Destpêk
Celadet Bedirxan û birayê wî Kamiran Bedirxan, bêtir bi xebatên xwe yên li ser ziman û kultura kurdî têne nasîn. Ev îmaja wan, ji ber xebatên dîplomatîk û kulturî yên piştî rawestandin û cûdabûna ji Xoybûnê ye. Salên sereke yên ciwanîyê ne têde, ji salên 1918an bigire hetanî 1932an, giranîya xebat û pirranîya mesayîya wan li ser sîyaset û rêxistinbûnê bûye.
Di vê xebatê de, bi giranî li ser deh salên sereke yên wê têkoşînê; dema navbera salên 1913-1923an hatîye lêkolîn û di vê navberê de jî bêtir li ser nivîsên wan ên di nav rûpelên rojnameya Serbestî, Türkçe İstanbul û İctihadê de hatîye rawestandin. Agahdarîyên din, bi awayekî kronolojîk di çarçoveya temamkirina bîyografîya wan de bi kurtebirî hatine nivîsandin.
1. Zarokatî û perwerdeyî
Celadet Alî Bedirxan, di 26ê Nîsana 1893ê de li Stenbolê ji dayik bûye.[1] Ji ber ku bavê wî li bajarên cûr bi cûr yên wekî Akka, Selanîk, Konya, Anqera, Isparta û Edirneyê kar kirîye, li van bajaran mezin bû û beşekî perwerdeyîya xwe ya sere-tayî û navendî li van deran temam kir û paşê bû xwendevanê Mekteba Sultanî ya Stenbolê û sala 1906ê ji ber dubare fermana sirgûnkirina Bedirxanîyan, ji mektebê hate derxistin. Endamên malbatê rêkirin wîlayet û bajarên wekî Şam, Hama, Rodos, Trablusgarp, Nablûs, Yemen, Îsparta, Mekke, Qeyserî, Îzmîr û Adanayê. Emîn Alî Bedirxan û zarokên wî jî rêkirin bajarê Ispartayê. “Paşê ji vê derê jî sirgûnê keleha Akkayê ki-rin û li wê derê sê sal man.”[2]
Celadet piştî xwendina îdadî, dixwaze li Stenbolê Mekteba Herbîyê bixwîne, lê ji ber ku dayika wî pê razî nabe, dev ji vê daxwazê berdide. Ew bi xwe, sala 1932yê mesela daxwaza xwendina Herbîyê, bi vî awayê tîne ziman: “Gava ez hejdeh, niwazdeh salî bûm û min dil kir ez bikevim mekteba Herbîyê. Dêya min ji min re got: Ma ji te re ne namûs e? Tu çawan bikevî mekteba Herbîyê û bibî zabîtê tirko. Ev tirko ko welatê te xistine xulamîyê, bapîrê te dîl û malbata te perîşan kirine û hon avêtine zîvarêyê.”[3] Li ser van gotin û hişyarîya dayikê, ew, dev ji daxwaza xwendina Herbîyê berdide.

“Bi tevî xwendina dibistanê, bavê wî mamosteyên xisûsî yên zimanê yûnanî, farisî, frensî û rûsî jê re tanîn malê. Ew zimanê erbî û turkî jî di dibistanan de hîn bûne.”[4] Kemal Mezhar Ahmed dibêje: “Celadetî ji xeynî zimanê dayika xwe, bi zimanê erebî, turkî, farisî, almanî, fransizî, rusî û hinek jî yunanî zanibû.”[5] Herweha ji ber ku “karbidestên osmanî rê nedidan Bedirxanîyan ku biçine Kurdistanê, Emîn Alî, mamoste, mitrib, çîrokbêj û hd. ji Cizîra Botan tanîn Stenbolê, da ku danûsendina wan digel welêt, ziman û adetên kurdî her geş bimîne.”[6] Ji agahdarîyên Celadet Bedirxan xuya dibe ku “lîska Setrencê” jî, kultur û çalakîyek berdewamî ya navmalê bûye.
Emîn Alî Beg, zarokên xwe ne tenê ji alîyê kulturî ve, ji alîyê fikra sîyasî, neteweyî û akademîk ve jî baş perwerde kirine. Ji ber vê yekê Celadet Bedirxan dibêje: “Ew bavê ko ji min re ne tenê xwîna xwe ya pak daye, ... Ez bi dil û hişê kur-danî bi xwedî kirim û xistim wê rêya ko ew bi xwe û bavê wî tê de mirin.”[7]
Piştê ku Meşrûtîyeta Duyem hate îlankirin, hemû nefîkirîyên rejîma îstibdada Abdulhemîd hatin bexişandin û efûyek giştî hate derêxistin. Li ser vê efûyê, wekî gelek sîyasetmedar, rewşenbîr û malmezinên kurd, endamên malbata Bedirxanîyan jî dîsa vegerîyan Stenbolê.
2. Destpêka nivîskarîyê
Eger di quncikên arşîvxane û pirtûkxaneyan de nivîs û berhemên nû dernekevin ber ronahîyê, yekemîn nivîsa Celadet Bedirxan, nameya wî ya ji bo rojnameya Serbestî ye. Ev nameya Celadet Bedirxan, bi îhtimaleke mezin nivîsa wî ya sereke ye. Lewra name, di 20ê Sermaweza sala 1908ê de, di hejmara 5. a rojnameya Serbestîyê de hatiye neşirkirin. Gava em dîroka jidayikbûna Celadet bînin ber çavan, di vê demê de ew xortekî 15 salî ye. Di vê nameyê de, navnîşan û mixatab weha hatîye nivîsandin: “Harbiye Nâzırı Ali Rıza Paşa Hazretlerine” [ji Alî Riza Paşa yê Wezîrê Herbîyeyê re]. Mewzûya nivîsa wî: Nûçeyek rojnameya Servetî Fûnun e, ku di vê nûçeyê de behsa zêdeyîya personel û karmendên “Firka Duyemîn” û îsrafa wê hatîye kirin. Di naveroka nameyê de, daxwaz dike ku rêvebirên Meşrûtîyetê, di vê dema teng û qrîza aborî de, dawî bi vî halê ku ji dewra îstibdatê mayî bîne.”[8]
Ji xeynî vê nameyê ku berhemên nû dernekevin ronahîyê, pirtûka Edirne Sukutûnun İçyüzü [Rastîya Sûkuta Edirneyê], yekemîn berhema hevpar a birayên Caladet û Kamiran Bedirxan e. “Ji pirtûka Edirne Sukûtunun İçyüzü xuya dibe ku her du birayên Bedirxanî, di tazeyîya ciwantîya xwe de dest bi nivîsandinê kirine. Dema ev pirtûk hatîye nivîsandin (1913), Celadet Bedirxan bîst salî ye û Kamiran Bedirxan jî hijdeh salî ye.”[9]
Meriv dikare bêje, gelo pirtûkek wisa çima hatîye nivîsandin û çi karê wan li wê derê hebûye? “Ji agadarîyên berfireh ên nava vê pirtûkê dîyar dibe ku Celadet û Kamiran Bedirxan di dema dorpêçkirina Edirneyê de, li wê derê kar û wezîfeya leşkerî kirine. Dema em bala xwe bidin nivîs û nêrînên wan ên wê demê, wisa dîyar dibe ku her du birayên Bedirxanî, wê demê di bin tesîra fikra Îslamîparêzî û Osmanîparêzî de bûne.
Çîroka Celadet a bi navê Bobi’nin Hatası [Xeletîya Bobî][10]55 jî, di sala 1913an de tê nivîsandin, lêbelê di sala 1916an de ji alîyê Çapxaneya Mûdafaa ve tête çapkirin. Di heman salê de rîsaleya bi navê Osmanlı Teyyâreciliğinin İlk Şehitleri İçin Hükümetten Rica [Tika ye ji bo Şehîdên Sereke yên Balafirvanîya Osmanî], ji alîyê Celadet û Kamiran ve hatîye nivîsandin.


3. Beşdarîya di Şerê Giştî yê Cîhanê de
Berî Şerê Giştî yê Cîhanê, dagirtina beşekî Kurdistanê ji alîyê artêşa Rusyayê ve û ji wê şûn ve jî di pêvajoya çar salên Şerê Giştî yê Cîhanê de, kurdan xusarek mezin dît, ji welatê xwe hatin koçberkirin, gelek ciwan û xwendevanên xwe yên hêja û welatperwer di mîhwerên şer de wenda kirin. Sureyya Bedirxan dibêje: “Li gor wesîqeyên rêvebirîya giştî ya koçberîya derve ya Stenbolê, 700.000 kurd hatine koçberkirin.”[11] Di vî şerî de Celadet Bedirxan, bi xwestina xwe tevlî artêşa osmanî bûye û li cebheya Kafkas, Iraq û ciyên din bi pileya zabitê îhtîyatê kar kirîye. Di nivîseke xwe de rewşa şer û encamên wî yên li Kurdistanê weha tîne ziman:
“Dema ku ez wek zabitê îhtîyatê li Iraq, başûrê Kurdistanê, Kafqas û ciyên din de dixebitîm, min bi nalîn û girînê, gotar û kiryarên dilşewat û pêkhatî yên di derbarê tunekirina kurdan de guhdar kirin û dîtin. Ev cînayetên ku ji bo milletekî fedekar û mezlum rewa hatibûn dîtin, ji nav eserên şexsî yên hikumeta Îtîhadê, şaheserekî tewr mezin bû. Walîyekî aktorê vê facîayê, ku bi hezaran mihacirên kurd di germşewata sehraya Mûsilê de terkî mirinê kiribû, li ser sendalîya postê daîreyeke fermî bi dilşadî gotibû: “Wekî yê ermenan, me kokbirîyeke wisa anîn serê kurdan ku…”[12]
Meseleya koçberên kurd, di raport û tezkereyek Partîya Demokrat a Kurd de, ku di 31ê Tebaxa 1919an de ji bo hikumeta Brîtanyayê hatîye pêşkêşkirin weha hatîye nivîsandin:
“Bi hezaran malbatên kurd ji war û welatê xwe ber bi deverên cûda yên Anatolyayê ve hatine koçberkirin. Ev multecîyên perîşan, bûne qurbanê birçîtî, tunekirin û asîmîlasyona turkan. Hikumeta Osmanî, li miqabilê dubare serdan û ricayên me bersiv nedaye û xwe bêdeng kirîye. Em bi navê însanetî û şerefa “adilbûna” îngilizan dixwazin ku hûn bi qudreta xwe ya bilind alîkarîya malbatên kurd û vegera wan bikin.”[13]
“Xuya dibe ku mihacirên kurdan jî wekî yê ermenan rastî zulm û zordarîyeke mezin hatine, lê mixabin alîkarîyên ku bi desteka hikûmetê ji bo mihacirên rum û ermenan hatine kirin, ji bo mihacirên kurdan nehatine kirin.”[14]
Celadet Bedirxan di nivîsa xwe ya navborî de, tehcîra li ser kurdan wek polîtîkayek plankirî ya Partîya Îtîhad û Terakkî dibîne û dibêje:
“Hikumeta bihûrî ya Îtîhad û Terakkî biryara tunekirina milletê kurd dabû; beşekê wan kuştin û beşek din jî bi sefalet û birçîtîyê tune kirin, çend sed hezar kurd jî koçberê Anqera, Konya û wîlayetên dewrûberê wan kirin, li van deran gund bi gund belav kirin.... Ev belgeya veşartî dide xuyakirin ku armanca vê sîyasetê tunekirina milletê kurd e.”[15]
Di sala 1916yê de bajarên Kurdistanê yên wekî Erzerum, Wan, Bedlîs û Mûş ji alîyê artêşa Rûsan ve hatibûn dagirtin. Di rewşeke wisa de, Enwer Paşa diçe serdana Cebheya Kafkasê ku Celadet Bedirxan jî wê demê komandarekî cebheya Kafkas bû û her du di seha cepheyê de rastî hev tên û Enwer Paşa ji wî re dibêje: “Ji alîyê turkan ve tehlûkeya kurdan, ji tehlûkeya rusan mezintir e.”[16]
Celadet Bedirxan, rewşa rêvebirîya osmanî ya wê demê, sebebê tevlîbûna Şerê Giştî û bîlançoya çar salên şer bi kurtebirrî weha tîne ziman:
“Ew şerê ku bi îhtirasê dest pê kir û bi bextreşîyê dewam kir, em ji wê bi felaket û xêrnedîtî derketin. Di vî welatî de her rûpelekê dîrokê, bi bûyereke şer ve dagirtîye. Di şerê dawî yê Awrupayê de xwîna çar mîlyon mirovên Anatolyayê rijiya. Ev temarên ku bi îhtirasek dijwar û bêfayde hatin jêkirin, çar salan bi berdewamî ji wan xwîn herikî. Ev şer, tenê bi kêrê Enwer Paşa û hevlabendên wî hatîye; îdareya hikûmetê bi malbatî xistîye bin destê xwe û ev yek ji wan re bûye jêderka temînkirina berjewendîyên ferdî û şexsî. Ji xeynî grubeke pir biçûk a bijarte, her ferdekî milletê cihê cihê xistiye bin zerarê, welat bi awayeke giştî xistîye bin barê mişkulatên pirr gewre û girdavên (gerînekên) pirr kûr.
Ew lawên hêja yên Anatolyayê ku ji sehrayên Yemenê bi saxî vegeryabûn û bi hezaran xwendevanên Darûl Fûnunê ku hêvîya îstiqbala me ya nêzîk bûn, di cehennema Çeneqelê, zinarên Qefqasan û sehrayên Sûveyşê de bi unwanê zabîtên îhtîyatê, bê rijandina dilopek rondikên çavan û bi vî awayê hatin îsrafkirin û binerdkirin. Belê divîya bihatana binerdkirin û hatin binerdkirin jî; lewra Enwer Paşa wisa dixwest, Paşa wisa ferman dikir. Piştê ku me bi sebir, tehamûl û tewekulê, çavên xwe ji ew qas zulm û cinayetan re girtin, vê carê jî heqîqeten û bi hemû rastîya xwe ve, em bi awayeke nexweş û birîndar ji şer derketin...”[17]
4. Bîranînên Şerê Giştî yê Cîhanê di cebheya Iraqê de
Celadet Bedirxan di pêvajoya Şerê Giştî yê Cîhanê de, di herêm û cepheyên cihê cihê de û li ser çîya, newal û sehreyan çar sal di nav gurr û germayîya şer de derbas dike. Bêguman bîranînên van çar salan dikarin rûpelên gelek pirtûkan jî tije bikin, lê mixabin tenê di ber destê me de çend nivîsên wî yên li ser wê demê hene ku bi sernivîsa “Ruznameyê Herb” di nav rûpelên rojnameya Türkçe İstanbulê de hatine belavkirin.
Li vê derê dixwazim bi hinek têbinîyan, alîyê balkêş ê van nivîsan bi we re parve bikim. Di nav rêzenivîsa bîranînên wî yên li ser Şerê Giştî yê Cîhanê de, nivîseke wî ya balkêş jî ya bi sernivîsa “Develer” (Hêştir) e. Malum e, wê demê wasîte û hacetên şer, wekî ya îro pêşkevtî nebûn. Di sehrayê de wesîteyên tewr girîng ê guhestina bar û çekan, deve bûn. Bi gotina Celadet Bedirxan, ew heywanên mibarek “şemendîferên sehrayê” bûn. Ew, di vê sefera xwe de cara pêşîn deveyan ji nêzîk ve nas dike û dibe şahidê hêşbûna boşê (êxleyê) deveyan. Dibêje:
“Me di piçûkayîya xwe de bi heyret temaşa koma van heywanên wekî peyker dikir, lê belê di derheqê ruh û tabîata wan de agahdarîyên me yên mutlaq tune bûn. Me wan bi navê deve nas dikir û ji wan re digot deve. Lê bi rastî deve, bi cuseyên xwe balkêş in û divê bi taybetîyên xwe ve baş bêne naskirin. Bi gelek vekirî dîyare ku bi wan re ruhîyeta qabîleyek heye, her qefleyê deveyan wekî qebîleyekê ye.
Di nav qefleyê de, ji deveyan ê herî gewre û qerase wek reîs tête qebûlkirin. Hemû deveyên din, bêîtiraz îteatê nîşan û tevgerên reîsê xwe dikin. Ji reîsê qefleya deveyan re dibêjin “Şeyxûl Cemal” [Mîrê Deveyan] û tu deveyek bê fermana wî tevnagere. Kesê ku dibe selwanê boşa deveyan, bi taybetî pêşîyê bi reîsê wan re meşxûl dibe. Lewra ku reîs neye aşkirin û bidestxistin, hikumkirina li ser deveyên din nemimkun e. Dema ku selwanek karibe li ser reîsên deveyan hikum bike û bi xwe ve girê bide, bi serê xwe kare bi sedan deveyan îdare bike. Kelûpelê me yên leşkerî li ser pişta qefleyek deveyan bû, ji bo parastina wan hinek leşker û ajotkarên deveyan li pey me dihatin. Di nava wan de yekî, dixwaze he-nekên xwe bi wê reîsê vaqur û cidî bike. Reîs, pêşîyê dixwaze bi hinek deng û tevgeran bide zanîn ku ji henekên wî nerazî ye, lêbelê camêr ji vê yekê fêm nake. Her ku pêde diçe mesele gurr dibe, reîs hêrs dibe û kef dekeve devî, lê ciwanmêr deng ji xwe naîne.
