Memduh Selîm Begî Makaleleri

Memduh Selîm, di dawîya sala 1887an de li Wanê ji dayik bûye. Kurê Cemîl Beg e, wî, li Wanê dest bi xwendina xwe ya seretayî kirîye û paşê “li Îstenbulê Mekteb-î Mulkîye xwendîye. Memduh Selîm Begî, kadroyekî herî çalak û navdarê tevgera rewşenbîrî û sîyasî ya Kurdistanê ye ji destpêkê ta nîvê sedsala 20an. Xebata wî ya di nav rêxistinên kurdan de, li Îstenbulê di nav rêzên Cemîyeta Hêvî (Komela Hêvî) de dest pê kirîye. Komela Hêvî ya Xwendekarên Kurd, di 27ê Temûza 1328an (9ê Tebaxa 1912an) de li Îstenbulê hatîye damezrandin.
Memduh Selîm Begî; bi zimanê kurdî, erebî, fransizî û ermenî zanîbû. Di kovarên Jîn, Kurdistan û Dîyarîyî Kurdistan de bi navê Memduh Selîm, Memduh Selîm Begî, Kurd Wanî meqaleyên wî hatine belavkirin. Ew ne tenê nivîskar bû, jîyana xwe jî bexşê têkoşîna rêxistinbûn û serxwebûna Kurdistanê kiribû. Lewma dibêje: “Hîç neteweyek nekare hêvî û daxwazên xwe yên pêşkevtinê bi bê rêxistinê û hîç rêxistinek nekare bi bê netewe bernameya xwe pêk bîne.”
Piştî têkoşîneke nîv esrî, salên dawî yên jîyana wî di nav problemên nexweşî û tengasî de derbas bûne. Wî di roja 27ê Tîrmeha 1976an de li Şamê koça dawî kirîye.

SERRUPEL