Alî Îlmî Fanî Makaleleri

Elî Îlmî Fanî (Fanîzade) (1877-1964)
Elî Îlmî, lawê Abdulbaqî Mehmed Fanî Efendî ye. Abdulbaqî Mehmed Fanî, lawê Ehmed Înayettulah Efendî yê Silêmanî ye. Malbata wan bi paşnavê “Fanî” û “Fanîzade” têne naskirin. Abdulbaqî Mehmed Fanî, bi tevî kekê xwe yê Kerîm Fanî, di dawîya salên 1860an de ji Silêmanîyê koça navçeya Tersûsa Edenê kirine û paşê ji wir ve çûne Qadirlî (Zülkadirye) ya bi girêdayî sencaxa Qozanê û li wê derê bi cî bûne.
Ji Abdulbaqî Mehmed Fanî û Eyşe Sidiqa Xanimê heft law çêbûne: Elî Îlmî, Baqî, Selahadîn, Zeynelabidîn, Ahmed Fazil, Elî Sebahedîn û Mesûd Fanî. Di rewşa wê demê de, hemû zarokên wî yên lawîn jî tehsîla bilind kirine. Ji heft lawên Ebdulbaqî Mehmed Fanî, sisêyê wan endamên CTKê bûn; Elî Îlmî Fanî, Zeynelabidîn Fanî (Îrfanî) û Mesûd Fanî. Elî Îlmî, di 13ê Mijdara sala 1877an de li qezeya Qadirlîyê ji dayik bûye û navê dayika wî Eyşe Sidiqa Xanim e.
Ee her sê bira di nav rêzên Cemîyeta Hêvî ya Talebeyê Kurd, Cemîyeta Tealîya Kurdistanê û Xoybûnê de tevlî xebata sîyasî û rewşenbîrî ya Kurd bûne. Ji ber mixalefeta dijwar a li hemberê Îtihad-Teraqî û tevgera Kemalîst, her sê bira jî di sala 1924an de, ji ber fikr û xebata xwe ya sîyasî û rewşenbîrî hatine sirgûnkirin. Wekî gelek takekesên Kurdên wê demê, sê bira jî, berîya ku lîsteya 150an bête îlankirin, terka cî û warê xwe kirine. Navê “Elî Îlmî û birayên wî Mesûd û Zeynelabidîn Fanî yê katibê dawî yê CTK ketîye lîsteya 150an.” Sedat Bingöl dibêje: “Ev her sê bira, bi fikr û kiryarên xwe, mixalifê Têkoşîna Mîllî bûn.” Mafê welatîbûnê ji dest wan hatîye girtin û her sê bira ji bêgavîyê sînorên Cimhuriyetê terk kirine û her yek bi alîyekî ve çûye. Elî Îlmî û Mesûdê birayê wî berê xwe dane Binxetê û li Sûriyê bi cî bûne. Zeynelabidîn jî wekî gelek mixalif û sirgûnan, pêşîyê çûye Misrê û paşê ji wir ve çûye bajarê Mekkeya Erebîstana Sûdî û ji wir berê xwe daya başûrê Kurdistanê. Piştî ku li Tirkîyê qanûna paşnavan tête qebûlkirin, malbata “Fanî/Fanîzade”yan paşnavê “Bilgili” girtine. Birayê gewre Kerîm jî, paşnavê “Doğan” girtîye û ew bi navê Kerîm Fanî Doğan tê naskirin.
Zaroktîya wî li Qadirlîya Edenê û li çiyayê Qozanê derbas bûye, Elî îlmî ji bo dema zarokîya xwe weha dibêje: “Zaroktî û rojê min ên bextewar, li serê çîyayê Qozanê li bin sîya darên Mezdekî derbas bûye. Dema ku min vê dara xweşik bidîta, di ber gulîyên wê de min hemû êş ji bîr dikirin. Êdî di devê min de ne tehma gezoya (gezengîya) li ser mazîyên çîyayê Rewandizê û ne jî tehma xurmeyên bi navûdeng ên qeraxê Dîcleyê dima.”
Wî, Îdadîya Mulkîye ya Edenê bi dereca herî baş di roja 26ê 2yê Çileya Pêşî ya 1896an de xelas kirîye. Bi zimanê Erebî, Farisî, Tirkî dixwend û dinivîsand û aşînayê zimanê Fransizî bû.