Dawîyê reîs, li ber çavê hemû mifrezeyê bi derbekî nerm li ciwanmêr xist û bi erdê ve dirêj kir, barê giran ê li ser pişta xwe avêt û bi dengê hêşînke balkêş qefleyê terk kir.
Ji ber vê tevgerê, herkes û bi taybetî jî selwan ketibûn teşxeleya endîşeyêk, ji ber vê yekê bi tirs û dengekî lerzok deng li serselwan an jî xerbendeyê deveyan kir ku li pêşiya qefleyê bi siwarê kerê bûbû û diçû:
- Ya Ebûl Merzûk!
Ebûl Merzûk ji kerê peya bû û ber bi reîs ve baz da. Lê-belê gelek dereng mabû; lewra hemû deveyan di nav çend sanîyeyan de bi nêrîn û çavşikandinê mesaja (hinareya) reîsê gewre girtibûn û biryar dabûn. Ebûl Merzûk berê xwe da reîs û bi dengekî dilşewat got: Teal ya ruhî teal (were ey ruhê min were)!
Ev deng û daxwaz dereng mabû. Hemû deveyan biryarê pêk anîn, di wê hengameyê de pêleke serhildanê ketibû nav wan.
Devê wan bi kef tije bû, hawidê xwe û barê li ser pişta xwe avêtin, ji alîyê rast û çepê ve bi feryadên dilşewat direviyan. Di nav deqîqeyêk de li derûdora reîsên xwe berhev bûn, wekî pehlewanên ku barê pişta xwe avêtîye.
Hemû deve li derûdora mîrê xwe berhev bûn, hîşehîşa wan bû û pîkolî dikirin.
Min ji bo hêminkirina deveyan û pêkanîna asayişê pêşniyara alîkariyê ji Ebûl Merzuk re kir, wî, bi tûndî pêşniyara min red kir.
Wî got; bi qedrê Pêxember bikî, min navê zabîtê min. Deve û selwanên wan bi karê xwe ve mijûl bûn û me jî bi dûr ve temaşa wan dikir.
Çawa ku hemû deve li dora mîrê xwe berhev bûbûn, herweha hemû selwanên deveyan jî li derûdora Ebûl Merzuk berhev bûbûn. Ebûl Merzuk ji dil, bi şêwe û meqamekî dilşewat ê ruhê sehrayê û bi dengekî lerzok dest bi xwendina qesîdeyek hezindar kir. Ew deng û awazê wan ên nerm, di bin tava germ û şewitok a sehrayê de dilê me mist dida, sikûnetekî bexşê me hemûyan dikir û hênikayî dida me.
....
Ji xwendina qesîdeyê demeke kurt şûn ve, ew milê wan ê dirêj ê ku wek şûrê serhildanê bilind bûbû, peyderpey ber bi xwar ve bû û dawîyê danîn ber xwe. Herwekî li erdê pirlantayek wendabûyî bigerin, êdî pozê wan gihîşte erdê, perdeyê çavên wan hatin xwarê û çavên wan hatin girtin.”[18]
Çîroka bihûrandina “Altinkoprî”yê jî xalekî balkêş a bîranên Şer e. Celadet Bedirxan sê sal piştî destpêka şer, yanî di sala 1917an de bi tevî mifrezeya xwe ji bo tehkîmkirina pira Altinkoprîyê tête wezîfedarkirin. Di vê rêvîtiyê de jî hinek têbinîyên balkêş hene ku dixwazim bi we re parve bikim.
“Dijminan Kerkûk dagirtibû û ber bi Altinkoprîyê ve dimeşiyan.
Mifrezeya me bi awayekî teqeze ji bo tehkîmkirina serê pira Altinkoprîyê, bi topên sehra yên 5.7 hatibû wezîfedarkirin.
Ku dijminan Altinkoprî derbas bikira, ji bo dagirtina Mûsilê ji xeynî “Zapê Kebîr” tu astengekî li pêşîya wan nedima. Ji ber vê yekê, Altinkoprî îstiqameteke pir girîng bû, em bi mecburî ber bi wir ve ketibûn tevgerê. Ev hêza narîn û taze, berîya sê mehan ji Stenbolê veqetyabû û ji berê ve ji ber du sedemên texrîbkar û xedar dinalîya, di her gavavêtina me de qurbanekî dida; tavê enî û mejî dişewitand û kolerayê jî made û rodîyan diqeland.
...
Dema pêşdarê me ji milê rastê ve gihîştin ber çem, tava gurr û bişewat a sehrayê çûbû ava, rengê asoya asîman bûbû wekî rengekî sorê îstisna yê lêvên jinan û şopa wê wek xetên neyekrêz hêdî hêdî ber bi semayê ve bilind dibû. Di qubbeyê de wek xeteke mirekeba sor belav dibû û dibû wek ewrên gulreng.
Kela çem rabûbû, kef dikir, diqîrîya û dinalî wekî feryadeke bêdawî.
Hîn berîya em bigîjin ber çem, qumandarê mifrezeya me emir kiribû ku di serî de pêşdar, piştî wan bater-yayên topan û ji wan şûn ve jî dê leşker ji pirê derbas bibûna.
Çav û nihêrîna hemû endamên mifrezeya me ku li ser orduya gewre ya şeşemîn bûn, li pirê digerîyan, digerî-yan lêbelê pirê xuya nedikir.
Di wê hengameyê de ji alîyê qeraxê çemê ve erebekî nîvçîplaq bi qîrîn gote me:
“Exzel mau el cisre!”
Yanî wî dixwest bibêje: “Lehîyê pir xera kirîye!” ...
Mêrikê ereb ji dûr ve keleka ber çemê bi destê xwe nîşan da û got: “Şahtûr ya efendî şahtûr!”
Me hemûyan fêm kir ku ancax bi van kelekan em dikarin derbasê alîyê din ê çemê bin. Piştê bînvedanekî kêmdem, me dest bi bihûrîna çemê kir.
...
Belê xeternakîya li ser orduya şeşemîn di mesafeya rojekî de bû û me jî dixwest bi vê tevgera leşkerî, bi van wasîteyan û bi vê lezgînîyê pêşî li wan bigirta. ...”[19]
Celadet Bedirxan di mudeta Şerê Giştî yê Cîhanê de rastî gelek xeternakî û tengasîyan, bûyerên balkêş û xemgîn tê û di gelek nivîsên xwe yên ciyawaz de behsa wan dike. Ew, Şerê Giştî yê ku bi tesîra Almanyayê û bi serkêşîya rêvebirên Îtîhad û Terakkî, Dewleta Osmanî jî kişandîye nava xwe, wek macerayekê dibîne û dibêje xwînrêtina “mirovên Anatolyayê”, bedêleke bêmiqabil e. “Ev rê û îstiqameta ku ji alîyê pêxemberên Ocaxê ve li ser nexşeya ‘sewqûl ceyş”ê, bi qelema sor hatiye nîşandan: Turan e.”[20]
Piştê bidawîhatina Şerê Giştî yê Cîhanê, ew jî wekî hemû zabît û serbazên di cepheyê de, vedigere Stenbolê li nik malbata xwe. Peymana Mondrosê (30ê Çirîya Pêşîn a 1918) ji bo hemû Dewleta Osmanî û bi taybetî jî ji bo milletê kurd rewşeke nû peyda kiribû. Di vê rewşa nû de; li ser navê kurdan rêxistinên nû hatin damezirandin, kovar û rojnameyên nû hatin weşandin. Pêşîyê bi serokatîya Mewlazade Rifat, Partîya Radîkal Avam (Partîya Radîkal a Gel] hate damezirandin û Emîn Alî Beg jî damezirênerê vê partîyê bû.[21] Piştê ku CTK hate avakirin, Partîya Radîkal a Gel û rêvebirên wê jî tevlî Cemîyetê bûn. Mewlanzade Rifat bû endamê navendî yê CTKê, Emîn Alî Beg jî bû cîgirê serokê rêxistinê.
“Bi tevî çêbûna mutarekeyê, Mewlanzade dest bi weşandina Serbestîyê kir. Serbestî, fikrên Cemîyeta Tealîya Kurd belav dikir.”[22] Her du lawên Emîn Alî Bedirxan jî di nav xebata Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) de bûn. Di pêşxistina vê xebatê de Emîn Alî Bedirxan û zarokên wî; Sureyya, Celadet û Kamiran Bedirxan jî ciyê xwe digrin û dikevin bin barê mesûlyetîyên girîng.
5. Celadet Bedirxan û rojnameya Serbestî
Di vê xebata li ber destê we de, dema piştî Şerê Yekemîn û damezirandina CTKê şûn ve wek dewra duyemîn a xebat û nivîskarîya Celadet û Kamiran hatîye binavkirin. Birayên Bedirxanî, di vê dewreyê de bi tevî karê rêxistinî û sîyasî, karê nivîsandinê jî digehînin qonaxeke nû û di Serbestîya Mewlanzade Rifat de dest bi karê rojnamevanîyê dikin. Wê demê Celadet û Kamiran, jîyana xwe ya aborî jî bi karê rojnamevanîyê derbas kirine.
“Celadet Bedirxan, edîtorê alîkar ê rojnameya Serbestîyê bû”[23] û Kamiran jî nivîskarê berdewamî yê Serbestîyê bû. Xwedîyê îmtiyaz ê rojnameya Serbestîyê M. Rifat jî endamekî aktîf û navendî yê CTKê bû.[24] Neşrîyata rojnameya Serbestîyê jî, piştê Şerê Giştî gehiştîye statuyeke nû. Ji vê demê şûn ve Serbestî, wek neşrîyateke Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê (CTKê) weşana xwe domandîye. Abdurrehîm Rehmî yê Hekarî di nivîsa xwe ya bi navê “Kurd û Kurdistan” de, di derheqê vê têkilîyê de weha dibêje: “Rojnameya Serbestî, Jîn û Kurdistanê ji bo parastina hiqûqa me ya mîllî hatine texsîskirin. Divê mutleqe li her cîyê Kurdistanê bi berdewamî bêne belavkirin, temînkirin û bi dîqet bêne mutaleakirin… Û ji bo ku abonetîya van rojnameyan bêtir bibe, divê ehemîyetekî zêde bête nîşandan û bûhayê abonetîya rojnameya rojane ya Serbestî û kovarên heftane yên Jîn û Kurdistanê rasterast ji bo navenda cemîyeta me bêne şandin… Kurdistan, li bende ye ku her kes wezîfeya xwe bêkêmanî pêk bîne.”[25] Ji van agahdarîyan jî tête fêmkirin ku Serbestî, piştê damezirandina CTKê, wek weşaneke rojane ya cemîyetê hatîye neşirkirin.
Tiştê ku hetanî vê gavê me tesbît kirîye, wê demê ji xeynê Serbestî, her du birayan, di rojnameya Saîd Molla ya Türkçe İstanbulê de jî nivîsandine. Di vê xebata li ber destê we de, heft nivîsên Kamiran û çar nivîsên Celadet Bedirxan ên di vê rojnameyê de hatine wergerandin û pêşkêşkirin. Ji xeynî nivîsên van herdu rojnameyan, sê nivîsên Kamiran Bedirxan jî di Îctihada Abdullah Cevdet de hatine belavkirin.
Dema em bala xwe bidin nivîskarên “vê dewreya Serbestîyê”[26], em dibînin ku pirranîya wan, endamên CTKê bûn. Di nav rêza nivîskarên vê dewreyê de, navê kesayetîyên wekî Kamiran Bedirxan, Celadet Bedirxan, Ebdurrehîm Rehmî Hekarî, Tewfîqê Silêmanî, M. A., Xelîlê Siwêrekî, Îbrahîm Memduh û wd. hene. Herweha hin navên mahlas jî wekî “Qabaqulaq” û “Ferîde” hatine bikaranîn.
Bêguman di nav endamên CTKê de, gelek şexsîyetên namdar ên xwedî wesif û meslekên cûr bi cûr jî hebûn. Çawa ku paşê di damezirandina Cemîyeta Teşkîlatê Îctimaîyye û hewldanên sîyasî yên din de jî dîyar dibe, têkilîya M. Rifat ê xwedîyê Serbestîyê û her du lawên M. Emîn Elî Bedirxan; Celadet û Kamiran bêtir nêzîkê hev bûye. Di nav rûpelên Serbestîyê de jî, ji mala Bedirxanîyan, bêtir nivîsên van her du birayan hatine neşirkirin. Qasê ku min tesbît kirîye, bi navê “Ormancılık” nivîsek Safder jî di rojnameya Serbestîyê de hatîye belavkirin. Di nav “Kadınlar Dünyası [Cîhana Jinan]” a ku ji alîyê hevjîna M. Rifat ve dihate neşirkirn de jî nivîsên hin jinên Bedirxanîyan hene; Mezîyet, Fahrîye û Mes’adet Bedirxan. Ji nava van jinên Bedirxanîyan Mezîyet Xanim, keça Emîn Alî Beg bû.
6. Di nav hejmarên berdest ên Serbestîyê de nivîsên Celadet Bedirxan
Ji ber ku hemû hejmarên Serbestîyê li ber destê me nîn in, nayê zanîn ku ji serî heta dawîyê û bi taybetî jî ji hejmarên 500. şûn ve, çend nivîsên wan hatine belavkirin. Û herweha Serbestî li ser hev çend hejmar hatine çapkirin. Di nav rûpelên berdest ên Serbestîyê de, li ser navê Celadet Bedirxan nivîsên li jêrê hatine neşirkirin.
- Celadet Alî Bedirhan, Kürdler ve İttihat (İTC) Siyaseti [Kurd û sîyaseta Îtîhadê][27]
- Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdistana Kürd Memurlar [Kurd û Kurdistan: Memurên Kurd ji Kurdistanê re][28]
- Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdistana Doğru-2
[Kurd û Kurdistan: Ber bi Kurdistanê ve-2][29]
- Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan-3 [Kurd û Kurdistan-3][30]
Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdlerde İttifaq [Kurd û Kurdistan: Îttifaq di nav Kurdan de][31]
- Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan: Kürd Edebiyatı-Zîn û Mem-I [Kurd û Kurdistan: Edebîyata Kurdî- Zîn û Mem-I][32]
- Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan: Kürd Edebiyatı: Zin ve Mem-2
[Kurd û Kurdistan: Edebîyata Kurdî- Zîn û Mem-2][33]
7. Nivîsên di rojnameya Türkçe İstanbulê de
Wekî ku berîya nûha jî hate gotin, di weşanên cûr bi cûr ên wê demê de nivîsên herdu birayên Bedirxanî hatine weşandin û belavkirin. Bi taybetî jî nivîsên wan, di weşanên mixalîf ên îstibdad û rêxistina Îttîhad û Terakkî de hatine weşandin. Bi zelalî nayê zanîn ku nivîskarîya wan a di rojnameya Türkçe İstanbulê de daîmî yan demkî bûye. Li ser vê têkilîyê, Mesûd Serfiraz ji Suleyman Tevfik neqil dike û dibêje: “Li gorî bîranînên Suleyman Tevfik, Celadet û Kamiran Bedirxan di rojnameya Türkçe İstanbul (1918, Stenbol) a Saîd Molla de nivîskarîya daîmî kirine. Û dîsa li gorî wî, Saîd Molla, Caladet û Kamiran “İngiliz Muhibler Cem’iyeti [Komeleya Hazkirîyên Îngilizan] ava kiribûn û îdarexaneya rojnameyê jî kiribûn navenda vê komeleyê.”[34]
Wek karkirina rojnamevanên profesyonel, bi daîmî nivîsandina wan a di vê rojnameyê de mimkun e. Lêbelê agahdarîya li ser endametîya her du birayên Bedirxanî ji bo Komeleya Hazkirîyên Îngilizan, nehatîye piştrastkirin. Li gorî lîsteya ku ji alîyê dîrokzan T. Z. Tunaya ve hatîye çapkirin, navê birayên Celadet û Kamiran Bedirxan têde nîne. Navê Saîd Molla (endamê berê yê Şûraya Dewletê) wek serokê duyem û rojnameya Türçe İstanbul jî wek weşana fermî ya Komeleyê derbas dibe.[35]
Rojnameya Türkçe İstanbul (TI), yek ji wan weşanên mixalîf bû ku bi serpereştîya Saîd Molla hatiye belavkirin. Rêvebirên Îttîhad û Terakkî û paşî jî Mistefa Kemal û hevalên xwe, hevkarîya giştî ya mixalifan û ev cûre weşan û rêvebirên wan, bi hevkarîkirina digel tevgera neteweyî ya kurd sûcdar dikin. Di vê xebata berdest de, ji nav rûpelên rojnameya T. Istanbul, ev çar nivîsên Celadet Beg hatine wergerandin.
