Hîzanîzade Kemal Fewzî (Law Reşîd) Makaleleri
Kemal Fewzî di sala 1891-92 de ji dayik bûye û bi eslê xwe ji qeza Hîzanê ya girêdayê Bedlîsê ye. Ji malbateke muhterem û navdar e. Navê bavê wî Reşîd e. Bavê wî demeke dirêj sawcîtî (dozgerî) kirîye. Kemal Fewzî di malbatê de ji sê zarokên lawîn yek bû û yek jî xwişka wî hebû. Di 13 salîya xwe de bo xwendinê ji welatê xwe dûr dikeve û bi mebesta xwendina Mekteba Herbîyê diçe Stenbolê. Piştî xilaskirina Mekteba Herbiyê, di sala 1912an de dema ku bi tevî şerê Balqanan dibe, emrê wî nêzîkê bîst salî ye. Di wî şerî de birîndar dibe û ji ber seqetiya xwe teqawut dibe.
Kemal Fewzî û hevalên wî Bavê Tûjo, Hecî Axtî, Seyîd Evdilqadir, Mihemed Tofîq û yên din di sala 1925an de li Diyarbekirê tên darvekirin. Wî ji serî ve giraniya barê ser şanê xwe qebûl kiribû û bedêla armanc û têkoşîna doza neteweyî bêminet dikir û digot: “Bila yên fanî ji mirinê bitirsin, lewra ew bo min ne tiştek e!”
Kemal Fewzî û hevalên xwe di 27ê Gulana 1925an de li şefeqa sibehê de li ber Mizgefta Mezin (Ulu Camî) a Diyarbekir têne darvekirin.