Ew bi Gulîzar Xanimê re zewicîye û sê zarokên wan çêbûne bi navê: Urfî, Arif û Xalîde Pakîze.
Elî Îlmî mixalifekî dijwar ê îstibdadê û terefdarê meşrûtîyetê bû. Li gor dîtina wî, rejîma îstibdadê ji bo hemû miletên Osmanî esaret bû û têkçûna wî, şikandina zincîrên zulmetê ye.
Di wîlayetê de demeke dirêj memûrtî kirîye. “Piştî ragehandina Meşrûtîyeta Duyemîn, ew, di navbera dîroka 18ê Nîsana 1912-4 ê Tebaxa 1912an de, li ser navê Qozanê ji bo Meclîsa Mebûsan hatîye hilbijartin û tevlî xebatên meclîsê bûye.” Bi tevî astengî û dijberîya Îtihad û Teraqî, hilbijartina wî ya ji bo Meclîsê Mebûsan pirr balkêş e. Di hilbijartina wî de, piştgirîya Ermenên Edenê tesîrek girîng kirîye.
Digel ku di şiklê pirtûkê de eserekê wî nîne lêbelê Elî Îlmî Fanî hosteyê qelemê bû, rojnamevan, şair û edîb bû. Xweyîtî, sermuharîrî û nivîskarîya gelek rojname û kovaran kirîye. Wî, di rojnameyan de bi navê Elî Îlmî û bi navê mustear ê Dervîş Sukûtî nivisîye. Beşekî van rojnameyan berîya Meşrûtîyeta Duyemîn hatine neşirkirin û beşekî din jî ji meşrîtîyetê şûn ve hatine neşirkirin.
Elî Îlmî, di temenekî pirr ciwan de dest bi nivîskarî û rojnamevanî kirîye, di çapbûn û derçûn û nivîskarîya çendîn rojname û kovaran de ked û mesayîya wî heye. Wî di bîst û yek salîya xwe de (1898) dest bi nivîskarîya rojnameya Seyhanê kirîye. Seyhan, rojnameya resmî ya wîlayeta Edenê bû. Ew, paşê di sala 1905an de dibe sermuharîrê vê rojnameyê. Piştî Seyhanê, rojnameya duyem a ku Elî Îlmî hem mesûlmidurî û hem jî sernivîskarîya wê kirîye, rojnameya Rehber-i İtidal e. Hejmara yekemîn a Rehber-i İtidal, di roja 20 Teşrîna Sanî ya 1324an (3yê Çirîya Paşîna 1908an) de hatîye çapkirin. Ev rojname, bi polîtîkaya weşana xwe, dijberê rojnameya İtidal a Îtihad û Teraqî (ÎT) hatîye neşirkirin.
Di vê kitêbê de, bi giranî li ser rojnameya Ferdayê hatîye rawestandin. Rojnameya Ferda ya Elî Îlmî, piştî îmzekirina Peymana Mondrosê (30.10.1918) hatîye neşirkirin.
Di nav rûpelên Ferdayê de, polîtîka û rêxistina ÎT û tevgera Kemalîst wek “serhildanek” li hemberê padîşayê Osmanî hatine nîşandan û herweha ew wek “çete”, “serserî”, “eşqiya” û “xwînrêj” hatine binavkirin.
Weşana rojnameya Ferda, nêzîkê sê salan berdewam kirîye û li ser hev çend jimar hatine çapkirin baş nayê zanîn, di arşîvan de jimara 279an jî xuya dibe. Li ser bergê jimara 272, dîroka 17ê Teşrîna Ewela 1337 (17ê Çirîya Pêşîna 1921an) “sala sisê” hatîye nivîsandin. Bi îhtimalek mezin, di dawîya sala 1921an de, ji Edenê hilkişandina hêzên Fransiz şûn ve, weşana rojnameyê hatîye rawestandin.
Piştî rojnameya Serbestîyê, Ferda, rojnameya duyemîn a herî temendirêj e ku ji alîyê kurdekî endamê CTKê ve hatîye neşirkirin.
Ew be efûya sala 1938an vegerîya Tirkiyê û di roja 25ê Tebaxa 1964an de li Qadirlîya Edenê koça dawî kirîye.

SERRUPEL