- Celadet Âlî, Zabıtanın Terfihi [Terfîhkirina Zabîtan][36]
- Celadet Âlî, Develer [Hêştir][37]
- Celadet Âlî, Geçit [Bihûr][38]
- Celadet Âlî, Borazanin Kurşunu [Guleyê Borîjen][39]
8. Kurd û sîyaseta Cemîyeta Îtihad û Terakkî (CIT)
Celadet Bedirxan di hengameya salên Şerê Yekemîn ê Cîhanê deli gelek cî û cebheyan bi rutbeya zabitê îhtiyatê wezîfe kirîye, bûye şahidê gelek bûyerên girîng û trajîk. Bi taybetî jî encamên sîyaset û kirinên rêkxistina Îtihad û Terakkî, bi giştî li hemû deverên Împeratorîyê û xusûsen jî di nav civata kurd û ermenan de birînên pirr giran vekirine û rûxandinên pirr mezin anîne meydanê. Bi gotina Sebrî Suleyman; “Piştî tehcîra ermenan, di 16yê Gulana 1916an de tehcîra kurdan jî dest pê kiribû.”[40] C. Bedirxan dibêje: “Ew pîlana ku ji alîyê komîteya merkezî ya Îtihad û Terrakî ve ji bo ermen û kurdan hatibû tenzîmkirin, tetbîq bû. Di encama wê de qetlîama ermenan çêbû. Li gor pêdivîya pîlanê, kurd ji gelek ciyên Kurdistanê ve, qefle bi qefle ber bi wîlayetên rojava ve ku rûniştvanên wan turk bûn, hatin tehcîrkirin... Piştî ku Şerê Giştî xelas bû, ez gehîştim Stenbolê û min li ser ewraqên Mudirîyeta Mihaciran tetkîkek kir. Di encama vî tetkîkê de dîyar bû ku nifûseke qasê 650.000an ji Kurdistanê rêkirina ji bo wîlayetên rojavayê Anatolyayê.”[41] “Di dema Şerê Yekem de nêzîkî 700 hezar kurd bi zorê ji welatê xwe hatin koçberkirin û ji nîvî zêdetir di rêyan de mirin. Kurd jî bûn qurbanên polîtîkaya nijadkûjîya Şerrî.”[42]
Bûyer û trajedîyên ku di pêvajoya Şerê Yekmîn ê Cîhanê de bi serê milletê kurd ve hatine, encamên sîyaseteke plankirî ya Îtihad û Terakkî bû. Armanca vî sîyasetê; bi rêbaza koçberî, kuştin û cînayetan milletê kurd ji cî û erdê wan der bixin, wan bê war û welat bihêlin. Ji ber vê, ev sîyaseta Îtihad û Terakkî, ji alîyê Celadet Bedirxan ve, wek “sîyaseta cinayetê” hatîye binavkirin.
“Dema ku ez wek zabitê îhtîyatê li Iraq, başûrê Kurdistanê, Kafqas û ciyên din de dixebitîm, min bi nalîn û girînê, eserên maddî û tirsnakên şayîayên (deng û basê belavbûyî) di derbarê tunekirina kurdan li Stenbol û ciyên din ên memleketê Osmanî de guhdar kirin û dîtin. Ev cînayetên ku ji bo milletekî fedekar û mezlûm rewa hatibûn dîtin, ji nav eserên şexsî yên hikumeta Îtihadê, şaheserekî tewr mezin bû.
Walî û aktorekî bi ezamet û qudret ê vê karesatê ku bi hezaran mihacirên kurd di germşewata sehraya Mûsilê de terkî mirinê kiribû, piştê îcreatê vegeriyabû Stenbolê û li ser sendalîya postê daîreyek fermî bi dilşadî gotibû:
‘Wekî yê ermenan, me kokbirrekî wisa anî serê kurdên xayîn ên dewletê ku…’”[43]
“Di hejmara 5ê Gulana 1919an a rojnameya Serbestîyê de, encam û kirinên sîyaseta Îtihad û Terakkî bi devê memûrekî dewletê weha hatine neqilkirin: “Memûrê resmî yê ku di nava vê hefteyê de ji wê deverê ve hatîye, bi zimanekî dilşewat behsa rewşa kurdên wê derê kir. Li gorî gotina wî, her roj bi hezaran kurd ji ber birçîtî û sefaletê dimirin.”[44]
Celadet Bedirxan di berdewamîya nivîsa xwe de, kirinên bi vî rengî, bi sîyaseta nijadperest a Îtihad û Terakkî ve girê dide û dibêje:
“Bi dîtina me, sîyaseta hikûmeta berê, sîyaseta cînayetê bû û me nedixwest di demeke wisa bi buhran û êşên bêhejmar ên milletê de, wan bûyerên dilşewat bînin rojevê û tevbidin.
Piştî ku me wezîfeya xwe ya di cepheyê de temam kir û em vegeriyan Stenbolê, em rastê parastinên xeternak ên hin welatîyan hatin -em bi nîyeteke baş ji wan re dibêjin dilsaf- ku dixwazin bi nêrîneke teng li hemberî heqîqetan çavên xwe bigrin. Hikûmet di derbarê vê xusûsiyetê de îhmalkar e û vê yekê me mecbûrê şopandin û nivîsîna hinek meqaleyan kir.
Çawa ku di sernivîsa meqaleyê de “Kurd û Sîyaseta Îtihadê” hatîye lêkirin, her kesê ku wekî min di herêmên navborî de xebitîne, vê sîyaseta Îtihadê ji nêzîk ve û bi temamî dizanin. Dema ku pêwistî hebe, bêyî ku em propaganda bikin, dikarin bi tevî şahidên namdar belgeyên rastîn pêşkêş bikin.
Vê gavê ez dê bi kurtebirrî behsa vê sîyaseta cînayetê bikim:
Xulesa, ew ên ku ji bakurê Kurdistanê hatine koçberkirin, wekî kulmekî qûmê li sehrayên Mûsilê hatine belavkirin; nizanim bi hezaran kurd çawa ji vî birçîtî û sefaletê xelas bûne û muwafiqê îlticakirina bajarê Mûsilê bûne. Ew ên ku gihîştine Mûsilê, bi girîn û nalînan li ser rê û cadeyên bajar dirêj bûne, bi dengekî nizm û gotinek kurt dibêjin “Ez bextê Xudayî, serî çiçîyê!” Ji alîyê hemû gelê Mûsilê û zabîtayên orduya şeşemîn ve baş tête zanîn ku van mirovan terkî heyat bûne.
Di derbarê vî babetê de murecatê qeydên şaredarîya Mûsilê bête kirin, îsbat û dîyar dibe ku bi erebeyên şaredarîyê her roj bi sedan cenaze hatine berhevkirin. Kurd, di her terefê wîlayetên Şerqê de rastê zilm û zordarîyê hatine, lêbelê em dikarin bibêjin yên ku rastê darbeyên pirr dilşewat ên xwîndar hatiye xelkê Dêrsimê ye.
Li ber destê me belgeyên serbihûrîya sefaleta bi hezaran felaketzadeyên ku ji mal û welatê xwe ve hatine koçberkirin û şehadeta bi sedan kesên ku bêsûc hatine kuştin û darvekirin hene.
Xuya dibe ku mihacirên kurdan jî wekî yê ermenan rastî zulm û zordarîyeke mezin hatine, lê mixabin alîkarîyên ku bi desteka hikûmetê ji bo mihacirên rum û ermenan hatine kirin, ji bo mihacirên kurdan nehatine kirin.
Em li gorî beyana memûrekî mulkîyeyê ku bêdestûr ji ciyê memûriyetîya xwe ve hatibû Stenbolê, di derbarê zulm û karesatên ku dema hikûmeta bihûrî bi serê vê milleta mazlûm ve hatibûn û her weha bi guhnedarî û îhmala hikûmeta nûha de, hinek notan qeyd dikin: Hikumeta bihûrî ya Îtihad û Terakkîyê biryara tunekirina milletê kurd dabû; beşekê wan kuştin û beşek din jî bi sefalet û birçîtîyê tune kirin, çend sed hezar kurdan jî koçberê Anqera, Konya û wîlayetên dewrûberê wan kirin, li van deran gund bi gund belavkirin. Di belgeyek veşartî yê Wezareta Daxilîyeyê de, li ser tehcîrkirina mihacirên kurd weha hatîye gotin:
1. Mihacirên kurd wê bi paş ve neyin vegerandin.
2. Di seha memûriyetîya we de (ji bo memurên pilebilind ên wê herêmê) ji bo îskana kurdan çi arazî û gund hene?
3. Divê têkilîya mihacirên kurd bi der ve re tune be. 4. Di dabeşkirina mihacirên kurdan de nûqteya herî
girîng ev e, ku di ciyê îskana wan de rêjeya xaneyên kurd ji dehan zêdetir nebin.
Di dema koçberkirinê de hikûmeta Îtihad û Terakkîyê, sê quriş û nîv (3.5) yewmîye bexşê wan dikir lêbelê li wan deran bûhayê nanekî panzdeh quriş bû. Bi vî awayê, ev bêçareyên belengaz di koçberîyê de jî mehkûmê îdamê kirine.
Dîyar dibe ku di demên dawîyê de ew yewmîye jî hatine birrîn.
Di vî belgenameya veşartî de, bendên li ser venegerandina koçberan û di ciyê daniştinê de dabeşkirina wan a bi ser deh xanîyan ve, nîşanê zulm, çewisandin û tunerkirina vî milleta dêrîn e.
Hikûmeta Îtihad û Terakkîyê, li her derê propagandaya prensîbê milletan dike lêbelê dixwaze dahatûya xwe li ser wêrankirina milletên din ava bike. Kurd bûne qurbanê vê sîyasetê, em nizanin hikûmeta nûha hîn jî li benda kîjan firsetê ye û çima ji bo refaha kurdan alîkarîyek tewr biçûk jî nayê kirin.
Me di rêzeyên jorê de tehcîra (koçberîya) milletekî mezlum nivisîye, anûha li koçberîyê ji ber birçîtîyê di-mirin û ev mirina wan hîn jî bi tinazîya devkenîyekê tête temaşekirin.
Em kurd, dixwazin ev mesele ji alîyê hikûmeta me ve bête çareserkirin. Eger ev nebe, wekî unsirên din ên ku rastê zulma hikûmeta Îtihadê hatine, em kurd jî ne aciz in, karin mezlumîyeta xwe bi qîrqîrê bigehînin dinyaya medenî.
Ji ber vê yekê, divê hikûmet wekî serfkirina xîreta ji bo pêkanîna îskan û îaşeya mihacirên ermen û ruman, mezinahîyê nîşan bide û heqê jibîrkirî yê vî xelkê tesdîq bike û hinek alîkarî bide mihacirên kurd jî.”[45]
9. “Îttifaq di nav kurdan de”
“Tarîx, dagirtîye bi nimûneyên enqazê milletên ku ji ber bê îtîfaqîyê mirine.” (Celadet Bedirxan)
Meseleya îttifaqa di nav kurdan de, ji berê ve hetanî roja îro bi berdewamî hatîye gengeşekirin. Dûr û nêzîk, dema em bala xwe bidin dîroka kurdan, çi dema ku di nav komeleya kurd de bûyerên girîng pêk hatine û dewreyên nû hatine derbaskirin, meseleya yekgirtin û îttîfaqa kurdan jî hatîye rojevê û pirrî caran jî ji ber bê îttifaqîyê kurd têk çûne. Ji ber vê yekê meseleya îttifaq û bêîttifaqîyê, ji berê ve di nav kurdan de tê gengeşekirin û zeafîyeteke girîng a komeleya kurd teşkîl dike. Dîyarkirina sebebên sosyolojîk, psikolojîk û sîyasî yên vê zeafîyetê pirr girîng in. Celadet Bedirxan jî, di destpêka pêvajoya dubendîya nav Komela Pêşxistina Kurdistanê (KPK) de, dixwaze bi hinek nimûneyên dîrokî carek din bala kurdan bikşîne li ser girîngî û pêdivîya vê meseleyê û dibêje:
“Em ji her demê bêtir mihtacê îttifaqê ne.
Di berdewamkirin û dahatûya civakan de, bi taybetî jî di dema pêkhatin û geşbûnê de, ciyê îttifaq û hevkarîyê mewqîyeke bilind û bijarte digire. Girîngîya vê heqîqeta berçav, bi awayekî berfireh ji alîyê ûlemaya rojava û şerqê ve jî hatîye îzehkirin û dubarekirin.
Li ser vê xusûsê, di dînên qedîm û yên piştê wan de jî, gelek hikum û dogma hene.
Bîlhese di dînê Îslamê de ku îftixara me ye, li ser vê xusûsê di gelek ayetên kerîme û hedîsên şerîf de îzehet hatîye kirin.
Dema em behsa lazimayî û dereca pêdivîya piştgirî û îttifaqa kurdan dikin, îro û bi taybetî jî ev dema dîrokî ya ku em ji nav derbas dibin, ji her demê bêtir pêdivîya wê bi îttifaqê heye. Lê mixabin divê em bidin zanîn ku di demên bihûrî de li ser vê xusûsiyetê hinek xeletî jî hatine kirin.
Di encama sûîstimalbûna nefsa bilind a kurdan de, di xwîyê wan de guhartin çêbûne ku em vê guhartinê wek ezezî û xudbînîyê tarîf dikin. Naye înkarkirin ku vê jî di nav kurdan de ji belavbûna fehma “menem dîger nîst” re gelek xizmet kirîye.
Kurd; ji ber ku ne weqfê bingehên îlmî yên îttîfaqê ye, asabîyeta di ruhê wî de û hêrs û dijwarîyên ji ber tengasîyên warê jîyana wî, bûne sebebê jîyanek berfireh, serbest û hurîyetek mutleq ku hîç qeyd û astengekê qebûl nake. Ji ber vê, yekîtî û îttifaqek bextewar, tercîhê temînkirina refah û seadeta şexs û civaka xwe kirîye.
Lazim e li ser vê xalê hinek îzehet bête kirin. Lewra mimkun e ji ber agahdarîyên ku di derheqê dilêrî û mêrxasîya kurdan de hatine dayin, hinek encamên nedirust ji wê bêne derxistin; ku ev di çarçoveyek takekesî de bêne tetbîqkirin, mimkun e ji wê zanên wisa peyda bibin ku kurd îteatê heq û neheqê, baş û nebaşîyê nake û nizane.
Lêbelê di rastiyê de bîlekisê wê, kêm ferdên civakên xusûsî û bijarte wekî yê kurdan bi nîyeteke baş dijîn, adeten wek histuxwarkirina dîndarekî îteatê reîsê malbat û qebîleyê dikin.
Hemû îxtilaf; ji ber hinek serokên qebîle û eşîretan e ku bi desthilatdarîya li ser qebîleya xwe ya biçûk kêfxweş dibe. Me sebebên vê îxtilafê erz kiribûn, heqîqeten jî di pişt vana de nîyeteke xerab nîne, lêbelê di netîceyê de pratîka dîrokê nîşan dide ku ev yek li hemberê bidestxistin û pêkanîna armancê bûye asteng.
Ji ber ku sebebên îlmî yên vê rewşa mewcûd a hanê bi temamî nehatine têgehîştin, îro hema hema ber bi wendabûnê ve ye. Feqet bi tevî temînkirina dewamîya vê wendabûnê, divê di derheqê vê xalê de asoya kurdayetî û serokeşîrên kurdan bihête îrşadkirin û ronahîkirin. Me behskiribû ku îxtilafê di dîrokê de çi problem derxistine meydanê. Em mînakek bidin: Her kes dizane ku Yawiz Sultan Selîmî piştî vegera Sefera Çildêranê bi wasîteya Şerafeddînê Bedlîsî[46] çawa Kurdistan bêşer bi xwe ve girêdaye. Li vê derê îzehetkirina wê ne hewce ye. Em tenê krîtîka rewşa dîrokî ya wê demê ya Kurdistanê bikin.
Piştê ku ji ber hinek tesîrên malûm hikumdarîya Merwanîyan têkçû ku wê demê navenda wan Diyarbekir bû, Kurdistan ji alîyê çend mîrnişînîyan ve dihate îdarekirin û her yekê wan ji komên eşîretên biçûk pêk hatibûn. Wê demê bi mîqdarê nifûsa xwe û firehîya herêma di bin desthilatdarîya wan de konfederasyonek teşkîl kiribûn û mimkun bû ku bi têkilî û qeweteke hîn xurt dewletek damezirînin. Lêbelê ji ber terz û tevgera nexweş, mîrnişînên navborî peyderpey parçe bûne û hejmara mîrnişînên ku ketine bin nîrê Yawiz Sultan Selîm, bûye bîstûyek (21).
