: An dê mafên xwe yên dîrokî misoger bike, yan jî dê bi bi planên nû yên tasfiyeyê re rû bi rû bimîne.
Hîn xwelî neketiye ser bizotên agirê Hawarê 94 sal berê pêxistiye. Îro jî riya miletê Kurd ronî dike. Ew agirê ziman, çand, nasname û rûmeta neteweyî di sînga me ye. Di hestên me de ye. Tenê rêyek vemirandina vî agirî heye, ew jî bêdengkirina miletê Kurd e. Lê dîrokê bi zelalî nîşan daye ku miletê Kurd ne hatiye bêdengkirin û ne jî ji dîrokê hatiye jêbirin. Berevajî vê yekê, her polîtîkaya zextê hişmendiya neteweyî ya miletê Kurd zêdetir kiriye.
Îro lêxwedîderketina li mîrasa Hawarê, tenê bi lêxwedîderketina li zimanê Kurdî, nasnameya Kurdî û pêşeroja neteweyî û civakî ya Kurdistanê pêkan e. Garantiya siyasî ya vê yekê jî; ne parçebûn e, lê belê yekîtiya hêzdar, organîze û li ser îradeya neteweyî/millî avabûyî ye.
Şirvove (0)
Hêj şîrove nînin. Şiroveya yekem tu bike.