Berî çend rojan hevalê min M. Aydoxan ji min re nivîsek şand ku cîh dabû Bîranîneke Mistefa Barzanî. Vê bîranînê gelek bala min kişand. Ji bo bûyerên ku di vê bîranînê de dihatin vegotin li herêma gundekî bajarê Qersê derbas dibûn. Piştî hilweşandina Komara Mahabatê, Barzanî ligel 500 pêşmerge bi peyatî hewl didin ku derbasî nav sînorê Yekitiya Sovyetan bibin. Rêyeke gelek dijwar hilbijartine. Divê ji robarê Erez (Aras) derbas bûna. Dema nanê wan xelas dibe, diçin gundekî kurdan yê Qersê ku wê demê li ser rêya wan bûye. Paşê Barzanî bi firehî qala malbateke kurd dike ku gelek alîkariya wan kiriye. Jina malê Zeynep û kurê wê Ahmed dibe mijara sereke ya van bîranînên Mîstefa Barzanî. Dema lêkolîna min Kurdên Qersê (Avesta, 2009) berî salan hat weşandin mixabin haya min ji van bîranînan tune bû. Ev notan bo nivîsîna dîroka kurdên Qersê jî gelek giring in. Barzanî di bîranînên xwe de sê caran navê Qersê dide. Ew zarokê wê demê piçûk bûye piştî sal-zemanan mezin dibe û diçe tevî tevgera Barzanî dide. Dema tê Başûr li bal Barzanî, ew xwe wiha dide nasandin: "Ahmedê ji Qersê, kurê Zeynebê". Barzanî li ser van gotinan tavilê wê dayîk û lawê wê ku berî salan nas kiribû, bi bîr tîne. Bi taybetî fedekariya vê jina kurd Zeynebê tu car ji bîra Barzanî neçûye: “Erê hevalno, dayikekê xeyal bikin ta ji Qersê bo çekan bighînin me, wê kurê xwe yê yekane qurban kir û jê re got, "Here, venegere." Kîjan milet dayikên wisa wêrek hene?” Hevalekî kurdiya van bîranînan ji me re şand û em niha wan diweşînin. Min xwest di derbarê van bîranînan de hin agahiyên fireh peyda bikim û min ji nivîskar Jan Dost alîkarî xwest. Hevalekî got ku ew di romana wî: “Şerê dawî yê general” de jî qala vê malbata ji Qersê dike. Lê Jan Dost bi rêya telefonê dîyar kir ku tu agahiya wî ji van bîranînan tune ye. Paşê wî gotinên xwe wiha domand: “Eger min ev serpêhatî bizanibûya, min dikaribû li ser vê mijara gelek balkêş romanek jî binivisîya!”. Ez dibînim ku Mistefa Barzanî berî 80 salan hatiye wê herêma ku zarokatî û xortaniya min lê derbas bû, hatiye devera Qersê, ber çemê Erez û welatê Serhedê bi çavên xwe dîtiya. Ew bûye mêvanê malbateke kurd. Ji ber vê yekê ez ji xwendevanan û şopînerên xwe tika dikim di derbarê van bîranînan de min zêde agahdar bikin, wek mînak ez dixwazim bizanibim gelo ev bîranîn cara pêşîn li kîderê hatine weşandin?
***
Mistefa Barzanî û çend serokên eşîran sohbet dikirin. Yek ji serokên eşîran ji bêwefadariya kurdan gazind kir. Barzanî got, "Na, ez nikarim vê yekê qebûl bikim. Kurd miletekî bi rûmet in, bi taybetî dayikên kurd, ku xwedî wêrekî û dilekî bêhempa li cîhanê ne. Ez ê ji we re qala bûyerekê bikim ku bi serê min hat”.
Di sala 1947an de, dema ku em bi 500 pêşmergeyan ber bi Yekîtiya Sovyetê ve meşiyan, me pêvajoyek dijwar derbas kir ku ji mehekê zêdetir dom kir. Îran, İraq û Tirkiye, bi piştgiriya Îngilîstanê, hewl dan ku me asteng bikin. Wan li gelek deveran kemîn danîn. Piştî hin pevçûnên piçûk, meşê ber bi Rûsyayê ve berdewam kir. Lê robarê Erez (Aras) li ber me bû. Dijmin hemû planên xwe li ser Erez ava kiribû. Derbasbûna robarê Erez ne hêsan bû. Îranê bi hemû hêza xwe pira Makuyê parastibû. Lê ji bilî derbasbûna wê, ti çareyek din li ber me tunebû. Me bi şefakê re şer kir. Îran bi artêşeke mezin êrîş dikir, û me hewl didan ku pira Makuyê bigirin.
