Celadet Âlî Bedirxan Makaleleri
Celadet Âlî Bedirxan, di 26ê Nîsana 1893ê de li Stenbolê ji da¬yik bûye.46 Ji ber ku bavê wî li bajarên cûr bi cûr yên wekî Akka, Selanîk, Konya, Anqera, Isparta û Edirneyê kar kirîye, li van ba¬jaran mezin bû û beşekî perwerdeyîya xwe ya seretayî û navendî li van deran temam kir û paşê bûye xwendevanê Mekteba Sultanî ya Stenbolê.
Yekemîn nivîsa Celadet Bedirxan, nameya wî ya ji bo rojnameya Serbestî ye. Ev nameya Celadet Be¬dirxan, bi îhtimaleke mezin nivîsa wî ya sereke ye. Lewra name, di 20ê Sermaweza sala 1908ê de, di hejmara 5. a rojnameya Serbestî de hatiye neşirkirin. Ji xeynî vê nameyê ku berhemên nû dernekevin ronahîyê, pirtûka Edirne Sûkutunun İçyüzü [Rastîya Sûkuta Edirneyê], ye¬kemîn berhema hevpar a birayên Caladet û Kamuran Bedirxan e. “Ji pirtûka Edirne Sûkutunun İçyüzü xuya dibe ku her du birayên Bedirxanî, di tazeyîya ciwantîya xwe de dest bi nivîsandinê kirine. Dema ev pirtûk hatîye nivîsandin (1913), Celadet Bedirxan bîst salî ye û Kamuran Bedirxan jî hijdeh salî ye.”
Celadet Bedirxan, di Serbestîya Mewlanzade Rifat de dest bi karê rojnamevanîyê dikin. “Celadet Bedirxan, edîtorê alîkar ê rojnameya Serbestî bû”68 û Kamuran jî nivîskarê berdewamî yê Serbestî bû. Xwedîyê îmti-yaz ê rojnameya Serbestî M. Rifat jî endamekî aktîf û navendî yê CTKê bû. Ji xeynê Ser¬bestî, her du birayan, di rojnameya Saîd Molla ya Turkçe Istenbulê de jî nivîsandine.
Ji ber ku hemû hejmarên Serbestî li ber destê me nîn in, nayê zanîn ku ji serî heta dawîyê û bi taybetî jî di hejmarên 500. şûn ve, çend nivîsên wan hatine belavkirin. Û herweha Serbestî li ser hev çend hejmar hatine çapkirin. Di nav rûpelên berdest ên Serbestî de, li ser navê Celadet Bedirxan nivîsên li jêrê hatine neşirkirin.
- Celadet Alî Bedirhûan, Kürdler ve İttihat (İTC) siyaseti [Kurd û sîyaseta Îtîhadê]
- Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kurdistana Kürd me¬murler
[Kurd û Kurdistan: Memurên Kurd ji Kurdistanê re]
- Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdistana Doğru-2
[Kurd û Kurdistan: Ber bi Kurdistanê ve-2]
- Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan-3
[Kurd û Kurdistan-3]
- Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdlerde İttifaq [Kurd û Kurdistan: Îttifaq di nav Kurdan de]
- Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan: Kürd Edebiyati- Zîn û Mem-I
[Kurd û Kurdistan: Edebîyata Kurdî- Zîn û Mem-I]
- Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan: Kürd Edebiyati: Zin ve Mem-2
[Kurd û Kurdistan: Edebîyata Kurdî- Zîn û Mem-2]
Di nav rûpelên rojnameya Türkçe İstanbul de jî, ev çar nivîsên Celadet Bedirxan hatine çapkirin:
- Celadet Alî, Zabitanin Terfihî [Terfîhkirina Zabîtan]
- Celadet Alî, Develer [Hêştir]
- Celadet Alî, Geçît [Bihûr]
- Celadet Alî, Borazanin Kurşunu [Guleyê Borîjen]
Kürdler Hakkında - Kamuran Âli Bedirhan
BÎRA ME- Celadet Bedirhan/ Borazanın Kurşunu
İlk Kürd Gazetesi: Kurdistan (22 Nisan 1898) - Seîd Veroj
HTŞ-PYD Anlaşması Üzerine - Mehmet Emin Aslan
Kürdler ve Kürdistan: Kürdistan’a Kürd memurlar-I[1]-Celadet Bedirhan
Celadet Alî Bedir Xan/ Şêx Evdirehmanê Garisî*
Kürdler ve Kurdistan: Kurd edebiyatı - Celadet Bedirhan