Ev mîrnişînên misilman, bê şerkirinê radestî Hezretî Yawiz Sultan Selîm bûn û ketin bin nîrê wî. Wî jî hesabê berjewendîyên xwe kir; bi dayina baceke hindik hemû mîrnişînan tevlî nav sînorên Memalîkî Osmanî kir, statuya musteqîlî û xudmuxtarî ya di kar û barê hundirîn de neda hemû mîrnişînan.
Ev mînaka bijarte ya xudmuxtarîya îdarî, mixabin di Kurdistanê de demeke dirêj dewam nekirîye û mîrnişînên navborî ji ber îhmalkirina du tesîrên bingehîn; nifûs û sazûmana îdareya navxweyî, sebebên pêkhatin û pêşveçûna wan, peyderpey esas û şiklê muxtarîyetîyê wenda kirine.
Du tesîrên girîng hene ku bûne sebebê vê jihevbûnê: A yekem û herî bi bandor; rêvebirîya xerab a walîyên wîlayetên dorûberê ye, ku dixwazin bi fitneyan yê din mecbûrê îstifayê bikin. Ewa din jî, îxtilafa di navbera mîrên kurdan de ye ku carina tezahur dike. Ev îxtilaf hîç wextekî ji ber meseleyên bingehîn û heyatî peyda nebûye. Her wekî ku me li jorê jî got, ji xeynî îhtirasa ezezî û xudbînîyê, tu sebebekî din ê vê îxtilafê nîne. Ev îxtiras û ezezîya fecî, di çêbûna kultura mîllî ya kurdan de xwedî roleke girîng e. Ku mîrnişînên navborî, statuya xwe ji dema Yawiz Sultan Selîm û xelefên wî ve hetanî îro berdewam bikira, dê ji çêbûn û pêşketina zimanê neteweyî yê milletê kurd re firseteke hîn musaîd peyda bibûya, heta vê gavê dê bi awayekî hîn sererast rêz û qeydeyên ziman bihatana destnîşankirin. Dîyar e ku ev sernekevtin, ji ber kêmanîya piştgirî û îttifaqeke zexm e.
Lewma, ji vir şûn ve, divê em vê xala girîng û heyatî baş îdrak bikin û her dem li hemberî îxtilafên tewr biçûk jî îtiraz bikin û bizanin ku qedera me di destê Awrupayê de ye û ew jî me bi ehemmîyet û balkêşîyê krîtîze dikin. Tarîx, dagirtîye bi nimûneyên enqazê milletên ku ji ber bê îtîfaqîyê mirine.
Dostekî min ê îngiliz di axaftineke me de gotibû: Hûn bala xwe bidinê, em pêncî hezar îngiliz karin di nav du seetan de li dorûberê fikrekî berhev bibin û ku du seetên din jî derbas bibin, ew pêncî hezar dibin sed hezar. Belkî hemû naverok û esasê teşkîlata mezin a îngiliz, muvaffaqîyeta vê sirrê ye. Qe nebe ji vê şûn ve, em vê mînaka hanê, di çûyina vê guzergaha kortal û asê de ji xwe re wek ronahîyeke bi kar bînin. Û bila dilê hemû welatîyan bibe wek ro û ronahî bide.”[47]
10. Krîtîkek li ser çapa nû ya Mem û Zîna Ehmedê Xanî
Yekemîn çapa matbû ya Mem û Zîna Ehmedê Xanî, 224 sal ji nivisandina wê şûn ve ji alîyê “Kürd Tammim-i Maarif ve Neşriyat Cemiyeti [Komela Kurd ji bo Belavkirina Zanîn û Weşanan]” ve di Nîsan 1919an de tête kirin. Di hejmara 17 ya kovara Jînê de mizgînîya çapa Mem û Zînê weha hatiye ragehandin: “Mem û Zîna Ehmedê Xanî, bi awayekî gelek spehî hatîye çapkirin.”[48] Li gor agahdarîyên C. Bedirxan; hewldanek ji bo çapa berhema navborî ya Ehmedê Xanî, di sala 1310 (1894)an de ji alîyê bavê wî ve çêbûye lêbelê ev hewldan bi ser neketîye.[49]
Celadet Bedirxan di krîtîka xwe ya li ser Mem û Zînê de dibêje:
“Mem û Zîn”a Ehmedê Xanî, cara pêşî ye ku li welatê me tête çapkirin. Em di krîtîkên edebî yên Şerqê de rastî navê wî jî nayin. Lêbelê ev berhem di nezera oryantalîstên Awrupayî de xwedî rexbeteke fewqalede ye. Ev berhem, di bajarên muxtelîf ên Awrupayê de, berîya çend salan bi zimanê îngilizî, fransizî û almanî hatîye tercumekirin û gelek çapên wê yên rengîn çêbûne.”[50]
Hemzeyê Muksî jî di pêşgotina çapa nû ya Mem û Zînê de, ji alîyê neteweyî û edebî ve girîngîya berhemê tîne ziman û dibêje: “Her gel û neteweyê ku daxwaza heyî û karîna xwe ya neteweyî bike, divê ku ji destpêkê ve girîngîyeke xurt bide edebîyata xwe û eserên xwe yên edebî.”[51]
Ji ber ku yekemîn çapa Mem û Zînê ji alîyê Komeleya Kurd ji bo Belavkirina Zanîn û Weşanan ve hatîye kirin, bi kurtayî be jî bi bîrxistina damezirandin û xebatên wê girîng e. Komeleya navborî, pêşiyê di sala 1910an de bi navê KNMC tête damezirandin û di pêvajoya Şerê Giştî de xebata wê tête rawestandin.
Di talîmatnameya wê de mexseda KNMCê weha hatîye ragehandin: “Di nava ewladên weten de yên ku herî zêde ji nîmetên perwerde û zanînê mehrûm man e; kurd in. Mexseda me; di nav kurdan de belavkirina zanîna perwerdeyî û pîşekarîyê ye.
Komeleya me dê bixebite ku ji bo zarokên kurdan li Stenbolê mektebeke seretayî damezirîne û pêdivîyên wê temîn bike…”[52]
Talîmnameya komeleyê, ji 15 bendan pêk hatîye û di binê wê de navê van damezirêneran hatîye nivîsandin:
“Bedirxanzade Emîn Alî Beg
Dr. Abdullah Cevdet
Bedirxanzade Mîdhad Beg
Seyfullah Begê mebûsê Erzerumê
Taha Efendî yê mebûsê Hekarîyê
Tewfîq Begê mebûsê Wanê
Bedirxanzade Kamil Beg
Bedirxanzade Abdurehman Beg
Mihemed Efendî yê mebûsê Gêncê
Huseyn Avnî Begê Mîr Sêfeddînzade
Mîralay Mehmûd Samî Beg
Mehmed Faîk Efendîyê Diyarbekirî (muvazzafê Mehke-meya Şerîye ya Misrê)
Bedîûzzeman Seîd Efendî
Xelîl Xeyalî Efendî yê Modkî
Kurdîzade Ahmed Ramîz.”[53]
Piştî rawestandina Şerê Yekem, sala 1919yê li Stenbolê bi girêdayî CTKê ji nû ve Komela Kurd ji bo Belavkirina Zanîn û Weşanan tête damezirandin. Nûçeya damezrandina komeleyê di rojnameya Serbestî de weha hatîye ragehandin:
“Komeleya Kurd ji bo Belavkirina Neşrîyatê, bi mexseda îslehkirin û standartkirina kurdî, piştî îlankirina Meşrutîyetê hatibû damezirandin û bi tevî rêxistinên din mudetek xebitîbû. Di dema Şerê Yekemîn de xebata Komela Kurd ji bo Belavkirina Neşrîyatê hate rawestandin. Piştî xelasbûna Şer, bi çapkirina Jînê, Cemiyetê ji nû ve dest bi xebata xwe kirîye.”[54]
Di vê dewreya nû de komele, ji bo pêşxistina xebatên li ser ziman û kultura kurdan, bi girêdayî CTKê ve wek komeke xebatên kulturî hatîye damezirandin û herweha kargêrîya kovara Jînê jî dewrê komeleya navborî kirine. Kêmasîyek herî girîng ev e ku desteya kargêrîya vê dewreyê ne zelal e. Di bernameyê de li ser çarçove û çalakîyên komeleyê weha hatîye gotin: “Sînorên xebata komeleyê û armanca karê me ev e; ku em bernamekyea ne sîyasî, temamen zanyarî û qutûbirr pêk bînin û derxînin meydana xebatê.”[55] Bername û heman demî em karin bibêjin nexşerêya xebata komeleya navborî, ji 20 bendan pêk hatîye:
“Bername:
1. Komele dê kovareke zanyarî ya hefteyî biweşîne.
2. Ew pirtûk û dîwan û helbestên ku hemî bêjezan û hozan û zanyarên kurd bi zimanê kurdî afirandine, komele dê wan bi awayekî rast û bedew bide çapkirin.
3. Komele dê ferhengeke kurdî sererast bike û biweşîne; hemî zarên kurdî dê di wê da cî bigirin.
4. Ji pirtûkên rêzimanê yên heyî kîjan aqilane be, komele dê wan bide çapkirin.
5. Ji bo pêkanîna dersên bi zimanê kurdî di xwendegehên pêşîn da, komele dê pirtûkên pêwîst biweşîne,
6. Komele dê kovareka peyvên pêşîyan ên kurdî sererast bike û biweşîne; peyvên pêşîyan ên ku di zarên (zaravayên) cure-cure da tên gotin, ên her zarêk dê di kovarê da beşek pêk bînin.
7. Komele dê haydarîyên li ser adet û toreyên kurdî yên her hêlek berhev bike; her weha, dê çîrok û kurteçîrok û stranên gelêrî yên kurdî berhev bike.
8. Komele dê li ser cografya û tarîxa kurd a mêjîn û nû pirtûkan bîne meydanê.
9. Ew pirtûkên ku bi zimanên Rojhilat û Rojava li ser Kurdistanê û kurdan hene, komele dê wan wergerîne û biweşîne.
10. Komele dê serpêhatîyên kurdên naskirî yên mêjîn û nûhayîn biweşîne.
11. Komele dê di merkeza xwe da û li ciyên pêwîst pirtûkxaneyên ji pirtûkên herêmî û bîyanî pêkhatî veke.
12. Komele dê dersxaneyên şevîn veke.
13. Ew hêlên ku kurd li wan dijîn, komele dê heyetên lêgerînê bihinêre wan hêlan.
14. Komele dê bixebite ji bo ku çapxaneyek ji xwe ra saz bike.
15. Komele dê bixebite ku di nava karkerên kurd da sinifên îhtîyatî û vêkxistinên kooperetîfî pêk bîne.
16. Ew zarokên kurd ên ku li Stenbolê ketine sefaletê û serî li wan gerîyaye û bêhişkî digerin, komele dê mîqdarê mimkun ji wan bi şagirdî bide bal dikandarên cure-cure û ji bo ku ew bi dûzen biçin ser karê xwe, komele dê mesrefa pêwîst jî bide.
17. Komele dê bixebite ku xwendegeheka şevîn a pîşe ji bo zarokên kurd ên sêwî û bêkes veke.
18. Komele dê hêz bide xwe ku ji bo keçên kurd ên sêwî û bêkes xwendegeheka keçan a şevîn veke da ku di wê xwendegehê da keç bêtin hînkirin ji bo pîşeyên malan û xizmetkariyê.
19. Komele dê bixebite ku muzeyek saz bike; ew muze dê ji tiştên şexsî û yên malan ên ku mêr û pîrekên kurd bi kar tînin û her tewir alet û edewatên herêmî bê sazkirin.
20. Komele dê bixebite ku xwendegeheka mamostayan a kurdî saz bike.”[56]
Bi rastî jî dema em bala xwe bidin bernameya komeleyê, dîyar dibe ku ji wê demê ve projeyek pirr girîng dane ber xwe lê mixabin ew proje îro jî pêk nehatîye.
Li ser damezrandina komeleyê, komîsyona pêkhatî û xebata wê, di nûçeyek roja 28 Nîsana 1919 ya Serbestîyê de dibêje: “Komîsyona tetkîka eserên kurdî hate damezirandin.” Di berdewamîya sernivîsa nûçeyê de jî weha hatîye gotin:
“Li Stenbolê di navenda giştî ya Cemîyeta Tealîya Kurdistanê de, ji bo lêkolîn û çapkirina eserên şair û alimên gewre yên kurdan, komîsyonek taybet hatîye damezrandin.
Hinek mirovên zana yên ji ehlê îlmiye û mulkîyeyê, ji bo memûrtîya vê komîsyonê hatine wezîfedarkirin. Komîsyonê, lêkolîna xwe ya li ser berhema tîyatroyî ya manzum a Mem û Zîna Mele Ehmedê Xanî temam kirîye. Heşt formayên wê bi awayekî pirr xweşik hatine çapkirin, dê beşên mayî jî di demeke kin de bêne temamkirin.”[57]
Piştî ku çapa pirtûkê xelas dibe, yek ji rêvebirên CTKê Memdûh Selîm Begî, bi munasebeta çapa nû ya Mem û Zînê dibêje:
“Mem û Zîn hetanî vê gavê li her derê Kurdistanê yan bi yek-du nûsxeyên destnivîs yan jî di bîra me de bi jiber-kirinê gehiştîye hetanî îro. Ji vê gavê şûn ve, wê di serê rêzeya edebiyata kurdî de ciyê xwe yê payebilind bigire û bêdawî bijî. Lêkolîna edebî ya li ser Mem û Zînê, wezî-feya kesên ehlîkar e.”[58]
Herweha Memdûh Selîm Begî di nivîseke xwe ya din de rabirdû û bingehe afirandina van cûre berheman bi renc û xebatên rêxistinî yên berîya wan ve girê dide û dibêje: “Rêxistinên wekî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê, Komela Kurd ji bo Belavkirina Zanîn û Weşanan, Partîya Milletê Kurd û Cemîyeta Teşkîlatê Îçtimaîyye ya Kurd her yek abîdeyek bawerîya Hêvîparêzan e.”[59]
Di rojnameya Serbestîyê de li ser çapa nû ya Mem û Zînê nûçeyek din hatîye belavkirin û mimkun e ku nûçe bi xwe ji alîyê Celadet Bedirxan ve hatibe amadekirin. Lewra Celadet Bedirxan wê demê nivîskar û edîtorê alîkar ê rojnameyê bû û nivîsa ku çapkirina wê tê payîn, nivîsa wî bi xwe ye. Di nûçeyê de dibêje:“Mem û Zîn wek şahesereke edebîyata klasîk a kurd tête qebûlkirin. Piştê du rojan li ser vê berhemê, dê lêkolînek hûrbîn ji bo şiroveya xwendevanan bête pêşkêşkirin.”[60]
Ji belavkirina nûçeyê çend roj şûn ve, nivîsa Celadet Bedirxan jî tête çapkirin û dibêje:
“Me di hejmara berîya çend rojan de behsa Zîn û Mem [Mem û Zîn]a şairê neteweyî Ehmedê Xanî kiribû ku ev şahesera edebî ji aliyê “Komela Kurd ji bo Belavkirina Weşanan” ve tête çapkirin. Di wê behsê de, me gotibû em dê ji xwendevanên xwe re yek-du meqeleyên krîtîkê binivisînin.
Bi tevî bidawîhatina çapa vê berhemê, bi vê meqeleya ber destê we, di çarçoveyek giştî de li ser Mem û Zînê grîzgaheke krîtîkan hatîye kirin.
Her wekî ku berîya nûha jî min got; heqîqeten Mem û Zîn şaheserek bilind û giranbiha yê edebiyata kurdî ye. Kutibxaneya me ya îrfanê ne pirr dewlemend e, Mem û Zîn di nav vê kutibxaneyê de xwedîyê mahîyet û qîmeteke ansîklopedîk e. Mem û Zîn, di eslê xwe de li ser bûyera çîrokek helbestî ya evîndarîyê hatîye honandin. Lêbelê nivîskar berîya ku dest bi bûyera çîrokê bike, bi yek-du muqadîmeyan meseleyên muxtelîf şirove dike. Di vê navberê de jî bi qelema xwe ya bêeman, bi zimanekî zelal û bilind bextreşîya milletê kurd tîne ziman. Dema em di krîtîka li ser berhemê de, ev alîyê wê wek bingeh qebûl bikin, ev, teşwîqa qîrîn û hawareke rastîn e, ku ji rabirdûyê ve hetanî îro ji bo neslê kurd û ciwanên kurd bûye feryada xîretê û xebatê. Ev şîretên neteweyî, ji alîyekî ve bi zimanekî edebî yê bilind bi dawî tên û hemû qabîliyetên exlaqî û fitrî yên kurdan bi hemû heqîqet û zelalîya xwe ve wek lîlikek diberriqîne, ji alîyê din ve jî digel van xusûsiyetên fitrî û bi tevî van pêkhatinên mewcud, rewşa kurdan bi zimanekî xemgîn û dilsoj ê wekî pêlên dilêş ên oqyenûseke bêbinî tîne ziman.