500 qehremanên ku bi min re ber bi mirina xwe ve hatin, mal û zarokên xwe li dû xwe hiştin, tiştek ji wan re tunebû ku winda bikin. Ji bilî girtina wê pirê û derbasbûna çem, ti vebijarkek (çare) din tunebû. Bi vê hişmendiyê, me êrîşa xwe dest pê kir. Dijmin bi deh hezaran leşker, tank, top û balafiran êrîş dikir. Û di encama şerê ku heta êvarê dom kir de me balafireke Îranî xist xwarê. Me
4 ji tankên wan wêran kirin, 120 leşkerên Îranî kuştin. Me 271 leşker dîl girtin, 62 qantirên barkirî ji bo eniyê desteser kirin. Lê mixabin, 4 şehîd û nêzîkî 20 birîndarên me hebûn. Lê bi şikir, me pire ji Îranê girt û astengiya herî mezin, robarê Erez derbas bûn.
Demekê Îran difikirî ku em ê ber bi axa Îranê ve biçin, me rêya dijwartir hilbijart. Me rê guhert û ji sînorê Qersê ber bi Yekîtiya Sovyetê ve çûn. Her çend em di navbera agirê Tirkiyê û Îranê de asê mabûn jî. Kesî ev yek texmîn nedikir. Du roj şûnda, nanê me xilas bû û em birçî man. Em ji nêzîkî gundekî re derbas dibûn. Derdorê saet 8-9ê sibê, ez û du pêşmerge çûn gund. Min li deriyê malekê rasthatî (bêserûber) da. Jinekê derî vekir. Min got, "Keça min, ez Mela Mistefa me. Ez û pêşmergeyên min birçî ne. Nanê te heye ku bidî me, bi mercê lê em ê pereyan bidin? Jinikê li min nihêrî, çavên wê tijî hêstir bûn û destê min girt maç kir. “Ez kî me ku Mela Mistefa Barzanî hatiye serdana min?” Wê ez vexwendim hundir. Min got, na, keça min, em ê tenê nan bistînin û herin. Hevalên me li bendê ne. Min hinek pere ji bêrîka xwe derxist û dirêjî jinikê kir. Min got bi van pereyan ji gund nan ji me re bikire, keça min. Çavên jinê tijî hêstir bûn “Bav, tu çi dikî, ji bo Xwedê? Mela Mistefa û pêşmergeyên wî, yên ku jiyana xwe ji bo gelê xwe feda kirine, yên ku malbatên xwe li dû xwe hiştine û ji bo zarokên kurdan ketine vê rêyê, hatine serdana me. Ma em ê ji bo du nan pere bistînin? Te digot qey şeref û rûmeta me tune ye?” Dema wan got, ne tenê du nan, lê hemû jiyana me ji bo we tê fedakirin. Min berê xwe da pêşmergeyan û got: "Çi ku hûn ji bo vî miletî bikin têrê nake" Jinikê bazda cem cîranê xwe, çû nav çend malan û derket, di nav 15-20 deqeyan de tevahiya gund kom bû. Wan du qat ji nanê ku me hewce dikir berhev kirin. Ew pir kêfxweş bûn, mîna ku me hemû cîhan danîbe ber lingên wan. Ew bûn yên ku xizmeta me dikirin. Ew bûn yên ku kêfxweş bûn. Wan israr kirin ku em bimînin û neçin, lê min ji wan re got ku li vir mayîn ji bo wan xeterek e, ku leşker dê zirarê bidin wan, û pêşmerge li benda wan in. Me spasiya li wan kir û xatir ji wan xwest. Jin hat û destê min maç kir. Min navê wê pirsî, navê wê Zeynep bû. Mêrê wê koça dawî kiribû. Zarokekî wê yê kurîn 11 salî hebû. Wê got, "Baba (Barzanî), ji bilî vê zaroka biçûk tiştekî min ê zêde tune" Wê got, "Canê me herduyan bila di vê rê de feda be”. Zeynep keça min bi saya dayikên wekî te, kurd dê van çar zaliman têk bibin û azadiya xwe bi dest bixin. Min Ahmet ku 11-12 salî bû gazî aliyê xwe kir. Min serê wî maç kir û destê xwe li sêrî gerand; ew zarokekî şirînê cîhanê bû. Min çeka Birno ya li ser milê xwe da Ahmet. Jinikê got, "Na bav, ma em ê çeka te bistînin tenê ji ber ku me du nan daye te?" Min got, keça min, binêre, ew sînorê Rûsyayê ye. Ev çek bi salan e li ser milê min e; li eniyê lazimî min bû, lê rûs dê van çekan ji me bistînin. Li şûna ku ew bigirin, bila ew li cem Ahmet bimîne. Dibe ku rojekê kurê min ê wêrek pêdiviya wê hebe. Bi zehmetî, min çek da zarok. Çend demjimêran şûnda, em ji sînor derbas bûn.
