Mevlanzade Rifat Makaleleri

Mewlanzade Rifat; xwedîyê îmtiyaz û midurmesûlê rojna¬meya Serbestî bû. Ew kesayetekî namdar û têkoşerekî aktîf ê milletê kurd bû; bi xebat û nasnameya xwe ya rojnamevanî, ni¬vîskarî, sîyasetmedarî û dîplomatî tête nasîn. Mewlanzade Ri¬fat, kurê Abdurrehman Nacîm e û di sala 1869an de li Stenbolê ji dayik bûye. Abdurehman Nacîm bi nasnameya xwe ya edebî û sazgêrîya kutibxaneyan tê nasîn. Bi eslê xwe ji başûrê Kurdis¬tanê ye, endamê malbateke ji giragirên bajarê Silêmanîyê ye û malbata wan li wê deverê bi leqeba xwe ya Mewlanbegzadeyan têne nasîn. Dema behsa dewreya sereke ya rojname û rojname¬vanîya kurdan bibe, bêguman divê navê Mewlanzade Rifat û Serbestî, di xetên pêşî de bêne lêkirin. Lewra Serbestî, yekemîn rojnameya rojane û herî temendirêj e ku bi rêvebirîya kurdekî hatîye neşirkirin. Ji ber vê, di nav çapemenîya wê demê de navê Mewlanzade Rifat û Serbestî, bi hev re bûne yekpare.
Yekemîn hejmara rojnameya Serbestî, di 3yê Teşrîna Sanî ya 1324 (16yê Sermawêza 1908) de hatîye neşirkirin. Li gor hejmarên berdest û dîroka çapkirina wan, jîyana weşandi¬na rojnameya Serbestî, dem deman bête rawestandin jî, bêtirî diwanzdeh salan berdewam kirîye. Di nav weşanên wê demê yên kurdan de, ji xeynî Serbestî, rojname û weşaneke wisa te¬mendirêj nîne. Bêguman wek guherîna rewşa civakî û sîyasî ya wê demê, di vê dema dirêj de, di polîtîkaya weşana Serbestî de jî dewre bi dewre guherîn çêbûne; ku di vê xebatê de ew guherîn, bi ser sê dewreyan ve hatine destnîşankirin. Di her yek dewreyê de çawa ku polîtîkaya rojnameyê guherîye, herweha piranîya koma nivîskaran jî guherîye. Bi taybetî jî di dewreya sisêyan de, bi vê yekê ve girêdayî, naverok û temaya nivîsan jî guherîye. Li gor beyannameya CTKê di dewreya sisêyan de; Serbestî wek weşaneke Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTKê) kar kirîye, pirranîya nivîskaran kurd in û naveroka nûçe û ni-vîsên wan jî li ser kurd û Kurdistanê ye.
Neşrîyata rojnameya Serbestî, bi berdewamî nebe jî, li ser hev nêzîkî diwanzdeh salan dom kirîye. Di vê mudetê de, di nav hejmarên wê de li ser gelek babetan nivîs û nûçeyên cur bi cur hatine belavkirin. Ji bo derxistina fihrist û tesnîfkirina nivîs û nûçeyên rojnameyê, xebateke hîn berfireh divê. Lêkolînên berfi¬reh ên li ser Mewlanzade Rifat û xebata wî ya çapemenîyê û bi taybetî jî rojnameya Serbestîyê, dê ronahî bide ser gelek bûyerên sîyasî û civakî yên navbera salên 1908-1922 yê Dewleta Osmanî û xebatên rewşenbîrî û sîyasî yên kurdan.
Piştî ku paytextê împeretorîyê û bajarê Stenbolê dikeve destê hikûmeta Anqerayê, berdewamkirina weşana Serbestîyê mimkun nabe û şexsiyetên wekî Mewlanzade Rifat jî nikarin li wan deran bimînin. Di sala 1923an de pêkhatina Peymana Lozanê, rewşeke nû derdixe holê; di vê peymanê de bendek li ser sirgûnkirina mixalîfên tevgera M. Kemal hebû ku TBMMyê li gorî vê bendê, navê M. Rifat jî xistîye nav “sirgûnên 150yan.” Ji ber vê yekê M. Rifat ji bêgaviyê terka Stenbolê dike û berê xwe dide Binxetê, diçe Helbê bi cî dibe. Li wê derê jî dest ji têkoşînê bernade û di nav xwebata Xoybûnê de cî digre.
Ji nav rûpelên vê xebatê jî dê xuya bibe ku M. Rifatî, di rêya azadbûnê de girîngî û pêdivîya çapemenî û rêxistinbûnê baş têgihiştîye û jîyana xwe di vê rê de derbas kirîye. Em dikarin bêjin ku ev gotina wî ya li jêrê, naveroka têgihîştina wî dide dîyarkirin û bûye rêbera pratîka wî: Me hemû jîyana xwe bi azadî derbas kir. Me azadîya xwe, bawerîya xwe û wijdanê xwe nekir malzemeyê yekî.
Mewlanzade Rifat wek evîndar û têkoşerekî sînornenas ê hurriyet û doza rewa ya milletê kurd, di rêya vê xebata dûrûdirêj a bênavber de, 8ê Îlona 1930ê li bajarê Helebê di 71ê salîya xwe de çû ber dilovaniyê.
Nivîs û pirtûkên M. Rifat:
Wî di xebata xwe ya nivîskarî û çapemenîyê de xweyîtî û mesûlmidurîya gelek rojname û kovaran kirîye. Herweha ew nivîskarê wan bû û di van rojname û kovaran de gelek nivîs û meqeleyên wî hatine çapkirin û belavkirin. Ji bo berhevkirin û lêkolîna wan, xebateke hîn berfireh divê. Ji xeynî nivîsên wî yên di rojname û kovarên wekî Hukuku-ı Umumiye, Înkılab-î Beşer (wek organek PRG), Âkil, Âhalî, Meşrûtîyet, Faruk, Cîhad, Serbestî, Hevatî Kurd, Jîn û wd. de ev pirtûkên wî hatine çapkirin:
1- Bilanço Yahud Vatan Uğurunda Çektiklerim-1909 [Bîlanço yan jî di Rêya Welat de].
2- Yemen Hakkında Dahiliye Nazırı Talat Bey Efendi’ye Açık Mektup-1911
[Di derheqê Yemenê de Nameya Aşkera ji Nazirê Daxîlî Talat Begî re].
2- 31 Mart Bir İhtilalin Hikayesi-1911 [31 Adarê Çîroka Îhtîlalekê].
3- Türkiye İnkılabının İçyüzü-1929 [Rûyê Hundirîn ê Şoreşa Tirkiyê].
4- Mevlanzâde Rifat’in Anıları [Bîranînên Mewlanzade Rifat].
5- Siyonistler Osmanlıyı Nasıl Yıktı-1923 [Sîyonîstan Çawa Dewleta Osmanî Rûxand].
6- Mevlanzade Rıfat, Mücadele Yolunda Hatıralarım, Yayına Hazırlayan: Seîd VEROJ, Dara Yayınları, Yayınları, Diayrbakır, 2024

SERRUPEL