Ev beş belkî ji sed beytan zêdetir nîn e, lê wek îksîreka hişyarkirinê, her kurdekî bi lerizandinê dihejîne.
Mele Ehmedê Xanî piştî vê destpêkê, hinek behsa dîroka kurdan dike. Ev beş kurt e, lêbelê li ser mîrnişînîya Azîzan agahdarîyên faydedar hatine dayin; aktorên bûyerê, Mem û xwezûrê wî Mîr Zeynedîn bi xwe jî mensûbên vê mîrnişînîyê bûn.
Ehmedê Xanî jî wekî Şahnameya nivîskarê navdar ê Îranî Fîrdewsî, methîyeyên bi mubalexe kirine; di vê beşê de, di derheqê hunera lefzê de ku wê demê pirr maqûl bû, qudretek mezin nîşan daye û xusûsen teşbîhên edebî yên wekî rumuz, kînaye, îstîare yên aîdê şexsê xwe bi kar anîne.
Piştî van beşan ku wekî dûrê babetê têne xuyakirin, dest bi çîroka bûyera evîndarîyê dike. Bêguman alîyekê xuyayê vê berhemê jî, zimanê wê, di terzê çîroka dema nûha de hatîye lêkirin.
Em dikarin bibêjin ku terz û zimanê çîroka Ehmedê Xanî, hetanî dereceyekê wekî terz û awayê “Leyla û Mecnun”a Fuzûlî ye. Nûbûnekî Ehmedê Xanî ji ya Fuzûlî zêdetir e. Ehmedê Xanî, berhema xwe di şiklê pêşnû-mek tîyatroyî de tertîb kirîye; carina şexsan li hemberê hev dide peyivandinê. Dema lêgerînek li ser van beşan bête kirin; zimanê dema nûha yê sehneyê, zimanê roja-ne yê dîalogê û dîalogên manzûm ên hîn kevnare têne bîra me.
Di van dîalogan de; eger carina sikûnetên dirêj û qutbûn çênebûna, çîrokên hevdudanî yên nivîskar nebûna, berhem bi hinek sererastkirinên biçûk karibû derketa meydana sehneyê.
Babet hêsan e feqet metn bi neqşeke zirav hatîye honandin. Wekî me got, piştê wê pêşgotina biçûk, mewzûya esasî yanî çîroka evîndarîyê dest pê dike.
Ji vê nûqteyê şûn ve, em dê berhemê bi nihêrîneke pirralî krîtîk û parve bikin. Di meqeleyên me yên krîtîkê de, dê îzeheta pêdivî ji bo xwendevanan bête pêşkêşkirin.”[61]
11. Gera Major Noel û bûyera Meletîyê
Di nav xebatên CTKê de bûyerek herî girîng jî, rêxistinkirina gera heyeta Major Noel e. Di nav vê heyetê de çar endamên CTKê hebûn: Celadet Bedirxan, Kamiran Bedirxan, Ekrem Cemîl Paşa yê Diyarbekirî û Abdurehîm Rehmî yê Hekarî. Ekrem Cemîl Paşa di destpêkê de ne endamê heyetê bû, paşê li Helebê tevlî vê heyetê dibe û Abdurehîm Rehmî yê Hekarî jî wek mamosteyê kurdî yê Major Noel di heyetê de cî digire.
Di hin çavkanîyan de şiroveyên cûr bi cûr û tevlîhev li ser vê bûyerê têne kirin ku gelekê wan dûrê rastîyê ne. Hinek bi vê bûyerê ve girêdayî, dixwazin Ali Galip ê walîyê wê demê yê Xarpûtê jî wek kurdperwer yan jî piştgirê kurdperweran nîşan bidin. Alî Galîp ne kurd bû û ne jî têkilîya wî bi kurdîtî re hebû, ew tenê “mixalifekî tirsonek” ê Îttîhad û Terakkî bû. Lêbelê paşê ji alîyê Kemalîstan ve, bi egera damezrandina dewletek kurd, di Dîwanê Herb de hate mehkemekirin. Di rastîyê de bûyera Ali Galip ne pirr girîng e. Vê bûyerê, ji bo tengijandina hikumeta Stenbolê û pêşxistina tevgera Anatolyayê, firsetek ji Mistefa Kemal re peyda kiribû. M. Kemal û hevalên xwe jî, vê bûyerê ji bo propagandayê bi kar tînin. Di vê beşê de, dixwazim bi agadarîyên çavkanîyên dereceya yekem, ronahî bidime ser vê bûyerê.
Ji alîyê polîtîkaya îngilizan ve sebebê vê gerê, di rojnivîsa Major Noel de weha hatîye lêkirin:
“Piştî hevdîtina min û Albay Wîlsonî ya roja 26ê Hezîrana 1919, biryar ev bû ku ez biçim Stenbolê, li vê derê bi endamên malbata Bedirxanî yan jî bi hin kurdên xwedî bandor re hevdîtinekê çêkim û bi tevî hin kesayetên xwedî bandor, gerînekê ji bo Kurdistanê saz bikim. Tay-betîya gera me ya Kurdistanê ev bû: Divîya em polîtîkaya pan-îslamîst a tirkan, propaganda û derewên wan pûç bikin ku digotin; dê bi piştgirîya çekdarîya îngilizan, kurd bikevin bin desthilatdarîya ermenan. Ez di 3yê Tîrmehê de gihîştim Stenbolê, di serî de bi Seyîd Abdulqadir, Emîn Alî Bedirxan û hin serkirdeyên sîyasî yên kurd re hevdîtinên me çêbûn. Piştî çend hevdîtinan, heyetek di dereceya diduyan de hate pêkanîn û pêş-nîyarkirin. Di nav vê heyeta nûneran de herdu kurên Emîn Alî Bedirxan, Seyîd Moîn ê zavayê Seyîd Abdulqadir û Îbrahîmê Dêrsimê hebûn.”[62]
Paşê ji endamên vê heyetê; Îbrahîmê Dêrsimî û Seyîd Moîn ji ber hin sebeban tevlî heyetê nabin. Herdu birayên Bedirxanî; Celadet û Kamiran Beg jî dikevine rê û di 29ê Tebaxa 1919yê de digîjin Helebê. Li Helebê, Ekrem Cemîl Paşa jî li ser daxwaza Major Noel tevlî heyetê dibe û heyet di 21ê Tebaxê de berê xwe dide ber bi Meletîyê û di 6ê Îlona1919yê de digîjin nava bajêr.
Major Noel dibêje: “Dema em nêzîkê Meletiyê bûn, me dît ku muteserrif, serokê şaredarîyê û memûrên payebilind ên din hatine pêşwazîya me. Muteserrif Xelîl Beg ê apê Celadet û Kanuran, endam û damezirênerê Cemîyeta Kurd û rojnameya wê bû, hîsên wî yên neteweyî pirr bi hêz bûn.”[63]
Gera Major Noel û heyeta pêkhatî, rastî dema civîna Kongireya Sîwasê tê û ji ber vê yekê dibe babetek gengeşî û nirxandinên Kongireyê jî. Mistefa Kemal di axaftineke xwe ya Kongireyê de dibêje:
“Serbazekî îngiliz ê bi navê Mister Noel bi tevlî Celadet û Kamiran Bedirxan, Ekrem Cemîl Paşa û digel panzdeh siwarîyên kurd hatine nik Xelîl Bedirxan ê muteserifê Meletiyê. Mexseda wan ev e, kurdan bi weadkirina da-mezirandina Kurdistanê, di aleyhê me de û dijraberê me teşwîq bikin. Em ji destpêka meha Tîrmehê ve ji vê bûyerê agahdar in, di wîlayetê navborî de tedbîrên pêdivî hatine girtin û hûn dibêjin çi? Heyeta Kongireyê bi giştî dibêjin; ji bo îcreatên wisa me bi îtifaqê destûr dabû cenabê te.”[64]
Mistefa Kemal, biryara destgîrkirina heyeta Noel, bi têlgirafekî ji Kazim Karabekir ê qumandarê qolorduya 15. û yên din re rêdike. Kazim Karabekir di têlgirafa xwe ya roja 6ê Îlona 1919 ya bi hejmar 529 de bersiva wî dide û dibêje: “Zabitê ecnebî bi misadeya hikumeta merkezî hatîye vira û ji bo tetkîkkirina li ser nifûsa turk, kurd û ermenan kar dike.”[65] Li ser vê bersiva Karabekir, M. Kemal berê xwe dide qumandarên leşkerî yên din. Dawîyê Major Noel dibîne ku problem çêdibin, di 10ê Îlona 1919yê de Meletiyê terk dikin û vedigerin.
M. Rifat di pirtûka xwe ya bi navê “Türkiye İnkılabının İçyüzü” de li ser gera Major û bûyera Meletiyê dibêje:
“Armanca gera Noel ji bo Kurdistanê çi bû? Divê îzeheta vê bûyerê jî li vê derê bête kirin. Komîteyên ermenan û bîlhesa jî Taşnakyutsun li Awrupa û Amerîkayê propa-gandayek berfireh dabû destpêkirin û kar dikir ku xaka Kurdistanê jî di nav de, Ermenîstaneke mezin bête damezrandin. Di vê çarçoveyê de bi muracatên xwe yên berdewamî, dixwest tesîr û bandorek li ser xebatên Konferansa Sulhê ya Parîsê bikin. Hin merkezên sîyasî û bi taybetî jî Amerîkayê piştgirîya wan dikir.
Meclîsa Bilind a Sulhê ku li saraya Versay a Parîsê kar dikir, li hemberî daxwazên ermenan ku li medyaya dinyayê dihatin belavkirin, ketibûn tengasîyê.
Ji ber ku di heqê nifûs û rûniştvanên wîlayetên Kurdistana Bakur ku bi navê wîlayetên Şerqîye tête nasîn de îstatîstîkek pêbawer tune bû, qada belavbûn û mîqdarê nifûsa kurd, tirk û ermenên li van bajaran baş nedihate zanîn, pêdivî bi lêkolîna li ser van bajaran hebû. Major Noel ji ber ku bi zimanê kurdî zanibû, ji bo vî karî wek memûr hatibû wezîfedarkirin.
Bêguman encama pêkhatina lêkolînên Major Noel, wê bi kêrê Dewleta Osmanî bihata. Lewra di wîlayetên Şerqê de pirranîya nifûsê kurd bûn, ermen kêm bûn.
Dema ku Major Noel bi vê wezîfeyê ji Parîsê digîje Stenbolê, ji alîyê rêvebirên Babê Alî ve pêşwazîyek gelek xweş ji bo wî tête kirin.
Major Noel dema ku hate Stenbolê, ji bo pêkanîna têkilî û bingeha lêkolînên xwe, serî li Cemîyeta Tealîya Kurdistanê jî da. Piştî pêkhatina têkilîyan û întibaya pê re çêbûyî, ji me daxwaz kir ku di vê seyehata tetkîkê de, serokê cemîyetê cenabê Seyîd Abdulqadir Efendî û endamê merkeza giştî Mewlanzade Rifat, digel wî tevlî vê seyehatê bibin û vê hewldana xwe jî bi wesîteya sefareta îngiliz a Stenbolê dabû bilêvkirin. Ev teklîf, ne ji alî min ve û ne ji alîyê cenabê şehîd Seyîd Abdulqadir Efendî ve hate qebûlkirin. Digel vê, me nedixwest Major Noel jî tenê bi serê xwe vê seyehatê bike. Bi biryara civîneke merkezî, me her du lawên Emîn Alî Bedirxan ê serokê duyem ê komeleyê, Celadet û Kamiran Beg ji bo vê seyehatê digel Major Noel rêkirin.
Sebebê seyehata Major Noel, ji alîyê Babê Alî ve dihate zanîn. Babê Alî pê bawer bû ku lêkolînên Major Noel, dê bide dîyarkirin ku di wîlayetên Şerqê de îslam-kurd ekseriyet û ermen jî eqalîyat in; ev yek jî dê ronahî bidana karê Meclîsa Bilind a Sulhê û îdeayên xeyalî yên komîtacîyên ermenan jî pûç bikira. Lewra Mistefa Kemal jî ji bo vê meseleyê rêkiribûn Anatolyayê. Ji ber vê yekê Babê Alî, ji bo alîkarîya Major Noel, hin pêşnîyar kiribûn û bi biryarnameyek hemû wîlayet jî agahdar kiribûn.”[66]
Xelîl Rehmî yê Bedirxanî ku wê demê miteserrifê Meletiyê bû, li ser wezîfe û armanca gera Noel weha dibêje:
“Mîster Noel destûra gera ji bo hemû wîlayetên Rojhelatê, ji hikumetê wergirtibû, pêre nivîseke fermî ya Wezareta Daxilîyê hebû ku têde gotibû: Bi her awayî asankarî û alîkarîya pêdivî nîşan bidin, dema bixwaze defterên nifûsê û qeydên fermî yên bi girêdayî wî nîşan bidin, her weha ku bixwaze rê bidin bila bi serok û giragirên eşîretan re hevdîtinan pêk bîne.”[67]
Major Noel bi vî awayê digel Celadet, Kamiran Beg û Abdurehîm Efendî ji Gara Heyderpaşayê bi trênê ketin rê û çûn Helebê. Wê demê Heleb di bin desthilatdarîya îngilizan de bû. Çend roj li Helebê man û di vê navberê de Major Noel jî bi balefirekê çû Bexdayê û vegeriya. Heyet dema ku li Helebê diman, bi tesadûfî rastê Ekrem Cemîl Paşa yê Diyarbekirî têne ku ew jî endamekî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê bû. Heyet, Ekrem Beg jî bi tevî xwe dibe û bi rêya Arga û Elbîstanê digîjin Meletiyê.
“Mistefa Kemal li ser meseleya Major Noel, di “Nutuqa” xwe de dibêje:
“Dê Kurdistanek bihata teşkîlkirin.”
Ev ehemmîyeta ku M. Kemal wê demê ji bo vê seyehetê tîne ziman, qethen nerast bû.
Wê demê nêrîn û armanca esasî ya Cemîyeta Tealîya Kurdistanê ev bû: Milletê kurd ji alîyê neteweyî ve bête hişyarkirin û pêşveçûnek di nav wan de çêbe. Cemîyeta me di vê bawerîyê de bû ku pirranîya tewr zêde ya van deveran kurd in, ermen li van deveran eqalîyeteke biçûk e. Bi eger û bûhayê çi dibe bila bibe, em qebûl nakin ku van deveran bikeve bin desthilatdarîya ermenan. Ji xwe di encama xebat û hewldanên Cemîyeta Tealîya Kurdistanê de, Meclîsa Bilind a Sulhê mecbûr mabû ku li ser wîlayetên Şerqê lêkolînê bike. Di vê babetê de, xebata Şerîf Paşayê kurê Seîd Paşa hêjayê teqdîrkirinê ye.”[68]
“Piştî ku Noel vê tevlihevîya rewşa Anatolyayê dibîne, ji bo ku ew bi xwe nebe sebebê meseleyeke sîyasî, seyehata xwe qut dike û di 10ê Îlona 1919yê de bi serbestî Meletiyê terk dikin û bi tevî hevalên xwe vedigerin Helebê. Rastîya meseleya Major Noel ev e.”[69]
Ev rastî, di hinek belgeyên veşartî yên Brîtanyayê de jî hatîye nîşandan ku di raporta hejmar “FO 371/4193” ya îstixbarata leşkerîya Brîtanyayê de hatîye gotin: “Serkirdeyên neteweyî yên turk vê bûyerê wek komployek Brîtanyayê dibînin û dibêjin armanca wan damezrandina Kurdistanek serbixwe ye.”[70] Ji agadarîyên aktorên bûyerê jî dîyar dibe ku tesawirên tevgera Kemalîst dûrî rastîyê bû. Lêbelê wan ev bûyer, bi awayekî serkevtî li hemberê hikumeta merkezî û tevgera kurd bi kar anîn.
Ekrem Cemîl Paşa yê ku bi xwe jî di nav vê heyetê de bû, vê bûyerê, di bîranîn xwe de ji serî bigre heta dawîyê bi kurtahî weha tîne ziman:
“Ji bo ku xwendina xwe ya li Belçîkayê temam bikim, ez di nîvê meha Tebaxê de ji Diyarbekir çûme Helepê û ji wê derê ve jî dê biçûma Stenbolê. Li Helebê rastî lijneyeka ji kurd û îngilizan pêk dihat hatim. Kurd; Bedirxanî Celaded û Kamiran Beg bûn. Serokê lijneya Brîtanyayê jî Major Noel bû. Major Noel bi destûra hukumeta osmaniyan berî du mehan hatibû Diyarbekirê û bûbû mêvanê şaredariyê. Min ev begê Brîtanyayî hindek caran li Diyarbekirê dîtiye û di havîngeheka me de xwarinek dabû Major Noel û yên digel wî. Ji bo gera Major Noel, Celaded û Kamiran Beg ferman ji Sultan Wahdetîn hatibû girtin. Qaşo dê vê lijneyê li Kurdistanê serjimara kurd û ermenan destnîşan bikira. Major Noel pir dixwast ku ez jî beşdarî wan bibim. Min ji wan qasê 24 saetan mohletek xwest. Li Helebê hindek hevalên min hebûn. Ez dê bi wan re bişêwiriyama. Ji bo ku perwerda xwe temam bikim, min pir dixwest ku biçime Belçîkayê. Piştê ku ligel hevalan axifîm, min xizmeta neteweyî ji berjewendiya kesanî guncawtir dît. Piştê du rojan bi lijneya navborî re me terka Helebê kir, ketin ser rê...
