Kamuran Âli Bedirxan Makaleleri
Kamiran Bedirxan; lawê Emîn Alî û nevîyê Mîr Bedirxan e. di 21ê Tebaxa 1895an de li Îstenbulê ji dayik bûye û xwendi¬na xwe ya seretayî jî li Îstenbulê xelas kirîye.
Dema ku Bedirxanî ji ber bûyera kuştina Şehremînî (Şa¬redar) Ridvan Paşa (24ê Adara 1906an) carekî din bi tevî malbatên xwe ve têne nefîkirin, wê demê Kamiran Bedirxan, zarokek yanzdeh salî bû û di Dibistana Sultanî de xwende¬vanê pola seretayî bû. Kamiran Bedirxan, ji ber vê bûyerê, bi tevî kekê xwe yê Celadet û hemû zarokên Bedirxanîyan ji alîyê polîsan ve hatîye destgîrkirin. Ew, îfadegirtina zarokên Bedirxanîyan di merkeza polîsan de weha tîne ziman:
“…Piştî nîv saetê, ji bo îfadegirtinê em yek bi yek ji eywanê derxistin, lê yê ku diçû nevedigerîya. Şev bi ser me da hatibû, dema bangî kekê min ê Celadet kirin û ew çû, ez tenê li odê mabûm. Wê gavê ne ku ez ditirsîyam, bi qasê tê bîra min ez gelek bi hêrs û kîn bûm; lê nizanim li hemberê kê bû. Dema derî vekirin û gotin “Kamiranê kurê Emîn!”, min xwe wenda kir, lewra ez hînê xîtabeteke wisa nebûbûm. Min vê yekê wek neheqî dît û li nik xwe sonda tolhildanê xwar... Polîsê ku ez birim di dema lêpirsînê de, ji paş ve milê min digûvaşt. Min ji wî re got; ‘destê min berde, tu min diêşînî.’ Wan guh neda min, ez gelek aciz bûm û min bi kurdî û dengekî bilind jê re got ‘Beraz!’...”
Ji xeynî salên nefîkirinê, pirranîya jîyana zaroktî û ciwanî¬ya her du lawên M. Emîn Bedirxan li Îstenbulê derbas bûye. Dema Şerê Balkan dest pê dike, Kamiran Bedirxan, bi riza¬mendîya xwe di 17 salîyê de tevlî Şerê Balkanê bûye. Di vê demê de, wekî gelek rewşenbîrên kurd, ew jî di bin bandora fikiryata “Osmanîparêzî” û “Îslamîparêzî”yê de dimînin. Ev bandor, di helbest û nivîsên wan ên wê demê de bi zelalî xuya dibe.
Yekemîn berhema nivîskarî ya her du birayan, pirtûka bi navê Edirne Sûkutunun İçyüzü [Rûyê Hundirîn ê Sûkuta Edir¬neyê] ye û di Hezîrana sala 1913yê de li Îstenbulê hatîye ni¬vîsandin.
Nivîsên wî yên di nav Serbestî de
Piştî bidawîhatina Şerê Cîhan ê Giştî, Împeretorîya Osmanî têkçûye û rewşeke nû derketîye holê. Cemîyet û rêxistinên nû yên kurdan hatine damezrandin û bi wan ve girêdayî kovar û rojnameyên nû hatine belavkirin. Rojnameya Serbestî jî, yek ji wan neşrîyatan bû ku di vê dewrê de bi girêdayî CTKê, ji nû ve hatîye weşandin û belavkirin. Kamiran Bedirxan, di vê demê de hem endamê CTKê ye û he jî nivîskarê rojnameya Serbestî ye. Di hejmarên berdest ên Serbestî de, min panzdeh nivîsên Kamiran Bedirxan tesbît kirine. Navê meqaleyên nivîskar, li jêrê hatine destnîşankirin:
1. Kürdler Hakkında [Di derheqê kurdan de],
2. Kürdistan-I,
3. Kürdistan-II,
4. Kürdistan-III,
5. Kürdistan-IV,
6. Kürdistan
7. Kürdistan Hakkında Selahiyetdar Olmayanlar
[Ew ên ku di derheqê Kurdistanê de ne selahîyetdar in]
8. Kürdler ve Kürdistan: Kürdistan’da Haleti Fikriye
[Kurd û Kurdistan: Li Kurdistanê rewşa fikrî]
9. Kürdler ve Kürdistan: Nazik Bir Vaziyet Karşısında
[Kurd û Kurdistan: Li hember wezîyetek nazik]
10. Kürdler ve Kürdistan: Kurd Lisanı [Kurd û Kurdistan: Zimanê Kurdî]
11. Kamiran Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdlerin Amali [Kurd û Kurdistan: Hêvîyên kurdan]
12. Kürdler ve Kürdistan: Kürdistan’a Göz Dikenler
[Kurd û Kurdistan: Yên ku çav berdana Kurdistanê]
13. Kürdler ve Kürdistan [Kurd û Kurdistan]
14. Kürdler ve Kürdistan [Kurd û Kurdistan]
15. Kürdler ve Kürdistan [Kurd û Kurdistan]
Nivîsên di nav Türkçe İstanbul û Îçtihadê de
Qasê ku min tesbît kirîye, di nav rûpelên van her du rojna¬meyan de nêzîkê deh nivîsên Kamiran Bedirxan hatine belav¬kirin.
1. Anadolu’ya Doğru [Ber bi Anatolyayê ve]
2. Kat’i ve Adil Tasfiye [Tesfîyeya qethî û adil]
3. Tahsili Tali ve Şekli Lazımi [Tehsîla talî û şiklê pêdivî]
4. Milliyet Meselesi [Meseleya mîllîyetê]
5. Ev sağlığı, İmar Meselesi [Tendirûstiya malê û mese¬leya îmarê]
6. “We la Tettektumuş-Şehade”[Şahidîyê veneşêrin]
7. Köleliğin Memnuiyeti Resmiyesi [Bi fermî qedexekiri¬na koletîyê]
8. Kiliseler İttihadi [Îtîhada kilîseyan]
9. Hala Militarizm [Mîlîtarîzm berdewam e]
10. Kuholun Memnuiyeti Resmiyesi [Bi fermî qedexekiri¬na alqolê]
Kamiran Bedirxan piştî ku xwendina xwe ya li Almanyayê xelas dike, ew jî derbasê Binxetê dibe û tevlî xebata Xoybûnê dibe û paşê jî bi tevî kekê xwe yê Celadet di nav pêvajoya derxistina Hawarê û kovarên ji wê şûn ve de kar dike. Hawar, Ronahî, Roja Nû, Stêr û ji wê şûn ve jî di sala 1947an de çûye Fransayê û li wê derê Navenda Lêkolînên Kurdî ava kirîye, demeke dirêj berpirsiyarîya navendê û herweha nûnerîya tevgera neteweyî ya Kurd û Mistefa Barzanî li Ewropayê kirî¬ye. Li nik pisporên Ewropayî Kamiran Bedirxan, heman demî pisporekî Rojhelatnas dihate qebûlkirin û li ser meseleyên Rojhelatê gelek caran pê dişêwirîn. Di sala 1954an de bi ji¬neke Polonî (Nathalîya) re dizewice. Ji bilî Kurdî, bi zimanê almanî, fransizî, erebî, osamnî zanibû. Qasê ku ez dizanim, hetanê îro 30 pirtûkên wî hatine çapkirin.