Abdurrahman Nacim Makaleleri
Abdurehman Na¬cîm; bi nasna¬meya xwe ya perwerdekarî, hiqûqzanî, edîbî, şaîrî û karê tesnîfkirina kutbxaneyan tête naskirin.
Li ser ciyê ji dayikbûna wî hemfikrîyek giştî heye; ku ew li bajarê Silêmanîyê ji da¬yik bûye, endamê malbateke namdar û giragir ê vî bajarî ye. Li gor lêkolîner Alî Bîrîncî, “ew, di 21ê Gulana 1833-9 Gulana 1834ê de li qezaya Şehrezor a girêdayî bajarê Silê¬manîyê ji dayik bûye. Navê bavê wî Mihemed Beg e, ji mî-rekên Silêmanîyê û kesayetîyeke navdar ê wê deverê bû. Ab¬durrehman Nacîm bi leqeba xwe ya Mewlanbegzade jî tête nasîn.”
Abdurehman Na¬cîm, yek ji danerê sîstema kutibxaneyên Stenbolê bû, memba¬ya îlim û zanînê, xwedîyê kultureke dewlemend û berfireh bû. Ew bi nasnameya xwe ya nivîskarî, perwerdekarî, huqûqzanî, edîbî û şairî tête nasîn û herweha nivîskarekî pirrziman bû; ku wî bi zimanê erebî, farisî, turkî nivîsîye. Herweha “Ew muq¬tedîrê zimanê kurd bû” û li hinek ciyan rêzikên kurd jî di nav nivîsên xwe de dariştine. Lêbelê heta vê gavê berhemeke wî ya xwerû kurdî bi dest me neketîye. Di mudetê jîyaneke kurt de, gelek pirtûk û li ser babetên cûr bi cûr meqaleyên balkêş dîyarîyê me kirine. Ew, bavê rojnamevan û sîyasetmedarê navdar, xwedîyê rojnameya Serbestî Mewlanzade Rifat e.
Nivîsên wî yên di rojnameya Tercûmanî Haqîqet de
Dema em bala xwe bidin xebat û pirtûkên wî yên çapkirî, dîyar dibe ku nivîskarîya Abdurehman Nacîm, gelek dem berîya çapbûna rojnameya Tercûman-î Hakîkat [Tercûmanî Haqîqet] dest pê kirîye. Ji ber vê yekê, ku em bêjin nivîsên dewreya Tercûmanî Haqîqet, êdî nivîsên di formata nivîskarî¬ya rojnamevanî de ne, bawer dikim dê bitir ciyê xwe bigire. Di nav rûpelên Tercûmanî Haqîqet de, nivîsên wî bi pirranî di stunên “Edebîyat” û “Bend-î Mahsûs” de bi nav û unwanên “Wekîl û Muaventê Muddeîumumî yê Edirneyê”, “Abdureh¬man Nacîm ê Muddîeumumî yê Wîlayetî Hûdavendîgar” û “Muddeîumumî yê Wîlayetî Hûdavendîgar ê berê” hatine ne¬şirkirin. Babeta piranîya nivîsên A. Nacîm, li ser edebîyatê ye û di nav wan de jî gelek şiîr di şiklê nazîre de hatine nivî¬sandin.
Neşe Demircî di lêkolîna xwe ya li ser rojnameya Ter¬cûmanî Heqîqet de, nav û naveroka hinek nivîsên A. Nacîm weha anîye ziman:
“- Di hejmara 631ê ya Tercüman-î Hakîkat de, li ser “Me¬sele-i Medeniyet ve Ruhbaniyet [Meseleya Medenîyet û Ruhbanîyetê]” nivîseke Abdurrahman Nacîm Efendî bi navê “Wekîl û muaventê Mudeîumumî yê Edirneyê” di stuna “Bendî Mahsûs” de hatîye belavkirin.
- Di hejmarên 967, 968 û 969an ê T. H. de, bi îmzeya “Ab¬durehman Nacîm ê Muddîeumumî yê Wîlayetî Hûdaven¬dîgar”, rêzenivîseke bêserlewhe di stuna “Bendî Mahsûs” de li ser “Edebîyata Ereban û sîyaseta Îslamê” nivîsandîye.
- Di hejmara 982 ya T. H. de, bi navê “Muddîeumumî yê Wîlayetî Hûdavendîgar”, di stuna “Edebîyatê” de ji bo bersivandina daxuyanîyên konsolosê Brîtanyayê, li ser “berhem û şexsîyetên navdar ên edebîyata kurdî” nivîseke dirêj, têr û tije nivisandîye.
- Di hajmara 1045an de, bi nav û umwanê “Nacîm Efendî yê Muddeîumumî yê Wîlayetî Hûdavendîgar ê berê”, di stuna “Edebîyatê” de ji bo “sal-î cedît [sala nû]” bi navê “Tarîh-î Dîger” nivîseke bêserlewhe nivisîye ku sala1299ê nîşan dide. Herweha di heman hejmarê de wek nazîre şiî¬reke erebî ji bo Alî Fuad Beg nivisîye.
- Di hejmarên 1072 û 1084an de jî, wek nazîre di stuna “Edebîyatê” de bi navê “Nacîm Efendî yê Muddeîumumî yê Wîlayetî Hûdavendîgar ê berê” du şiîrên wî yên bêser¬lewhe hatine belavkirin.
- Di hejmara 1171ê de, bi munasebeta tayînbûna Seîd Paşa ji bo Nazirîya Xaricî, di stuna “Edebiyat”ê de nivîseke dîrokî nivisandîye. Di hejmarên 1181, 1195 û 1211an de jî bi navê “Abdurehman Nacîm ê Muddeîumumî yê Wî¬layetî Hûdavendîgar ê berê” xazelên wî hatine çapkirin.”
Wî, hem di seha îlmîye û hem jî di seha mulkîyeyê de kar kirîye. Piştî ku A. Nacîm, derbasî mulkiyeyê dibe, bajarên wekî Diyarbekir û Xarpêt jî di nav de, bi wezîfeyên fermî li gelek deveran xebitîye. Sala1888ê, bi egera ku rîayetî huk¬mê qanunan nekirîye û li hemberî mesûlên xwe bêîtatî kirîye, demekê ji memûrîyetîya dewletê tête dûrxistin. Di encama tehqîqatê de, sala 1890î, dîsa di heman mewqîyê de vedigere ser karê xwe.
Xasleten bi nivîsên xwe yên li ser edebîyatê, ronahîyeke girîng daye dîroka edebîyatê. Hezar mixabin ku ew kanîya zanînê zû çikiya, ew, “23yê Hezîrana 1895ê, di 62 salîya xwe de li bajarê Elezîzê çûye ser dilovanîya xwe.”
Min gelek hewl da ku ciyê gorê wî bizanim, mixabin bi ser neketim. Ev xebata ber destê we,122 sal piştî mirina wî hatîye amadekirin. Bi derengî be jî, yadkirin û bîranîna şexsi¬yetên wekî A. Nacîm, ji alîkî ve tê wateya tazekirina bîra me ya civakî û neteweyî. Bi hindikayî be jî, ger xebata ber destê we ji pêkhatina mexsedê re xizmeteke piçûk kiribe, gihiştîye armanca xwe.