Piştê ku me zozanên Sîne, Mîlî û Atmanan terk kirin, roja pêncê meha Rezberî em gehiştin Meletîyê. Demê em gehiştin Meletîyê, me dît Xelîl Begê mamê Celadet û Kamiran Beg, muteserrifê Meletî ye. Ev her du beg bûne mêvanê mamê xwe yê muteserrif. Ez û Major Noel bûn mêvanê şaredarê bajêr Arpacî Mihemed Efendî. Şaredar kurdperwerekî germ bû, kesekî mêvanperwer û kerembexş bû. Xwe şaş kiribû, nizanibû dê çawa îkrama min û Major Noel bike. Her roj beyanî Major Noel û Celadet Beg diçûne avahîya hikumetê. Serjimara kurd û ermenan destnîşan dikirin û dinivîsin. Me jî bi rêberiya şaredar hevalên xwe yên kurdperwer didîtin, me digote hev û layangirên xwe zêde dikirin... Civîna me ya ku ji muteserrif Xelîl Bedirxan Beg, şaredarê Meletîyê Arpacî Mihemed Efendî û serokê eşîra Rişwan Hecî Bedir Axa û ji me pêk dihat, Meletî kiribû hêlîna kurdînîyê. Me li Diyarbekirê di dema damezrandina Komeleya Kurdistanê de bi rêka hewalgêrîyê li Maden, Elezîz û Meletîyê gelek hevalên kurdperwer nas kiribû. Berî salekê ew hevalên ku min xiyaben nas dikir, nûke dihêne beramberî hevûdu, bi kêfxweşî hevûdu hembêz dikin. Civînên şevan çê dikin û bi saetan diaxifin û gengeşîyan dikin.
Di encamê de, çaremîn roja me ya Meletîyê bû ku berî berbanga sibehê dergehê derve hate lêdan. Jûra min ber bi hewşê bû. Bi dengê dergehê ez ji xewê şiyar bûm. Min serê xwe ji pencereya vekirî re dirêj kir û pirs kir got, tu kî yî? Dengekî nermik got, “ka zû were.” Bi bêdengî ji pêlikan hatime xwarê. Ber bi dergehî ve çûm. Min pirs kir “Tu kî yî, çi dixwazî?” Bi dengê xwe yê ner-mik ve got, ez im. Min ev deng nas kir. Ew hevalê me ye, yê ku têlgirafan belav dike, eve çar roj e ku her dihê serdana me. Min yekser dergeh vekir. Piştê ku dergeh daxist, em çûne kenarekî. Hevalê têlgirafa belav dike got: Em ji telgrafeka ku şev ji Elezîzê hatîye hinartin têgehîştin ku ji bo bi ser me ve bigirin, bi fermana Mistefa Kemal ji Elezîzê lîwayek piyade, tabûrek topavêj, bolukek siwarî, bolukek mîtralyozê hatîye veguhastin. Berî zertavê dê li Meletîyê me derdest bikin. Ji ber vê çendê, diviya me demûdest bajêr biterikanda. Hevalê li ser têlgirafan piştê ku ev zanyarî da me, vegeriya. Ez derketim
76serî. Çûme jûra Major Noel. Min Major ji xewê rakir. Em bi pêk ve hatine xwarê. Me hevalên xwe yên li xwarê ji xew şiyar kirin. Ez bi demanca xwe û tifenga xwe ve di tariyê de ber bi jûra Xelîl Begê çûm. Hevalên wê derê jî şiyar kirin. Yekser vegeriyam. Hetanî ez hatim kelû-pelên me amade bûn û li hespan siwar kiribûn. Kamiran û Celadet Beg jî bêyî ku dereng bimînin hatibûn. Hespên wan jî amade bûn. Me xatirê xwe ji Mihemed Efendî xwest û bi rêberîya Remoyê çekdar, çalak ku ji eşîra Rişwan e, ji bajêr derketin.
Em ber bi çiyayên rojavayê başûrê ve diçûn. Hêj roj bilind nebûbû. Ji piştê ve yên bi ajelên bar re dihatin gazî kirin. Gotin siwariyên tirkan nêzîkê me dibin. Em siwarî yekser vegeriyan. Me ajelên xwe yên barkirî ajotin pêş. Bi rastî jî bi qasî 150 siwarîyan, me ji çarsed mêtroyî ve dişopandin.... Em ji heft siwarî û deh piyadeyan pêk dihatin. Hevdeh kes bûn; sisêyê wan îngilîz, çardehê wan jî kurd bûn. Piştî deh saetan em gehiştin zozanên Hecî Bedir Axa.
Demê em gehîştin wê derê, me ev kes li wê derê dîtin: Muteserrif Xelîl Beg, parêzgerê Elezîzê Galîp Beg (mirovê Sultan Wahdedîn, berhingarê Mistefa Kemal bû, ji Elezîzê reviyabû û xwe gihandibû Meletîyê), Arpacîzade Mihemed Efendî û Hecî Bedir Axa. Van kesan bi rêkeka kurt û ewle hatibûn wê derê. Me li vî zozanê heşt rojên xweş derbaz kirin. Di rêya vegerê de, em şevekê li Urfayê man û derbasî Helebê bûn. Çend rojan em li Helebê man, paşê bi rêka şîmendîferê derbasê Mersînê bûn. Ji Mersînê bi vapûrê ve em çûn Stenbolê.”[71]
Dr. Nûrî Dêrsimî jî dibêje: “Konferansa Aşitîyê ya Parîsê ji bo ku çareserîyek ji daxwazên kurd û ermenan re bibîne, Bînbaşî Noel ji bo lêkolîna sicîlên nifûsa sehayê, di Îlona 1919yê de rêkiribûn herêma Meletiyê.”[72]
Wekî ku Noel, M. Rifat, Dr. Nûrî Dêrsimî û Ekrem Cemîlpaşa bi berfirehî gotîye, “Rastîya bûyerê ev e.” Lêbelê Mistefa Kemal û çapemenîya Îttîhad û Terakkî, dixwestin bi hinceta vê meseleyê, hikumeta merkezî bixin tengasîyê; wek yekemîn serkevtina Tevgera Anatolîyê û herweha wek sernekevti-na hewldana tevgereke çekdarî ya kurd bidin nîşandan. Wê demê li ser vê bûyerê rojnameya Mîllîyetê wisa nivisandîye: Alî Galîp û Xelîl Rehmîyê Bedirxanî bi xîreta ceribandinek dawî xebitîn ku eşîrên kurdan serhildaneke bikin, lêbelê tevdîr û tertîbatên ku hatin girtin û şîddeta ku hate nîşandan, hewldanên wan pûç kirin û eşîret jî belav kirin.”[73]
Li ser çêbûna vê bûyerê, ji alîyê nêrîna fermî û kemalîstan ve gelek derew û agahdarîyên nedirust hatine belvakirin. Ji vana yek jî xebata bi navê “Millî Mücadele Dönemi Beyannameleri ve Basını” [Beyanname û Çapemenîya Dema Micadeleya Mîllî] ye ku bûyerê wisa neqil dike:
“Berîya mudetekê xayînekî bi navê Alî Galîp ji alîyê hikûmeta merkezî ve ji bo walîtîya Xarpûtê hatibû tayînkirin. Merkezê ev walîyê xayîn û komek namerd û xwefiroşên wekî miteserrifê Meletiyê Bedirxanî Xelîl, Bedirxanî Kamiran û Celadet, Ekrem Cemîlpaşazade yê Dîyarbekirî û Mewlanzade Rifat ku di şûna wijdanê de lîreyên îngiliz tercîh kirine, sewqê wê derê kirine. Digel wan jî bi navê Nowel bînbaşîyekî Brîtanyayî heye ku dixwaze bi teşkîlkirina Kurdistanekê, memleket parçe bike. ...”[74]
Fatih Mehmed Sancaktar jî di çarçoveya vê nêrîna fermî de ku ji pirtûka Ahmed Suleyman a bi navê “İngiliz Muhibler Cemiyetinin Esrarı” [Esrara Cemîyeta Hezkirîyên Îngiliz] neqil dike û dibêje:
“Teşebûsa serhildana kurdan bi teşwîqên Saîd Molla çêbûye. Wî, bi teşwîqkirina serhildana kurdan, dixwest di cebheya rojhelatê de Hereketa Anatolyayê bixe tengasîyê û îrtîbata fîzîkî ya Rûsya û Tirkiyeyê qut bike. Ji bo tetbîqkirina vê planê; bînbaşî Nowel, Cemîlpaşazade Ekremê Dîyarbekirî, Celadet û Kamiran Bedirxan digel hinek siwarîyan bi rêya Elbîstan û Argayê re derbasê Meletiyê bûn. Li vê derê ji alîyê muteserrifê bajar Xelîl Bedirxanî ve hatin pêşwazîkirin. Piştî hatina wan, Alî Galîp Beg ê walîyê Xarpûtê jî ji bo beşdarbûna wan hate Meletiyê.”[75]
Di dawîyê de dîyar dibe ku wekî gelek bûyeran, bûyera hanê jî, ji alîyê M. Kemal û terefdarên wî ve hatîye şêlûkirin. Lêbelê wekî ku ji alîyê bapîran ve hatîye gotin; roj bi bêjingê û rastî jî bi derewan nayin veşartin. Kemalîst çi bûhtan û de-rewan rêz dikin bila bikin, rastîya dîrokî ya vê bûyerê; wekî gotin û agahdarîyên M. Rifat, Noel, Xelîl Rehmî Bedirxan, N. Dêrsimî û Ekrem Cemîl Paşayê Dîyarbekirî ye.
12. Xebatên li ser ziman û berhemên nivîsandî yên kurdî û rabihûrîya bikaranîna alfabeya latînî
Babeteke girîng a weşanên wê demê jî, nivîs û gengeşeyên li ser xebata ziman û eserên kurdî ye. Di vê çarçoveyê de; ji nû ve çapkirina berhemên klasîkên kurdî, nivîs û nûçeyên di derheqê xebatên rêxistinên kulturî û sîyasî yên kurdan de, sansora li ser zimanê kurdî, meseleya şêwe û dîyalektan, hewldanên standartkirina zimanê kurdî û çêkirina alfabeyeke nû, babetên tewr girîng ên nivîs û nivîskarên weşanên wê demê bûn.
Feqet îro dema ku behsa bikaranîna alfabeya latînî ji bo nivîsîna zimanê kurdî bête kirin, pêşîyê Celadet Bedirxan tête bîra me. Bêguman di pêkanîna şiklê dawî û tetbîqkirina vê alfabeyê de para Celadet Bedirxan û ekola Hawarê gelek zêde ye. Lêbelê di kudandina vê rê de keda gelek mirovên berîya wî jî hene, divê ew jî bêne bi bîrxistin û ev encam, wek pêvajoyeke gehiştî û kolektîf bête dîtin. Lewra li ser vî babetê nêrînên cihê cihê hene.
Qedrî Cemîl Paşa, di bîranînên xwe de li ser rabirdûya xebata bikaranîna alfabeya latînî û gengeşeyên li ser vî babetê dibêje:
“Pêşniyara qebûlkirina tîpên (herfên) latînî, cara yekemîn di sala 1913yê de ji layê memurê posteya Stenbolê Fewzî Beg ve hatîye kirin ku bi xwe jî endamê Komela Hêvî bû. Her weha Dr. Abdullah Cevdet jî di nivîsên xwe yên nav rûpelên kovara Rojî Kurd de ji bo nivîsandina zimanê kurdî pêşniyara bikaranîna alfabeya latînî dike û dibêje tîpên erebî nikarin bi temamî zimanê kurdî îfade bikin.”[76]
Dr. Abdullah Cevdet di hejmara yekem a Rojî Kurd de li ser girîngî û pêdivîya perwerdeyî û guhartina alfabeyê weha dibêje:
“Divê rêjeya xwendin û nivîsandina kurdan bi kêmtirîn bigîje 40%. Ya din, divê zarokek 7-8 salî, tewr zêde di nav mehek de fêrê xwendin û nivîsandinê bibe û karibe rast bixwîne. Ji bo pêkanîna vê jî, divê dev ji herfên kevnare bête berdan û yên nû bêne qebûlkirin.”[77]
Dema em bala xwe bidin nav rûpelên Rojî Kurd, dîyar dibe ku li ser alfabeyê gelek gengeşî çêbûne û pêşnîyar hatine kirin. Digel pêşnîyarên li jorê, nivîskarê Rojî Kurd Mesûdê Silêmanîyeyî jî îşaret û herekeyên alfabeya erebî wek bargiranîyeke dijwar dibîne û pêdivîya nûkirina alfabeyê tîne ziman û dibêje:
“Ji bo hînkirina 33 herfan, ji dusedî zêdetir şekil ji xwendevanan re têne nîşandan. Ev, xwendevan û mamosteyan gelek diwestîne û pêdivîya performansek gelek zêde ji wê re divê. Bi giştî sebebekî nezanîyê jî ev e.
Çareserîya vê yekê jî; divê di destpêka perwerdeyîyê de ji bo her herfekê tenê şiklek bête destnîşankirin û dest ji yên din bête berdan.”[78]
Wê demê komeleyek bi navê Îlîmlerîn Genelleştîrîlmesî ve Harflerîn Dûzenlenmesî Cemîyetî [Cemîyeta Belavkirina Îlim û Serrastkirina Tîpan] hebû û ew jî tevlî van gengeşeyan dibe û ji bo rêvebirên kovara Rojî Kurd pêşnîyarek wisa dikin:
“Sebebê tewr girîng ê paşvemayina me, kêmasîya herfên (tîpên) me ye. Heta roja îro li ser vê babetê ge-lek dîtin hatine pêşkêşkirin; beşekî gotine bila herfên latînî, ermenî bêne qebûlkirin û beşekî din jî vê pêşniyarê wek xeterîyek dîtine û gotine bila herfên erebî yên ku ji alîyê alema îslamî ve têne bikaranîn bêne sererastkirin û qebûlkirin...
Bi dîtina me, zimanê kurdî, bi herfên dervayê alfabeya erebî bête nivîsandin, dê ziman bête xerakirin. Ji ber vê yekê, ji bo zimanê milletên misilman qebûlkirina al-fabeyên bîyanî, ne munasib e; xeternak e. Em nabêjin ne mimkun e, em dibêjin ne munasib e. Ger ji vê xe-ternakîyê nebe, dikare mimkun be. Ji ber vê yekê, divê herfên erebî li gorî zimanê hemû milletên misilman ji nû ve bêne sererastkirin.”[79]
Li ser meseleya alfabeyê, M. S. Azîzî jî di hejmara duyemîn a Rojî Kurd de, pêşnîyarên Cemîyeta Belavkirina Îlim û Ser-rastkirina Tîpan erênî dibîne û dibêje:
“Meseleya lêkolandin û amadekirina alfabeyeke hêsan û nû ya ji bo kurdî, berdewamî serê min meşxul kirîye; ez wisa bawer dikim ku pêşnîyara Cemîyeta Belavkirina Îlim û Sererastkirina Tîpan a li ser alfabeyê, ji her kesî bêtir bi kêrî me kurdan tê.”[80]
Di heman hejmara Rojî Kurd de Modanî Xelîl ku bi kurteya “M. X.” nivisindîye dibêje: “Elîfbayek li ser tarzekî nû lazim e.”[81]
Ji Rojî Kurd şûn ve di nav kovar û rojnameyên wekî Jîn, Kurdistan û Serbestîyê de jî li ser alfabe, zimanê kurdî, sansura li ser nivîsandina kurdî, perwerdeyî û çapkirina berhemên klasîk ên kurdî nirxandin û pêşniyarên ciyawaz hatine kirin.