Sal hatin çûn. Yanzdeh sal şûnda, ez ji Rûsyayê vegeriyam. Sê sal şûnda, di dema Şoreşa Îlonê de, me li dijî rejîma İraqê şer îlan kir. Şer dijwar bû, û pêşmerge li eniya pêş destanek dinivîsandin. Em li baregeha li Barzan bûn. Xortek hat ba pêşmergeyan û got ku ew dixwaze Baba (Barzanî) bibîne. Min got, bila ew bikeve hundir. Dema ku ew ket baregehê, ew rasterast hat ba min û destê min maç kir. Xort ez nas dikirim, lê min ew nas nekir. Wî got, "Baba, ez Ahmed im." Min pirsî, kîjan Ahmed? Dema ku wî got, "Ahmedê ji Qersê, kurê Zeynebê" ez rabûm ser xwe û careke din xort hembêz kir. Ahmedê biçûk bûbû zilamekî mezin. Dema ku min çek di destê wî de dît, ez dîsa matmayî mam; ew çeka min bû. Jinikê nêzîkî 15 salan çeka min parastibû. Wî got "Baba, dema diya min bihîst ku tu cepheyekê vedikî, çek da min. Îro Pêşmerge hewceyê çekan e. Çeka Baba bigire û radest bike. Û jê re bêje: ji bilî Ahmed kurekî min ê din tune. Xwezî 10 kurên min hebûna da ku ez îro hemûyan bişînim cepheyê. Li wir bimîne û şer bike, wê ji min re got”. Ahmed hefteyekê li cem min ma û dû re min ew şand. Dema ku min ew rêwî kir jê re got ku bêje dayîka xwe ku hemû pêşmergeyên li vir zarokên wê ne. Li cem diya xwe bimîne. Li wê baş miqate be. Em ê li vir li şûna te şer bikin. Erê hevalno, dayikekê xeyal bikin ta ji Qersê bo çekan bighînin me, wê kurê xwe yê yekane qurban kir û jê re got, "Here, venegere." Kîjan milet dayikên wisa wêrek hene? Û hûn behsa bêwefatiya kurdan dikin?
Ahmed 3-4 meh piştî çûna malê vedigere. Dayika wî got, "Wijdanê min nahêle kurê min ez te li vir li ser çokên xwe bibînim dema ku Mele Mistefa li wir şer dike û Xwedê jî vê yekê erê nake. Here cem Bavê xwe”. Dayîka Zeynep kurê xwe yê yekane bi rê dike.
***
Ahmed tê bi salan li cem Mistefa Barzanî dimîne. Ew dizewice û 3 zarokên wî çêdibin. Di sala 1978an de şehîd dibe. Mela Mistefa ewqas ji Ahmed hez dikir ku wan nûçeya şehîdbûna wî ji Nemir Barzanî veşartin. Îdrîs Barzanî got, "Me nûçeya şehîdbûna Ahmed dema ku bavê min li nexweşxaneyê dima, wergirt. Ew pir nexweş bû. Min bi hêsanî dikarîbû ji bavê xwe re behsa şehîdbûna Sidat, Mesûd û birayên xwe yên din bikin. Lê me nikarîbû jê re behsa şehîdbûna Ahmed bikira. Bavê min nexweş bû û ewqas ji Ahmed hez dikir ku em difikirîn ku ew ê nikaribe tehemûlî vê êşê bike. Piştî Ahmed, serok Mesûd Barzanî bi xwe xwedî li zarokên wî derket. Niha yek ji wan li Ewropayê ye, lê herduyên din di pozîsyonên herî krîtîk ên rêxistina Parastinê de bi awayekî ku li gor bavê xwe, xizmeta Kurdistanê dikin.
Çavkanî: Dilşad Derkarî
Werger ji tirkî: Aran Serhedî
Şirvove (0)
Hêj şîrove nînin. Şiroveya yekem tu bike.