Sansur, wê demê jî babeteke girîng a çapemenîyê bû û bi taybetî nivîsên kurdî jî hatine sansurkirin. Dema em bala xwe bidin hin hejmar û rûpelên weşanên wê demê, dîyar dibe ku valayî di nav de heye û ew valayî ji ber sansur û qedexeya li ser zimanê kurdî bû. Li ser meseleya sansurê, di hejmara 29ê Nîsan 1919 ya Serbestîyê de weha hatîye gotin: “Ji ber ku di nava îdareya matbûatê de mutercîmekî şarezayê zimanê milletê kurd nîne, gelek astengî li pêşîya neşriyata kurdî çê dibe. Ji ber vê yekê, roja bihûrî, helbesteke kurdî ji nav rûpelên rojnameya me hatîye sansurkirin.”[82]
Ji ber vê sansurê, di nav rûpelên Serbestî de bi navê “Neşrîyata Kurd” daxuyanîyek hatîye belavkirin û dibêje:
“Ji alîyê îdareya sansurê ve helbesteke kurdî ji nav rojnameya me hatîye derxistin. Helbest bi tevî tercumeya xwe hatibû nivîsandin û rakirina wê ne li gorî teamulên heyî bû. Gelek rojname 20-30 rêzik û qitayên bi zimanê fransizî û farisî çap dikin û rastî tu astengîyekî nayin, em hêvî dikin ev qaîde ji bo neşriyata me jî bêne tet-bîqkirin.”[83]
Digel van rexne û balkêşîyan, di nav rûpelên weşanên kurdan de gengeşe û nivîsên li ser vê babetê têne domandin. Naveroka paneleke CTKê bi sernivîsa “Di heqê zimanê kurdan de” weha hatîye ragehandin:
“Ji alîyê xortê çeleng ê kurd Abdurehman Rehmî yê Hekarî ve, do li navenda Cemîyeta Tealîya Kurdistanê li ser girîngîya ziman û pêşxistina qabîlîyeta kurdî panelek muhîm hate sazkirin.
Axaftvanî hinek berhemên şaîrên kurd bi dûr û dirêjî tetkîk kirin û li ser kultura neteweyî ya kurd, hin esasên balkêş dane dîyarkirin.”[84]
Du roj piştî belavkirina vê nûçeyê, li Stenbolê di navenda CTKê de, komîsyonek taybet ji bo lêkolîn û çapkirina eserên alim û şaîrên kurd tête damezirandin. Di nûçeyê de hatîye gotin ku “Hin zatên îlmîye û mûlkiyeyê hatine wezîfedarkirin ku di heqê eserên îlmî yê kurdî de xwedî malumat in. Vê komîsyonê, lêkolînên xwe yên li ser Mem û Zîna Mele Ehmedê Xanî temam kirine. Heşt formayên vê eserê hatine çapkirin û yên mayî jî di demeke kurt de têne çapkirin. Mem û Zîn, şaheserekî edebîyata klasîk a kurd tête qebûlkirin.”[85] Mem û Zîn, bi vê çapê, cara yekemîn dikeve nav lewheyên matbeayê.
Li ser xebatên standartkirina zimanê kurdî û hewldanên Cemîyeta Neşrê Mearîf ê Kurd [Komela Kurd a Belavkirina Zanînê], di hejmara 480ê ya Serbestîyê de, bi sernivîsa “Tedvîna lîsanê kurdî” [Standartkirina zimanê kurdî] nivîseke wisa hatîye belavkirin:
“Piştî îlankirina Meşrûtîyetê, ji bo îsleh û standartkirina kurdî, Komela Kurd a Belavkirina Zanînê û hin rêxistinên din hatibûn damezirandin. Van rêxistinan di dema destpêkirina Şerê Giştî de xebat û weşana xwe dabûn rawestandin. Ji dawîhatina Şerê Giştî şûn ve, van rêxistinan bi belavkirina kovara Jînê, dest bi berdewamkirina xebata berê kirine.
Komela navborî ji berê ve dixebite ku li ser esasê cihê nivîsandina herfan, gramereke zimanê kurdî binivisîne û bide çapkirin. Alfabe hatîye amadekirin û hetanî çend rojên din dê bête çapkirin. Alfabeya ku nûha tê çapkirin, ji alfabeya berê bêtir mifedar û mukemeltir e. Em mûteşebbîs û nivîskarên wê pîroz dikin.”[86]
Kamiran Bedirxan jî di nivîsa xwe de behsa girîngîya xebata vê komelê û karê standartkirina zimanê kurdî dike û dibêje: “Ew milletên ku zimanê xwe reforme bikin, qaîdeyên gramera xwe sererast bikin, herfên sade û sivik çêbikin û pê binivisînin, asteng li ber îstiqbal û pêkhatina hêvîyên wan namînin.”[87] Nivîskar di çarçoveya vê dîtinê de, bala komîsyona navborî dikişîne li ser van xûsusiyetan û dibêje:
“Xusûsiyetên tewr girîng ên ku komîsyon dîqet bike ev in: 1- Alfabeya ku ji bo xwendin û nivîsandina kurdî bête duristkirin, divê gundî jî karibin di demeke kurt de bi wê alfabeyê hînê xwendin û nivîsandinê bibin. 2- Meseleyek tewr dijwar jî, şikil û rêbaza alfabeyê ye; gelo ev alfabe dê ji milê çep ber bi milê rast ve yan ji milê rast ber bi milê çep ve bête nivîsandin. Dema em bala xwe bidin girîngîya vê babetê, divê em bi hîssa faalîyetek azamî û têgehîştinek nûjenîyê tevbigerin.”[88]
Li ser vê babetê gengeşeyek balkêş jî, meha Tebaxa sala 1919yê di navbera Noel û şanda wî ya kurd de çêdibe. Di rêwîtîya Meletiyê de, li ser zimanê kurdî du xusûsiyetên balkêş dibin meseleya rojeva gengeşîya Noel û endamên heyeta wî ya kurd; cûdatîya şêwe-dîyalektên kurdî û alfabeya nivîsandina kurdî. Ji ber ku bi rêya Entab û Meraşê re diçûn, dema heyet digîje qeza Pazarciq a Meraşê, tiştekî girîng bala Noel dikşîne, dibîne ku axaftvanên şêwe û dîyalektên van herêman û yên herêmên din ên Kurdistanê bi hêsanî hev têdigîjin. Lewra endamên heyeta wî yek ji Botan, yek ji Hekarî û yê din jî kurdê Diyarbekirê bû, di têkilî û hev têgihîştina wan û yê van herêman de tu problemk tune bû. Li ser vê yekê Noel dibêje:
“Bi pirranî dihat gotin ku zimanê kurdî zimanek têkel e, li gorî herêman diguhere û hev tênagîjin. Rast e, baba kurdî ya ku li başûrê rojavayê Kurdistanê tête axaftin, di navbera wê û kurmancî de ferq heye, lê ku em bêjin şêweyên cûda yên kurmancî di esasê de ji hev cûda ne, ev nerast e. Li nik min kurdên Botanî, Hekarîyî û Dîyarbekirî hene, ew di navbera xwe de û bi kurdên tewr bakurê Kurdistanê re bi rehetî hev têdigîjin. Di nav çend hefteyan de dikarin bi temamî wekî kurdên binekî yên li vê deverê biaxivin. Ferqa bingehîn a di navbera axaf-tina wan de, bikaranîna tîpên dengdêr in.”[89]
Xûsusiyetek din jî bikaranîna alfabê ye;
“Noel dibêje, min notên xwe yên li ser zargotinên herêmî yên kurdî bi alfabeya latînî dinivîsand û hevalên min ên kurd jî bi alfabeya erebî dinivîsandin. Bi tevî ku ez hîn baş bi kurdî hîn nebûbûm jî, di dema xwendinê de, min ji wan baştir dengên kurdî derdixist û xwendina min jî ji ya wan bêqisurtir bû. Wê demê min têgehîşt ku herfên erebî ji bo tîpên dengdêr ên kurdî têr nakin û ne bes in. Piranîya wan ciwanan bawer dikir ku tîpên latînî bêtir dikarin dengên kurdî derbixin û dixebitîn ev dîtinên hanê li Kurdistanê jî bêne qebûlkirin. Lêbelê neslên berîya wan û ulema, ji ber sebebên dînî, li hemberê gorandinek weha ne.”[90]
Encam û gengeşeyên rêwîtîya serdana Meletiyê, di serê Celadet Bedirxan de fikra bikaranîna alfabeya latînî ya kurdî peyda dike. Celadet Bedirxan bi xwe jî li ser bihûrîya peydabûna fikra alfabeya latînî ya kurdî dibêje:
“Ev elfabeya hanê ku îro em zimanê xwe pê dinivisînin paşîya xebateke salinên dirêj e.
Di sala 1919an de me da bû çiyayên Meletiyê. Em ketibûn nav eşîra Reşiwan. Mêcer Noel jî digel me bû. Mêcer zarê nîvro dizanî bû, dixebitî ko hînê zarê bakur bibe û ji xwe re her tişt dinivîsandin. Min jî hin medhelok, stran û çîrok berhev dikirin.
Carinan me çav li nivîsarên xwe digerandin, dixwendin û diedilandin. Min bala xwe dida Mêcer, bi bilêvkirineke biyanî, lê bi dişwarî destnivîsa xwe dixwend. Lê belê ez, heta ko min (û, و) ji (o, و) û (î, و) ji (ê, ى) h. p. derdixistin diketim ber hezar dişwarî. Ma çima?.. Ji ber ko Mêcer bi herfên latînî, lê min bi herfên erebî dinivîsandin. Ser vê yekê, di cih de min qerara xwe da û ji xwe re bi herfên latînî elfabêyek lêkanî. Êdin min bikarîya destnivîsa xwe paş hezar salî jî bê dişwarî û weke xwe bixwînim, ji ber ko her deng cihê cihê li ser kaxezê dihat sekinandin.”[91]
Piştî van nirixandin û gengeşeyên dûr û dirêj, cara pêşîn di sala 1928an de li Erîvanê yekemîn pirtûka kurdî ya bi alfabeya latînî hatîye çapkirin. “Elfabeya Kurdî ya bi tîpên latînî cara ewilî di sala 1928an de li Ermenîstanê ji teref nivîskarên kurd Erebê Şemo û Îsahak Maragulovê Asûrî ve hatîye çêkirin. Ji alîyê hikumeta Ermenîstanê û herweha hikumeta yekîtîya Sovyetê ve jî hatiye pejirandin.
Di sala 1929an de bi vê elfabeyê pirtûka perwerdekirina zimanê kurdî hat weşandin. Navê vê pirtûkê “Xo xo hînbûna xwendina nivîsara kurmancî” bû. Ev pirtûka hînker li Erîvanê hat weşandin. Divê bê zanîn ku ev pirtûka kurdî, pirtûka bi tîpên latînî ya pêşîn e li cîhanê. Ev pirtûk, niha di pirtûkxane-ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de ye.”[92]
Ev pêvajo bi van gengeşî û pêşnîyaran digîje hetanî destpêka salên 1930an. “Di sala 1931ê de li Şamê di mala Elî Axayê Zilfo de civînek tête darxistin û Celadet Bedirxan, Hemzeyê Miksî, ji kurdên Şamê Musa Beg û Ekrem Cemîlpa-şa wek lijneya amadekirina elîfbaya kurdî/latinî dihêne hilbijartin. Ligel vê yekê, ji layê hevalan de çend elîfba hatine derxistin.”[93]
Nûredîn Zaza sala 1931ê digel kekê xwe Dr. Nafîz ji Helebê diçin Şamê û li wê derê dibe temaşevan û guhdarvanê gengeşeyên li ser alfabeya latînî/kurd. Dibêje: “Celadet Bedirxan, elfabeya kurdî, bi tîpên latînî, pêk tanî û dil dikir ko bi van kovarekê derêxe. Ekrem Cemîl Paşa, hemzeyê Miksî û hinekên din tê de pir kêmanî didîtin û bi hişkî lê radibûn. Lê, rehmetî Celadet bi gelek zimanan dizanî, pir li Ewropa mabû, bi ser de jî zor zîrek, bi hiş û hûner bû, bala xwe dida rexne û gotinên xelkê û dixebitî ko şaşîyên xwe binase, elfabeya xwe li gora dengên zimên û ji şîwe û zaravayên têvel rêz û dûzanên bingehîn derêxe. Ew ji zû da li vî tiştî hûr dibû, lê li Şamê ev karê ha bûbû mijûlayîya wî ya hergavî. Di sala 1932an de, piştî ko elfabeya xwe danî û rêzimanek jî dirust kir”[94], dest bi derêxistina kovara Hawarê kir.
Ev gengeşîyên ku berîya bîst salan dest pê kiribû, di sala 1932an de digîje radeyek bilind û dibe pêngavek nû. Bêguman ev radeya nû jî, encam û berhemê ew gotar û gengeşeyên berîya bîst salan bû.
Piştê ku alfabeya latînî di kovara Hawarê (1932-1943/ 57 hej.) de hate ceribandin û qebûlkirin, paşê kovarên wekî Ronahî (1942-1945), Roja Nû (1943-1946/ 73 hej.) û Stêr (1943-1945/ 3 hej.) jî bi vê alfabeyê hatin weşandin. Îro, ziman û dîyalektên kurdî, pirranî bi vî alfabeyê têne nivîsandin, bi taybetî jî di nav kurdên bakur û rojavayê Kurdistanê û dîasporayê de tête bikaranîn.
13. Dawîya dewrek
Eger em deh salên (1913-1923) destpêka xebata nivîskarî û sîyasî ya her du birayên Bedirxanî bikolin, divê em van deh salan bi ser du dewreyan ve dabeş bikin. Dewreya yekemîn, ji salên 1912-13yan bigre hetanî dawîya Şerê Yekemîn ê Cîhanê dom dike; pirranî û giranîya xebatên wan ên vî demê, di çarçoveya fehma “îtihadê osmanî” û “umetparêzî” de li ser kultur û edebîyatê ye .Dewreya duyemîn, ji rawestandina Şerê Yekem ê Cîhanê şûn ve bi damezirandina Cemîyeta Tealîya Kurdistanê dest pê dike û hetanî derçûna ji Stenbolê dom dike; giranîya nivîsandin xebata vê demê jî li ser karê rêxistinî û sîyasî ye. Hemû berhem û nivîsên wan ên vê demê, bi zimanê osmanî hatine nivîsandin.
Wekî ku di destpêka vê beşê de hate gotin, piştî parçebûna rêxistina CTKê, bi navê Cemîyeta Teşkîlatê Îçtîmaîyye ya Kurd (CTÎK) û Partîya Millet a Kurd (PMK) du rêxistinên nû hatibûn damezirandin. Emîn Âlî Bedirxan, nûner û serkêşê vê gruba nû bû. Herdu zarokên wî; Celadet û Kamiran Bedirxan jî endamên çalak ên rêxistinê bûn û herweha di weşanên rêxistinê de kar û barê rojnamevanîyê dikirin. Digel vê, di rojnameyên muxalif ên wê demê de, bi nivîs û meqeleyên xwe, dîtin û sîyaseta rêxistinê û tecrûbeyên xwe yên şexsî parve dikirin.Wê demê Sureyya Bedirxan jî li Qehîreya Paytexta Misrê, rêxistinek bi navê Komîteya Îstiqlala Kurdistanê damezrandibû, bi kar û barê wê rêxistinê re mijûl bû.
Li gor agahdarîya Qedrî Cemîl Paşa, piştî parçebûna CTKê, weşandina kovara Jînê dikeve bin rêvebirîya Cemîyeta Teşkîlatê Îctimaîyeya Kurd (CTÎK)ê û di formata rojnameyê de ji nû ve tête weşandin. Herweha beşeke endamên vê grubê; kesayetîyên wekî Ekrem Cemîl Paşa û Hemzeyê Mûksî ji bo pêkanîna çalakîyan, belavkirina armanc û fikra rêxistinê, di sala 1921an de berê xwe didine Kurdisanê. Beşeke din jî, ji bo pêşxistina peywendîyên bi hikûmeta Şêx Mehmûdê Berzencî re, berê xwe didine başûrê Kurdistanê. Di nav vê komê de kesayetîyên wekî Xelîl Rehmîyê Bedirxanî, Mistefa Paşayê Yamûlkî, Kemal Fewzî û Mewlanzade Rifat hebûn.[95] Mixabin Ekrem Cemîl Paşa û Hemzeyê Mûksî, di dawîya sala 1921an de bi destê Ebdilkerîmê axayê eşîra Hevêrkan ve li herêma Mêrdînê têne destgîrkirin û wan radestê hikumeta Anqerê dikin. Gruba din jî, çûyina wan a ji bo başûrê Kurdistanê, ji alîyê Brîtanyayê ve tête astengkirin. Bi vî awayî hewldana derbasbûna Kurdistanê û geşkirina xebata rêxistinî ya li ser erdê Kurdistanê bi ser nakeve.
Bi tevî hemû hewldana CTÎKê, ew jî wekî CTKê nikare li ser erdê Kurdistanê bi cî bibe û rêxistina xwe pêş bixe. Her çiqas bandora tevgera Kemalîst li ser axa Kurdistanê xurt dibe, ewqas jî xebata rêxistinî, sîyasî û çapemenîya kurd lawaz dibe. Peryoda derçûna kovar û rojnameyên kurd têk diçe û peyderpey digihîje qonaxa betalbûnê. Hejmarên çapbûyî, bi rastî nayin zanîn. Mîsal; ji alîyê hinek lêkolîneran ve behsa 700 kusûr hejmarên Serbestî têne kirin, lêbelê hejmara dawîn a ber destê me ya 601an e û di 25ê Nîsana 1920an de hatîye weşandin. Em nizanin hejmara dawî çi wext hatîye çapkirin û her du birayên Bedirxanî hetanî kengî di rojnameyê de nivîsandine.
Piştî ku di navbera dewletên emperyal ên wekî Brîtanya, Fransa, Rusyaya Bolşewîk û Tevgera Kemalîst/Meclîsa Anqerê de hinek peymanên veşartî û aşkere pêk hatin, Meclîsa nû ya Anqerê hate naskirin. Di 1ê Çirîya Paşîn a sala 1922yan de, ji alîyê Meclîsa Mîllî ya Anqerê ve betalkirina sîstema Seltenatê hate ragehandin. Di 4ê Çirîya Paşînê de jî Stenbola paytexta Osmanî bi Meclîsa Anqerê ve hate girêdan. Ji vê demê şûn ve, êdî cî ji tevger û şexsiyetên muhalîf re teng bû. Ji bêgavîyê her yekî bi awayekî terka Stenbolê kirin, ji bo ku nekevin li ber pêlên xezeb û zordarîya desthilatdarî û rêxistina nû ya îtihadparêzên Kemalîst.
Celadet Bedirxan di 58 salên jîyana xwe de û bi taybetî jî di salên dawî yên Împeraetorîya Osmanî de govanîya (şahidîya) gelek bûyerên girîng û balkêş kirîye. Li ser vê demê, tiştên ku ji pozê qelema wî hatine darijtin pir kêm in, yaxud hinekê wan hîn derneketine ronahîyê. Ji hin nivîs û rêzeyên wî dîyar dibe ku ceribandin û hewldanên ji bo nivisînê çêbûne. Wekî ku ji alîyê lêkolîner Dilawerê Zengî ve hatîye neqilkirin, di nivîseke wî ya sala 1929an de dibêje: “Ji mêj de, min dil hebû ko bîranên xwe di pirtûkekê de bicivînim. Berî niha bi demekê, min hin jê civandin. Lê mixabin li bajarê Xarpûtê, ji hêla Dadgeha Îstiqlalê ve bi kaxizên min re hatin girtin.”[96]
Wekî gelek pêşeng û endamên tevgera neteweyî û sîyasî ya kurd, kesayetîyên wekî Emîn Alî Bedirxan, Mewlanzade Rifat, Memduh Selîm Begî, Xelîl Rehmî Bedirxan, Celadet Bedirxan, Kamiran Bedeirxan û wd. mecbur man ku terka Stenbolê bikin û biçin derveyê welat. C. Bedirxan di nameya xwe ya ji bo M. Kemal de dibêje: “We hinek mixalifên xwe bi peymaneke navdewletî ji welat dûr xistin, qismekî din jî, ji xweber ve terkî welat bûn. Derçûna wan a ji welat, hetanî vê gavê jî berdewam e.”[97]
Kaynak: Seîd VEROJ, Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran BEDIRXAN (Ji aliyê xebata sîyasî û çapemenîyê ve) 1913 -1923, Weşanê Dara, Dîyarbekir, 2018

[1] Mihemed Bekir, Pêşgotina ji bo çapa hejmarên: 1-9ê kovara Hawarê, Weşanxana Hawar, Sweden, 1987, r. 10
[2] Celadet Alî Bedir-Xan, Lorîya Bedir-Xan, Hawar, no: 5, Şam, 20ê Tîrmeh 1932, Çapa hejmarên 1-9, Amedekar: Mihemed Bekir, Sweden,1987
[3] J. b.
[4] Mihemed Bekir, J.b..r. 20
[5] Ahmed, Dr. Kemal Mazhar; Tarihin Tarihi, Kürtlerde Tarih Tarihte Kadın, Pêrî Yayınları, İstanbul, 1997, r. 89
[6] Mihemed Bekir, J.b..r. 20
[7] Celadet Alî Bedir-Xan, Lorîya Bedir-Xan, Hawar, no: 5
[8] Bedirhanzade Celadet, Serbesti Gazetesine, no: 5, s. 4, 7 Teşrîni Sani 1324 (20ê Sermaweza 1908)
[9] Malmîsanij, Cızira Botanlı Bedirhaniler, Avesta Yayınları, çapa: 2., 2000, Stenbol, r. 235
[10] Celadet Alî Bedirxan & Kamiran Âlî Bedirxan, Bobi’nin Hatası, Weşanên Avesta, Îstenbul, 2011, r. 35
[11] Celadet Alî Bedirxan & Kamiran Âlî Bedirxan, Bobi’nin Hatası, Weşanên Avesta, Îstenbul, 2011, r. 35
[12] Celadet Alî Bedirhan, Kürdler ve İttihad (ITC) siyaseti [Kurd û Sîyaseta Îtîhadê], Serbestî, no: 209, 22yê Sibata 1919
[13] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan [Kurd di Belgeyên Îngiliz de](1918-1958), Doz Yayınları, İstanbul, 1992, r. 96-97
[14] Celadet Alî Bedirhan, Kürdler ve İttîhad (İTC) Siyaseti [Kurd û sîyaseta Îtîhadê], Ser-bestî, no: 209, 22yê Sibata 1919
[15] Celadet Alî Bedirhan, J. b.
[16] Celadet Alî Bedirhan, J. b.
[17] Celadet Âlî, Zabıtanın Terfihi [Terfîhirina Zabîtan], T. İstanbul, no: 126, 5 Nisan 1919
[18] Celadet Alî, Develer [Hêştir], Türkçe İstanbul, no: 129, 8ê Nîsana 1919
[19] Celadet Alî, Geçit [Bihûr], Türkçe İstanbul, no: 147, 26ê Nîsana 1919
[20] Celadet Alî, Borazanın Kurşunu [Guleyê Borîjen], Türkçe İstanbul, no: 191, 9ê Hezîrana 1919
[21] Tarık Zafer Tunaya, J. b., r. 105
[22] Süleyman Tevfik (Özzorluoğlu), II. Meşrutiyet’ten Cumhuriyet’e: Elli Yıllık Hatıralarım, amd. Şaban Özdemir-Tahsin Yıldırım, Dün Bugün Yarın Yayınları, İstanbul, 2011, r. 513-514.
[23] Edward William Charles Noel, Kurdistan 1919, Avesta Yayınları, 1999, r. 95
[24] Mevlanzâde Rifat, Türkiye İnkılabının İçyüzü, Pınar Yayınları, İstanbul, 2000, r. 270
[25] Hekkarili Abdurrahim Rahmi, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], Serbestî, no: 483, 2 Mayis 1919, http://www.kovarabir.com/ hekkarili-abdurrahim-rahmi-kurdler-ve-kurdistan/, 19 Şubat 2015
[26] Em dibêjin “vê dewreya Serbestî”, mexseda bikaranîna vê gotinê ev e, min berîya nûha di xebata xwe ya bi navê “Mewlanzade Rifat û Rojnameya Serbestî” de, polîtîkayaweşana rojnameya Serbestî li ser sê dewreyan parve kiribû, dewreya ku li vê derê tête behskirin, dewreya sisêyan e û di vê dewreyê de Serbestî wek organeke CTKê tête neşirkirin. Ji bo agadarîya berfireh li xebata navborî binêre.
[27] Serbestî, no: 209, 22 Şubat 1919
[28] Serbestî, no: 482, 1 Mayıs 1919
[29] Serbestî, no: 484, 3 Mayıs 1919
[30] Serbestî, no: 487, s: 1-2, 6 Mayis 1919
[31] Serbestî, no: 489, 8 Mayıs 1919
[32] Serbestî, no: 491, 10 Mayıs 1919
[33] Serbestî, no: 495, 14 Mayıs 1919
[34] Mesûd Serfiraz, Kurd, Kitêb, Çapxane: Weşangerîya Kitêbên Kurdî di dewra Osmanîyan de (1844-1923), Weşanên Peywend, 2015, Stenbol, r. 70
[35] Tarık Zafer Tunaya, Türkiye’de Siyasal Partiler, Cil: 2, 4. Baskı, İletişim Yayınları, İstanbul, 2010, r. 463, 467
[36] Türkçe İstanbul, no: 126, 5 Nisan 1919
[37] Türkçe İstanbul, no: 129, 8 Nisan 1919
[38] Türkçe İstanbul, no: 147, 26 Nisan 1919
[39] Türkçe İstanbul, no: 191, 9 Haziran 1919
[40] Sabri Süleyman, Tarihten Bir Sayfa [Rûpelek ji Dîrokê], Kurdistan, no: 5, 3yê Nîsana 1919
[41] Emir Celadet Alî Bedirxan, Bir Kürt Aydınından Mustafa Kemal’e Mektûb, Doz Yayınları, Stenbol, 2010, r. 46-47
[42] Sovyetler Birliği Bilimler Akademisi Doğu Bilimleri Enstitüsü, Yeni ve Yakın Çağda Kürt Hareketi, Jîna Nû Yayınları, 1991, Sweden, r. 109
[43] Celadet Âlî Bedirhan, Kürdler ve İttihat Siyaseti, Serbestî, no: 209, 22 Şubat 1919
[44] Serbestî, Kürd muhacirleri, no: 486, 5 Mayıs 1919
[45] Celadet Âlî Bedirhan, Kürdler ve İttihat Siyaseti, Serbestî, no: 209, 22 Şubat 1919
[46] Bi îxtimaleke mezin li vê derê xeletîyek biçûk çêbûye, li şûna navê Şerafeddînê Bîtlîsî, divîya Îdrisê Bîtlîsî bihata nivîsîn.
[47] Celadet Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdlerde İttifak [Îttifaq di nav kurdan de], Serbestî, no: 498, 8 Mayıs 1919
[48] Jîn: Kovara Kurdî-Tirkî (1918-1919), Cild: IV, Werger: M. Emîn Bozarslan, Weşanxaneya Deng, Uppsala/ Sweden, 1985, r. 762
[49] Emir Celadet Alî Bedirxan, Bir Kürt Aydınından Mustafa Kemal’e Mektûb, Doz Yayınları, Stenbol, 2010, r. 48
[50] Celadet Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kürd Edebiyatı. [Kurd û Kurdistan: Edebiyata Kurdî: Mem û Zîn-2], Serbestî, no: 495, 14 Mayıs 1919
[51] Hemze, Pêşpeyva Mem û Zîn, Jîn: Kovara Kurdî-Tirkî (1918-1919), Cild: IV, Werger: M. Emîn Bozarslan, Weşanxaneya Deng, Sweden, 1985, r. 846
[52] Tarık Zafer Tunaya, Türkiye’de Siyasal Partiler (1918-1922), cilt: 2, İletişim Yayınları, 2010, İstanbul, r. 224
[53] J. b., r. 224
[54] Kürd dilinin standartlaştırılması, Serbestî, no: 480, 4 Mayıs 1919
[55] Jîn: Kovara Kurdî-Tirkî (1918-1919), Cild: 2, Werger: M. Emîn Bozarslan, Weşanaxaneya Deng, Uppsala/ Sweden, 1985, r. 492
[56] J. b., r. 493-494
[57] Kürd eserleri tetkik komisyonu, Serbestî, no: 479, 28 Nisan 1919
[58] Jîn: kovara kurdî-tirkî (1918-1919), Cild: IV, Werger: M. Emîn Bozarslan, Weşanxaneya Deng, Uppsala/ Sweden, 1987, r. 738
[59] Kurd Wanî (Memdûh Selîm Begî), Hedyetu Kurdistan (Dîyarîyî Kurdistan), 18yê Hezîrana 1925, hejmar: 7, Bexdad
[60] Kürd Eserleri Tetkik Komisyonu, Serbestî, no: 479, 28 Nisan 1919
[61] Celadet Bedirxan, Kürdler ve Kurdistan: Kürd Edebiyatı, Serbestî, no: 491, 10 Mayıs 1919
[62] Edward Willim Charles Noel, Kurdistan 1919, Weşanên Avesta, çapa: yekemîn, İstanbul, 1999, r. 7-8
[63] Edward Willim Charles Noel, J. b., r. 36
[64] Mewlanzâde Rifat, Türkiye İnkılabının İçyüzü, Pınar Yayınları, İkinci baskı, İstanbul, 2000, r. 264
[65] J. b., r. 268
[66] Mewlanzâde Rifat, Türkiye İnkılabının İçyüzü, Pınar Yayınları, İkinci Baskı, İstanbul, 2000, r. 270, 271
[67] Osmanlıdan Milli Mücadeleye Seçilmiş Mülakatlar, s.125, 126, 127, Alemdar gazetesi, 1 Kasım 1919
[68] Mewlanzâde Rifat, Türkiye İnkılabının İçyüzü, Pınar Yayınları, İkinci Baskı, İstanbul, 2000, r. 270, 271, 272
[69] J.b., r.. 271, 272
[70] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kürdistan: 1918-1958, Doz Yayınları, Birinci Baskı, İstanbul, 1992, r. 106
[71] Ekrem Cemîl Paşa, Kurtejîyana Min, Weşanên Bîr, 2007, Dîyarbekir, r.34-39
[72] Dr. Nûrî Dêrsimî, Kurdistan Tarihinde Dersim, Doz Yay., 2004, İstanbul, r. 135
[73] Mewlanzâde Rifat, Türkiye İnkılabının İçyüzü, Pınar Yayınları, İkinci baskı, İstanbul, 2000, r. 271, 272
[74] Zekai Göner & Orhan Kabataş, Millî Mücadele Dönemi Beyannameleri ve Basını, Atatürk Kültür Merkezi Yayını, Ankara, 1990, r. 81
[75] Fatih Mehmet Sancaktar, Said Molla ve Türkçe İstanbul Gazetesi, T. C. İstanbul Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstütüsü, Yüksek Lisans Tezi, İstanbul, 1996, r. 42
[76] Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, Weşanên Bîr, Dîyarbekir, 2007, r. 138
[77] Abdullah Cevdet, Bir Hitap [Xîtabetek], Rojî Kurd, h: 1, 30ê Gulana 1913, Weşanên War, Dîyarbekir, 2007, r. 16-17
[78] Suleymaniyeli Mesûd, Harflerimiz ve okuma kolaylığı, Rojî Kurd, no: 1, 6 Heziran 1329 (1913), Weşanên War, İstanbul, 2002, r. 29
[79] İlimlerin Genelleştirilmesi ve Harflerin Düzenlenmesi Cemiyeti, Rojî Kurd mecmuası yüce müdürlüğüne, Rojî Kurd, no: 2, Weşanên War, İstanbul, 2002, r. 56-57
[80] M. S. Azîzî, Harflerimiz ve okuma kolaylığı, Rojî Kurd, no: 2, 6ê Temûza 1329 (1913), Weşanên War, İstanbul, 2002, r. 55
[81] M. X., Ziman, Rojî Kurd, no: 3, 6ê Temûza 1329 (1913), weşanên War, İstanbul, 2002, r. 88
[82] Serbestî, Kürd sansürü [Sansora kurdî], no: 480, 29 Nisan 1919
[83] Serbestî, Kürdçe yazılar [Nivîsên kurdî], no: 480, 29 Nisan 1919
[84] Serbestî, Kürd lisanı hakkında [Li ser zimanê kurdî], no: 477, 26ê Nîsana 1919
[85] Serbestî, Kürd eserleri tetkik komisyonu [Lijneya lêkolîna eserên kurdî], no: 479, 28 Nisan 1919
[86] Serbestî, Kürd lisanının tedvini [Standartkirina zimanê kurdî], no: 480, 4 Mayıs 1919
[87] Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kürd lisanı [Kurd û Kurdistan: Zimanê Kurdî], Serbestî, no: 486, 5ê Gulana 1919
[88] J. b.. 5ê Gulana 1919
[89] Edward William Charles Noel, Kurdistan 1919, Weşanên Avesta, İstanbul, 1999, r. 22-23
[90] J. b., r. 23
[91] Celadet Bedirxan, Pêşgotinek, Hawar, hejmar: 13, 14yê Çileyê-Berê 1932, Weşanên Nûdem, cild: 1, Stockholm, 1998, r. 263
[92] http://www.kovarabir.com/2015/07/mir-osmane-deriki-mir-celadet-ali-bedirxan-1893-1951/,21 Temmuz 2015
[93] Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, Weşanên Bîr, Dîyarbekir, 2007, r. 138
[94] Dr. Nûredîn Zaza, Pêşgotin, Hawar (1934-1943), h.: 24-57, çapxanên: Mindik el-Mibkî, Teraqî, Şam
[95] Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), J.b., r. 55
[96] Komkirin û werger: Dilawerê Zengî, Bîranînên Celadet Bedir-Xan (1893-1951), Çapa Didiwan, Beyrût-Libnan, 2010, r. 11
[97] Emir Celadet Alî Bedirxan, Bir Kürt Aydınından Mustafa Kemal’e Mektûb, Doz Yayınları, Stenbol, 2010, r. 32
Şirvove (0)
Hêj şîrove nînin. Şiroveya yekem tu bike.